Di 7 saliya xwe da bûm bilbil

YILDIZ ÇAKAR

Ji bexçeyên adanê robarek der bû. Û robar ji wir bû çar xet. Dudu herikîn ber bi xeybê ve, duduyên din jî berê xwe dan evînê. Rê ew ji hev veqetandin. Bi sebrê hatin azmûnkirin. Ji bo dehan şaristanî bûn dê û bav -genimê ewil, nanê ewil bexşandin. Bihîstin ew zêmarên dişibiyan qedera wan. Herikîn ji erd û ezmanê ji hev veqetiyayî- weke xêzikeke dûz. Ji leylanan re bûn raz, bo yên ji ezmên daketine bûn rê, ji yên li ser erdê re jî bûn ava heyatê û herikîn.

Agir ma di sînga me de…

Gava giyanên xerab hatin, xwîn û mirinê bi xwe re anîn, êdî baxçeyên bihuştê talan kirin û perestgeh yeko yeko şewitandin. Mirî weşiyan ji qûleyan, hatin dizîn her tiştên hûriyan. Dayik li ber derî sewî man. Bi xwînê jê birin ew roja li ser eniyê û bêxwedî man heyv û xwişkên wê. Hişk bû dara jiyanê ya li ser singê hatibû nexşandin û heftdana herherî tenê bû meselok.

Agir ma di sînga me de û di şewatê de em bûn arî.

Û vegeriya zeman ji windabûnê û em (yên qenc û di nava tarîyê de mayî) ewil bûn ronahî, pişt re jî bûn gotin. Gotin veguherî bû deng. Deng bû kilam. Û ew dilên ku li baxçeyê bihuştê bûbûn arî, ji nûh ve vegeriyan -bûn tov. Vegeriya zemanek ji bo zemanekî din. Vegeriya deng li xwediyê xwe. Vegeriya dîrok ji karwanên dengbêjan…

Pişta xwe sipartiye kevirên reş û spî yên Amedê û ji me re qala çîrokekek evînîyê dike, Xalê Seyîdxan. “Keça mela dil xistiye Brahimê file” dubare dike neqeratê (dîsgotinê). Hîn ku negihîştiye dawiya çîrokê, kilama  “bavê faxriyayê” davêje navê. Carinan dibişire û dibêje; “We destê min li kelepçê xistiye”û dawî dîsa kilamê berdewam dike. Ji bo hewşa bi kevirên reş a xaniyê Amedê, ev deng, dengê bilbilekî nas e, ku li gulê daniyê. Her çiqas carinan ev deng winda bûbe jî bi sedan salan e heyî ye. Weke di zemanekî winda de me derdixe rêwîtiyê û xelek bi xelek em dikevin nava çîrokê. Di her ketina me de em li kêliyekê/bîranînekê radiwestin, ji çîrokekê derbasî çîrokeke din dibin. Bi qulingên baskên wan mezin ên li ser eniya Xalê Seyidxan re, digerin em li çiya, deşt û zozanan. Carinan em li ber cobaran disekinîn û di hêsîrên evîndaran de difetisîn. Bêhna me diçike ji çîroka jiyan wî.

Hîn du salî ye, ewil dayika wî pişt re jî di çar salîyê de bavê wî dimire.

Bi keder bi çavên westandî dibêje: “Sêwî mam û bi carê min xwe di kuçeyên Amedê de dît.”  Bi eslê xwe ji Qerejdaxê ye Xalê Seyidxan. Piştî ku kalikê wî zilamekî dikuje û dikeve ser rê û dirban, berê xwe didin Deşta Gewra. Tên li vir ji xwe re gundek distînin û li vir bicih dibin. Kalikê wî mecbûr dimîne û diçe leşkeriyê. Xalê Seyidxan dibêje, “Çû leşkeriyê û êdî hew vegeriya. ”

