Dr. ESKERÊ BOYÎK
Nado Maxmûdov di nav rewşenbîrên Kurdên Ermenistanê da yê herî naskirî, xweyê nav û dengê bilind bû. Bawar bikî, ji gêncîtiya xwe heta çû rema Xwedê, karên dewletê yên here bilind û cawdar da dixebitî. Zilamekî gewdeyî, girî despê bû, Kurdekî bedewî orgînal, bi seke-sifetê xwe. Dêmê wî bi rehm bû, bi ken, xerîbdost. Çiqas jî evdekî bi kursî û bi dereca xwe va bilind bû, di nav serokên Komara Ermenistanê yên mezin da rûdinişt, tev wan diçû-dihat, pîreka wî Ermenî bû, lê jê ra Kurdîtiya wî li ser asta ewlîn bû.
Nenihêrî mijûlbûna xwe, di topbûn û civînên rewşenbîrên Kurd, bûyerên Kurdewarî da timê hazir dibû. Dema gilî dihate ser Kurdîtiyê ew hazir bû.
Ez xwendevan bûm. Di civînên beşa nivîskarên Kurd, êvariyên xwendevanan û odên rêdaksiya rojnama RYA TEZE da çend cara min ew dîtibû. Rast, ez jê vedikişiyam. Bi xeysetê xweyî şermoke nêzîkî wî nedibûm.
Ez hê xwendevanekî gênc bûm. Nû ji gund hatibûm, ew ciwamêrî bi emir va çend salan ji bavê min jî mezintir bû. Wezîrê dewletê bû. Min jê şerm dikir. Paşê jî ez xortekî gundî, ew evdekî bi deba bajarî…
Despêka payîzê bajarê Yêrêvanê pirr bedew e. Ez avahiyê xwendevanan ya razanê da dimam. Berêvarê, carna tevî hevalan, carna jî tenê derdiketim nava bajêr. Avahiyê opêrayê nêzîk bû. Li ber goleke biçûk çêkiribûn. Ji golê ra digotin „Karapî lîç“ bi Kurmancî „Gola Qubeqaza“. Êvaran ew der pirr bi evd û xweş bû. Evarekê, ez jî rabûm, tenê çûme wir. Li dora golê kursiyên dar danîbûn. Li ser kursîkî rûniştim. Di nav ava golê ya zelal da qubeqazên çîl-qerqaş weke berfê, teyê bigota ne ku li ser avê ra avjenî dikirin, lê dişûlikîn. Kêfa min ji wan ra dihat, ketibûme nav fikir-mitalên xweş, nişkêva min dengek bihîst:
- Birazî, birazî!
Min rex xwe nihêrî, eva Nado Maxmûdov, tev du camêrên Ermenî. Xuya bû ku ew jî wê êvarê derketine seyranê, ji xwe ra digeriyan. Paşê ez pê hesiyam ku mala Nado jî li wê mehelê bû. Herd hevalên wî jî xebatkarên dewletê yên payebilind bûn.
Ez rabûm, sorbûyî, şermoke, nêzîkî wan bûm, min silav da wan… - Şerm neke birazî, tu Kurd î, pêşmergên hevalê te, li çiyayên Kurdistanê berê xwe dane dijminê me, ji bo azaya welatê min û te dijî dijmin şer dikin, – ji min ra bi Kurmancî got û ez bi hevalên xwe ra kirime nas. Ez ecêvmayî mam, di derheqa min da her tişt zanibû û yeko-yeko ji wan ra gilî kir, ez kê me, ji kîjan nehiyê, kîjan gundî hatime, kîjan meslekî xwendina bilind da dixwînim, helbestvan im…
- Xwendin alîkî, ez helbestên wî hiz dikim, – ji wan ra got.
Niha, ji şerman ez sor bûme, xwîdan li ser min ra avîtiye, nizanim çawa xwe ji wan xilazkim…
Ew sala 1963an bû…
Paşê, tevî wî evdê maqûl, bawer bikî sî salî riya Kurdewariyê û edebiyatê ra em, di tev civaka me ya rewşenbîrî, bi pismamtî meşiyan, heta sala 1990yî.
Evdekî xêrxwaz bû. Ewî ne ku tenê ez, lê gêncê me tev hiz dikirin. Civakî bû. Di Ermenistanê da kêm bûn meriv ku ew nas nekirana. Gundên Kurdan yek bi yek geriya bû. Çend salan serokatiya nehiya ku ez lê hatibûm dinê, nehiya Aparanê jî kiribû û bîranîneke xweş li nav yanzdeh gundên Kurden Êzdî, yên herêma Elegezê hîştibû.
Nadoyê Xudo Maxmûdov, di sala 1907an da, gundê Nor-Qeranlûxê, nehiya Martûnyê, Qeza Nor-Bayazêtê, di malake feqîr ya Kurdên Musulman da hatibû dinê. Ew efirandinên xwe, îllahî kurteçîrokên „Dûajoyê Biçûk“, „Salê Buhurî“, „Siyarê Hespê Boz“, „ Çawa Ez Ji Zar-Ziman Ketim“, „ Dersdarê Minî Rehm“ û hinekên din da, halê wan gundên Kurdan û zarotiya xwe ya dijwar radixe ber xwendevanan. Ji bîr tîne, çawa bi çi tengasî û zehmetya çûye xwendinê. Bav zû dimire, di zarotiyê da mecbûr dibe darê rêncberiyê hilde û berxvantî, şivantî û xulamtiya dewletiyên gund bike. Ewî di serhatiya xwe da nivîsiye, ku dema ew xulamê mala axê gund bû, axa dersdar digre ku lawê wî hînî xwendin-nivîsarê bike. Nadoyê xulam jî heroj li ber dêrî rûdinê û guh dide dersdar. Di nava demeke kin da lawkê xulam hînî alfabêya Ermenî dibe. Dersdar hewaskariya Nado ber bi xwendinê texmîn dike û wî di mekteba gund da dide qebûlkirinê.
