Hevpeyvîn: EYŞEM JÎNDA
Komeke ji xwendekarên Zanîngeha Dicleyê, ji bo ku zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin/fêr û geş bikin hatin ba hev û Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ava kirin û ji bo ku pêşî li bişavtinê bigrin, biryar dan ku di nav xwe de bi Kurdî biaxivin. Ji komê Hemze û Mem nêrînên xwe bi me re parve kirin.
-Em dikarin navê we û beşa we hîn bibin?
Ez Hemze, beşa zimanê Îngîlîzî dixwînim.
Ez jî Mem, beşa rismê dixwînim.
-We çawa biryara avakirina vê komê da û we çawa ava kir?
Hemze: Bi rastî me ev kom sala borî avakir, min vî tiştî ferq kir ku di nivîs û tîpan de kêmasîya me hebû, herkesî tîpên latînî ê zimanê Tirkî dizanî. Min got wê demê çima em tîpên Kurdî yên latînî hîn nebin? Ji ber wê min komek li ser Whatsappê ava kir û min ji derdora xwe re peyam şand, got: “Yên dixwazin xwendin û nivîsa Kurdî hîn bibin bila beşdarî vê komê bin û em rojekê dîyar bikin û bi hevre alfabeya Kurdî hîn bibin.” Me tenê ji bo alfabeyê ev kom ava kiribû û me dît endam ji sedî bihurî. Em li hevdu kom bûn, ser ziman, çand û wêjeyê em axivîn û min ji mamoste Serdar re pirsî min got em çima nabin komele? Wî û hevalên din jî ev pêşnîyar pejirandin lê mixabin dema serlêdana komelebûnê derbas bûbû. Me wê salê xebatên xwe wisa domand lê îsal me ji bo komelebûnê serîlêda û em benda pejirandinêne.
-Wê demê we kêmasiyek di nav xwendekaran de dît û wisa biryara vê komê da?
Hemze: Rast e
-Hûn çalakiyên çi rengî dikin, dikarin mînak bidin?
Hemze: Navê me Komeleya Ziman û Wêjeya Kurdî ye lê em tenê çalakîyên ser ziman û wêjeyê nakin. Çalakîyên ser çanda Kurdî jî dikin. Çend roj berê me çalakîya Sêva Mêxekrêj kir. Xeynî vê me çend hefte berê bi komeleyek din re krîtîka pirtûka Feqiyê Teyran kir. Bi taybetî şerha helbesta Şêx Senan, ya Melayê Cizîrî. Xeynî wê me danasîna helbestvanên kû ne yên dema klasîk kirin. Wekî din ji bo sersalê em dixwazin zarokên pençeşêrê ketine û yê dê û bavê wan mirîye rûyê wan boyax bikin, lîstikan bilîzin, dîyarîyan ji wan re bistînin, kêfa wan bînin. Em dixwazin xwendekar û nivîskaran hevdu bidin nasîn. Ji bo herdu alîyan jî ev motivasyonek e. Bila nivîskar zanibin ciwan wan dişopînin û ciwan jî zanibin nivîskarên wan hene. Ji ber wê em di fûara pirtûkan de bi koma xwe re weşanxaneyan digerin. Çalakiyên me yên online jî hebûn dema erdhêjê de. Ji bo moral û motîvasyona mirovan.
-Xebatên we çawa diçe, xwendekarên zanîngehê çawa dinirxînin xebatên we?
Hemze: Xwendekar ji çalakîyên me aciz nabin, tahmê jê distînin. Ev jî xuya dike ku birçiyên çanda Kurdî ne. Dema li zanîngehê me standa xwe danîn gelek kes dihatin standa me, meraq dikirin, digotin ka hûn çi dikin. Haya wan ji roman û wergerên klasîk yên Kurdî tune bû, şaş dibûn. Me pirtûkên Kurdî nişanî wan dida, me digot bila ew zanibin ziman û wêjeya Kurdî jî heye.
Mem: Kesên ku ji Kurdî re eleqedarin ji dil in birastî. Bertekên xweş tên.
-Xeynî xwendekaran, mamosteyên zanîngehê an mirovên ji derve çawa dinirxînin xebatên we?
Mem: Ez karê pirtûkfiroşîyê jî dikim ji ber wê tekilîya min bi weşanxaneyan û nivîskaran jî heye, min ji gelek nivîskarên mezin bertekên xweş bihistîye, dibêjin em we pîroz dikin û dişopînin. Bala wan dikişîne. Ji bo me hemîyan ev motîvasyonek e. Navbera bajêr û zanîngehê de têkilî tuneye. Em dixwazin bibin mîna pirekê di navbera xwendekaran û bajêr de. Mamosteyan jî bi gotinên xwe piştgirîya me kirin dema me stand danîbû.
-Qûrsên we yên zimanê Kurdî jî hene?
Mem: Destpêkê de Kak Hemze tenê tîpên Kurdî nîşanî me dida. Lê hin xwendekarên di zimanê Kurdî de lîsansa bilind dikin, gotin em dikarin ders jî bidin. Demek nêz de em ê dest dersa Kurdî jî bikin.
-Hûn rewşa zimanê Kurdî li Amedê û li cîhanê çawa dibînin?
Hemze: Li Amedê axaftin kêm e mixabin lê eleqedar in. Wekî hûn jî dizanin zimanê Kurdî gelek deveran tê axaftin û bi zaravayên xwe jî gelek in. Û ez dixwazim herim li hemî cihên zaravayên Kurdî tê axaftin û wan deran bibînim.
-Peyama we ji bo ciwan û xwendekarên Kurd çi ye?
Hemze: Dema behsa zimanê Kurdî dibe tenê bersivek min heye: Mirov zimanê xwe piranî ji dayikê hîn dibe jê re dibêjin zimanê zikmakî, ji zikê makê tê. Dema zarok ji zikê dayikê derdikeve bi wê re diaxive û zimanê wê hîn dibe. Gor min dayik û ziman yek e, tu ji zimanê xwe biavêjî tu yê dayika xwe jî biavêjî. Qîmeta dayikê çi be ya ziman jî ew e. We çi kir bi Kurdî bikin.
-Hûn ji wêjeya kurdî kê dixwînin? Kîjan helbestwan, romannivîs û çîroknivîsan dixwînin û teqîp dikin? Bi taybetî jî yên ciwan?
Mem: Birastî hemî nivîskarên Kurd çi baş çi xerab ji ber ku Kurdî dinivîsînin ber dilê me şêrîn in. Lê di beşa çîrokê de Loqman Ayebe, helbestê de Yehya Omerî, Bahadîn Akhan bi taybetî yên xelata Arjen Arî distînin dişopînin, Hemît Omerî jî. Di romanê de jî Jan Dost diecibînim.
Hemze: Kêfa min ji helbestan re tê. Ez heyranê helbestên klasîk im. Bi taybetî jî her sê stêrkên me Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran. Ev nayê vê wateyê ku ez helbestên modern naxwînim, ji bo min stêrka çaremîn jî Cegerxwîn e. Û Arjen Arî jî dixwînim. Piranî nivîsên ser fikran dixwînim.