Li Helebceyê êrîşa gaza jehrîn ya kîmyewî û encamên trawmatîk *-2-

NAZENÎN KARAKAŞ

HALEPÇE
Fotoğraf: Ramazan Öztürk

Nexweşiya Stresê ya Post-trawmatîk û Jenosîd

Lêkolîn: Beriya ku encamên derûnî yên êrîşa gaza jehrîn ya li Helebcê bê nîqaşkirin, encamên çekên kîmyewî bi perspektîfeke giştî wê bibe mijara me.

Dikare were tespît kirin ku di derbarê karanîna gaza jehrîn ya kîmyewî de, şûna lêkolîna bandorên demdirêj ên li ser tenduristiya giyanî, piranî li ser encamên fîzîkî tê lêhûrbûn. Lê belê, tê gotin ku sivîlên ku di bin tesîra şer da mane, bi îhtimaleke mezin bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî yên girêdayî şer ra rû bi rû dibin. (118)

Armanca lêkolîneke ku bi 153 kesên bi eslê xwe Kurd ra hevpeyvîn hatibû kirin ew bû, ku li ser bandorên derûnî yên demdirêj ên çekên kîmyewî agahî bi dest bixe. Ger babet nexweşiyên derûnî be, li ser depresyon, nexweşiyên sedemtirs û nexweşiya stresa post-trawmatîk bê hûr bûn jî, li vir mijara me wê bibe encamên nexweşiya stresa post-trawmatîk Hat tespît kirin, ku kesên ku ji bikaranîna çekên kîmyewî rizgar bûne, asta herî bilind a pirsgirêkên tenduristiya derûnî nîşan didin û rêjeya heta dawiya jiyana xwe di bin tesîra PTSD da mayîna wan ji sedî da 59 e, nuha rêjeya nexweşiya stresa post-trawmatîk di sedî da 33 e (119). Encamên bi vî rengî ji aliyê lêkolînek din a kualitatif va, ku li ser bingeha 16 hevpevînên ku hatine kirin, hate dîtin, ku çekên kîmyewî dikare bibe sedema nexweşiyên fîzîkî û derûnî yên heta-hetayî ku nexweşiya stresa post-trawmatîk jî tê da ye (120).

Êrîşa gaza jehrîn ya li ser bajarê Helebceyê bûyereke gelek travmatîk e, ji ber ku di nav çend deqeyan da mal û struktura civakî, malbat û hwd. wêran bûn û kesên ku birîndar bûn, nekarîn tevbigerin û alîkariya mirovên xwe bikin; ji nêz va bi mirina zarok, dê û bav, xwişk û bira û hevalên xwe ra rû bi rû man. Ew gelek caran bû hestên sûcdariyê, ku nikaribin kesên li dora xwe biparêzin an jî di hilma dawîn ya wan da bi wan re bin. Heta îro, kesên rizgarbûyî amarên psîkolojîk ên mîna kabûs, ne rehetî, atakên panîkê, hwd. nîşan didin (121), ku ew nexweşiyên bingehîn dikarin bibin parçeyeke nexweşiyên wek fikar, depresyon û stresa post-trawmatîk. (122)

Armanca bingehîn a lêkolîneke hejmarî ya ku ji bo lêkolîna belavbûna nexweşiya stresê ya post-trawmatîk li du bajarên Kurdî hatiye çêkirin ew bû, ku belavbûna nexweşiya vê derûnî li bajarên Helebcê û Silêmanî (123) ku êrîş lê nehatiye kirin, bidin ber hev. Dihate çaverêkirin ku PTSD li Helebceyê zêdetir be, jin û kesên xwedî asta perwerdehiya nizm rêjeyek zêdetir nîşaneyên PTSD nîşan bidin û di dawiyê da jî beşdaran her ku pişgiriya civakî zêdetir werbigirin wê rêjeyek ji van nîşanan kêmtir nîşan bidin. Di vê lêkolînê da ji aliyekê va diyar bû ku nîşaneyên ji nûvejîn û bizavên zêdeyî li bajarê Helebce ji ya Silêmanî bi awayekî berbiçav zêdetir bûne û ji aliyê din ve jî zayend û asta perwerdehiya mirov bi awaye ki berbiçav pirbûna nîşaneyên PTSD va girêdayî ye. Ji bilî wê di lêkolînê da rastiya hîpoteza sêyem a ku li jor hatî destnîşan nekariye bê peyitandin.(124)

