İSMAİL DİNDAR
Westîna şevê, xwe gihandibû roja jê diza; giranîyek di nav movik û şaneyên min de digerîya. Bi dengê metalîk re hişê min hişyar bûbû lê çavên min venedibûn. Min tê dernexist, gelo ew dengê sar ji dêrî yan ji telefona li ser sêpêya di navderê de hat?
Min xwe li tiralîya serê sibê ya ji ber xewê mayî danî, bêyî çavên xwe vekim û bêyî ji cihê xwe bilivim. Êvara borî, roja berîya wê, daweta me ya berîya şeş mehan li dar ketibû, salên zanîngehê, nûciwanî, zarokatîya min î li gund… Xizm û gundîyên min, heval û hogir, rez û pezê me… herî dawî dayika min, mîna fîlmekî ku gav bi gav, kêlî bi kêlî li ber çavan diherike, herikîn û bi dengê ku vê carê têgihiştim, ne ji dêrî lê ji telefona min belav dibe, nizanim ne hemû dîmen tevîhev bûn ne bi dengî re ji hiş û ber çavan wenda bûn.
-Delalê, keça min, ma hê ti di xew de bûyî!
Bi deng, bi hiş û bi dîmen niha tenê rûyê dayika min hebû li ber çavên min, her du çavên wê yên pirsyar, xemgîn û weke her carê kûr kûr dinêrîn û bi wan awiran jî dipirsîn: Ew pirsa ku li dû “Keçam ma hê tu di xew de bûyî?” “Keçam ma tu li kû yî?” “Keçam tu çawa yî?” bi dengekî nizim û mîna bi dizîka dihat:
-Keçam ma vê mehê jî tiştekî te nîn e…?!
Dayika min weke saeta siwarkirî bû. Ev şeş mehan, rojekê jî şaş nebûbû; ji min bêhtir bi cilketina min dizanî.
Ne şeş meh, bi vê pirsê, bi vê mitale, bi vê hesret û kederê ez hatim dawîya şeş salên zewaca xwe ya bi hevserê xwe Merwan re. Di şeş salan de, ji dêlva zarokekî/ê, me bêhêvîyê mezin kiribû. Hêvîya ku her roj, me diavêt dawa roja dî lê ew jî bi gotin û nêrîna bijişkên ku me xwe diavêt bextê wan, şikestibû, bi yek carê hişk î ziwa bûbû. Heke jîyana me dê bidomîya bêyî ez bibim dê û bêyî Merwanê ku weke dargerînkê me hevdu pêçabû bibe bav, dê bidomaye û ev yek jî dilê me dikir şûna şewatê.
Piştî bêdengîyeke kurt, reng û naveroka bersiva min diyar bûbe jî min bi heman dengê nizim li dayika xwe vedigerand:
-Na yadê na… tu zanî ku çêbû… di serî de ez ê mizgînîyê bidim te!
-Bi diayên qencên Xwedê, Xwedê li te were rehmê, keça min.
Dayika min ji bilî min çar keç û çar kur anîbûn vê dinyaya ku ev şeş salan li hêvîyê bûm da jiyan di malzaroka min de jî şîn bibe. Ez, ji serî zaroka wê ya şeşem, biçûka keçan, mezina sê kuran bûm. Bilî min, xwişk û birayên min tev bûbûn xwedî zarok.
Di rojên roşan û dawetan de, keç, kur û hemû nevî digihan hev; dengê zarokan ji mala me bi ser taxê ve belav dibû. Nêrîn û şabûna bi xwarzê û birazîyan dima para min û Merwan. Di her dawet û roşanê de, ji Stenbolê me xwe diavêt nav germahîya mala dê û bavê min li Kerborana bajarê Mêrdînê. Xwezaya Turabdîn û germahîya şênîyên wê, hemû keser didan jibîrkirin û dil dibû bêndera şadîyê. Gava em vedigerîyan Stenbola sar, her roj em di nav neyînîyên jiyanê de diteqinîn.
