COT*

George Sand

Wergêr: Feratê Dengizî

Piştî ku demek dirêj û bi xemek kûr min li cotkarê Holbeîn nêrî û pê ve ez li çolê derketibûm gerê. Li ser jiyana çolê û qismetê cotkar diramiyam. Bêşik; kolandina sînga vê axa dexs ku encex bi hezar tehb û kedê tiştên bi bereket ku di sînga xwe de veşartiye dide dest û ji bo vê cotkar tevayê wextê xwe û hêza xwe xerc dike, ev çiqas xemgînî ye! Ji ber ku, gava dibe şev xelat û berewendiya vî karê dijwar, ji wesleyek nanê hişk û reş pê ve tiştek nîn e. Dewlemendiya rûyê erdê tevî, zad û fêkî û ajalên qure ku di nav gihayên dirêj de xwe xurt dikin, malên hineka ne; lê ya piran jî koletî û westandin haletên wan e. Mirovê beradayî ji ajalên qure ku wan vergerîne zêran û xerc bike, hez nake. Mirovê beradayî, ji bo tenduristiya canê xwe û hewayeke paqij tê çolê. Di pê re jî ji bo xerckirina qezenca ku bi keda koleyan hatiye dest, vedigere bajarên mezin.

Îjarê ku em bên ser paleyan; ji ber ku evanan pir westiyayî, pir mixab û ji hatina xwe pir bimitale ne, ji xweşikiya çolê, ji tehma jiyana çolê nikarin parê bigirin. Ewanan, bi çavên kîsê pereyan li erdê rengzêrîn, li mêrgên xweşik, li ajalên qure û li wesleyên biçûk ku têra pêwistiyên wan nakin malên wan in, dinêrin. Her çiqasî wiha be jî, ji bo beradayo kêfxweş bikin û di axa wî de jiyanek ku bi tengasî wek zik-kêşê ku derbas dikin; ji bo ku nirxa wî bidinê, divê her sal van kîsên bi nifir dagirin.

Lê, Xweza heya bêdawiyê ciwan e, xweşik e û destvekirî ye. Tevayên dirext û afiridên ku derfeta civirîna bi azad ji wan re hatiye naskirin, efsûnî û helbestên xwe bi ser de direşîne. Sira bextewariyê tê de ye û kesî nikaribûye wê sirê jê bidize. Mirovê herî bextewar, yê ku karê xwe dizane, bi destê xwe dişixule, azadî û refaha xwe di jîrayiya xwe ya bihiş de dibîne ye ku berhema xwe fêhm bike û bi hes û vîn bijî û derfeta hezkirina berhema Xwedê yê ku bi dest ketiye ye, dibe ku mirovê herî bextewar ew mirov be. Hunermend, dema ku li xweşikiya Xwezayê dinêre û wan di berhemên xwe de nû dike, xweşiya wek wê dihesîne. Lê hunermendê dilpak û dilbilind, dema ku bi êşa mirovê di vê bihuşta rûyê erdê de dihese, hizûra xwe winda dike. Tiştên ku em jê re dibêjin bextewarî, encex bi jîrayî û bi desthevdana mil û dil û bi lihevkirina pîrozî ku ji kêfa giyana mirovan û camêriya xwe de dizê ve pêk bihata wê çaxê wêneker karibû li cem gundî, ji dêvla mirina tirsehêz ku dest bi qamçî di xeta cot de dimeşe, milyaketekî ku jêdera jiyanê ye û qemç bi qemç genim direşîne xetên cotê leylandî, şanî bide.

Jiyanek ku gundî; azad, helbestvanî û bi xebatek hesanî derbas bike, ne tiştekî bêderfet û xewnî ye. Gotina Vergîlîusî xweş û bixem “Tew ku ew gundiyê bextewar, di hayê bextewariya xwe de bûna!” dilpêşewitandinek e û weke her dilşewitandinê jî, ev pêşdîtinek e. Roja ku wê cotkar jî bibe hunermend, dê bê, ji behredariya vegotinê bêpar be jî (wê demê dê girîngiya vê hindik be) wê xweşikiyê karibe bihêsîne. Gelo efsûniya helbesta ku biniqute dilê wî û xewniyek nexweyayî û biajo jî di wî de tune? Ma werê tê zanîn? Di mirovên ku rihetî hebikî wan diparêze de, di mirovên ku felişandinên mezin nikarin civirînên wan î ramanî û giyanî vemirînin de, ew bextewariya pak ku rûmeta wê tê zanîn û tê hezkirin, di rewşeke hov de ye. Piştî ku ji asasî û ji berê de, dengê helbestvanan ji sînga betlandinê û êşê bilind bûye, çawa tê gotin ku ev ji karê giyan û xebata mil tiştekî cihê ye? Bêmitale ev cihêtî, dawiya xebatek derasayî û xizanî ye, lê divê neyê zenkirin ku meriv bi nermikî û hawildar bixebite, nexwe di destê me de ji paleyên neçê û helbestvanên neçê pê ve tiştek namîne. Mirovê ku ji hêsên helbestê tehmên esîl bistîne, di temenê xwe de xetek jî nenivîsî be, dîsa jî helbestvan e.

