MESUT ALP
Di çavkaniyên gelek zimanan de hûn ê bibînin ku piştî Îsa di 1300î de li Mêrdînê jiyana bajarvaniyê dest pê dike. Lê mesele piçekî ji vê dûdirêjtir e. Min bi darê zorê karê xwe yê leşkeriyê li Qersê kir. Dema ji wir vegeriyam ji min re gotin wê li Mêrdînê zanîngehekê çêkin, ka li şûna wê binêrin ji aliyê arkeolojîk ve tu astengî heye ku zanîngeh li wir bê çêkirin. Min jî li dîmenên sataleytê, yanê yên ji fezayê ve hatine girtin, mêze kir û min dît ku li wir çemekî miçiqî heye, yanê şûna wê xuya dikir. Ev dibe guman ji me re ku belkî li wir jiyan hebe. Ji ber çi? Ji ber ku navê avahiyê, navê jiyanê jixwe ji avê tê.
Hevalê min, Mehme Elî got ev çem ji vir derdikeve û diçe Girherînê. Min jî got ne mimkun e. Min got ez bawer nakim, ma wê ji ku here. Em ji bo du kîlo paqlewa ketin şertê. Ez vegeriyam malê, min li ser satalaytê lê temaşe kir. Min mêze kir, hayloo… Tê berî tu bigihîjî Mêrdînê destê xwe didî aliyê çiyê, ji wir dizîvire, ji biniya fabrîqeya çîmentoyê û pişta Dêra Zehferanê de xwe ber dide beriyê, ji beriyê jî tê derbasî binxetê dibe.
“Te hin kevirên paleolîtîkê dîtine”
Min çû li wir nihêrî. Ez dora 26 kîlometre li wê derê meşiyam. Divê hûn çawa bimeşin? Divê hûn her ber bi aliyê din ve bi 90 dereceyî bimeşin, ji serê din ve dîsa heman tiştî bikin. Divê serê gavek hûn karibin çar noxte deynin. Wisa em meşiyan. Ez bi du çewal kevir vegeriyam muzexaneya Mêrdînê. Wê gavê ez li muzexaneya Mêrdînê bûm. Min ji hevalê xwe re got wele ez ne şaş bim ev kevirên paleolîtîk in. Û min van keviran ji Prof. Dr. Kemalettin Köroğlu, Doç Dr. Haluk Sağlamtimur re şandin. Û ji Gülriz Kozbe re… Mamosteya min a hêja ye, keda wê gelek e li ser min. Wan jî ji mamoste Savaş Harmankaya re şandibûn. Û ji min re gotin ser xêrê be te hin kevirên paleolîtîka dawîn dîtine.
Ev tê çi maneyê? Tê maneya berî Îsa 30-40 hezarî heta bi 10 hezarî li wir jiyanek heye. Yanê me dîroka Mêrdînê bir di ku de derxist. Lê belê avahî di vê demê de tune ne. Mirov çi dikin? Mirov seydê dikin û digerin. Paleolîtîk jiyaneke wisa ye. Lê girîngiya herî mezin çi bû –em jê re dibêjin sîsik- kevirên arbeşk… Hûn pê aletan çêdikin. Dawiya dawî tê wî halî ku –biçûk dibe- hûn êdî nikarin pê aletan çêkin. Ew halê dawîn ku hûn nikarin pê tiştek çêkin, jê re dibêjin sîsik. Girîngiya wê çi ye? Ev tê wê maneyê ku li wê herêmê mirov jiyane. Jiyaneke nîv-koçerî… Ji ber ku di paleolîtîkê de avahî tune ne. Yan di şikeftan de ne, yan di nav daran de ne, yan li ser daran in. Lê gava we sîsik dît hûn zanibin ku li wir demeke dirêj mane.
