Selim Temo
- hevalê Zana ji deşta Rihayê bû wê bê çêkirin ji siya baranê - germ li hevalê Zana nedihat wê bê lîlandin bi devê sûlavê - hevalê Zana doza firrînê dikir wê bê neqşandin li ser per-avê - em ji bo wî oxir kin civiyane ewrê li ber heyvê mayî ew e pûrta têjikên nikûlzer ew e ew e yê olan dide li goristanê tu bêjî hesin, tu bêjî çakar tê bêjî Goderz, tê bêjî Salar ew e ji gulên li hevrazan mayî şîn dike li pey karwanê xwûnavê şîn dibe li dor olana waran tu bîne reşmalek û helaleyek birîse egalek ji malê xeyalan ronî ke rêya bihuşta kalînê bêje bi dengê tola newalan: - hevalê Zana xema Havînê bû!
* Ji dosyeya “Hilbe Kobanî” ya helbestkêr…