Ramanên min wisa bûn û min fêhm nekiribû ku ev baweriya min î li hemberî behreya perwerdeya mirov ku min jê hez dikir, li ser min bi bandorên derve xurt bûye. Li kêleka erdekî ku hinek gundiyan ji bo dahatûya me ji cot re amade dikirin, dimeşiyam. Erd, wek wêneyê Holbeîn fireh bû. Di çend xetê cot î vê axa rengesmerî de, hewqên avê ku ji barana dawî ve mane di bin rojê de wek lewheyên zîv dibiriqîn. Dîsa, nerînek fireh û payîza ku nêzîk dibû, şênahiya mezin a derdora vî erdî sorgirizî dikir. Roj seknandî û tîngerm bû. Ji axa ku bi gîsin nû vebûbû, hilmên sivik bilind dibû. Li jorê erdî, zilamekî kal ku; ew zilamê kal ê di wêneyê Holbeîn dianî bîra me re lê ku di cilên wî de hejarî nexweyabe û sermil fireh û rûgiran, hebû. Vî zilamî bi haletek ji vanê kevn cot dikir. Vê haleta kevn, wek ku li gundê me tê gotin; efendiyên merga û bi elimandinek berz ku di bin bira û ku ji hev bi dûr dikevin û bi hevalekî nû re naxwazin bixebitin û bi liberketinekê dimirin; du gayên girs, jar, rengzerî û xwedî du quloçên dirêj î razayî dikişandin. Ên ku gundiyan nasnakin, ji hevalbendiya herdu gayên ku bi hev re cot dikin û girêdana wan î hev re, dibêjin qey çîrok e. Ên wiha bila bên ajalokê jixwedeketî û jar ê di axurekî de bibînin. Ajal bi tasewas terya xwe li nava xwe ya jar dixe. Êm ê ku hatiye ber naxwe û bi ser de bi tirs bêhnê distîne, bala wî tim li derî ye, bi lingê xwe erdê dixerpişîne û nîrê ku hevalê wî hilgirtiye û zincîran bêhn dike û bi ûrandinek dilşewat bêmoletan bangî wî dike. Cotkar dibeje, “Cotê me ma betal. Birayê wî mir. Êdî wê ew jî nexebite. Ji bo serjêkirinê jî divê xurt bibe, lê êm naxwe, hindik maye ku ji birçîna bimire.”

Cotkarê kal, bêyî xerckirina hêza xwe ya bêheq, bi sebr û giranî dixebitî. Ajalên wî yên sernerm jî weke wî di bizavê de bûn. Lê bi hewldana xwe ya bidomî ku ji destelimandinê bikêrhatibû, bi qasî kurê xwe yê ku hebikî jê bi dûr bi çar gayên ji yê wî qelstir ku axa hînê hişktir û bi kevir tajo, kar kiribû.

Li dawiyê bi rastî jî xweyaniyeke xweş ku ji bo wênekarekî mijareke esîl e, bala min kişandibû. Li serê aliyê din ê şewlê ku ji bo ajotinê bikêrhatî xortekî rûpak, dabû dû haletek ku ajalên bişeml dikişandin; evanan çar cot ajalên mû biriqandî û reng sorên tarî bûn. Serê wan î kin î xirpûşkî, hîsên wek ku ciwangeyên hovî ne, bi mirov re çê dikir; çevtirsiyayî û leqên wan ji nivşkê ve bû. Bela ku ji nîr û misasê bi hêrs û him jî nû bi wan cot dihat kirin, xebata wan hêrsok û bêpergal bû. A ji yên wiha re dibêjin, “gayê ku nû ketiye ber haletê.” Zilamê ku bi wan cot dikir, qorziyek ku berê merg bû, vedikir. Ev der bi rehên sedsale dagirtî bû. Ev kar karekî werê pêlewanî bû ku, zilam, vî kara bi heşt ajalên xurt, ciwan û hînê ku ne elimîne cot, bi dijwarî di bir serî.