Ji eşîra Dodkiya ye Xalê Seyidxan. Li gor gotina wî ne ji milê Nasirî ji milê Şaoîan e.  Çîrokek dirêj a ji Qerejdaxê me dorpeç dike. Dibêje me, axa min ew der e û bi lez strana “deriyê rihayê girtiye, yara min ji Qerejdaxê ye. Kî yara min bipirse, yara min çav û biriyê wê reş e” dibêje, dibişire. Dibişire kevirên mê û nêr ên Amedê. Dîrok guhên xwe bel dike, ji rolyefan, tabletan, lahîtan û heta kevirên peyarê…Û berdewam dike ji cihê ku nîvco maye ji evînê, serê tiliyên xwe tîne ba hev û berê xwe dide bişkoka gulê; “Eger tu kurmanc î tu qedrê xwedê dikî du gavan ji min re vir de werî…”

Bilbilê Amedê

Her daîm li dawiya jiyanê maye Xalê Seyidxan. Di nava zor û zehmetiyan de, destê jiyanê kiriye nava destê xwe, deriyê xwe her dem ji hêviyê re vekirî hiştiye. Bi îxtimala ku belkî hêvî jî rojekê gavekê ber bi wî ve bavêje. Bêmerhemetiya mirovan û tenetiya bi xof a bêkesiyê, dema qal dikir çavên xwe dikurkusand, çi bikim ev jî qedera me ye wiha digot û berê me dida bîranînên zarokatiyê. Zivistanan bê sol, tazî, ji ber sêwîtiyê cihê wî yê ku her dem li ber deriya, weke ku di xewnê de be û careke din bijî li wî zemanî – wiha qal dikir. Bi me dida hîskirin ku birîna sêwîtiyê ew birîn bû ku her dem xwîn dibû. Digo, Kabûs derbas bû û çû lê lingên wî yên bi lenetkirî hîn li ser qefesa sînga min e.

Sêwîtî û feqîrtî tiştekî wer dide wî, em îro ro wî bi vê yekê bi bîr tînin. Şert û mercên jiyanê, xwespartina nas û merivan, bûyerên hatine serê wî, wî hîn di temenekî gelek biçûk de dike dengbêj.

Dema digo “Ez hîn 7 salî bûm min dest bi kilaman kir” bi bişirîneke bi keder, “ez 7 salî bûm bilbil.”

Xalê Seyidxan ji van demê zor û zehmet gelek çîrok û kilaman dike tûrikê xwe û berê xwe dide Amedê. Ji derdoreke biçûk re carinan kilaman dibêje. Lê belê ji bo karibe debara xwe bike dest bi boyaxkirina solan dike. Bi salan hem solan boyax dike û hem jî kilaman dibêje, li taxên Amedê. Wiha destekî jiyanê dike nava destê xwe û jiyana xwe didomîne.  Gelek hevbajariyên wî ji bo hinceta solboyaxkirinê dihatin ba wî ji bo ku Xalê Seyidxan ji wan re kilamekê bibêje. Xalê Seyidxanê ku êdî hem sol boyax dikir û hem jî kilam digot, êdî bûbû bilbilê Amedê. Hezkiriyên wî yên ji ciwanên Amedê, piştî kilam û serboriya jiyana Xalê Seyidxan, êdî jê re nedigotin “Seyidxanê Boyaxçî” an “Xalê Seyidxan”, digotin ew “Bilbilê Amedê”ye. Û êdî navê Xalê Seyidxan bûbû “Bilbilê Amedê”.

Ji ber serboriya jiyana wî, ji ber feqîrî û bêkesiya wî gotina ku digot ez bûme bilbil, ne ji bo pesindarî bû. Wî ji bo derd û kulên xwe, feryad û figana xwe bû bilbil.

Bilbilê di qefesa zêr de ku ji ber hesreta welêt, hesreta bexçeyên gulan, çawa bi êş û kesera evînê, bi xemgînî, bi dilgiranî dikir feryat û fîgan (di meselokên ji me re dihatin qal kirin de,) Xalê Seyidxan jî feryad û figana jiyana xwe wiha ji me re qal dikir. Ferqa jiyana Xalê Seyidxan ji jiyana dengbêjên zemanên winda yên Kurdistanê tune bû. Tunebûnî, feqirî, şer, koç û sirgûnî berê wan her yekî da cihekî û virvirand. Ji Reşoyê Gopala bigrin heta, Keremê Kor, Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Seyadê Şamê, Meryem Xan, Eyşeşan û gelekên din, ji ber bêwelatîyê di bin banê şert û mercên jiyaneke dijwar de ji vê dine koçber dibin – lê belê dengê xwe mîrate dihêlin. Ji van dengbêjan her yek xwedî navekî gelekî taybet e. Weke nave Xalê Seyidxan, ku çawa hezkiriyên wî navê “bilbil” lê kirine, wiha.

