Nîman Evdilhekîm

bê minnet dixo kêr ji devê xwe
hesin nayê bîra kêrê
deriyek li mala xwe digere
hesin tewiya, ba nezivirî
min emrek hebû
tor bû ji evînê,
asê ma devdevî derî de
kêr li dest be, dest jî bi kêrê va
em hatin ber qiyametê
heft şûn ne li şûna xwe bûn
e’mir dixwast bixape ez pê serwext bûm
şûnda ne li şûna xwebûyîniyê
lê, bizdiya, destê xwe jê şûşt mirin
şirşalî! lê kesî ti ecêbek jê nedî.
şûn li şûna xwe
di bizdide hesin bi agir
tirsa kê, ma çi tirs e
h’erî ziwa bû
mirov xuliqî
derî nehat bîra ti kesî.