Bahadîn Akhan: Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne

Hevpeyvîn: Bîlalê Xerzî

Weke tê zanîn ji aliyê Weşanên Sor û malbata şairê gewre ve, ev sala nehan bû ku li ser navê şairê gewre, li ser navê Arjen Arî pêşbirka helbestan hat lidarxistin. Di pêşbirka îsalîn de Bahadîn Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” hêjayî xelatê hat dîtin. Dosye dê ji aliyê weşanxaneyê ve di demeke nêz de were çapkirin. Ev hevpeyvîn dike ku Bahadîn Akhan berî dosyeya xwe derkeve pêşberî xwîneran.

Navê te li ser zimanan e. Dengê te jî li ser zemanan be. Gilî û gotinên te yên ewil?

Seva vê xeberxweşiya te û kubariya te spas dikim. Hêvî dikim navê me tevan bi awayekî qenc li ser zimanan û ser zemanan be. Te dî berê berê da gotin hebû, yên min ne yên ewil bin jî dixwazim çend kelaman daynim ser qûça gotinên heyî. Min digel her tiştî hij vê dinê kir. Jiyanê îro ez gihandim ser rêyeke ku min pirr dixwest ez tê da bimeşim. Min tim hewl da ez xwe perwerde bikim, hîn bibim û hînbûna xwe parve bikim. Keda gelek kesan ser min heye, ez yek bi yek spasiya tevan dikim. Lê dixwazim vê bêjim: Ku hûn hij hinekan dikin rabin bêjin, taloq nekin. Ku hûn westiyan rûnên vehesin, tengezar nebin. Ku hûn tirsiyan rabin mikur bên, elenewêrek nebin. Meriv hij dike, diweste û ditirse, em ev in.

Ji te hezdikim, westa min li pişta min e, ji gurê manco û mêrê şevê ditirsim. Ev e?

Dilî bi dil e hezkirina me. Te ji min çaktir da ser hev meseleyê.

“Di hundirê min da du kes dijîn”

Peyvek, rengek, bajarek, heywanek, nebatek û navekî li ber dilê te şêrîn be bêje ji me re. Bila xêra miriyên te be.

Peyv: xudreste

Reng: hêşîn

Bajar: Machu Pichu

Heywan: qelareşk/qar

Nebat: ûzelik/espender

Nav: Leyl

Taybetmendiyeke te ya em pê şaş bibin?

Taybetmendiyeke min a wisa ku tu pê şaş û metel bimînî tune ye. Lê ez dibêm qey di hundirê min da du kes dijîn. Jin û mêrek. Aha li vir ji bo şaş bimînî jî divê tu pêşî ji min bawer bikî.

Gumana min ji te nîne. Tu bêjî Xwedê nîn e, ez ê ji îmana xwe bikevimê şikê. Wek şa’irekî li ser jiyaneke hetahetayî çi difikirî?

Dema difikirim ditirsim. Ji ber ku kesî tecrûbe nekiriye ev daxwaz tim di dilê meriv da hebûye û rabûne li dû jî geriyane. Lê zehmet e û ez dibêm qey sedemeke wê heye ku jiyaneke hetahetayî para me neketiye. Yanî ez naxwazim heta hetayî li cinetê û cihnemê jî –ku hebin –  bimînim. Bêhna min ê teng bibe. Bêdawîbûn tiştekî wisa ye û saw bi ser meriv dixe. Û bi min mirin ji bo şairan çêtir e. Divê her şair bimire. 

Serçavan, lê şertekî min heye.

Çi ye?

Divê romannûs û çîroknûs jî bimirin -Em dikenin- Baş e, her tiştê çû, tu didî dû?

Belê didim dû, lewra meraq dikim ka gelo ew tên ku? Ez didim dû kes an jî meseleyeke ku çûye an jî qediyaye. Lewra meraq dikim ka ew kes an jî ew mesele dê bê û di ku dera jiyana min da cardin derkeve. Ez li ser tiştên çûyî pir diqilqilim û merivekî qirqiço me. Xwe xwe dibêjim: Ka gelo wiha nebûya, wiha bûbûya dê çawa bûya? Xwe ra çîrokan saz dikim û ez vê yekê pir hez dikim. Li gorî min ev hest ne tenê ji bo tiştên çûyî ye, her wiha ji bo tiştên ku dê bên jî wisa ye. Meraq dikim ka dê bi kîjan awayî bên û biqewimin.

