Hevpeyvîn: BAWER RÛKEN
Yildiz Çakar piştî duwanzdeh salan bi pirtûka helbestê, “Mohra Reş”, vê carê derket pêşberî xwendevanên xwe. Helbestên Çakarê her tim cihê girîngiyeke xasî xwe ne. Him ji ber ku çi dibêje û him jî ji ber ku çawa dibêje. Tevî ku em herî pir li ser helbestê û “Mohra Reş” sekinîn jî, me xwest em têkiliya ruhê Çakar a bi helbestê û welêt re ji we re ragihînin da ku bi vî hawî hevpeyvîneke kêfdar jê derkeve.
-Em bi pirsa sereke dest pê bikin. Gelo çi bû sedem ku tu piştî 12 salan li helbestê vegeriyayî? Yanê tu bi pirtûka helbestê, bi “Mohra Reş” piştî ew qas salan vegeriyayî.
Esil min tu carî terka helbestê nekiribû. Tenê min wekî pirtûk çap nedikir. Ji bilî helbestên di defteran de gelek helbest di rojname, kovar û malperan de hatibûn weşandin, lê nebûbûn pirtûk hebûn. Ji ber ku van salên dawî, rast e min giraniya xwe bêtir dabû ser roman û şanoyê. Loma jî pir neketim tatêla çapkirina helbestan. Ji ber ku helbest her bi min re ye. Parçeyeke jiyana min e.
Mohra Reş jî ji ber ku êdî wêxtê wê hatibû, loma min biryara çapkirana wê da. Hêdî hêdî ez ê helbestên di defteran de çap bikim. Niha di dorê de “Zêmarên Rojê” heye ku ji 12 zêmaran pêk tê.
-Mohra Reş mîna mohreke reş e ku li binê biryarên girîng hatibe danîn. Gelo gava te Mohra Reş dinivîsand tu di derûniyeke di navbera Hebûn û Nebûnê de bûyî? Ji ber ku him ruhê sirgûnê û him jî seqaya sirgûnê pir bi eşkereyî xwendevên dixe bin bandora xwe.
Mohra Reş helbesteke bi çîrok e. Karaktera vê helbestçîrokê heye. Navê wê lûr e. Lûr jineke çavşîn e, bejnbilind e, xweşik e. Lê qedara wê ne bi destê wê ye. Ji ber ku hebûn û tunebûna wê bi warê wê ve tê pênase kirin. Di hevoka ewil de, dibêjim;
“li ser latûlûtê, wek lawlaweke bijahr xwe li mala me pêçabûn çeqel û hût. destek tarî ji gerdûnê kom kiribû ewrên reştarî. ji dêvla baranê xwîn dibarîya. ji dilopên xwînê xewek û jibîrkirinek ma; wekî qet şiyarnebin, raketin jinên rojê…”
Ango; welatê wê hatiye dagirkirin. Hebûna wê pê dane jibîrkirin. Û bi ser de jî di rêya mala xwe de tê kuştin. Na, tenê nayê kuştin. Îşkeneceyeke li ser cesedê wê tê kirin. Gewdê wê parçe dikin û ji serên pêsîrên wê (û yên wekî wê) ji xwe rê tizbî çêdikin. Ji gelek sembolên wekî; apolet, radiyo, bêdengî, çeqel û hût, sêdar û hwd. em karin gelek wateyan pê derxin ka çîroka lûr çi ye.
Di helbesta Mohra Reş de pirsa hebûn û tunebûnê çi qas hebe, di helbestên wekî ger ji destê te bihata min ê welatek bixwesta, tu kurdistanî, nebîrhatin û demsalên min payiz in, ne tenê sirguniya ji welatek ber bi welatekî din ve, behsa çûyina ji mirovekî jî weke sirguniyê pênas dike.
-Di piranîya helbestên vê pirtûkê de hêmaya Qerejdaxê cihê kirpandin û derblêdana gotinê derdikeve pêş. Hin caran di dirûvê bajarekî de, hin caran di dirûvê çiyayekî de û hin caran jî tenê nola erdnîgariyeke xwezayî di helbestên te de cih digire. Gelo ger tu bixwazî hêmaya Qerejdaxê bi çend gotinan ji me re rave bikî tu yê çi bibêjî li ser Qerejdaxa Yildiz Çakarê?
Dema zarok bûm û behsa Qerejdaxê dihat kirin, bi min werê dihat ku hemû çiya mala me ye. Piştî hinekî li xwe varqilîm min dît ku ew der ne tenê mal e, ew der bihuşta min e.
-Hema hema hemû helbestên di Mohra Reş de bi tevna çîrokekê hatine ristin. Gelo meriv dikare navê helbestçîrokê li van bike? Û çima te rêya vegotineke wisa ceriband?
Rast e hemû helbest bi tevna çîrokan hatine çêkirin. Ne tenê di Mohra Reş de, di helbestên min ên berê de jî tevna çîrokê heye.
Ne tenê hest, karakterên wan jî hene, heta di hinekan de mekan û zemanê wan jî hene. Her çi qas helbestên min ên bi du risteyan hebin jî, dilê min bêtir li ser van “helbestçîrokan” e. Ji çîrokên grîft û ji peyvên efsûn hez dikim. Loma jî min her du rêbaz bi hev re bi kar anîn. Dixwazim hevokekê di hevokeke din de asê bikim û paşê jê re deriyekî peyda bikim..
-Ger agahiyên min şaş bin ji kerema xwe min rast bike. Bi qandî ez dizanim te di 17 saliya xwe de dest bi helbestê kiriye. Hin helbestên te 2004an wekî pirtûk hatin çapkirin: Goristana Stêrkan. Gelo ji wê çaxê heya vê çaxê çi guherî ji bo te?