Zarokekî şeş-heft salî ku weke milyaketekî xweşik, di xetek ber haletê de dimeşiya û bi misasek zirav û dirêj ga dizexitandin. Li sermilê zarok, çermbihiriya berxikan hebû ku ew dişiband zarokiya Sent-Jan Baptîstê ku wênekarên Ronesansê wêneyê wî çêdikirin. Ajalên qure, di bin wan destên biçûk ên zarok de dilerizîn, halet bi derbeyên xurt dihejandin, qayîşên ku eniya wan û nîr girêdabû diqiçqiçandin. Dema ku rehekê halet disekinand, cotkar bi dengekî xurt û bi navê her ajalî bang dikirê. Lê armanca wî, ji dêvla coşkirinê aşkirina wan bû. Ji ber ku ga ji vê astengê diqehirîn, xwe çeng dikirin, bi simên xwe yên du şeq û fireh ax radipeşiqandin û xwe diavêtin kêlekê, wek ku dixwestin haletê bi nav erd ve bikişînin û herin. Lê xort, bi deng û misasa xwe yên pêş, zarok jî yên paş dikaribûn bigirin. Berxiko bixwe jî dixwest dengê xwe tirsehêz bike û diqêriya, lê dîsa jî dengê wî nerm û şêrîn derdiket. Xweyanî, zilam, zarok, ciwangeyên di bin nîr de, tev, nîşana lihevkirinê û hêzê bû. Digel, ji ber vê hewildana giyansûz ku bi binketina axê bi dawî dibû jî, tevayê Xwezayê bi bêdengiyek kûr û hîsek hedûr dipêliya. Ji asteng bi bin ket û ajal jî li meşa xwe ya bişeml û bimêzên vegeriyan pê ve, cotkarê ku tecrûba wî ya tundiyê ne ji dil û ji hewildanê pê ve ne tişteke; ji nedîtî li giyana mirovê asan vedigere û bi çavê bavekî kêfxweş li zarokê xwe yê ku ji bo pê re bikene li pişt xwe vedigere, dinêri. Di pê re ev semyanê malbatê yê xort, dest bi kilameke xemgîn kir. Vê kilama welêt a kevn, tenê yê ku bixwaze gayan bîne xîretê û wan hê bêhtir ji bo cot xurt bike û di vî warî de hoste be, dizane. Vê kilama îro jî, bi rûçinên ku di karê dirêj de aciziya hildide û ajalên di kar de bêdawî tîne xîretê û hîsiya wan dinermîne, tê naskirin. Dema ku xetek rast li erdê tê vekirin, zanîna xweş ajotina ajalan û bi derxistina gîsin a car carina ji erdê ku zehmetiyan sivik bike, têrnake. Mirovê ku nizanibe kilamên xweş ji gayan re bibêje, wek cotkarekî qenc nayê hesibandin. Ev bixwe zaneyiyeke cihê, xweşiyek û behreyek taybetî dixwaze.

Ev kilam ji; dema mirov dixwaze du car dibe, bêgirêdan û ji rêzên bimêzên pê ve ne tiştike. Dirûvê me yê bêpergal, li gorî qaîdeyên muzîkê awaza wê ya xelet wê dixe rewşek ku wergeriya wê ne bi derfet e. Lê dîsa jî kilamek herî xweş e, û li dacoşiya xwezaya hewildanê, li meşa gayan, li hedûra warên hovî, li hesaniya mirovê ku wê dibêje werê tê ku; kes nafikire ku bilîmetekî xerîbe karê axê ew afirandiye. Dîsa ji dilzîzê cotkarê vî welatî pê ve tu dengbêj nikare wê bistirê. Di demên salên de, ji dema ku li çolê ji cot pê ve tu kar nayê kirin; ev kilama pir xweş û bi bandor wek dengê bayekî hênik bilind dibe; a va, ya ku vê dirûvtiyê didiyê ev meqamê wê yê xweser e. Bi bangdanek ecêb î dirêj û bihêz ku dilerize û bi noteya dawiya her wûşeyê ku tê tenik kirin, di usûla xwe de bi dengziravî bilind dibe. Kilamek hov e, lê xweşiya wê nayê gotin. Ku mirov dielime bihîstina wê, nakeve ber ku di wê saetê de û di wan cîan de û bê hindakirina lihevkirinê kilamek di bilind bibe.

Nexwe, li pê çavên min şanoyek wek ku ji firçeya Holbeîn derketibe hebe jî; di rastî de wêneyekî dijî wê hebû. Ji dêvla zilamekî kal û xemgîn, zilamekî xurt û ciwan; ji dêvla mirinê zarokekî xweşik; ji dêvla ramana hilweşiyê û nîşana bêhêviyê, ramana bextewarî û xweyaniya xurtiyekê…

Wê demê, çarîna Frinsawî ya kevn ku bi, “Bi xwêdana eniya xwe…” dest pê dikir û gotina Vergîlîus, “O fortunatos… agrîcola” bi hev re hat bîra min. Dîtina min î karekî mirêsdar ku vî cotikên xweşik, vî zarokî û vî zilamî, wiha di çarçûfeyek hozanî, bi divîtiya ku bi xurtî bûye yek, bi berzî bi ser xistine; bê hayê min dilşewitiyek kûr ku hurmet jî tev lê ye, di min de şiyar kir. Cotkarê bextewar! Ku milên te ji bo xebatâ vê axê tim li ser xwe, pêxêla te jî bi qasî ku karibe Xwezayê ciwan bike û bi bereket bike, têkiliya xwe ya ku bi hîsên Xwedayî gerdûnê bi rê ve dibe jî nebiriya, bi lihevkirina deng û rengan, bi tenikiya xêzan, em bi gotinekê bibêjin xweşikiya efsûnî di tiştan de ku çavên min bidiya, mejiyê min jî fêhmayî bidomanda, ez ê jî weke wî bextewar bûma.