Lêkolîneke din, ku bandora derûnî ya demdirêj a êrîşên gaza jehrîn ya kîmyewî li ser sivîlên bajarê Helebce hate pêkanîn, xwest ku li ser bi riya hevpeyvînan rewşa tendurustiya derûnî û fonksiyona wê ya bingehîn a 18 sal piştî êrîşa gaza jehrîn hûr bibe. Encama vê lêkolînê ev bû ku van kesan amajên PTSD û kêmasiya karûbarê civakî nîşan didin û amajên lêkolînê yên din diyar kirin ku zayenda jin û kal û pîr bûn bi nîşanên PTSD bilind û kêmbûna fonksiyona civakî ra têkildar in. Lêkolîn her weha eşkere kir ku nîşanên nexweşiya stresê ya post-trawmatîk û kêm bûna fonksiyonan, bi dehsalan piştî ezmûnek trawmatîk jî wekî pirsgirêkek mezin berdewam dike. (125)

Di lêkolînek din ku bi heman metodê va ji 109 rizgarbûyên êrîşa gazê yên ku di dema bûyerê da temenê wan di navbera 5 û 61 salî da bû hat lêpirsîn, bi armanca vekolîna belavbûna depresyonê û nexweşiya stresa post-trawmatîk û her weha cudahiyên zayendî li ser giraniya ji van herdu nexweşiyan hûr bibe. (126) Derket holê ku kêmtirîn nîvê beşdaran (di sedi da 46.78) bi nexweşiya stresa post-trawmatîk ketine û di navbera jin û mêran da cudahiyên girîng hene, ev jî dikare bê vê wateyê ku jin astek bilindtir ji nexweşiya stresa post-trawmatîk nîşan didin. (127)

Lêkolîna dawîn lêkolîneke kualîtatîf e ku hewl dide giliyên giran ên tenduristiyê di nav sivîlên bajarê Helebcê da bi riya hevpeyvînên nîv-strukturel pênaseyên wekî pirsgirêkên tendurustiyên giran vekole û wan rehetiya giştî, kalîteya jiyanê û sîstema tenduristiyê ji hev cuda bike û wan li ser tenduristiya fîzîkî û derûnî tê dabeş kirin. Encamên lêkolînê eşkere kir ku piraniya beşdaran elametên trawmên ku li ser nehatine mijûl bûn, nîşan didin û dema ku êrişa gaza jehrîn dibihîzin an ew tê bîra wan, weha dibe ku ew bûyerê careke din dijîn. Dibe ku encamên din ên lêkolînê jî bi nîşanên nexweşiya stresê ya post-trawmatîk va girêdayî bin, wek mînak di warê nerehetiya xewê da; ji ber ku 13 ji 16 kesan ragihandin ku ew baş an jî têr xew nakin, ji ber ku ew ji bilî nerehetiyên din, bi kabûs û jinûvajiyan ra rû bi rû mane. Wekî din, gelek ji beşdaran ramanên xwekujiyê ragihandin, ku dibe ku bi stresê ya post-trawmatîk a kompleks ra jî têkildar bibe, ji ber ku her weha dikare têkildariya wê bi xwekujiyê va hebe. Ji bilî aliyê başbûna giştî, qadên qalîteya jiyanê yên wekî çalakiya rojane ya sînorkirî û kêmbûna şiyana xebatê, dibe ku encamên nexweşiya stresê ya post-trawmatîk pîttir bike, ji ber ku ji hejmareke mezin ji mirovan hatîye dîtin ku ev çalakiyên hêsan ên wekî ajotina erebeyan û tişt kirînê asteng dike û ew kes di pêkanîna van karan da xwediyê jêhatîbûnên nebaş in. Lêkolîn her weha eşkere kir, ku hemî kesên ku bi wan ra hevpeyvîn hatiye pêk anîn, ragihandin, ku ew an nekarîne qet an jî kêm alîkariya bijîşkî bigrin. (128)