Rojekê ji rojên jirêzê yê jîyana me, telefona di tûrikê de kir çingînî, hejmara li ser ekrana telefonê bênav bû. Bi mitale, bi tirs û wisa jî bi peroş, min telefona xwe vekir:
-Kerem kin!
Tavilê dest pê kir:
-Rojbaş Delal Xanim.
Bêyî navber bide axavtina xwe, mîna çerxên makîneyekê li dû hev bizîvirin, domand:
-Ez ji Sazîya Parastina Zarokan li we digerim, navê min Ahsen e.
“Sazîya Parastina Zarokan”
-Be…be…belê…
Bi destan re, dengê min jî lerizî. Ji bo em bibin xwedî zarokekî, me serî li sazîyê dabû. Gava me serî lê da, ji me pirsîbûn:
-Gelo hûn keç an kur dixwazin?
Bêyî ez li serê bifikirim, min tavilê gotibû:
-Qet ne girîng e, bes em bibin xwedî zarok.
Lê di wê kêlîya ku pêlên peroş û şadîyê di dilê min de li nav hev ketibûn de, ew pêla mitaleyê ji kû derê bi min re peyda bûbû, nizanim, hema wisa ji nav lêvên min pekî:
-Gelo, keç e yan kur e?
Guhê min li benda dengê ji telefonê derkeve , di wê bêdengîya kurt û kûr de, kupe kupe dilê min jî ketibû nav tevgera lerzîna dest û dengê min. Di wê kêlîya kurt a bêdeng de, ne tenê şeş salên ku ez bimêr bûm lê sih salên temenê min bi yek carê bûn çemekî xurt, pêl bi pêl di dil û hişê min de herikîn. Telefona destan li ber guhê min bû, di nav dehl û rezên gundê me de, di nav koma xwarzê û birazîyan de, rûyê zarokê/a piçûçankê li ber çavên min şênber dibû û bi carekê re wenda dibû. Ez dibûm kevokeke spî , min perên xwe li bayê sivik dixist li çarmedora hêlîna xwe yî ku çêlîk tê de dikirin çiveçiv, ez di bin tûya di hewşa me de, li ber kerîya berxikên du-sê mehî bûm, kerîya mêşinan bi lez û bez êrîşî berxikên ku li cihê xwe nedisekinîn dikirin. Di nav çiveçiv û barebarê, dengê nerm ê ji telefonê derket di guhê min de bû newayek ji hemû deng û newayên li vê dinyayê xweştir.
-Em ê keçeke pir delal bidin we!…
Bi qêrîna ji gewrîya min derketibû laşê min jî lerizî di wê gavê de; pêre jî ji ser hişê xwe çûme û di nav koma hevalên min ên kar de li erdê dirêj bûme. Dema ez bi ser hişê xwe yî ku ji kêf û şadîya zarokî ji serê min çûbû hatim, Merwan jî li ber serê min çok vedabû. Ji ber ku tu kesî sedema alozîya min nedizanî, Merwan jî bi mirûzekî xemgîn û miştî mitale li nav çavên min dinihêrî. Hin bi hin hişê min î çûyî li cihê xwe rûdinişt, dema mizgînîya di hoperlora telefonê de gihabû guhê min ji nû ve hat bîra min, pêre pêre dilxweşîya min di çav û rûyê min de xwe dida der, bêyî ku sedema vê yekê têbigihe Merwan ez hembêz kirim û di wê kêlîyê de bû hevparê şadîya min.
Dema min got:
-Merwano, êdî keçeke me heye!
Merwanê ku weke min, ev şeş salan e, bi hesret û hêvîya zarokî dijîya, hindik mabû têkeve rewşa min, berîya demekê ku ez jîyabûm. Em ketin bin çengên hev û me rasteras berê xwe da Sazîya Parastina Zarokan.
