YILDIZ ÇAKAR
ester:
-te çima kêra xwe ji bîr kir?
xwedê:
min ew ji bo mêran danî wir, bo xwe pê paqij bikin.
ester:
-ka binêre! morîkên jinan qetandî, guliyên wan jêkirî, stûyên wan bi xwîn in!
dîrok
destekî bi xwîn şaristanî ji xwe re kirîye rûpoş û zeman dîl girtîye bi qamçîyên xwe
– li vê derê, ku xeyalên heftreng tê re derbas dibe.
ew ên di tarîyê de tim dîwar çêdikirin, ji laşên bêgîyan
mohra rojê ya ji şîrê xav û ji arî -bi jêbirkek xwînî ji enîyan dibirin
dibirin nobedaran, ew hemû derîyên ku dil û ruhan didît ji çavek.
bi talanî tasa xwe li robaran dixistin
dixistin şêr û ejderha, ji bin lingên stêrkan. wiha sêwî diman heyv û komika heftxwişkan.
weke rêyên karwanan, rêyên talanê çêdikirin rêz bi rêz
kulîlk, kêzik, kevir
û ew dara qedîm a di baxçeyê bihuştê de koka wê li dû wê dima,
hildigirt û dibir welatê mirîyan, ew dest -ku ji taritiyê dixuliqî.
û digot: “xelata we xew e.”
ester:
û ez, ewa hebûna wê pê dane ji bîr kirin,
bi şaşîtî be jî di tu rojnivîskên netewan de derbas nabe,
hildigirtin û dibirin dilê min ê perçe perçekirî
ber bi muzexaneyên ku hemû xwedawendên welatê rojê tê de hatibûn zincîrkirin –loma bêhna zengarê ji mûzexaneyan tê.
stêrk xistibûn xwarê ji hemû şevên zîvî,
niha ezmanek (reştarî) tarî maye ji wê binyada qedîm – wek qedereke mayînde
her roj jinek wê dike kofî ji serê xwe re – wek taczêmarekê.
xwedê:
heqîqet her dem li xwedîyê xwe vedigere. çiqas zirav bibe jî ew girêdan -naqete ji navokan.
ester:
cihekî dişibe vê derê, şev li ser devê kêrê,
di nava xelekek tarî de min xwe dirêj kirîye.
gumîna deng û hime hima kabûsan e – li ser serê min dizîvirin perwaneyên hesinî.
ji zûde ye hechecikan koç kirine ji xewnên min.
hechecikan dengê xwe jî bi xwe re birine, ne dengê wan tê êdî, ne jî dergilek ji hêlînên xerabûyî yên di sîvanekên ezmên de.
huznekê rahiştîye tenetîyê û rûniştîye li ber kofîyê – yeko yeko jêketine stêrkên wê.
xwedê:
-cihê roj lê tune be, mirin lê hukumdar e!
ester:
wiha destê xwe dirêj kir spêle, di bin qapaxên çavên min de -bexçe:
cendekekî bênav, di nava dexelên dirêj de, dirêj dibe weke darekî.
xwedê:
-tiştên te dane, bi qîmettir e ji tiştên te stendine.
ester:
bi qimettir bû qurban û dehiyanên min dane ji vê dara debdebe
ku di nava sînga min de her diçe bi şax dibe.
xwedê:
-ger tu sax bihêlî vî şaxê gewre, wê hechecik careke din lê vegerin!
ester:
ev dax û hesret, ji bêçaretî naxwazin min têxin xew.
qefeseke teng e ezman, di bin qapaxên şil ên çavên min de,
loma jî cihekî ez pê de herim nîn e!
xwedê:
-li ciheke negere li vê dinê, li qelbê xwe vegere, vegere wê binyada qedîm – ewa hemû dengê hebûnê tê de.
ester:
dengvenade ji tu dengan şev
-di van kuçeyan re, ku zemanekî, mîna xewnên şevan ken û şahî tê de derbas dibûn, wê çawa min vegerîne wî cihê ku jê re dibêjin mal?
xwedê:
-li kûrahîya dil binêre – li wê derê ye ew der!