Jiyan Foundation for Human Rights (Weqfa Jiyan ji bo Mafên Mirovî)

Weqfa Jiyan ji bo Mafên Mirovî, weqfek e ku bêyî ferqa zayend, etnîsîte, temen an jî helwesta derûnî, bi pêşkêşkirina piştgiriya psîkoterapî ya belaş, şêwirmendiya dadmendiya civakî û dermankirina bijişkî, bi pêşkêşkirina rehetiya derûnî, rehabîlîtasyona fîzîkî û ji nû va entegrasyona civakî ji bo hemûyan, pişgirî dide kesên ku ji trawma, teror û binpêkirinên mafên mirovan rizgar bûne. Li ser bingeha nirxên bingehîn ên ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan da hatine nivîsandin û li gorî vê yekê ji bo civakek demokratîk a bê îşkence û teror, ku tê da rûmeta mirovan were parastin û mezin û zarok xwedî mafê jiyanek azad bin, têdikoşe. (129)

Ew ji aliyê Salah Ehmed va hate damezrandin, ku terapîstek malbat û zarokan e ku li Almanyayê perwerde dîtiye û bi salan li Navenda ÜBERLEBEN ya Berlinê (130) xebitiye. Piştî ruxandina rêjîma Husên, Salah Ehmed vegeriya bajarê xwe Kerkûk (131), yekem navenda dermankirinê (132) li wir vekir û ezmûna xwe di vî warî de bikar anî da ku dermankirina trawma û psîkoterapiyê li welatê xwe ava bike. Xebatkarên navendê karên xwe li bajarên mezin û her weha li hin cihên herî dûrîdest yên li Başûrê Kurdistanê (133), Sûriye û Iraqê dimeşînin. (134) Ofîsa navneteweyî ya Weqfa Jiyan li Berlînê ye û piştgirî dide bernameyên di warên xebatên pêşdebirinê, rêvebirin û berhevkirina alîkariya madî, di heman demê da Weqfa Jiyan ji bo Mafên Mirovî a Amerîkî, ku li New Yorkê qeydkirî ye, piştgirî dide bernameyên cîhanî yên Weqfa Jiyan yên di warên ragihandinê, xebatên geşepêdanê û berhevkirina madî da. (135)

Bernameyên cuda yên Weqfa Jiyan hene, lê li vir tenê bernameya lênêrîna trawma û tenduristiyê wê bibe babeta me. Kar û barên vê bernameyê pişgirî dide dermankirina trawmayê û bernameyên bijişkî yên ji bo rizgariyên tundûtûjî, terorîzm û trawmayê û ji aliyê psîkolojîk va hêz dide mirovan ji bo buhurandina trawmayên xwe  û wan hêzdar bike ku armancên xwe yên paşerojê ji nû va bi dest bixin. Ev, berî her tiştî çalakiyên cuda, wekî şêwirdariya psîkolojîk û terapiya trawmayê, perwerdehî û komên xwe-alîkariyê, dermankirina li gorî temenê ji bo zarok û ciwanan, dermankirinên xwezayî yên taybet û bi alîkariya heywanan di baxçeyên saxkirinê de û her weha serdanên bisistem ji bo stargeh û girtîgehên jinan, tên pêk anîn. (136)

