Dr. Eskerê Boyîk
Kurmancî zimanê Ȇzdîtiya me yê resen e,
Ulmê Șîxadî, qewlên Șêx Feryê Adiyan e,
Di Lalișa Nûranî da zarê duea-dirozgên me yên hezaran salan e.
Avên Kanîya Sipî bi Kurmancî kișyane,
Kevirên Lalișê bi Kurmancî meșyane,
Birînên cangoriyan bi Kurmancî êșyane.
Me eydên xwe bi Kurmancî kirine,
Xas û qelenderên me bi Kurmancî jiyane, bi Kurmancî mirine,
Cinyazên pîrozayên xwe me bi Kurmancî verê kirine.
Çira û findên Lalișê bi Kurmancî keniyane,
Sema û govend bi Kurmancî geriyane,
Bûk bin xêliyan da bi Kurmancî keniyane, bi Kurmancî giryane.
Fermanên me bi Kurmancî mor bûne,
Rêyên xerîbiyê bi xwîna cangoriyan bi Kurmancî sor bûne,
Me bi Kurmanciyê xwe parastiye, bi Kurmanciyê zor bûne…
Di xerîbiyê da me gund-ocax bi Kurmancî șên kirine
Ziyaretên xwe bi Kurmancî çê kirine,
Ji welêt ra duayê xwe me bi Kurmancî bi rê kirine.
Kolosê kalkê min di xerîbiyê da bi Kurmancî bûye,
Xemla pîrka min bi Kurmancî bûye,
Xêlîya dayka min bi Kurmancî bûye…
Me bi Kurmancî parastin dîrok, dîn û îman,
Me bi Kurmancî parastin ziman, nav û nîșan,
Me bi Kurmancî parastin netew, Kurd û Kurdistan.
Lê dîsa Komkujiya Șengalê bi Kurmancî bû,
Șengal tenê hîștin, xiyanet, bêtifaqî bi Kurmancî bû,
Nav-namûs, tiberk di devê weșa da hîștin bi Kurmancî bû.
Di welatê xwe da penaberî bi Kurmancî bû,
Di bin konên nêylon da bê war û be cî bi Kurmancî bû,
Bi bextê me ra lîstin bi Kurmancî bû…
Ruhê Kurmanciyê em in, Kurmancî tariyê da çê nabe
Em tovê Kurmanciyê ne, zevî bêy me șîn nabe
Welat bêy me çê nabe,
Nabe, nabe, nabe!
Na, rev ji welatê xwe Kurmancî nîne,
Na, xeyd ji welatê xwe Kurmancî nîne
Em Kurmancî ne, Kurmancî em in…
Yek ji bê yekî nabe!
Qedera Kurmanciyê em in,
Kurmancî bêy me nabe
Emê vegerin!
Çiqas jî cî li me teng bikin,
Me ji axa me der bikin,
Kurmancî zimanê me ye,
Kurmancî welatê me ye.
Bes e!
Çima ciyê me li welatê me da tune ye?
Na, kes nikare dawiya me bîne,
Na, kes nikare Kurmanciya me,
Welatê me,
Lalișa me,
Șemsê me,
Kurdistanê
Ax, van gorên me yên tomerî ji me bistîne.
Em Ȇzdî ne,
Kurmancî em in,
Em Kurmancî ne.