Îro ro ev der li ku ye? 3-4 kîlometre roavayê Mêrdînê, li ser riya Diyarbekirê û Mêrdînê, li aliyê başûr e. Piştî vê me fêm kir ku jiyana mirovahiyê ya çandiniyê 30-40 hezar sal berê dest pê dike. Wexta hûn vê derbas jî bikin –herêmeke kevnar e, jê re dibêjin Kerkuştî, li aliyê Dêrika Çiyayê Mazî- li wê derê Prof. Dr. Aslı Özdoğan gava lêkolînan kir bi hevalê me yê Savaş re li wir hinek qafikên çanda xelafê dîtin. Ev qafikên çanda xelafê ji me re gotin ku berî Îsa 5500î li vê herêmê gund hene. Welhasil me fêm kir ku ji 5500î ve jiyana bajarvaniyê li derdora Mêrdînê heye. Lê mixabin Mêrdîn li pişt zanyariya Qoserê, Nisêbînê, Midyadê û Stewrê dimîne. Ji ber ku ev bajar em zanin ku ji 4 hezar salan vir ve hene, amade ne, xurt in, li ser xwe ne û xwe ispat kirine. Çima? Ji ber ku çandinî lê çêdibe, av li dora wan heye û raste ne hebikî. Li Mêrdînê ev tişt tune ne. Mêrdîn tenê cihê parastinê ye. Kengî we xwe weke împaratorek amade kir, Mêrdîn kare bibe kelehek baş ji we re. Ji ber wilo berî Îsa 5 hezar sal, 6 hezar sal, ez bibêjim 20 hezar sal di nava bajarê Mêrdînê de meriv nikare qala dîrokê bike.
Li vir ez meseleyekê destnîşan bikim. Xelaf çi ye? Ew qafikên ku li ser wan nexşên gelek xweşik hene, li Tel Xelafê yanê li Sûriyeyê hatiye dîtin, ji ber wê navê wê Xelaf e. Yanê ev nayê wê maneyê ku ev mirovên li Mêrdînê Xelafî ne. Em nizanin ji ku ne. Nivîs tunebe, qewm jî tune ye.
“Mêrdîn weke qereqoleke biçûk”
Em vegerin ser mijara xwe. Em şûna sumeriyan dibînin. Em li ku dibînin? Em li Girnewaz dibînin. Girnewaz ciyekî gelek taybet e. Em zanin berî Îsa bi 3000î sumerî li wir hene. Narabsîn jî gihaye heya Diyarbekirê. Kî ye Narabsîn? Akadî ye. Împaratorê wan e. Piştî Akadan em zanin Asûrî jî li herêmê hene. Lê Asûrî ji me re behsa Nîsîbîs dikin, Matiyatû dikin, Stewro dikin, qala hin bajaran dikin lê tu carî navê Mêrdînê derbas nabe. Ji ber ku –dubare bibêjim- li Mêrdînê erdê çandiniyê tune ye. Erdê çandiniyê tunebe hewcedariya qralan pê tune ye ku li wir cî bigirin. Tê, tê heya kengî? Tabî îja piştî Asûriyan êdî nivîs heye, em zanin bê ka kî li wir e, kî ne li wir e. Em têên heya kengî? Em tên heya Persiyan. Em zanin ku Pers li wir hukmeke dûdirêj dikin. Heya kengî? Heya Îskenderê Zulqarneyn. Îskender gava tê wê herêmê Persan têk dibe, ji wir berê xwe dide Babîlê, heta hindê jî diçe. Em zanin ji wê û pê ve çanda Helena li herêmê dest pê dike. Îja Mêrdîn weke qereqoleke biçûk di jiyana me de cî digire. Gava hûn herin Mêrdînê –hela ku roja piştî baranê be- hûn heya Çiyayê Evdilezîz î li binxetê jî karin bibînin. Tê maneya 90-95 km. Yanê hûn li Mêrdînê bin, berê xwe bidin Midyadê heta Rişmilê wan deran bi rehetî hûn karin bibînin, hûn berê xwe bidin aliyê din heta nêzîkî Amûdê bi rehetî hûn dibînin, li aliyê din beriya Qoserê heya bi Dêrika Çiyayê Mazî di bin kontrola we de ye. Di dema Îskenderê Zulqarneyn de em zanin Mêrdîn bajarekî biçûçik e.