Das Kirkuk-Zentrum (Navenda Kerkûkê) (137) rêxistineke xêrxwaz e ku di warê terapiya trawma û mafên mirovan da kar dike; giraniya kar û xebata wê li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên profesyonelî ya pîşeyî ji bo sax û rehabilitekirina qurbaniyên jenosîd, teror û îşkenceyê ye. Ew di sala 2005an da hat vekirin û yekem navenda dermankirinê ye ku ji bo rizgarbûyên îşkenceyê li Iraqê hatiye veqetandin û ji wê demê vir da dezgehên din hatine ava kirinê, ku di salê da zêdetir 2.000 kes lê tên derman kirin. Tê bawer kirin, ku ji yên hatine dermankirin nêzikî di sê yekan jinên gihiştî û ji sedî da 25î zêdetir jî zarok û ciwan in.

Navenda Kerkûkê, ku ji nêzîk ve bi Navenda Berlînê ya ji bo Rizgariyên Îşkenceyê (Zentrum ÜBERLEBEN) re kar kiriye, ji bilî tiştên din, ji kes û endamên malbatên qurbaniyan ra piştgiriya bijişkî, derûnî û civakî ya bêpere û her weha rehabîlîtasyona fîzîkî, rehetiya psîkolojîk û ji nû ve entegrasyonê pêşkêş dike. (138)

Weqfa Jiyan, ku li gel Zentrum ÜBERLEBEN û piştgiriya Wezareta Derve ya Federal Almanyayê, di Hezîrana 2010an da wek Navenda Helebce ya ji bo alîkariya tibî û derûnî ji bo qurbaniyên êrişên gaza kîmyewî ava bû (139), ku ev navend heta niha tekane rêxistin e ku dermankirina tenduristiya derûnî pêşkêşî rizgarbûyên komkujiyê dike. (140) Proje ji navendeke rehabilitasyonê li bajarê Helebcê û herwiha beşeke gerok ku xizmeta taxên ziyandar dike, pêk tê. Her wiha 14 doktor û psîkoterapîstên fedakar jî li vê navendê dixebitin. (141) Navend di sala 2011an da ragihand ku ji sedî 60 ji mirovan ji bo pirsgirêkên tenduristiya derûnî hewceyê piştgirîyê ne, ku piraniya wan ji nexweşiya stresa post-trawmatîk dinalin. (142)

Dokumentasyon,Helebce Hîway Nemir

Di belgefîlma “Helebce Hiway Nemir” da, “Halepçe Sonsuz Umut” (Tirkî)/ „Halabja: Endless Hope“ (Îngilizî), ku di sala 2011 an da hatiye weşandin û dikare wek “hêviya bêdawî ya Helebçê” bê wergerandin, hewl hatiye dayîn ku bi riya hevpeyvînan hêmanên komkujiya Helebcê bi metoda vegotinî pêşkêş bike. Derhêneriya belgefîlmê Fatîn Kanat û Necmedîn Salaz kirine û Fatîn Kanat senaryoyê ji nivîsandiye. (143) Hevpeyvîn bi giranî bi Soranî (zaraveyeke Kurdî) ne, di navberê da jî danasîna naverokê bi Tirkî hatiye dayîn. (144) Dokumentasyon ji bo nîşandana bûyerên trawmatîk (potansiyel) tê bikar anîn, ku ji bilî tiştên din ji bo teşhîsa nexweşiya stresa post-trawmatîk hewce ne. Girîng e ku armanca min a di vê mijarêda tenê nîşankirine  û dive tu car wek teşhîs neyê dîtin.