ester:
tunebûn, dibû gerdenîyek zengarî û wek lewheyekê bi derîyan ve dihat kutan. difrotin kevirên şîn, ji wî baxçeya hişîn, ku li wir, di bin kapaxên çavên min de nobedar bûn şêr, ejder û teyrebaz. wiha gerîyabû xeleka reş, weke di mêrabê de be.
xwedê:
-nobedarên erd û ezmên tu car winda nabin ji tu zemanan. tenê şiklên xwe diguherînin.
ester:
di bin qapaxên şil ên çavên min de -şev, di rêyeke dipdirêj de weke rêwîyek li benda kêlîya dawîn a jîyanê be -hîn wiha sekinandîye. wiha sekinandî me di nava xeleka reş de. her diçe kêm dibim. weke gerîdokek digere li dora min xeyal. dibêje, tu bi kîjan rêyê de diçî, biçe. lê dawî de tu yê heman bexçê bibînî -ne kêm ne zêde! lê ev xew ne xewa te ye! ne dengê min derbas dibe ji xelekan, ne jî lingên min ji sinoran. ev cihê ku dibêjin cihê xwedê ye -ya ku mala me tê de xerabe.
xewn:
-hîn jî her tişt wek xwe sekinî ye -di baxçê de simbil mor in û yasemîn spî. hîn jî her çivîk bi refê xwe re difire û hîn jî masîyê wênesaz resmê gerdûnê xêz dike di bin avê de -bi perikên xwe yên biçûk. bi sivikî hezkirin dikeve paxilan, mezin dibe dil ji dil weke gula sedpel. Şev, wek dergûşeke bêdeng, xwe diqûlipîne ji van destên roj û stêrk li ser. binêre! ji ester heta niha, weke şîrê dayikê, bi bereket e şîrê her heba genim.
deştên zer,
zozanên hêşîn,
û ev erdên fireh,
ên dipdirêj, ku fîstanên batînokî li xwe dikin her bihar. her bihar morîkeke spî di dil de geş dibe li ser navê jînê. ka bibêje, tu çi dibînî ji vî çavê ku her tiştî dibînî?
ester:
rêyek heye di navbera erd û ezmên de – dirêj û şîn.
mêze dikim ji cihê hatî -di bin kapaxên çavên xwe de yên nîvvekirî.
şev şil e hîn di bîranînên min de
û bêdengî li ser devê kêra tûj e – kêr di destê kujerekî de
û dibêje min, xew derman e ji bêçareyan re, de lorî bike!
xwedê:
-xew rêber e. nabe derman ji vê wexta kin re. tûj bike sebrê.
ester:
tu dibêjî çavê xwe bigire ji vê şeva şil a li bin kapaxên çavan, wê te bilorîne di paxila xwe de zeman.
ew zemanên ku tu car nebûye stargeh ji van hemû nifşên windayan!
xwedê:
dîtin û nihêrtin nabe yek. îman ji ronahîya çavan e.
ester:
bêçaretî, bi destnivîsê dihat çêkirin ji bo enîyan!
çiqas reş dihat nivîsandin, ewqas mezin dibû sî di bin van kapaxên çavan de.
xwedê:
-berxwedana te qedera te ye!
ester:
çavên min ên nîvvekirî, tên girtin hêdî hêdî -şil e hîn di bin kapaxên çavên min de şev.
ka binêre; bi carekê re simbil hişk bûn, meran çilmisî. di paxilan de hezkirin bû gulexwîn.
şev bi giranî xwe vedikişîne nava xwînê, xelaka tarî her diçe mezin dibe,
kesax kir kulîlk û dar -ji kokê,
xwîn bera robaran dan bi tasa te, ey xwedê.
û bi kulman agir xistin ber paxilan!
wiha mezin bû kofîya reş, reş girêdan bext -ji hemû taliya xweş
û
hatin ji çolê
refê teyrên berateyan, gotin em xwînê bi germî vedixwûn û çermê xwe bi saxî radixin li ser ben
-wiha weke perdeyeke reş
hêlîna xwe di mala me de çêkirin û gotin: keşwer xenîmeta xwedê ye û yên tê de jî ji me re malê dinê ye.
*xewa bêçaretî, beşa ewil