Tu ji bo kîjan demê yî?

Nizanim ji bo kîjan demê me lê wisa qenc pê dizanim ku “ez” ji “dem”ê me.  Lê heke bersivekê bidim vê pirsê: Min dixwest ez di serdemeke wisa da bijîm ku meriv derketine fezayê û ez jî bikaribim herim fezayê. Ji jorê ve li vê dinyaligê temaşe bikim.

“Ya girîng rê ye”

Hêvî dikim Kurdê ewil biçe fezayê ne tu bî. Tûrikê te bi çi ‘mişt e’?

Jixwe ez naxwazim bibim yê ewil. Lewra ewilbûn li cem  me kurdan rewşeke kompleks e, her kes dixwaze bibe yê ewil –dikene- Sedî nehwêd tûrikê min bi bêriyê dagirtî ye niha. Ez pirr bêrî dikim. Sedî dehê din ê tûrikê min jî; bi lehengan, bi bûyer û qewimandinan, bi çîrok û destanan dagirtî ye û dixwazim wan bi lêv bikim, bi deng bikim wisa.  

Tu çûyîn û hatinê jî gelekî bi deng dikî. Çûyîn peyveke dirêj e, yan hatin?

Ez pirr serê xwe bi her du peyvan diêşînim. Çûyîn çi ye? Hatin çi ye? Bi min meriv ji derekê diçe seva bê derekê. Ji ber wê jî ev her du peyv bêyî hev nabin. Çawa her du rûyên pelekê bin. Ber wê, heke çûyîn dirêj be hatin jî dirêj e. Lê bona min ya girîng rê ye. Çûyîn destpêka wê ye, hatin dawiya wê, ya girîng rê û rêwîbûn e. 

Te behsa “bêrîkirinê” dikir. Ev e çi hesret e di xenoqa bedewiya helbestên te da?

Hesreta “rabirdûya bêyî min”, “nihaya bêyî min” û “siberoja bêyî min” e. Ez pirr bêriya duhê dikim, pirr bêriya niha dikim û ez pirr bêriya sibehê dikim. Bêriya bêdengiya duh, îro û sibehê dikim. Ez berhemeke zemanî me. Bûyerên duhê hatine serê min, biryarên min ên îro û xeyalên min ên sibehê… wan ez çêkirime, mezin kirime. Û ez merivekî aşiq im, merivên aşiq ji hesretê diwelidin.

Erê lo ez im, tu yî, Şêxmûs Kurt e, rehmetiyê Mele Ehmedê Nalbend e. Em in aşiqên ji gundekî. Şîretên te çi ne ji bo bêdengiyê û derengmayînê?

Baş e ez hevrêyê aşiqê mînanî we me –dikene- Ne şîret lê dixwazim tiştekî bêjim. Bila tenê bêdengî bêdeng bimîne. Wekî din mirov, heywan, xweza û feza bêdeng nemînin. Ez ji deng hez dikim. Deng nîşaneyeke pîroz a hebûnê ye. Dengê her tiştî heye. Dengê bêdengiyê jî. Bêdengiya meriv tiştekî namahrem e, divê tu kes destdirêjiya bêdengiya merivên din neke. Ev wekî sûc e li ba min. Heçî derengmayîn e, ew jî kula dilê min e. Lê ne ku ez li dinê dereng mame, ez li hijêkirinê dereng mame. Axir derengmayîn jî ne tu qeder e ji bo tu kesî.

Şa’ir kîjan cara kesekî dinê ye?

