PÊŞBIRKA ÇÎROKAN A EĞÎTÎMSEN ŞAXÊN AMEDÊ

İSMAİL DİNDAR

Helbet çi pêşbazî be çi pêşbirk; ew hesta “serkevtin, çêtir, a herî baş” û pê re jî ew rewşa “ecibandin, rûmetdayin, xelatkirin” bandorê li raman, tevger, hest û xebata mirovî dike. Dike ku mirov hê bêhtir û hê  çêtir xwe bide karê xwe.

Di wêje, hüner, zanist û sporê de kesên pêşbirkê li dar dixin an dewlet in an jî sazîyên ji hêla aborîyê ve pir bihêz in. Weke mînak xelatên Nobelê û Oscarê li cîhanê tên zanîn. Li Tirkiyeyê jî di warê huner û wêjeyê de hin xelatên ku bi salan e tên dayin hene. Weke mînak xelatên Orhan Kemal, Haldun Taner, Sait Faik, Portakala Zêrîn û hwd.

Li Bakur, di vî warî de, xelatên Huseyin Çelebi demekê hatin dayin. Di warê çîrok û helbestê de, li ser navê siyasetmedarê navborî pêşbirk hatin lidarxistin û xelat hatin dayin. Ev pêşbirk ji hela saziyên kurd ên li Ewrupayê dihat lidarxistin û mixabin berî çend salan rawestiyaye.

Dîsa li ser navê ciwanê kurd Şerzan Kurt ku li bajarê Muğlayê ji hela faşîstan ve hatibû kuştin,  ji hêla Eğitimsen şaxa Êlihê ve pêşbirka çîrokan tê lidarxistin. Par cara 13. Pêşbirk hat lidarxistin û cihê dilşadiyê ye ku ev pêşbirk hê jî didome.

Di warê helbestê de ji hêla weşanxaneya Evrenselê (Sor) ve li ser navê helbestkarê kurd Arjen Arî îsal cara 12. pêşbirk tenê bi zaraveya kurmancî hat lidarxistin. Di warê helbestê de û di kesayatiya şaîrekî mîna Arjen Arî de, helbet xwedî serkevtineke mezin e.

Di warê rojnamegeriyê de jî xelata Musa Anter ji sala ku bi awayekî hovane hate kuştin ve, di vî warî de tê dayin, helbet ev jî di qada rojnamegeriya kurd de her çi qasî sedema xelatdayinê ji bo kurdan û rojnamegerên kurdan ne baş be jî hewldana bi rik û bi rûmet ya ku tê dayin cihê dilxweşiyê ye.

Pêşbirka navborî bi sedema kuştina çend zarokên kurd (Abdullah Duran, Enes Ata û yên dî) ên di sala 2006an de li bajarê Amedê, ji hela Eğitimsen şaxên Amedê ve ji sala  2007an ve bi zaravayên kurmancî , kirdkî û zimanê tirkî di beşa çîrokê de tê lidarxistin. Îsal cara 14. tê lidarxistin. Ji hêla sazîyeke mîna komeleya kedkaran ku derfetên wê yên aborî ne pir in, serbilindiyek e. Belê ligel derfetên lawaz û ligel bi zimanekî têra xwe zext û zor li ser hene, bi rik, bi rêk û pêk domdariya pêşbirkekê ne hindik e.

Lê divê bê zanîn ku divê ne tenê di warê çîrok û helbestê de her weha di qada romanê, şano û sinemayê de jî û ji hêla saziyên mezin ve û bi domdarî pêşbirk bên lidarxistin. Helbet pêşbirkên bi vî rengî karê sazîyên mezin û dewletan in.

Ku em bi vî çavî li pêşbirka navborî, pêşbirka Abdullah Duran binerin, ligel derfetên xwe yên lawaz bi hewldaneke domdar tê lidarxistin, hêjayî nirxandin , rûmetdayin û destekkirinê ye. Di salên serî de, weke ku niha jî wisa ye, nivîsên kurdî bi hêsanî ji girtîgehan dernediketin. Zor û tadeya li ser kurdî karê beşdaran zehmet dikir. Wisa ku çîrokên dihatin nivîsandin bi rêyên dijwar digihan ber deste lijneyê.

Mebesta vê pêşbirkê jiyan û dîroka ku li kurdan tê ferzkirin di şexsê van zarokan de neyê jibîrkirin û her weha bi qasî serê  derzîyekê jî be rê li ber geşedana ziman û wêjeya kurdî veke,  bibe navgînek, bibe sedemek.

Mebesteke dî ya taybet ji vê pêşbirkê ew e ku zaravaya me kirdkî ku li gorî kurmancî him di axavtin him di nivîsê de li paş maye, bibe xwedî derfetek. Em hêvîdar in ku mebestên diyarkirî bi cih werin û ziman û wêjeya kurdî mîna me li jor jî anî ziman bi vê hewldanê bi qasî serê derzîyekê be jî sude jê wergire.

Em li benda çîrokên we ne…