WEKHEVDUBÛN Û WEKHEVÎ

Çidem BARAN

Di zanîna sermiyana kapîtalîzmê de mirov dikare bêje ku li tevahiya dunyayê cudabûnên çandî hatine mehandin. Ji bo zanîna sermiyana kapîtalîzmê berdewam bike dihêlin ku ferq û cudabûnên nava civakan bên guhertin. Bê ku civak jê aciz bibin, an li hember derbikevin wekhevdubûna gerdûnî weke ku hilbijartina wan be dipejirînin û dijîn. Bi qasî tê xuyakirin civak, ji van guherînan aciz nabin. “Zanîna wan a ku ji bo bigihîjin armanca xwe û amûrên ku bikartînin derfet daye wan ku formeke serdestiyê ya nû biafirînin. Tevayiya ku bi riya zanînê serdestiya xwe li tekaserî dike. Ev serdestî weke aqilê gerdûnî tê têgihiştin. Û tekaserî bi saya tevayî cardin tê afirandin. Ev jî tê wê wateyê ku tevayî aqilê tekaserî dagir dike”.[1]

Xuya dike ku aqilê gerdûnî yê hatiye çêkirin bi xwe re civakên çêkirî çêdike. Di bin hukmeke navendî de wan mekanîk dike. Besim F. Dellaloğlu di derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Mekanê civakî bi du awayan yeknesak dibe. Ya piştî şerê cîhanê yê duyemîn li Ewropa bi bombeyan an jî li Emerîka û piştî şer li Ewropa wekhevkirina avahî û nîşaneyên civakî. Her du rewş jî tirsehêz in. Bi destê teknolojiyê kavilkirina civak-xweza û bi standardbûna teknolojiyê civak- fizîka ku bûye avadanî”.[2]

Bi navê bajarvaniya modern birêvebirina civakan hêsan dibe. Aqilê gerdûnî civakên wekhevdu çêdike û wan dike perçeyên xwe, xof û tirsên çêkirî li wan peydar dike. Wan ji xofên wan ên resen dûr dixe. Soren Kierkegaard ji bo takekesên van civakan wiha dibêje: “Lîstika kêf û dilşadiya baleyan”.[3]

Raman, xof, tirs, kêf, şahî, şarezabûnên derûnî bi pêşketina kapîtalîzmê re guherîne. Kesayet ne li gor nirxên civakî, li gor aqilê gerdunî form girtine. Mirov bûne nîv însan. Ango şexsiyet veguhezîne cyborgan. Mirov dikare bêje ku ev cyborgbûn bi kêrî aqilê gerdûnî yê serdest tê. Dieter Duhm, di derbarê vê mijarê de wiha difikire: “Mirovên “tendurust” ên civakên kapîtalîst, nexweşiya wan balê nakişîne. Her wiha, ew heya hûn bêjin bes nexweş, xerabûyî, seqet in. Nexweşiya wan tevahî ye û li her ciyî ye”.[4]

Çandên civakî, beriya şax û şûxên kapîtalîzmê ji reseniya xwe pêk dihatin. Avadanî, bajar, bajarok, gund, dans, stran, cil û berg, rojên taybet, dilşadî û nedilşadiyên her civakê ne sedî sed be jî ji hev cuda bûn. Civak bi cudabûnên xwe dihatin naskirin. Aqilekî civakî hebû. Ew aqil jî dişibiya erdnîgariya wan. Mînak avahiyên wan dişibiyan rengê axa wan û kevirê çiyayên wan. Aqilê wan di sînorê erdnîgariya wan de formul diafirandin. Vê rewşê jî dihişt ku cudabûn derbikevin holê. Mesela; li Cizîra Botan avahiyên wan ji kevirên sor bûn ku di sînorên heremê de pêde dibûn. Medreseya Sor ku li navenda Cizîra Botan bû navê xwe ji rengê xwe stendibû. Li herêma Mêrdînê avahiyên wan ji kevirên çiyayên wan bûn ku hîn jî wan keviran bikartînin. Bajarê Heskîfê di nava dilê çiyê de hatibû avakirin. Hinek gundên li herêma Torê ji dur ve wek perçeyekî xwezayê xuya dikin. Gelek Qesr û qonaxên Amedê bi kevirên reş hatine çêkirin. Li ciyên weke Rihayê berî, kerpîç bêtir hatine bikaranîn di avakirina xaniyan de. Cil û bergên civakan li gor şert û mercên erdnîgariya wan diguherîn. Ji cil û bergan herêm, bajar an bajarokê wan dihat naskirin. Mesela; kincên jineke Serhedî û yên jineke Botî nedişibiyan hevdu. A niha şalekî blucîn û tîşortek tevahî tê lixwekirin. Piranî weke berûyên darekê, şêlimên mişarekê ne êdî civak. Di civakan de bêtir rojên ku aqilê serdest dane sêpandin weke sersal, rojbûn, rojên xoşewîstan, dayîkan, bavan û hwd. tên pîrozkirin. Civak, rojên xwe yên aîdî xwe hêdî hêdî ji bîr dikin.

Di vî zemanê aniha de, aqilê serdest ê kapîtalîzmê ku hema hema her civak kiriye weke hevdu, civak wê çawa wek civakeke cuda bê naskirin? Civak di nava van fikir, raman û çanda çêkirî de gelo bi parastina zimanê dayîkê dikare cudabûna xwe biparêze? Di rola zimên a li ser netew û civakan de em dikarin reşikan bînin holê. Reşikên ji bilî parzemîna Efrîqa dijîn ger ne ji rengê tenê wan be di nava civakên din de, ji mirovên din, wê çawa bên kifşkirin? Reşik azad bûn lê bi azadbûnê re xuya dike ku tune jî bûn. Wekhevdûbûnê ew jixwebûnê dûr xistin. Wekhevdûbûna wan a ku civakên ku lê dijîn têra wan kir. Ango ji kolebûnê rizgarbûna wan ew rizgar nekirin. Xuya dike ku nedan dûv wekheviyê. Ger bidana dûv wekheviyê wê çanda xwe û bi taybetî zimanê xwe bi serdestên xwe bidana sêpandin.

Wekhevdûbûn, dihêle ku hevsar di destê aqilê sermayedarê kapîtalîst de be. Li gor min, di nava vê hêza wekhevdûbûnê de encax parastina zimanê dayîkê cudabûnê biparêze. Ji ber ku ziman diyardeya herî xurt a çandê ye. Ger em cudabûnê wek heyînbûnê biparêzin, em dikarin bêjin ku ji bo mayîna civakan ziman sedema herî girîng e.


[1] T.W. Adorno & Max Horkheimer, Dialectic of Enlightenment, Verso, 1989, r. 21-22.

[2] Besim F. Dellaloğlu, Frankfurt Okulu’nda Sanat ve Toplum, Weşanên Say, Stenbol, 2018, r. 8.

[3] COGİTO, Adorno: Kitle, Melankoli, Felsefe, Weşanên Yapı Kredi, Stenbol, 2003, r. 7.

[4] Dieter Duhm, Kapitalizimde Korku, Wer. Sargut Şölçün, Stenbol, Weşanên Kırmızı, 2015, r. 67.