Şair gelek caran kesekî dî ye bi min, lê axir ew jî însan e. Ez gelek caran bi çavine normal li şairan nanihêrim. Bi ya min ew hem ji vê dinê ne hem ji dinyayeke din. An jî wiha bêjim: Qene be ew dikarin hem ji vê dinê bin hem jî ji dinyayeke din. Hişê wan, ferhenga wan pirr bala min dikişîne. Ez wan pîroz nabînim ha, romannûs jî bo min wisa ye, lê bi min ew dişên ji xwe zêdetir kesinan di xwe da bihewînin, bêyî hestên xwe ji bîr bikin. Ew ne kesek tenê ye, tu caran.

Tu, Mihemed Resûlê kalikê Kawa Nemir, Dost Çiyayî, Fêrîkê Ûsiv, Kamîran Alî, Mîr Celadet, Qazî Mihemed û gopalê mezî yê jibirbûyî çi yên hev in?

Ez dibêm qey em hemû zarokên heman malê ne û demekê em hemû, li ser doşekên hêrî, di paşika hev da razane. Ji wan hez dikim, li ber dilê min şirîn in. Wan gelek tişt fêrî min kirin, wan ez ji derekê hildam û anîm danîm hinda vê terazinê. Ez cûcikek bûm û wan bi serhatiyên xwe, bi deng û rengên xwe yên xweserî xwe ez bi firê xistim. Mesela ez dibêm qey Dost niviştek e û ez bi xwe ra digerînim, ew min, ez wî xweyî dikim. Û gopal jî seva min qidûm e, naxwazim qidûmê xwe bîr bikim.

“Folklor helbestê bi reh û rîşe dike”

Di helbestên te da serhildêriya jinan di bin siya mexdûriyetiya wan de maye. Tiliya te neketibe qula mozan?

Ez berovajî te difikirim, min behsa serhildaneke pirr cuda a jinê kiriye bi ya min. Li gorî min li derekê heke zêde behsa serhildêriya jinan a di şer û pevçûnan da bê kirin, hingê mexdûriyeta wan tê nixamtin. Ez naxwazim çeka jinê birîna li piştê veşêre. Min xwest ez bala xwe bidim ser birînê, ne keleşkoya li dêst tenê. Li vir, tu serhildanê û mexdûriyetê çawa dinirxînî ew girîng e. Ez behsa pişteke şkestî ya tu carî nearxayîn dikim, ev nayê wê wateyê ku ez bi wê piştê qayîl im. Ez di heman demê da behsa sersebebên birînê jî dikim û dixwazim dîrokekê berovajî bikim. Gelo, dibêjim: Hewa ne ji pişta Adem, lê Adem ji pişta Hewa bihata afirandin dê çi bibûya? Tu bi çavên mêrekî bixwînî tu yê mexdûriyeta jinê ya li beramberî xwe bibînî, lê tu gazî jina nav xwe bikî û bi çavên wê bixwînî tu yê bibînî ku ez gilî û gazindên wê tînim ziman.

Yanî te tiliya xwe ji qula mozan derxist û serê min xiste wir. -Em dikenin- Hêmayên folklorîk di helbestên te de zêde ne? Ev e ne xetere ye? Ferqa helbest, folklor û dengbêjiyê çi ye? 

Belê zede ne lê hêmayên wisa ne ku ketine milê hêmayên modern jî. Folklor ji bo şi’rê xeter e. Lê gelo ji bo kîjan şi’rê xeter e? Li gorî min folklora ku di şi’ra kurmancî da tê bikaranîn ne mîna folklora neteweyên din e ku di helbesta wan da tê bikaranîn. Ango dibe ku di serdema modern da gelek şairan xwe ji hêmayên folklorîk dûr xistibin û tenê xwe li hêmayên postmodern radikişînin. Lê li ba me kurdan folklor û liqelemdana wê bi xwe tiştekî modern e. Tirkek ji foklorê aciz e û dibêje helbestê kevn dike, lê folklora di helbestên kurdî da helbestê kevin nake, bi reh û rîşe dike. Bifikire ez ji Serhedê me, tu ji Xerzanê yî, haya te çiqas ji folklora min heye û haya min çiqas ji folklora te heye? Ser meselê gotineke pêşiyan, îdiyomek li ba me heye lê li ba we tune ye, gava tu vê di helbesta min da cara ewil bibînî tu dikarî bibêjî ku folklor helbesta te kevin dike, an jî helbesta te di talûkeyê da ye? Bi min na. Heke min ji bo çend heb xwendevanên Serhedî tenê binivîsanda û wan jî her roj gotinên helbestên min ji dê û bavên xwe bibihîstana dê bikaribûna bigotana ku evê hanê çûye çend gilî gotinan daye ber hev û hew. Lê ez ji bo kurdî dinivîsim û dixwazim helbesta min alîkî ve bibe arşîva zimanê min ê şexsî û zimanê min ê civakî jî. Lê rast e folklor teleyeke nixamtî ye li pêşiya helbestê, gerek e meriv bikaribe kirasên nû jê ra bidirû û wisa li xwe bike.

