Du kurte helbest

Reyhan Sarhan

*M 
 Min da dûv dilê xwe 
 Te da dûv doza xwe 
 Vêce niha kîjan dilê  û
 Kîjan jî dozê ez nizanim êdî…!?
  
 *M
 Min welatek di evîna xwe de
 Kedî kir
 Min temênek di evîna me de 
 Kedî kir 
 Û 
 Min helbestek 
 Bi hezkirinê hunand
 Dilêm…
 Û min hezkirinek 
 Bi helbestê ji bo me fesiland…