Gelek tişt guherî. Her çi qas min û helbestê me pir zû hev du nas kiribe jî, helbest bû destekî biçira û di her hevokeke min de defterên min ronî kir.
Ji çavderiyên xwe, ji xeyalên xwe yên ku nizanîbûn wê li ku sînorekî li ber xwe deynin, Goristana Stêrkan çêbû. Ji bo min wekî şîrê dayikê ye. Xav e lê pak û helal e! Ya ku min anî heta vê qonaxê Goristana Stêrkan e. Him ji aliyê ruhî, him jî ji aliyê fikrî gelek guherînên mezin d imin de çêbûn. Ez bawer dikim ev guherîn xwe di nivîsê de jî da nîşan. Wê salên pêş de, di hin xebatên min yên ku wê werin çapkirin de wê ev guherîn bêtir werin dîtin. Vê yekê karim wiha pênase bikim; mere çi qas ji xwe dûr bikeve wê ew qas nêzî xwe were. Meseleya min jî wiha bû. Çi qas dûr ketim û ji dinyaya qerebalix min xwe da alî, bêhtir nêzî xwe bûm. Loma jî wekî tercihekê dixwazim bi tenetiya edebiyatê re bijîm..
-Her berhem bi xwe re şêwaz û vegotina xwe jî tîne tu dizanî. Goristana Stêrkan, Derî û Mohra Reş. Di her berhemê de te şêwazeke dîtir bi kar anîye. Lê belê hin hêma, sembol û temayên nêzî hevûdu jî hene. Gelo der barêyê vê de tu dikarî çi bibêjî?
Mohra Reş pirtûka min a sêyem e (ji helbesta). Dema tu bala xwe didiyê, tu dibînî di navbera wan de tu wekhevî tune ye. Goristana Stêrkan her çi qas ji dileke ciwan hatibe nivîsin jî, bi şêwaza xwe qet naşibe pirtûka Derî. Di Goristana Stêrkan de piranî xwestek û kirinên ku min ji çavderiyan hilgirtibû, bûbûn risteyên hestan. Lê belê Derî bi serê xwe pirseke hebûnparêziyê bû. Loma jî helbestên di vê pirtûkê de bi dengê jinê karin werin xwendin. Ne ku ez sînorekî datînim, ev di xwezayiya xwe de çêbûye. Ji bo vê jî dema mêrek bixwaze destê xwe bavêje derî û bibêje “di navbera derî û dilê xwe de mam” divê xwe bike dewsa jinekê. Her wiha di Mohra Reş de jî her helbestek berê me dide paceyeke din, asoyeke din. Lê rast e hin peyv û sembol di wan her sê pirtûkan de digihêjin hev. Wekî peyvên; sirgunî, mirin, têkçûn, mal, war, derî, gula dawût, hêro, dûrahî, qerejdax, amed û hwd. Belkî ev peyv jî şanenava nivîskariya min bin. Loma jî di her metnekê de ev peyv û sembol jixwe re cihekî dibînin.
-Bi pirsa 6an re têkildar, di Mohra Reş de hîsa xerîbî, tenêtî, sirgûnî û bi gotina herî xwerû derbiderîya bêwelat a helbestvanekê xwe dide der. Diyar e bi awayekî girîng sirgûnê bandor li te û helbestên te kiriye. Gelo tu der heqê vê rêwîtiya xwe a sirgûnê de dikarî çi bibêjî?
Tiştên ziman nikare bibêje, dibin hêma, dibin sembol, dibin helbest… Dema ez li Amedê bûm jî carinan min xwe li sirguniyê hîs dikir.
Di 15 saliya xwe de me mala xwe di gola xwînê de hişt û em ji mecbûrî koçber bûn. Her çi qas piştî salan min kir eks û ez vegeriyam Amedê jî, lê min tu carî nikaribû biçe taxa me, xaniyê me.
Cihê ku tu xwe lê “azad û di ewlehiyê de” hîs nekî cihê ku tu bi xwe biryara jiyana xwe nedî, tu li wê derê jî “biyanî” yî.
Min vê yekê piştî gelek salan fam kir. Kengî mirov terka xwe dike wê çaxê dewsa birînên xwe dibîne. Ji ber ku navbendek pêwîst e. Navbendek di navbera xwe û jiyanê de..
Ji hemû sirguniyan, ji hemû reşbîniyan dîsa jî min ji xwe re welatek peyda kiriye. Welatek di dilê min de, di nava xewn û xeyalên min de cih digire. Loma jî çiqas peyva sirguniyê hebe peyva azadiyê jî li balê ye. Hêviya min ew e ku bi vê rêwîtiya sirguniyê berê me bikeve bihara welatekî azad. Û hêmayên rengorengo bibe para helbesta me jî!
-Pirsa dawîn. Tu aniha li ser çi berhemê kar dikî û wê babetê wê a wêjeyî çi be?
Niha li ser romana Xeyalfiroş dixebitim. Dixwazim îsal bişînim weşanxaneyê. Ji bilî romanê dema derfet bi dest dikevin, helbest û çîrokên di defteran de li komputerê bar dikim. Dixwazim hêdî hêdî, wan jî komî ser hev bikim û ji bo çapê amade bikim. Hin xebatên werger û şanoyê jî hîn didomin.
-Spasîyeke jidil ji bo vê hevpeyvînê.
Bi vê hevpeyvinê re te dîsa berê min da bîra zarokatiya min. Ji bo vê dildostaniyê û ji bo vê hevpeyvina samîmî, ez jî dixwazim spasiyekê bikim.