Her wiha wekî min got ez bêriya duhê dikim, ji ber wê jî ez naxwazim bi tehrekî anakronîk, bi zimanê îro behsa duhê bikim. Aha ev talûkeye, ez hingê ruhê duhê nikarim zeft bikim. Her peyv û îdiyomek ruhê wê heye ku te di rastiyê da digihîne zemanan.

Ha ferqa folklor, dengbêjî û helbestê jî nîne. Zêmara jinekê jî helbest e, mersiyeya Mele Zahirê Tendûrekî jî helbest e û Şerê Li Horîşanê ya Şakiro jî helbest e. Ferq ew e ku durf û teşeyê peyvan, risteyan û kirpandinan cihê ye. Meriv neşê wisa ji hev birr birrî bike û bêje tu eleqeya wan tune ye. Û bi min dengbêjî formeke helbestê ya xweserî zimanê kurdî ye.

Helbestên serê wan ji ser siccadê ranabin û helbestên terkeselat li bin guhê hev ketine; lê her bandoreke dînî heye li ser helbestên te. Kî ye Rebbê te?

Çima qey Rebê te û Rebê min ci hev cihê ne? –dikene-  Rast e helbestên ku di dabaşa wan da dîn û ayîn hene jî di dîwanê da cih digirin û helbestên ku Quran xenîmê wan bûne jî. Lê ew ne ez tenê me. Ew her kes in. Ez lawê dewraneke wisa me ku min tê da şahidiya hevaltiya ateîst û bawermendekî kiriye. Ez dengê her duya me jî. Wekî din jî dîn ji bo min ne pirsgirêkek e ku ez belapêjgarî wî bim an jî ne teberikek e ku ez her kêlî bi bîr bînim, ew rastiyek e û ez wê dijîm wekî gelek tiştên din. Û Rebbê min Rebbê her tiştî ye.  

Bahayê Şa’ir! Tu li pey kîjan heqîqetê yî?

Te ji min Rebê min pirsî li jor, niha jî heqîqeta min dipirsî. Heyran di qebrê da ev pirs nayên pirsîn –dikene- Heqîqet tiştekî eyan û beyan û wisa li ber çavan nîne. Ji ber wê jî ez nikarim bêjim ev heqîqeta min e. Gelek kes vê ji xwe dipirse, ka gelo heqîqetek tenê heye an gelek heqîqet? An jî heqîqet çi ye? Feylesof an jî şairek tenê van pirsan ji xwe nake. Filankesê cotkar, feqiyek an jî zarokekî ku ji masiyên keran bawer dike jî bi şiklekî, bi zimanekî aydê xwe van pirsan ji xwe dike. Heqîqet aydê girseyeke arîstokrat, entel û hunermend nîne. Ew li her derê, li cem hemû merivan e. Li gorî min heqîqet ew tişt e ku tu daîm lê digerî û nabînî. Û her kes di dema gerê da heqîqeta xwe bi xwe ra digerîne. Ew tişteke windabûyî nîne, bi te ra ye, tu li wê bigerî tu yê xwe bibînî, li xwe bigerî tu yê wê bibînî, lê ev yek hîç temam nabe. Ne xwedîtin, ne jî dîtina heqîqetê. Ber wê ez tim lê digerim.