Hûn zanin yê Îskender zuriyeta wî tune ye. Cihê wî bi kî ve dimîne. Bi devê çar qomûtanê wî dimîne. Ji wan jî yê herî serketî kî ye? Selevkos e. Selevkos wê herêmê bi giştî digire bin destê xwe û bi sedan bajarên nû ava dike. Herêmê bi rastî jî piçek bipêş dixe. Heta kengî? Heta ku Sasanî li wan peyda dibin û şerekî mezin di navbera wan de derdikeve. Piştre Roma hêdî bi hêdî tên. Piştî Îsa bi 100î êdî em baş zanin ku kî heye li wir; Roma. Bajarê Darê ava dikin û bi Sasaniyan re dikevin şerekî mezin. Lê belê li herêmê, ji qralên herêmî re jî musade dikin. Weke qralên Abgarê… Çimkî em zanin di gelek demên dîrokê de ew der hem dibe Tîgranokerta yanê wek sînorê dewleta Ermenan û gelek deman jî dibe sînorê dewleta Abgara. Abgar wek Suryanan tên qebûlkirin, hinek jî dibêjin Ermenî ne lê belê li gorî em zanin çavkaniyên dêrê dibêjin Suryanî ne. Ev der dibe wek qraliyeta Abgarî ya di bin destê Romayê de û ew jî alikariyê didin Romayê. Ji ber çi? Roma naxwaze bi hêzek re rasterast rû bi rû bimîne. Bêşa xwe distîne, alîkariya leşkerî ji wan distîne dibêje îşê min ne ji we ye, hûn karin hukm li ser miletê xwe bikin. Ev taktîkeke gelek kevn e li ba Romayê.
Selevkos li hemberî Sasaniyan jî şerekî dijwar dike. Piştî Persan, Sasanî serdest dibin. Heta vê derê, gava min qal kir, min gelek tiştan venegot, biborînin. Divê em vegerin dema Mîtaniyan, berî Îsa 1600-1300î wan çaxan. Ji bo vê herêmê gelek muhîm e, loma gere meriv li ser bisekine. Wek kalanên kurdan tên qebûlkirin. Ji ber ku aryan in. Paytexta wan Waşugannî ye. Kurdên vê demê wisa bawer dikin ku ev Serêkaniyê ye. Lê em ji sedî sed ne amin in. Ji ber çi? Ji ber çavkaniyan û lêkolînên me li herêmê kirine, rast e em fêm dikin ku Waşûkanî li wê herêmê ye. Lê em nikarin bibêjin filan bajar e. Texmîna min di navbera Serêkaniyê û Qoserê de ciyekî ye. Derfet çêbibe, ew weke barekî ye li ser pişta me arkeologên kurd, divê em wê bibînin. Ev der derkeve dê ji bo dîroka kurd û Kurdistanê, ji bo mîtolojiya kurdan gelek tiştên balkêş derxe holê.
Suryanî tên Mêrdînê
Me go Sasanî li hemberî Selevkosan şer dikin û tê heta dema Romayê. Navê Mêrdînê hê tune ye li holê. Çima tuneye? Ji ber ku di navbera sê-çar bajarên gelek qedîm de maye. Qoser li biniya wê ye, navbera wan 20-30 km ye. Nisêbîn li aliyekî ye. Navbera wan 50-60 km ye û bi hezar salan paytexta Mezrabotan bûye. Li jora wê Matiyato heye ku kezeba Torê ye. Li aliyê din Stewro heye, pireke mezin e di navbera Amedê û Matiyato û Nîsîbîsê de. Li aliyê dîtir Çiyayê Mazî û girê li derdora wê hene, çimkî li wir av heye, çandinî heye. Li Mêrdînê ev tune ye. Loma ne balkêş e ji bo insanan. Heta kengî? Heta ku Hz. Îsa çêdibe û yekem qewmê ku pê bawer dikin û jê re îman dikin. Kî ne? Îro em ji wan re dibêjin Suryanî lê wê demê ji xwe re digotin Aramî. Ev qewm, em karin bibêjin pismamên cihûyan in lê bi zimanê herî kevnar ê herêmê dipeyivin ku Îsa jî bi Aramkî xeber dide. Ev ji wî bawer dikin. Lê li hemberî zilma Roma û cihûyan dimînin. Ji ber ku zilma Roma û cihûyan ji xwe dûr bixin, berê xwe didin