Me navê keça xwe kir Avzêm. Keça me bûbû aveke qerisî û hinavên me yên şewitî hênik kiribû. Ava ji avzêmkê diherikî, her roj dara me ya jîyanê av dida. Û ligel Avzêm, bi Avzêm, bi saya Avzêm; mîna dargerîngê, me xwe li dara jîyanê pêçabû.
Ligel ku Avzêm ne ji bedena min û Merwan bû û ligel me nizanîbû dê û bavê Avzem ên bîyolojîk kî ne û ji çi nîjadê ne; min ê keça xwe bi stran, mamik û zimanê dayika xwe, bi zimanê kurdî mezin bikira. Û qet ne girîng bû li cem me, Avzêm ne keça me ya bîyolojîk be; me dê bi ked û heza xwe, ew mezin bikira. Ma jixwe hez, ne ked bû? Ma şîrîniya hez û evînê ne ji wê kedê dihat?
Weke dara bîyê li devê avzêmkê, weke gula li bexçeyê li ber çêm, weke şemamoka li nav bostanên Kerboranê; bi hez, bi lez, bi ked û bi zimanê dayika min a li gundê Kerborana li nav gelîyên Turabdînê, geş dibû, xweş dibû, mezin dibû Avzêmka me. Salek derbas bûbû li ser wergirtina Avzêmê. Serê du mehan carekê, ji Sazîya Parastina Zarokan, peywirdar dihatin mala me. Ji serî heta binî, li rewş û geşedana Avzêmê dinihêrîn, dipirsîn, dinivîsandin û diçûn.
Êdî Avzêm hin peyv bilêv dikirin. Lê peyvên ji nav lêvên piçûçankê mîna yên heçhecîkan derdiketin, nîvco, piranî yekkîte, kîteya pêşî ya peyvê bûn.
-Ba… da… mem… av…
Lê nizanim di hatina wan peywirdarên Sazîya Parastina Zarokan ê çendem bû, çawa jinikê destên xwe dirêj kirin û xwest Avzêm ji ber sînga min wergire û hez jê bike, tavilê got:
Na…na…na…
Jinikê tavilê pirsî:
-Ne demek “na”?
Berîya min, Merwan bersiv da:
-Size gelmek istemiyor, hayır diyor.
-Hangi dil bu?
Vê carê min bersiv da:
-Kürtçe…
…
Di nav bêdengîyê de, rûyê jinikê tirş bû û pêre jî hêrsa min pêl bi pêl berze bû…
-Biz Kürt’üz.
…
Ji dêlva tiştekî bibêjê, bêhtir rûyê xwe tirş, awirên xwe tûj dikirin.
-Biz Avzêm ile doğal olarak Kürtçe konuşuyoruz.
Bîbîkên çavên wê mezin bûn, dirûvê ajalekî kovî û har di rûyê tirş de xuya bû, min bi destê xwe Merwan nîşan da û got:
-İkimizin de anadili Kürtçeyi öğretiyoruz. Bundan doğal ne olabilir kî?
Rûyê tirş û awirên tûj têrî ramana wê nedikirin, bi dengekî pirsyar û hişk got:
-Sadece bu dil mi, Türkçe öğretmiyor musunuz?
Ji hêrsan lehîya xwehdanê di laşê min de gerîya, gewrîya min ziwa bû. Mîna ku bi rewşa min bihise, Merwan bi hawara min ve bezî:
-Türkçe sonra, şimdilik kendi dilimizi öğrenmesini istiyoruz. Türkçeyi nasıl olsa okulda zorunlu öğrenecek…
Bi gotina dawî ya Merwan re, jinik bû marekî reş î sar û bi wî mirûzê tirşî gecgicî, bi wan awirên êrîşkar ên balindeyekî goştxwûr, di devê dêrî re şemitî çû, bêyî ku bibêje, “bi xatirê we.”