Ji ber ku gelek kes di êrîşa gaza jehrîn da jiyana xwe ji dest dane, di nav piraniya kesên rizgarbûyî da kesên ku endameke malbata xwe wenda kirine hene. Wek mînak Hîkmet Faîk Arif radigihîne ku ji 13 xizmên xwe çawa ew û xwişka wî tenê sax mane û kesên mayî çawa mirine. (145) Têgihiştina mirina endamên malbatê jî girîng e, ji ber ku di navbera mirov ‘tenê’ haydar bibin ku kesek miriye, an ew amade an jî şahidê mirinê bûne, cudatî heye. Weke mînak Serxêl Gafûr dibêje, çawa dîtiye ku serê bavê wî bi şarapnelê hatiye perçekirin û lingê birayê wî yê biçûk ku wê demê li ser milê bavê xwe bû birîndar bûye û ew seqet maye. (146) Her wekî di beşa teorîk da tê diyarkirin, ku di êrîşa bajarê Helebceyê da çekên kîmyewî hatin bikaranîn û derdora 5000 kes hatin kuştin ku piraniya wan li kolanan hatin hiştin. (147). Ji ber vê yekê, kesên sax ji bo demekê bi hezaran laşên ku li kolanan belav bûne ra rû bi rû man, ku di heman demê da dikare ji bo mirovan wekî westîker û trawmatîk were fêm kirin. Elwan Elî Mehmûd: “Em di nav bajêr da geriyan, lê ji ber ku cenaze li kolanan mabûn, nekarîn pêşda biçin. Ji ber vê yekê mamê min û pismamê min ji otomobîlê peya bûn û cesed avêtin kêleka rê, di wê demê da mamê min ku ajokarê otomobîlê bû, nema dikarî xwe ragire û dest bi qîrîn û hawara alîkariyê kir.” (148) Aras Abît Ekrem her wiha dide zanîn ku çawa zarok, jin an jî malbatên mirî dîtine û şahid bûye ku ji wan cenazeyan 2 xwişkên wî ne. Ew dibêje; zilamek hebû ku cesedan li dozerê bar dikir û dît ku du xwişkên wî li kêleka hev razayî ne. (149) Aras Abît Ekrem dibêje; “Ez nêzîk bûm û min hewl da ku dest bavêjim laşek, lê nekarî. Dema min ev ceriband, beşek ji laşê xwişka min şikest û di destê min da ma. Ez wisa bêçare sekinîm.” (150) Her çiqas Omêd Heme Elz ji vê êrîşa gaza jehrîn rizgar bû jî, mirov dikare bêje ku heta radeyekê bi mirinê ra rû bi rû maye. Her çend ew wek birîndarekî li nexweşxaneyê bû jî, parçeyek qumaşekê ji bo kefenê li pişta wî danîbûn da ku ger bimire, pêvajoya binaxkirina cenazê û hwd. zûtir pêk were. (151) Ji bilî van serpêhatiyên potansiyel ên trawmatîk, di kesên ku bi wan ra hevpeyvîn hat kirin da, hestên potansiyel ên sûcdariyê an jî hestên wekî wan çê bûye. Ev rastî di kesekê da tê bihîstin, ji ber ku wê radigihîne: “Gava ku ez li vî wêneyê dinêrim, ez pir nerehet dibim. (…) Ji ber ku ez nemirîm û sax mam, ez diqehirim. Ez mam, lê mamê min çû. Birayê min ê mezin, ku min pir û pir jê hez dikir, êdî li vir nîne.” (152)