bakur. Ewil têne Antaqyayê. Ji wir jî hêdî bi hêdî berê xwe didine rojhilat. Çima berê xwe didine rojhilat? Ji ber ku berî Îsa bi 1000î qewmek mezin ji başûrê Mezrabotan berê xwe daye bakur. Kî ne? Aramî ne. Bi navê Bit Adini, Bit Bahiani, Bit Zamani gelek dewletên biçûk ava kirine. Ew camêrên ku ji Hz. Îsa bawer kirine û ev camêrên ku berî wan bi 1000î hatine herêmê birayên hev ên heq in. Ji loma bi rehetî derbasî Çiyayê Tûrabidînê, yê Bagokê wan dera bûne. Ev peyva Bit bifikirin nêzîkî kîjan gotina bi erebî ye; beyt. Ev tê maneya mal, yanê Mala Adiniyan, Mala Bahianiyan… Her eşîrek wan bûye dewletek biçûk li wê herêmê. Ji ber vê hatinê Mêrdîn îro ji bo hemû Suryaniyan gelek pîroz e. Ji bo wan dîrokeke nû dest pê dike. Qraliyeta Abgaran di sedsala yekê de xrîstiyaniyê qebûl dike, lê wexta Roma tê herêmê jî nikare xwe li hemberî wan bigire, dibe qraliyetek bindest. Em zanin demeke dirêj Abgarî li ser piyan mane. Heta kengî? Heta şerê Sasaniyan gelekî giran dibe. Nisêbîn ji dest diçe di sedsala 3-4an de. Piştî ku Nisêbîn ji dest diçe, berê xwe piçekî didin rojhilat. Çi dikin? Li Newala Qurdîsê, Darayê ava dikin, li wir şerekî gelek mezin diqewime. Heta ew der ji deste Romayê derdikeve, carna Ermen distînin, carna Roma distîne, carna Abgarî distînin, wisa diçe û tê. Heya kengî? Heya 638-639… Çima ev tarîx? Îslamiyet berê xwe dide jor. Leşkerê misilmanan yekser tên pêşiyê Rihayê distînin û dûvre berê xwe didin Amedê, ji wir jî tên Mêrdînê û Darayê bidest dixin û dibe perçeyek ji axa Împaratoriya Îslamiyetê.
Piştî ku îslamiyet li vir dibe serdest, rewşeke nû dest pê dike. Zêde dest bi qewm û olên din nade îslamiyet. Ji ber ku dibêjin eger hûn werin ser ola me, kerem bikin werin. Heke hûn neyên hûn ê bêşa xwe bêhtir bidin. Lê belê divê hûn ehlê pirtûk bin. Heke na tu şansek we tune ye ku hûn li vir bimînin. Di vir de em qewmek hêdî bi hêdî winda dikin. Kî ne ev? Ev Şemsî ne. Îro ro jî hûn herin Mêrdînê, hûn ji dostê min î qedîm Metin Ezilmez bipirsin –camêrekî mesîhî ye- wê ji we re bibêje heta du qirnên berî wî Şemsî bûne. Ji ber ku Şemsiyan demeke dirêj xwe di bin navê mesîhî de parastine.
Artûkî tên, Mêrdîna îro tê pê
Piştî îslamiyetê kî dibe serdest? Keyatiyeke kurdan. Kî ne ev? Merwanî ne. Paytexta wan Meyafarqîn e. Ji wir dest pê dikin tên û wê herêmê hemû digirin dest, heta bi Nisêbînê jî digirin dest. Demeke dirêj ev der di dest wan de dimîne. Piştî ku Selçûqiyên Mezin têk diçin û perçe dibin di sedala 10 û 11an de mîna Îskenderê Zulqarneyn, serdest û qomûtanên Selçûqiyên Mezin jî axê li hev par dikin. Vê neqlê herêma Mêrdîn ket bin destê kê? Ket bin destê Artûqiyan. Wexta ket bin destê Artûqiyan jî, herêm ji terefê erdnîgarên ereban ve weke El Cezîre tê binavkirin. Çima dibêjin El Cezîre? Jixwe girav e. Weke girava mezin binav dikin wê herêmê. Ne ku li wir behr heye, ji ber ku gelek çem hene li wir û gelek biber e ew herêm. Hinek jê dibêjin navê Cizîrê lê kiribûn, çimkî Cizîr ewqas mezin bû. Na! Di çavkaniyên ereban de navê Cizîra Botan weke Ceziretil Ebil Umer e.
