HIRIYA DIYA MIN, SAQOYÊ BAVÊ MIN

 1.
 Tu her êvar dihatî maleke sobe lê dadayî
 her êvar
 bi saqoyê xwe yî reş û dirêj diketî hundir
 weke dareke berûyan 
 dişewitiyî  li nav me bi dilê xwe yî şêrgeleyekî
 dengê agirê êzinga 
 dikete ser dengê bedêngiya şeva te
 di vî agirî de dişewitî çiqilên destên te 
 destên te li ser serê me digerîne hezkirina xwe
 wextê hatin û te birin 
 di nav saqoyê te de ma serê min î jêkirî û xewnereşek
 te berîka xwe tije kiribu
 bi komkujî û qirkirinên qewmê xwe
 te her roj bi du keviran
 dilê xwe bi agirekî raperînê pêdixist ji çîkan 
 
 2.
 diya min 
 lihêfên zewacê çê dike ji me re
 ji kincên xwe 
 li ber teşteke sor û dirûtî dirêse
 ji bo bi ser feqîriyê dake 
 diveçirîne hiriya daye ber dilê xwe
 di pêşa xwe de
 mezin dike pêşeroja  me
 her carê yekî/ê bi mal û hal dike. 
  
 Leyla Mexso Berazî