Encam

Di vê lêkolîna zanistî da min behsa wê yekê kir ku hêmanên nexweşiya stresa post-trawmatîk di nav Kurdên ku ji komkujiya Helebce ya 16ê Adara 1988an rizgar bûne, çiqas peyda dibin. Ev yek weha hatiye realîze kirin, ku li ser bingeheke teorîk ku mijar têgeha trawma û nexweşiya stresa post-trawmatîk e û di çarçoveyek dîrokî da hatiye ravekirin. Piştra, nexweşiya stresê ya post-trawmatîk li ser bingeha lêkolînan bi jenosîdê ra hate girêdan, Weqfa Jiyan a Mafên Mirovan hat nasandin û di dawiyê da bi belgefîlmek ku raporên rastîn ên şahidan pêşkêş dike, xebat bi dawî bû. Bi nivîsandina vê xebatê bi gelek tiştan va nas bûm, ji ber ku ji aliyekê va min karîbû li ser dîroka Kurdistanê hûr û mijûl bibim û pê hesiyam, ku her çiqas 34 sal li ser derbas be jî, îro jî kesên ku tûşî nexweşiyên derûnî yên giran bûne hewcedarî alîkariya profesyonel in. Bi taybetî, zêdebûna metirsiya jinan tespîtek sereke bû. Her çend ev mijar ji bo min agahdariyên zanistî peyda kir jî, dîsa jî bi sînorên ku min di destpêkê da li ber çavan negirtibû ra rû bi rû mam. Her çend bandora rasterast ya jenosîda Helebceyê li ser min nebe jî, bi taybetî di aliyê hestiyarî da zehmetiyek mezin derxist holê, ji ber ku carinan min zehmet dît ku bê navberdayîn çavkanîyan binirxînim an jî li ser lêkolînan hwd. hûr bibim. Di eslê xwe da, bêyî ku têkildariya xwe ya subjektîf û nerasterast li ser mijarê hûr û mijûl bibim, bi perspektiveke objektîf nivîsandin dijwar bû. Wekî din ji bo pênaseya Kurdistanê peydakirina çavkaniyên pêbawer zehmet bû, wek mînak nufûsa wê ji hev cuda tê diyar kirin. Di heman demê da agahdariyên min yên fireh hebûn, lê ez bi wê yekê re rû bi rû bûm ku Kurd miletekî bindest in û li ser wan kêm an jî qet lêkolîn nehatine kirin. Her weha, min di rêzkirina beşa ampîrîk da zehmetî dît, ji ber ku wek mînak, min nizanîbû ez dokumentasyonê an jî beşa Weqfa Mafên Mirovan a Jiyan wek beşeke serbixwe binivîsînim.

Bi baweriya min, babetên, ku derbarê encamên trawmatizekirina nifşên din yên rizgarbûyên komkujiyê û lêkolîna berhevdayinî ya metirsiya nexweşiya stresê ya post-trawmayê li kesên ku li Helebcê mane û kesên ku piştî êrîşa gaza jehrîn reviyane welatekî din.

Tebinî


(118) Binihêre, Hashemian,Farnoosh, Khoshnood Kaveh, Desai Mayur M., Falahati Farahnaz, Kasl Stanislav und Southwick, Steven (2006): Anxiety, depreşion, and posttraumatic streş in Iranian survivors of chemical warfare. vol. 296, no. 5, rûpel 560-566. American Medical Aşociation., rûpel.56


(119) Wek li rûpel 560-561


(120) Binihêre, University of Gothenburg. (2019): Lifelong ill-health after exposure to chemical weapons. ScienceDaily. Online unter: www.sciencedaily.com/releases/2019/06/190625102422.htm (di 25.08.2022 da hatiye girtin)

(121) Binihêre, Renn, Hoffmann, Schmaltz, Friedrich und Wolf, 2017: rûpel 354


(122) Binihêre, MacDonald, Alex (2020): ,,Suicide exposes the ongoing trauma of Iraqs’ Halabja killings” Online unter:https://www.middleeasteye.net/news/kurdish-halabja-death-highlights-failure-to-care-for-victims (di 25.08.2022 da hatiye girtin).


(123) Wek Kurdi hatiye nivîsîn.