Ligel mitaleyan tirseke nedîtî hat, di dilê min de venişt. Bi wê tirsê ez çûm gund. Şeş –heft salî bûm. Qutika reş li min, berstûka spî ya lekî ku stûkra min mîna kêrê dibirî di stûkra min de. Mamosteyê ku cara yekem çavê min pê diket, bêrawest diaxivî bêyî ku ez peyvekê ji axavtina wî têbigihim. Me li rûyê hev dinihêrî; bi tirs, mitale, nezanî û bêçare… Û ew axavtina ku dibû pêlên dengî û bêyî ez têbigihin, dibû tirs û xov û di dilê min de vedinişt; piştî bîst û pênc salan, îro, ji nû dilê min dikir warê êtûnê.
Loma, gava, dotîra rojê, mêrê ku di telefonê de got:
-Ez ji Sazîya Parastina Zarokan digerim, navê min Turan e.
Û west di zûtirîn katê de, divê ez û Merwan biçin sazîyê, min xwe weke mirîşka spî ya diya xwe hîs kir; dema dibû kurk û çîçik derdixistin û gava me destê xwe dirêjî wan çîçikan dikir, ew mirîşk dibû şêreke hêrsbûyî û agir ji nikulê wê dibarî û êrîşî me dikir.
Rojeke meha gelawêjê bû. Ez berîya Avzêm û Merwan şiyar bûm. Avzêm di xewa şêrîn de bû. Bi wê şêrîniya xewê dikenî, rûyê narîn mîna guleke spî, di bexçeyê gulan de, di sihara sibehê de bişkuvî delal, mîna kanîya raserî gundê me zelal bû. Beravajî Avzêmka min, Merwan mîna di nav deryaya xem û keseran de, li hember pêlên dijwar li ber xwe bide, wisa rûyê qemirî di nav mitale û tirsê de bû.
Ji hênikahiya serê sibehê bû yan ji ber tirs û mitaleyên bi helwesta peywirdarên duh hatin mala me bû, nizanim weke gelek caran dîsa dêya min hat û li hember min rawestiya. Destekî wê di kêleka wê de, mirov digot ku destê xwe wisa daneyne kêleka xwe dê ji piyan bikeve; destê dî salika tije tirîyê mazrona bi şid girtibû. Dema çavê mirov li libên zer ê tirîyê mazrona yên bi pelên mêwê hatibûn nûxumandin li dîsa jî hin ji wan li ber tava rojê diberiqîn diket, pêre pêre jî aveke tehm xweş di dev de digerîya.
Heta Avzêm di dergûşa xwe de neliviya û bi dengê giriyê wê yê ku agahîya birçîbûna zikî radigihand, Merwan jî ev çavên xemgîn ên bi bûyera duhî, behreya kenî wenda kiribûn vekirin, çavên min wisa bi dîmen û tevgerên dayika min ve hilawestî man. Dayika min çi şêrîn bû ligel dilê xwe yî xweş, ligel zimanê xwe yî geş. Her çi qasî digot, “ Ku yê we bi xwe bûya, wê çêtir bûya,” jî bi peydakirina Avzêmê, dara kenî di rûyê wê de kulîlk vekiribû. Belkî dilxweşîya wê ji ber dilxweşîya min bû. Ma ne wisa bûya, dayikbûn çi bû?
Bi êşa zarokan kezebşewitî, bi şahîya wan bextewar bûn dayik.
Ne ji xwîn û hinavê me be jî me zarokek peyda kiribû. Mebesta me ew bû, em wê bi hez û hêza xwe mezin bikin, şîn û şên bikin, bi rih û giyan bikin, em wê bi keda xwe şa bikin… Di nav ewrên raman û xeyalan de li ber ba û bageran, min Avzêma di hembêza xwe de bi şid hembêz dikir. Merwan pê li bişkoka muzîkê kir:
“Gundê me li pişta çiyayê Bîngolê e.”