Lê mixabin, vî zilamî efsûniya xweşikiyê tu wextî fêhm nekir, ev zarok jî dê fêhm neke..! Xwedê min bisitirîne! Ez carina werê bawer dikim ku; evanan xwe ji van ajalên ku bi wan cot dikin, raserîntir nabînin û coşiyek ku kêfê tevî betilandina wan dike û tasewasên wan nerm dike jî hîs nakin. Li eniya wan î esîl gotina Xwedê dibînim; lewra ew; wek qeralê axa xwe ku-bi pereyê hinekî din kirîne- ji dayika xwe bûne. Delîlê fêhmkirina wan î vê; heya ku encameke xerab neyê serê wan derneketina ji welêt e, hezkirina wan î vê axa ku bi xwêdana xwe av dane; mirina gundiyê xas; ji ber di qelafetê leşkerî de, ji erdê ku ji dêbûna wî bûye şano bi dûr de, bi bêriya welêt- bi hesreta welêt e. Lê ev zilam ku karkerê vê mabeda fireh î ku ji asîman pê ve tiştek nikare wê bipêçe, ye, ji beşnî tehmê, ji tehmnî ku divê pê re hebûna mehrûm e. Ne di fêhmkirina hesta xwe de ye. Yên ku ew ji zikê dêya wî û vir de bi koletiyê daraz kirine, jêdera xewniyên wî ku nikaribin ziwa bikin jî, jêdera ramana wî ziwa kirine.

Çi xisara wê heye! Ev çiqas mehkûmê nîvzarokiyê, yê heya bi heya be jî, ji mirovên ku bi zanistyê kor bûne xweşiktir e.Yên ku serwertiya wî ji xwe re maf dibînin, hûn xwe raserî wanan nebînin. Lewra ev xapîna tirsehêz ku hûn pê dikevin, dibe delîlê ku mejiyê we hîsên we kuştiye û hûn him jî mirovnî herî kor û kêm in. Ji aliyê dinê jî ez safiya di giyana wî de, ji tîrijên sexte ku di giyana we de ye çêtir dibînim. Ku ez dest bi derbirina jiyana wî bikim, ez ê kêfxweş bibim ku ez aliyên vê jiyanê yên xweş û dilnerm bînim ziman. Lê hûn vê xweşiyê di derbirina we ya ku nemerdiya we bi tundî zêde dike û nizimdîtina we ya ku ji baweriyên we yên civakî der bûye, de peyda nakin.

Min vî zilamê ciwan û vî zarokê xweşik nasdikir, kurteçîroka wan dizanibû-Bi rastî ma kurteçîroka her kesî tuneye? Her kes fêhm bike ku romanek jiyana wî heye, dê têkiliyê bidê-. Lewra kurteçîroka wan jî hebû. Germain, digel cotkarekî gundî û ji rêzê be jî, hezkirinên xwe û karê xwe fêhm kiribû. Wî bi dilpakî vanan ji min re vegotibû û min jî ji dil ew guhdar kiribû. Dema ku min bi dirêjî li cotê wî meyizand; min got kurteçîroka wî her çiqas wek xêza ku haleta wî vekiriye bêxeml, ripîrast û hesan be jî, çima bila neyê nivîsandin!

Sala ku bê, ev xêza haletê wê bi xêzek nû hatibe dagirtin û dê hatibe girtin. Di xaka mirovahiyê de, xêza pirî mirovan a wiha vedibe û winda dibe. Qemçikek ax wê paqij dike û xêzên ku me vekirine, weke korteyên mezela dikevin rêzê. Çima bila navê zilamekî ku şixulekî bêhawe û nayê aqilan kiriye, yekî beradayî hebe, çima bila navê cotkarekî tunebe? Ji ber vê, em biceribînin ku em wê dinyaya Germain î tije hîs, ji jibîrkirinê xelaskin. Dê hayê wî ji tu tiştî tunebe, dê qet nekeve tasewasê; lê ceribandina vêna dê ji min re pir kêfxweş be.


* Ji berhema George SAND a bi navê “Gola Bişeytan” beşek…