JIYAN û ŞÎROVEYA EVDALÊ ZEYNİKÊ

FEYZî MîRHESEN

Evdalê  Zeynikê   di sala  1800an de Li Agiriyê, li navçeya  Dutaxê, li Gundê Cemal Verdiyê ji dayîk bûye. Navê dayîkê Zeynê, Bav  Silêman e.  Di 3 saliya  wî de  bav diçe ser dilovaniya xwe. Ji ber wê ku ji aliyê dayîkê ve hatiye xwedîkirin Evdalê Zeynikê tê gotin. Piştî 30 saliya xwe xewnek dibîne ku dewrêşek hinek garis didiyê ku bixwe. Serê sibê ku radibe her wekî ku di cihanek din de ye. Kilam dibêje diçe govend û dîlanan. Navê wî li herêmê belav dibe. Sirmelî Mihemed Paşa  nebiyê  Îshaq Paşayê Bazîdê bûye. Li Agiriyê, li navçeya Zêtkayê(Elaşgir), li koşka Torpa Qeleyê dijiya. Mihemed Paşa nav û dengê Evdal dibihîze û tîne Dîwana xwe. Dema ku guhdariya Evdal dike, matmayî dimîne. Dibêje « xwuda ev çi deng û sewda ye !» Her wisa navê Evdal li dîwanên herêmê û derdoran belav dibe.

Dengbêjên herêman  tên davêjin ber hevdu lê kes nikarîbûye ku li hemberî Evdal sitranan bibêje. Evdal rojek diçe Xamura Agiriyê, gelê ermen jî bi kurdan re jiyane û di nava hev de cînar bûne. Keçek ermen bi navê Gulê dengbêjek bi nav û deng bûye. Ji malbatek mezin û xanedan bûye. Ew û Evdal diavêjin ber hevûdu. Di dawî de Gulê biryara xwe dide ku bi Evdal re bizewice. Piştî zewaca  Evdal û Gula Bavfile  êdî stêrka Evdal hinkî din diçilwile û ronî dide. Temo  ne lawê Evdal bûye di pêçekê de dibînin, didine Evdal .Evdal Temo xwedî dike her wekî ku lawê wî ye, li her derê bi xwe re digerîne.

Dûre Sirmelî Mihemed Paşa  ku li Xozanê zîhayek (Merê ejdehar)  pê vedide  Mihemed Paşa  diçe ser dilovaniya xwe.  Koşk û sera û desthilatdariya navxweyî ya kurdan jî di wê demê de ji  hev belav dikin. Dîwan, dengbêj û heya medreseyên wan û bi hemû baweriyên wan ve ser û bin dikin. Her wisan gelên ku di nava kurdan de ne jî, ji vê ferman û kiryarê para xwe digrin. Jiyana Evdal jî ber bi malkambaxiyê ve diçe. Ava reş tê ser herdu çavên wî  û nabîne, dikeve xizanî û bêxwedîtiyê. Temo destê wî digire û digerîne. Qulingek per û baskên wî ku şikestî bûye tînin mala Evdal . Evdal xwe û qulingê wek hev dibîne. Ew jî wek qulingê  diqêriya li govend û dîlanan. Quling jî li hewa û li Zozanan bû lê îro? Ew jî ketiye nav xizanî û feqîriyê.

Evdal,  bavê Temo, siwarê  kovî, bi van hest û  bûyerên ku dibîne, bi temenê 113 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe.

Evdalê Zeynê bi sedan kilamên evîn û evîndariyê  gotiye. Stîl û meqamên Evdal ji ew roj heya îroyî, bi teybetî bi dengbêjên herêma  Serhedê wek pirtûkxane û medreseyek heya îro hatiye. Bi dehan dengbêjên wek Mistê Heyran, Ferzê Milazgirê, Reso , Şakirê Bedîh, Huseynê Orginosê, Seroyê Biro, Karapetê Xaço, Ozan Merûf, Zahir, Mihemed Arif, bi sedan dengbêjên mayîn ku li ser stîla Evdal kilam gotine.  Kilamên wî li Radyoya Erîvanê, Bexda, Îranê, li her çar deverên Kurdîstanê bûye meqam û awaz. Bi kurtasî Evdal wek pîrê dengbêjan hatiye binavkirin. Îro jî di televîzyon û radyoyên kurdî de dîwana dengbejan bi navê Evdalê Zeynikê tên lidarxistin. Gelek nivîskarên kurd wek Yaşar Kemal, Mihemed Uzun, Ahmed Aras û Bulend Gunduz li ser jiyan û hunera Evdal pirtûk nivîsandine û belgefîlmê wî çêkirine.