Bi bihîstina deng û newayê stranê re, Avzêm ji nişkê ve hilçeniqî û dest û piyên wê livîyan. Ji roja hatibû mala me, her roj, bi caran ev starn dibû mêhvanê guh û giyanê Avzêmka me. Û niha jî rêvebirên Sazîya Parastina Zarokan, digotin:
-Hûn nikarin bi kurdî pê re biaxivin…
Daxwaza me ya yekem peydakirina zarokekî/ê, ya duyem jî ew bû ku em zimanê dayika xwe, di rih û giyana zaroka xwe de ji nû ve şîn bikin, mîna ku bi hezaran sal e di nav her civakê de dubare dibe.
Gerînendeyê xwedîyê simbêlên zirav ên di her du aliyên devê wî de, mîna du marên reş xwe ber bi jêr ve berdidan, bi awirê gurên har ên li çîya û banîyan birçî mayî li me her sêyan nihêrî, bêyî ji paldanka tê de rûniştî bilive, wisa awirên tûj î neyarane di nav çavên me de kutan.
“Rojbaş”a ku min û Merwan bi hev re, bi tirkî bilêv kiribû jî bêbersiv, di nav seqaya sar a vê jûra ku dirûvê zindanê pê diket de, hilawestî ma. Min hêrsa di çavên Merwan de dît û pê re jî Avzêmka xwe di hembêza xwe de bi şid girt û bi dengekî nerm û heta ji min hat bi bişirînê şûştî, ji mirovê ku ji mirovî bêhtir dişibîya wawik û keftarên li serê çiyayên xewle har û birçî re got:
-Bizimle görüşmek istemişsiniz.
Bêyî me kerem bike palgehên li her sê hêlên wî di rex hev de rêzkirî, dest bi axavtinê kir, axavtina ku ji axavtinê bêhtir, her peyveke wî mîna gulokek agirê sor li ba dibû û dihat li nav çavên me diket.
Dema digot.
-Em tirk in! Dewleta me tirk e!
Avzêm di hembêza min de, min her du çengên xwe lê pêçabûn. Mîna mirîşka dayê dema çîçik derdixistin û li hember êrîşekê perê xwe vedikirin û li dora çîçikên xwe dibû sinca bidirî.
–We serî li me da, we zarokek ji me xwest. Me jî zarokeke mîna şaxa gulekê da we. Lê tişta em dibînin, hûn li dijî nirx, çand û kanûnên dewleta me bi zarokê re bi tirkî naaxivin. Divê hûn zanibin ev yek nabe û em qet û qet napejirînin.
Nizanim çawa bû dîsa min xwe li devê derîyê dibistana seratayî yê gundê me dît. Ew sirûda ku her sibeha rojê me hemû xwendekar bi hev re, weke ferza nimêjê dixwend û digot, “Ez tirk im, ez rast im… û heta me xwe ji hebûna nijadekî ku em ne jê ne re cangorî dikir û bi wê nîjada ku em ne jê bûn, me digot em pê bextewer in…” ligel qêrîn û lêdana mamosteyê ku bi zimanê me nedizanû û me jî bi zimanê wî nedizanî, di guhê min de kir çingînî ku êdî min hew axavtina rayedarê ku kef bi devê wî ketibû û bêrawest diaxivî, têbigihim.
Merwan bi hêrsa ku ji deng, tevger û awirên wî difûrî, gavekê xwe da pêş û got:
-Ama…
Hîna Merwan gotina xwe negotî, gerînendeyê ji hêrsan dîn û har bûyî, bi dengekî ji yê pêşî bilindtir û tujtir, got:
-“Ama”sı, “yama”sı yok! Ya çocukla Türkçe konuşulacak, ya da çocuk sizden alınacak!..
Em ketibûn nav nal û bizmarî. Mîna em bi hawara hev bazdin, min û Merwan me xwe da rex hev. Xwîna min dikelîya, devê min ziwa bû; tavilê min berê xwe da devê dêrî. Berîya di dêrî re derkevim, berepaş vegerîyam û hê jî nizanim ew qêrîn çawa ji devê min derketibû, ez qêrîyam.
-Ne tenê hûn, ku dinya hemû were, kes nikare keça min ji min bistîne.