Navên weke; “Teyrê li ser milê qîz û bûka”, “Mîrê bilûrê”, “Dengzêrê”, “Keybanûya bê tac” li dengbêjan hatiye kirin. Di nava gel de jî bi van navan hatine pênasekirin.

Li hember Şakiro…

Hevdîtin û hevnasîna Xalê Seyidxan a bi Şahê dengbêjan Şakiro re, gelek girîng e. Ji ber ku ev hevdîtin ji bo rêya dengbêjiyê, ew lûtkeya berz e ku Xalê Seyidxan qedera xwe lê dinivîse.

Rojekê sê ciwanên ji Bingolê tên ba Xalê Seyidxan û dixwazin solên xwe boyax bikin. Di nava sohbetê de ciwan ji Xalê Seyitxan re dibêjin, “Haya te jê heye, Şakiro li vir e. Li mala Hafiz e. Çima tu naçe diwana wî?” Li ser van gotinan Xalê Seyidxan bi dilê weswese dibêje; “Şakiro ji serhedê ye. Li hember dengê ku ji ava cemidî ya serhedê vexwaribe, ez ê çawa kilaman bibêjim.” Lê belê ciwan zorê didin Xalê Seyidxan bo berê wî bide diwana Şakiro. Dawiya dawî Xalê Seyidxan tînin diwana Şakiro. Dema ku kilama Şakiro diqede berê herkesî dikeve ser Xalê Seyidxan. Êdî vegera ji vê kêliya tune ye. Zêmarê ku dayikek ji bo lawê xwe çêkiriye, “kilama seîd ehmed” dibêje. Piştî kilama Xalê Seyidxan, Şakiro bala xwe dide wî û bi şaşmayînek dibêje; ev deng ji ku derdikeve.

Pişt re Xalê Seyidxan berê xwe dide Qehwexana Mihemedê Hezroyê, ku li wir dîwana dengbêjan çêdibe û gelek dengbêjên ji derveyî bajêr tên, wan nas dike.

Û bi tevî wan peyvên ku veguheriye dengan, ev bi sedan sal e ji van dîwanan pifî kevirên qulqulî yên Amedê dikin.

Ji bîra dîrokê ya herî mezin yek ji hilgiriya karwanên dengbêjan e, Xalê Seyidxan.

Ew deng û peyvên ku dixwestin bi me bidin ji bîr kirin, Xalê Seyidxan bi rêya kilaman di nava zemanan de derbas kir û nehişt ew deng bibile.

Li ser vê axê her ku nivîs hatiye îcadkirin jî em jê bêpar mane. Kurdên ku ji xwendin û nivîsandinê bêpar mabûn berê xwe dan hêza wêjeya devkî û bi sedan salan bi rêya kilaman, çîrokan, meselokan ji wê zemanê wenda ya mezin, zimanekî tekûz, çand û bîçima jiyanê hilgirtin û neqil kirin.

Dengbêjên ku hilgiriya çandê dikin, di gotina her çîrokê û kilamê de, ji me re qala erdnîgariyê, malbatê, şer, evîn, nefret û rastiya pirsa em kî ne dikin.

Xalê Seyidxan beriya ku dengê xwe ji siberojan re bihêle û ji vê dinyaya gewrikî koç bike, dest bi kilama nivco mayî kir. Qulingan perên xwe mezin vedikirin li eniya Xalê Seyidxan û xelek bi xelek difiriyan.Tiliyên xwe li hevdixist, bi dengekî herî bilind, kilamek digot û rûpelek ji dîrokê re vedikir. Vedikir gulên ji zemanên winda û dîrokê; ji robarên baxçeyê adenê, ji çîrokbêjekî xwe carake din dibihist zêmarê. Dicle û Ferad ku ji bo evînê derketibûn rê, li wî bajarokê biçûk, li ber derî, bi hesret digihiştin hev û hembêza xwe ji hemû dengbêjan re vedikirin. Ji sebrê re gotin, raza vê axê – ji bihuştê hatin û dîsa çûn cihên xwe yên berê.