Me li ser Evdal  hin şiroveyên xwe anîn ziman lê em keda xanima Evdal, Gula bavfile  jî bi çend gotinan bînin ziman. Keda Gulê wek jinek dengbêj divê em jibîr nekin. Lewre gelek kilam û awazan afirandiye. Bûye sembola jina kurd, ermen û yên mayîn. Gelek jinên kurd kilamên dengbêjiyê afirandin û gotin; lê zilaman kilamên pîrekên kurd li dîwanan  gotin. Em dibînin  ku jina  kurd êdî cîhê xwe di warê çand û huner, siyasî û leşkerî de girtiye. Her wekî ku arama dilê Evdal û  Gulê hatibe cîh.   

Lê mixabin  ku Evdal û  bi sedan kesên wek wî  di dema eşîrî û  mîrekan de jiyane. Wek îro netew û saziyên wê demê nebûne, ji xwe gazin û lewme jî  ji wir e.  

Dema ku mirov  jiyana Evdalê Zeynikê şîrova wî bike û hilde dest, mirov ê du portreyên Evdal bibîne. Yek ; meriv Evdalê Zeynikê ciwan, dengbêjê Sirmelî Mihemed Paşayê Zêtka, Kela Topraq Qele  navdar dibîne. Weke deng û sewta qaz û qulingên bihara  kilamê evîn û evîndaran  û şahê dengbêjan…

Evdalê   duyem ; Evdalê jar, çav nabîne, xizan û  bêkes e. Sirmelî Mihemed Paşa jiyana xwe ji dest daye, dezgah û desthilatdariya mîrekên kurd belav kirine. Bi tevî Temo ku ji zarotî ve li bal wan bûye, bi destê Evdal digire û digerîne. Em dema ku Evdal  tarîf û şiroveya wî bikin Evdal di kilama xwe de xwe tîne ziman. Ka em çend gotinên ku aniye ziman bi we re par ve bikin û dûre şîrove û rewşa wî bînin ziman.

Bendê kilamê

Quling tu ji ku tê  ji Leterê / Te hêlîna xwe çêkiriye li pêşberê şaneşînê vê sivderê/ Ka were  em bi hev re  dia bikin ji Rebê jorin, bi çavên min vebe , baskê te bicebire/ Li ba Xwida bila miraza min û te biavêje koşê vê tefterê/ Ka were em herin ser şêx û ziyaretan bigerin lê, kanê şêx û ziyaretên  dewra berê…

Şîrove

Evdalek  çav nabîne, ketiye feqîrî û bêkesiyê. Quling jî baskê wî şikestî ku nikare bifire. Temo quling aniye malê bal Evdal. Evdal di şexsiyeta quling de xwe dibîne. Lewre quling jî dema ku  li hewa  difiriya bi refên xwe ve, bi bihara dihatin welatê Serhedê li zozan û çavkaniyan digeriyan. Avên sar vedixwarin, lê îro jî ketiye nava dest û piyan. Serpêhatiya herdûyan  yek bûye, lewre quling li hewa difiriya, ji felekê re digot  ‘xwe bide alî’, Evdal jî  gula qîzan û bûkan bû, hozanê  govend û dîlanan, li cemaetên rûsîpî û maqûlan bû lê îro  kes guh nadê. Berdewamiya bendek kilama Evdal…

Bendê kilamê

Quling tu ji kutê ji Mêrdînê/ Te hêlîna xwe çêkiriyê li pêşberê Şaneşînê/ Quling min dî şalûl dixwend, bilbil jê re tew tew dikir/ Qijikê baskê xwe dawdişand, devê xwe xistibû kewa vê birînê/ Wa yê li min

Şîrove

Evdal   ji quling re  wiha tîne ziman. Di hemû kilam û helbestên kurdî û dengbêjan de xweşikbûna şalûl û bilbilê tê kirin. Dema ku şalûl dixwîne bilbil li ser hêlîn û darê  ew jî dixwîne bi deng û xweşikbûna şalûlê re.Lewre bi gotinek bav û kalan «Serafê  durê(kevirê cewher) durê nas dike.» Lê li aliyê din qijika malxirab  ku dîsa gotina bav û kalan «Ji serê qijikê qelî çênabe»  Qijik jî qiştina wî ye ketiye nava laşan û birînan nikul dike. Şalûl xwendiye, bilbil  tew tew kiriye jê re ne xem e.

