BERFA SOR

İSMAİL DÎNDAR

Berfa Sor, yekem romana Mehmet Dicle, di sala 2023an de, ji nav weşanên Weşanxaneya ZÎZê derket pêşberî  xwendevanên kurdî. Di wêjeya kurdî  de, berîya vê romanê  em nivîskarê wê bi kurteçîrokên bi navên Asûs(Tevn, 2005), Nara (Avesta, 2010), Ta (Avesta, 2014) nas dikin. 

Ji ber ku  behsa me ne li ser kurteçîrokên wî  yên ku di nav kutreçîrokên kurdî yên hemdem de xwediyê cihekî girîng û balkêş in, em ê li ser kurteçîroknivîsariya wî ranewestin lê em ê di vê kurtenivîsê de berê xwe bidin  berhema navborî :Berfa Sor.

Di vê berhemê de seqayekî wisa pêkhatîye ku  hê di  hevokên rûpela yekem de, xwendekarî radikşîne nav mitale, coş û tirsê û wisa jî di nav rûdanên sosret, rewş û bûyerên xwezayî, hêvîyên di dilan de tên çandin; tehma jîyanê didi dilê mirovî de germ û xweş dibe.

Nivîskar, li welatekî ku mîna yek ji lehengên romanê –Sadiqê Ûsê-  ji ber nakokî û şerê bi salan e li dar e, ji siya xwe ditirsin, bi wêrekîyeke rewşenbirî û pêre jî bi hunereke afirînerî pênûsa xwe hildaye dest. Nivîskar dilê xwe ji êşa civakê re vekiriye û bi nêziktêdayineke rasteqîn deqên xwe heta jê hatiye estetîze kirîye. Û her kesê di civakê de bi taybetmendiyên xwe û carcaran bi vegotineke qerfî hildaye dest  ku ev jî vegotinê estetîze dike.

Jixwe nivîskarî ew e ku, mirov tiştên ku her kes dizane lê her kes nikare qal bike yan nizane qal bike ye. Mehmet Dicle, bi berpirsiyariya endam û nivîskarê welatekî birîndar, miletekî bindest tevgeriyaye û rista xwe yî rewşenbîrî leyistiye.

Mîna di çîrokên xwe de kirîye ku navê berhema çîrokan a yekem jî ev e: bi navê “Asûs” warek ji xwe re ava kiriye ku ev “war” mastaraya welêt e û di vî warî de pêvajoyeke dirêj ji rabirdûyê bi dik û kêlîyan bi hev ve girêdaye. Di nav deqên romanê de, em mîna temaşeyên okestrayekê, li axîn û zêmarên li ser jîyana mirovên vê xakê hatine qêrîn guhdarî dikin. Di sembolîzekirina Aram  qira berî sed salekê ku hestiyên ji ber vê qirê mayî axa me, hişê me, bîra me û dilê me dagir dikin.   Ne tenê dagirkirin ku xew li me diherimînin.

Berfa sor jî bi ser de bibare, goristanan jî xera bikin, bikin xanî jî; axîn û zêmarên ji sed salan bi vir ve tên di guhê me de dikin çingînî, bîra me dikolin û dilê me diêşînin ku xew bi çavan nakeve. Bi sembolîzekirina “dara gilyazê” ku piştî çûna Binevşê di hewşa malê de hatîye çandin, bi Aram re êdî xew nakeve çavên Şerbetê, dayika Binevşê jî.

Heke roman dîroka vegotî be, Berfa Sor me dibe rûpelên kevn ên dîrokê û berê me dide rabirdûya me: dibêje, xwelî li serno, binerin, bibînin, çi bi serê we hatîye, çi bi we kirine, we çi bi kesên dî kiriye?…

Erê tu huner nikare pirsgirêkên civakê çareser bike, jixwe risteke wêje û hunerê nîn e lê ew dikarin rastîyan li ber çavan raxin û bibin sedema ramanê û şiyarbûna hişê kevizgirtî û pêre jî dilên qeşagirtî bihelîne, germ bike.

Di Berfa Sor’ de, wateya dîrokê bi kes û bûyeran şênber kirîye: Aram, Şêx Fexrî, Selîmê Postacî, Xeloyê Macir, Saloyê Qatircî, Filît û wisa jî Goristana Zarokan, Dara Gilyazê.

Hemû hêmanên romana xwe bi teşeyeke serketî bi hev ve hunandine û pergalek ava kiriye, pergaleke vegotinê. Carinan wisa tîr vegotîye ku mirov dibêje nivîskar xwe jibîr kiriye ku romanê dinivîsîne, jê were ku weke berhemên xwe yên berê çîrokê dinivîsîne. Zimanê edebîyatê hestî ye, ev yek di romana Berfa Sor de bi hosteyî hatiye bikaranîn. Tevger û rewişta lehengan him bi demê re, him bi rûdanên hawîrdor re biaheng e. Ziman,  têr e, jidil e. Bi çanda kurdî ango bi biwêj û gotinên pêşîyan hatiye xemilandin.

Ziman ne tenê ji bo ragihandinê bikar aniye/vegotiye, her weha ziman ji bo drametîzekirinê jî bikar aniye. Rewşên ji hev cuda(qira ermenan, serhildanên kurdan, têkoşîna gerîlla) li ser dika romanê li dû hev rêz kirine.

Gregory JUSDANS, dibêje; wêje, rojnivîska neteweyekî ye, çîroka rabirdû, niha û dahatûyê ye.  her weha hesta neteweyê, hemwelatiyê, bawerî û piştevaniyê hêsan dike. Bi min Berfa Sor, mîna ku nivîskarê navborî gotî, peywira xwe di vê wateyê de xweş kiriye.

Mikhail BAKHTİN dibêje;  roman, li ser curbecuriya gotinên civakî û dengên şexsî sazkirineke hunerî ye.

Di Berfa Sor de, bi gotina civakî ya curbecur û bi dengên kesane okestrayek hatiye sazkirin û dinav kompozîsyonekê de hest û raman hatine vegotin.

A.Ömer TÜRKEŞ dibêje; mekan, seqaya vegotinê diyar dike.  Xwendevan, dema ku bûyer diqedin û kes/leheng ji dikê derdikevin jî ev seqa birik dewam dike.

Di romana Berfa Sor de, hemû lehengên romanê bimrin an ji ser dikê biçin jî seqaya Asûsê dê bi Meqesa Zêrîn, bi Îstasyona Trênê, bi Goristana Zarokan, bi hewşa Dara Gilyazê tê de çandî û dûre bi tirba(gora) Dara Gilyazê  tê de hatiye danîn dê vegotina xwe bidomînin. Heta hetayê heke azadî, bextewarî li vî welatî şîn bibe jî divê ev vegotin bidomin û neyên jibîrkirin.

Mîna ku Marx jî gotiye; “ min hemû zanînên xwe, ne ji ansiklopediyan  lê ji berhemên BALZAC  fêr bûme,”  Berfa Sor jî wisa vegotineke dîrokî ye di heman demê de û mîna ku nivîskarê Meksîkî Carlos FUENTES jî gotiye,  “huner derewên dîrokê paqij dike” vegotina Berfa Sor,  belgeyeke dîrokê ya rastiyan e ku dê di dahatûyê de derewên dîrokê paqij bike.