DAWÎ

Fewzî Bîlge

Te gelek heyamên kûvî kedî kirin û werzên şavî kir bihar û helbet ne ji bo di hemû zemanan de li ber pêgên lawiran biçin.

Romî ne, bê lome be reş in. Ne li erd û ne li ezmên xwedî Xwedayekî ne û me rojborîyên xwe nekir hêlrêker, ketin, şikestin, bimeşin.

Divê me heya a niha bihuştek ava kiribûya li navgîna rojhilata dojehê. Qene dilobêjan bes bigotina li ser gorên beytikan ên li qelaçê nêzî girê bêmirazan. Rêz bi rêz, dirêj, bi wext, bê wext.

Berê xwe bide wê bawerzînka hênik, nermik nola navê xwe ku xwîn neniqûte nava dil, bihêle bila xwe bera nava axê bide cardin. Hîn tu ji bayê xwe neketî berevanîya fêrîk û firîkên xwe bike. Qene bila ew firar nekin mîna payîzokên borî, bejinbihar ku nû bi firê ketibûn. Ji dil çavşînka enîya xwe, bi stûyê xelefa kulîlka min ve deyne, ya di hewdik de nû aj daye. Tovên wê dijromî, dijmêtînger in, bi qedir in.

Min ji tayek simbêlê Haco Axa yê lê xwendî û tayek jî yê qertelê Araratê xistîye nava berbejinka rûqedîfeyê nikînû, ew hilanîye ji bo wan tovên çak û pakan. Mîna perîkên perîyan bi wan ve şîn hatibin wê bifirin, berê xwe bidin qotê çîyayê hêvîyan. Tu jî mîna min xemxurê xemekê yî, ji ber ku dengê te bi dengê min re difirî û belkî xwe li ser axa çav li rê qerimî ye deyne dawîya dawî.