(124) Binihêre, Hasan, F.M. (2010): P01-136 – A Quatitative Analysis about the Prevalence of PTSD after the ChemicalAttack I Halabja/Kurdistan, Iraq. In European Psychiatry, 25(S1), 1-1. doi:10.1016/S0924-9338(10)70341-2

(125) Binihêre, Dworkin, Jonathan, Prescott, Marta, Jamal, Rawan, Hardawan, Soran Ali, Abdullah, Aras MD und Galea, Sandro (2008): The Long-Term Psychosocial Impact of a Surprise Chemical Weapons Attack on Civilians in Halabja, Iraqi Kurdistan. In The Journal of Nervous and Mental Disease: Volume 196 – Işue 10 – S.772-775 doi: 10.1097/NMD.0b013e3181878b69


(126) Di vê xebatê da babet tenê encamên nexweşiya stresê ya post-trawmatîk e.


(127) Binihêre, Nury, Razaw (2020): ,,Post-Traumatic Streş Disorder and Depreşion Among Survivals of Chemical Attack in Halabja”. AIJR Preprints, 256, Version 1

(128) Binihêre, Moradi, Faraidoun, Söderberg, Mia, Moradi, Fazil, Daka, Bledar, Olin, Anna C. und Lärstad, Mona (2019): Health perspectives among Halabja’s civilian survivors of sulfur mustard exposure with respiratory symptoms-A qualitative study. PloS one, 14(6), e0218648. https://doi.org/10.1371/journal.pone.0218648


(129) Binihêre, https://de.jiyan.org/unserearbeit/ (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(130) Zedetir agahdarî li ser lînka: https://www.ueberleben.org/allgemein/ueberblick-2/


(131) Li vir jî wek Kurdî hatiye nivîsîn.


(132) Li ser vê paşê bê nîqaşkirin.


(133) Kurdistan-Irak


(134) Binihêre, https://de.jiyan.org/unserearbeit/ (di 23.08.2022 da hatiye girtin).

(135) Binihêre, https://de.jiyan.org/standorte/ (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(136) Binihêre, https://de.jiyan.org/traumahilfeundgesundheit/ (di 23.08.2022 da hatiye girtin)


(137) Ji ber ku ev navdêrek xwerû ye, li vir rastnivîsîna wê ya orîjînal tê bikaranîn.


(138) Binihêre, https://jiyan.org/wp-content/uploads/2021/08/kirkukcenter_ar0910.pdf (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(139) Binihêre, https://jiyan.org/wp-content/uploads/2021/08/jiyan_foundation_annual_report_2012.pdf (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(140) Binihêre, MacDonald, Alex, 2020: https://www.middleeasteye.net/news/kurdish-halabja-death-highlights-failure-to-care-for-victims https://www.middleeasteye.net/news/kurdish-halabja-death-highlights-failure-to-care-for- victims (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(141) Binihêre, https://jiyan.org/wp-content/uploads/2021/08/2011annual-report.pdf (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(142) Binihêre, https://jiyan.org/wp-content/uploads/2021/08/2011annual-report.pdf (di 23.08.2022 da hatiye girtin).


(143) Binihêre, https://sadibey.com/dosyalar/Festivaller/Halepce_Sonsuz_Umut.doc (di 30.08.2022 da hatiye girtin).


(144) Min naveroka hevpeyvînê wergerand bo Almanî.


(145) Binihêre, Kanat, Fatin (2015) Halepçe Sonsuz Umut Helebce Hîway Nemir (2011) Fatin Kanat, Necmettin Salaz. [Video]. Youtube. https://www.youtube.com/watch?v=-muXdUfTY3g

(146) Binihêre, Kanat, 2015


(147) Binihêre, Koivunen, 2013: S.155


(148) Binihêre, Kanat, 2015, 00:43:05-00:43:28


(149) Binihêre, Kanat, 2015


(150) Binihêre, Kanat, 2015, 00:50:13-00:51:03


(151) Binihêre, Kanat, 2015

(152) Binihêre, Kanat, 2015, 00:33:23-00:34:18

(*) Ji xebata ku ji bo Zanîngeha Johann Wolfgang-Goethe; Frankfurt am Main hatiye amadekirin, hat kurtkirin û wergerandin.