Ne bi tenê qijika reben ‘mirov jî’ wek şalûl, bilbil  û qijikê  hene ku ne xema wan in. Evdal  xwe û quling tîne ziman. Ew jî demek li dîwana Sirmelî Mihemed Paşa bûye, kilam gotiye.  Mîr û maqûlên li dîwanê jê re tew tew kirine, bi mînder û doşek bûye. Li dawet û govendan geriyaye, nav û dengê wî belav bûye. Quling jî dema ji Serhedê ku ref bi ref kişiyane welatê germistanê berûyê, li hewan yek ji wan dida pêşî wek rêberek  ku rê nîşanê refên xwe bida. Di ser çiya û zozanên bilind re difiriyan. Deng û sewta wan diketin daristan û zinaran. Kewên  gozel, qaz û hemû balindeyan ji wan re  tew tew dikirin .

Dengbêjan di kilamên xwe di anîn ziman «Qirika kewa min a  narîn weke qirika qaz û  qulingan» lê tu carî nehatiye gotin  weke « Qirika qijikê ». Lê Evdal li ser xwe û quling van bendan hunandiyê û rewşa xwe û ya quling wek hev daye dest . Di vir de Hozanê bi nav û deng ne bi tenê jiyana mirovan tîne ziman, her wisan Xweza û ajalan jî di nava sitranên xwe de vedibêje. Em bendek kilamê   bibînin ka çi dibêje :

Bendê kilamê

Quling her çar mehên zivistanê, cîh û meskenê te Suwêreg e/ Quling bes e baskên xwe bi ser min de nehejîne, li ba neke/ Tu ciwan î  bilindaya xwe  nexape, ma qey tu nizanî/ Ewê   ku her çar çavan û du dilan ji hevdu diqetîne, xwuda Rebê jorîn Qoce feleke/ Way li min »

Şîrove

Mirov dema li vê benda wî ya dawiya kilamê guhdarî dike,  çewan ku me di serî de anî ziman, ku du Evdal in, yek ciwan û bi nav û deng, her wisan jî  du quling in, dema ku Evdal li ber çiyayan, zozan û çavkaniyan kilam gotiye, refên qulingan jî li dev avan qingiyane. Li hewa dema ku firiyane Evdal li wan temaşe kiriye. Çewan ku gotibe  heyran çiqas dengên qulingan xweş û  bilind difirin, lê qulingê malxirab jî nizanîbûye ku rojek  were kalî, korî an jî xizanî were serî.  Dema ku mirov dibîne Evdal jî her wekî ku li xwe mikur tê çewan min jî  nizanîbû yan jî  nedifikirîm  ku rojek were, ez kal bim, çavên min nebînin. Heval û hogirên min ên ku li dora min bûn tev çûn.  Ew dîwana  ku camêr û canik li hev kom dibûn, min ji wan re sitran digot…

Quling  mala te xirabe  ma te jî nizanî bû ku rojek were tu ji  ewr û esmanan  werî xwar, baskê te şikestî be, gelo tu qet  nefikirî. 

Di kilama Quling  dema ku dibêje di dawiya her bendek de, beriya ku hahî bike û biqedîne  wiha dibêje :

Bendê kilamê

Ebûr nabe, Temo lawo ebûr nabe/ Ji destê tehn û niçên  qîz û bûkên vî zemanî derbas nabe/ Wey kaliyê wey koriyê/ Temo lawo bila qeda were, li her çar rojên feqîriyê

Şîrove

Evdal  mabesta wî ya ku  feqîrî û xizaniyê tîne ziman, ne ji bona mal û serweta dinê ye. Xizanî û feqîriyan ku dibêje bêxwedîtî, bêrûmetiya di nava civakê de ye. Ew dost û heval , eşîr  mîr û rûsipiyên ku dîtibû û bi wan re hevaltî kiribû, ji bilî Temo  û qulingê  ku baskê wî şikestî bi tenê mane.

Seydayê  Xanî çewan ku aniye ziman «Ger hebûya ji bona me xwidanek/ Alî kerem letîf û danek » û Mela Cizîrî gotiye « Feyza me şubhê nîl e, em dîcle û ferat in » em di hemû peyam û gazinên zanyarên  welat hîz de, dibînin ku ji bêdewletî û bêxwedîtiyê digazinin. Lewre fikr û ramanên netewî  dane jibîrkirin. Ji ber wî  ku  Evdal ewqas ji bê xwedîtiyê gazin kiriye.

Em di şexsiyeta  Evdalê  Zeynikê de hemû dengbêj, hunermend  û kesên ku ji bona civaka xwe kar û xebat kirine, çand û huner, zimanê xwe heya îroyî parastine, yên jiyana  xwe ji dest dane,  ji hemûyan re , ji kesên hêj jî Jiyan dikin û ji bona azadî û rûmeta gelê xwe têdikoşin, ji wan re jî rojên şahî û xweşî dixwazin. Em hêvîdar in ku em li ser gazin û  gotinên Evdalê Zeynikê  gelek bifikirin û rûmeta hevdu bizanibin.