Salên zarotiya wî salne pir dijwar û nerehet bûn. Pevçûnên navxweyî dijminatî dikirin di navbera gelên wê herêma Ermenistanê yên dost: Ermeniyan, Kurdan, Azeriyan. Pak e ew pirosês pirr nakşîne. Zûtirekê ordiya Bolşêvîka tê û hukumdariyê hildide destê xwe. Bi damezirandina qaydê Sovyêtê ra her agerê dijîtiya gelan yên navxweyî tê vêsandin, her tişt dikeve riya xwe. Di vî gundî da jî dest bi guhertinên sosyal-kûltûrî dibin. Ew bi xwe jî dibe şervanekî guhertinên nû, derdikeve dijî edetên kevne ziyandar. Ew yek kurteçîroka wî ya „Edetên Ziyandar“ da rind tê xanê. Di kurteçîrokê da bi hostatî, lê bi keser nîşan dide çawa xwîşka wî ya hizkirî dibe qurbana wan edetan.
Pirsa xwendina zarokan û hildana nexwendîtiya nava xelkan da dikevine rojevê. Xortê zîrekî jêhatî dibistana gund bi qîmetê baş diqedîne û dikeve nava kar-barên guhestinên sîstêma nû. Ji xebata komsomoliyê girtî digihîje katibê nehiyê, wezîrtiyê û parlamêntarê welatê Sovêtê.
Sala 1926an wî dişînine bajarê Lênînakanê (Gumuryê) xwendinê. Du salan di mekteba partiyayê da hîn dibe. Piştî kutakirina mektebê wî kivş dikin wek katibê komîtêya nehiya Hacîxelîlê (Aragasê) komsomola. Sala 1929a wî kivş dikin sedrê komşuxulkira nehiyê. Salên 1930-32an li bajarê Tilbîsê mekteba partiyayê bi serketin xilaz dike û derbazî xebatên Partiya Komûnîstiyê yên cawdar dibe.
Fakûltêta Dîrokê ya Ûnîvêrsîtêta Bajarê Yêrêvanê ya Dewletê xilaz dike.
Wextekî dirêj ew wek Katibê Yekê yê Partiya Komûnîsta ya Nehiyê (Komnehiyê) Aparanê û Hoktêmbêryanê dixebite.
Di welatê Sovêtê da Partiya Komûnîstiyê tenê hebû. Hukumdarî, rêvabirin gişk di destê wê partiyê da bû. Li her deran katibê partiyayê yê ewlîn xweyî û xwedan bû.
Paşê dikeve nava hukumatê, tê kivşkirin wek Wezîrê Debê (Komûnal) yê Komara Ermenistanê, Dewsgirtiyê Wezîrê Transportê yê Ewlîn û gelek-gelek karên komarê yên bilind û cawdar dike. Bawer bikî heta çû ber rehma Xwedê jî dixebitî.
Nado Maxmûdov çend caran hatiye hilbijartin wek parlamêntarê Parlamênta (Meclîsa) Komara Ermenistanê û Yekîtiya Sovêtê. Kê ku sîstêma welatê Sovêtê ra pirî hindikî nas e, zan e, ku ev derecên gotî pirr bilind bûn û hindik digihîştine wan bilindayan.
Tevî wan karên xwe, ew usa jî nivîskar û dîrokzanekî Kurd ê hêja bû. Di sala 1959an bi zimanê Ermenî pirtûka wî ya „Gelê Kurd“ hate weşandin. Ev pirtûka giranbiha 260 per e û tê da dîroka gelê me ji demên kevin girtî heta salên weşana pirtûkê hatiye şirovekirin, analîzkirin. Rast bêjim ez û Kurdên Ermenistanê yên nivşên min bi vê pirtûka hewaskar bi dîroka gelê xwe ra bûne nas. Pirtûk lêkolîneke dîrokî ya kûr û pirserecem e, bi Ermenîke zelal û xweş, ji bo goveka xwendevanên fire hatiye nivîsar. Pirtûk bi heft paran hatiye damezirandin: Pêşdahatina Kurdan ya êtnîkî, erdnîgarî û aboriya welatê Kurdan, hesê bineliya, ziman, kûltûr, edebiyat, bawerî. Oçêrkek derheqa dîroka derbazbûyî da (dema Xelîfên Ereba, dema Selçûka, dema Eyûbiya, bindestiya dema Monxolan, şerên Tirk û Farizan ji bo parevekirina welatê Kurdistanê ). Para şeşan di derheqa şerkariya Kurdan ya miletiyê-azadariyê da ne dijî zulma dagerkirên Kurdistanê (serhildana Êzdanşîr, serhildana Şêx Obêydûle, şerkara Kurdan ya miletiyê-azadariyê despêka sedsala 20î. Herba Cîhanê ya Duda û Kurd). Serê heftan di derheqa Kurden welatê Sovêtê da ne. Rast e, meriv bi çavên îroyîn û zanyariya dîroknasiya niha nikare hinek fikir, pêşdanînên xudanê vê pirtûkê ra qayîl be, lê ev pirtûk di dema xwe da, bi rastî jî destanîneke zanyariya Kurdnasiyê bû. Wê demê, di wî warî da seva xwendevanên Kurd valayîk hebû û wê pirtûkê ew valayî tije dikir.