Çavdêriyeke kurt li ser Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê

Aziz Tekîn

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê îsal di navbera 17-27ê Nîsanê de hat lidarxistin. Pêşangeh li navenda bajêr, li Parka Samî Abdûrrahman e. Li gor agahiyên rêveberiya pêşangehê daye 300 heb weşanxane tevlî bûne. Ji van weşanxaneyan 3 heb ji Bakur; Nûbihar, Sîtav û Avesta. Ji Rojava jî tenê Nexş. Ji Rojhelat; sê heb, ji Başûr jî bi dehan weşanxane tevlî bû.

Slogana pêşangehê “bixwîne, hişê te ne çêkirî ye” bû.

Ji bo weşanxaneyên Bakur tişta herî muhîm û zehmet şandina pirtûkan e. Her çiqas Wezareta Rewşenbîrî û Lawan bi awayeke fermî daxwîyanî dabe bo ku zehmetî ji holê werin rakirin jî pêkatina wan dê di salên pêş de were dîtin. Bo baştir bê famkirin pêvajoya şandina pirûkan bi awayeke kurtî ez besh bikim. Weşanxaneyên Bakur pirtûkên xwe yan bi rêya otobêsên navbajarî dişînin an jî bi rêya fîrmayên kargoyan. Her bi çi awayê bişînin jî rêyek dirêj û zehmet li ber wan e. Wek Nûbihar me bi fîrmayeke otobêsê ji Diyarbekir şand. Li deriyê sînor ya Habûrê, aliyê Tirkan pirtûkan daxistin û rojeke dan sekinandin. Bi xêra navbeynkaran awayeke me derbasê Başûr kir. Her çiqas me ji Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Başûr destûra pirtûkderbaskirinê standibe jî li wir jî koliyên pirtûkan hatin daxistin. Piştê wî dîsa nevbeynkar, wezaret, berpirsên deriye sînor… wisa wisa di nava du rojan de ancax me pirtûkan derbas kir. Li vir tişta herî muhîm û bi problem ew e ku dema li Başûr pirtûk an her çi eşyayê te ket gumrikê, karê te bi dewlet û saziyên wî re diqede. Fîrmayên taybet dikevin navberê û bi fiyata hûn li hev bikin eşyayan li gumrikê derdixin. Ji wir jî neqliye tê eyarkirin heta Hewlêrê. Axirî herî kêm hefteyeke tenê karê şandinê dewam dike. Ew jî bi eziyeteke mezin.

Weşanxaneyên din bi giranî ji welatên Ereban tevlî bibûn. Pirtûkên wan jî bi tevahî Erebî bû. Li kêleka pirtûkan, zimanê pêşangehê jî bi Erebî ye. Ji danasîna pêşangehê bigre heta nivîsên li ser standan, ji maîlên rêveberiya pêşangehê bigre heta xebatkaran. Ji ber xebatkar jî piranî zimanereb bûn dema pêwsitiyeke derdiket kesên Erebî nezan zehmetî dikişandin û her wiha bangî hin kesan dikirin ku bo wan wergêriyê bike. Ji vê rewşê gelek kes acis bibû. Dema meriv li atmosfera pêşangehê dinihêrî bi rehetî meriv nikaribû bigota ku pêşangeheke rengkurdî ye. Ji bo vê rewşê jî gelek bertek hatin nîşandan. Weşanxaneyên navendên wan li Başûr bûn û li ser standa wan Iraq hatibû nivisandin. Di rojên dawî de ji ber bertekan alaya Herêma Kurdistanê li ser hat zeliqîn.

Tişta herî cihê di pêşangehê de ji yên Bakur û Tirkiyê ew bû ku bi tu awayê pirtûkên dersan li cihê pêşangehê nedihat dîtin. Di dema ketina pêşangehê de çi kesê bixwazin erebeyê marketan ji xwe re digrin û li pêşangehê wisa digerin.

Hezkirineke taybet ji aliye gel de bo weşanxaneyê Bakur hebû. Lê ji pirtûkan zêdetir rewşa Bakur, geşedan û hilbijartinên wir, rewşa ziman û tiştên bi civakê re dihate pirsîn. Ji hêla alfabe de jî piraniya xwandevanan şaş diman ku Bakurî bi Latînî pirtûkên xwe çap dikin. Ji wan re wisa dihat ku pirtûk bi Îngilîzî an Tirkî ne. Ji ber li ser standa weşanxaneyên Bakur Tirkiye dinivisand, her kesê ku pirtûkên bi Tirkî dixwestin dihatin ba me. Bi bandora rêzefîlm û medya civakî gelek kes pirtûkên popîler ên li Tirkiyê dipirsîn û dixwestin wan bistînin.

Tiştên dihatin pirsîn zêde li Bakur çawa be li wir jî wisa bû. Herî zêde; Erebê Şemo, bi taybetî jî romana Şivanê Kurmanca, Cegerxwîn, Mehmet Uzun, pirtûkên Ebdulla Ocalan û Selahattin Demîrtaş dixwestin. Eleqeyeke mezin jî ji bo klasîkên Kurdî yên navdar hebûn. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Findiqî dihat pirsîn û stendin.