Em dîsa vegerin ser xeta xwe yî kronolojiyê. Me got Artûqî hatin herêmê piştî bi Îsa dora 1000î û 1050yî wan. Artûk beg tê vê derê dike paytext. Em zanin ku ji Romayê vir ve Mêrdîn wek keleh-bajar e, lê ne bajarekî gelek mezin e. Lê wexta Artûkî tên îro ro hûn li Mêrdînê çi dibînin, ew ava dikin. Şiklê îroyîn ê Mêrdînê berhema Artûkiyan e. Artûkî bi du paytext e. Wexta ber bi jor ve diçe, Heskîfê digire dest û wê çaxê di navbera wan de çiyayên gelek bilind hene. Çi dike? Kurê xwe li Heskîfê dike serokwezîr, ew bixwe jî li paytexta navendî yanê li Mêrdînê dimîne. Em ji ku zanin ku Heskîf paytext e? Ji ber ku pere lê hatine demxekirin. Ciyê ku pere lê bê demxekirin, divê navê wî bajarî lê be. Loma em dibêjin Artûkiyên Heskîfê û Artûkiyên Mêrdînê. Lê yek keya ye, em wê baş zanin. Têê heta 1517an.
Di 1517an de Yavuz Sultan Selim tê vir û bêyî ku şer bike herêmê digire dest. Eşîrên kurdan ji aliyê malbatên Bedlîsî ve tên civandin û teslîmiyeta xwe radigihînin. Yavuz Sultan Selim Mêrdînê û herêmê hemû digire dest. Û heta avakirina Komara Tirkiyeyê, dîroka Mêrdînê weke dîroka Osmaniyan tê qebûlkirin. Di wê demê de Mêrdîn girêdayî du sancaqan e. Yek Mûsil e, yek jê Diyarbekir e. Di vir de carna nakokî çêdibin. Wexta Mêrdînê bi Mûsilê ve girêdidin, eşîrên roavayê Mêrdînê dibên çênabe, dibên Mêrdîn ji berê ve girêdayî Diyarbekirê ye û divê wiha berdewam be. Çima? Ji ber ku gava bi Diyarbekirê ve be wê bazirganî di navbera wan de be. Dûvre Osmanî qebûl dikin ku bi Diyarbekirê ve be. Wê çaxê çi dibe? Îja eşîrên rohilatê Mêrdînê qebûl nakin, dibên em gere bi Mûsilê ve bin. Welhasil Mêrdîn carna bi Diyarbekirê ve dimîne, carna jî bi Mûsilê ve. Dewra Osmaniyan li vê herêmê 300-400 salan didome, heya avabûna Komara Tirkiyeyê.
Îja ji komarê pê ve çîrokeke nû dest pê dike. Lê berî ku ev çîrok dest pê bike divê ez behsa tiştekî din bikim: Wexta Herba Cîhanê ya Yekem dest pê dike, Alman zêde têne herêmê. Jixwe têkiliya Osmaniya ligel Almanan xweş e. Bifikirin rêyeke trênê datînin ji Berlînê ta bi Bexdayê. Vê yekê dîroka Mêrdînê piçekî şikenandiye. Çima? Cara yekemîn li Mêrdînê van mirovan kolan çêkirine, ji bo erebeyên xwe. Ji bo van riyan çêkin gelek xaniyan xera kirine. Kolanek heye, jê re dibêjin 1. Cadde(Kolana 1.)… Ev ji aliyê Almanan ve hatiye çêkirin. Îro ro hûn herin, ji Meydana Cumhuriyetê û Muzexaneya Mêrdînê derbas bibin li qarşiyê we xaniyek heye, jê re dibêjin Şahkulubey Konağı(navê wî yê rastî Beyt Çerme ye, mala Çerme ye, ermenî ye). Xaniyê pê ve biryargeha Almanan e. Piştî ku Almanan li Mêrdînê ji bo erebeyan kolanan çêkirin, çûn û hatina roava û Mêrdînê zêdetir dibe û rûpelek nû di dîroka Mêrdînê de dest pê dike.
Em ê di hejmara bê de ji Deriyê Meşkîna bikevin Mêrdînê û em ê li sikakên wê bigerin.