DR. ESKERÊ BOYÎK

Despêka salên şêstî bû. Ez ji gund hatibûm û min bajarê Yêrêvanê di xwendina bilind da dixwend. Êvarê, ez saetekê-duda derdiketim nava bajêr, bo ji pey xwendinê ra hevkî rehet bim. Dawiya havînê bû. Ji pey rojên germ ra hewa êvarên Yêrêvanê pir xweş e. Bayekî hênik dilîze û dewsa hulma germ a rojê, hênkaya xweşik laşê mirov hemêz dike. Riya min li kûça ser navê Xaçatûr Abovyan ra derbaz dibû. Wan salan, êvaran, ew kûçe timê tije mirov dibû. Rewşenbîrên Ermeniyan yên here navdar êvaran di wê kûçê da digeriyan. Ew kûçe teyê bigota dibû dilê bajêr. Nivîskar, hunermend, siyasetmedarên eyan, karmendên dewletê yên bilind, rewşenbîrên naskirî, hîmlî li dor wê kûçê dijîtin.
Wê demê Yêrêvan pir xweș bû.
Di nav gelekan da rîspîkî maqûl, bi bejna nîvçe bala min dikşand. Dema ez derdiketim gerê, ew jî wê demê derdikete seyrangehê. Porê sipî, dêmê bedewî rem, cil-rihalê qibraxe bêqisûr, kewazê dêstî bedew hewasa mirov tanîn.
Min tê derdixist, ew evdên ku êvaran di wê kûçê da derdiketine seyrangehê payê pirê ji hev nas dikirin, silav didane hev.
Çavê min timê li wî ciwamêrî bû. Di nav gişka da xanê bû. Payê xelqê pirê li ber wî disekinîn, kumê xwe derdixistin, silav didanê, derbaz dibûn.
Kêfa min jî ji rîspî, maqûltiya wî, birêvaçûyina wî ra dihat û her êvar min dixwest kalê xwe bidîta û bizanibim çika ew kî ye?
Rojekê jî, di kûçê da min ji merivekî pirsî:
– Biborîne, ew rîspî kî ye?
– Çi ye, tu ji Yêrêvanê nîn î? -ciwamêr ecêbmayî li min nihêrî, – ew nivîskarê Kurd Ereb Şamîlov e.
Min nav û dengê Erebê Şemo bihîstibû. Lê ew bi xwe nû didît.
Wê êvarê ez pir kubar û kêfxweş bûm, ku ew rîspiyê maqûl nivîskarê gelê min Erebê Şemo ye.
Paşê me ji nêzîk va hevdu nas kir û weke 15-16 salan, di riya wejêya (edebiyata) Kurdî da, ez bi wî mirovê mezin ra meşiyam…
***

Hîmdarekî edebiyata Kurdên welatê Sovêtê yê ewlîn, nivîskarê eyan, bavê romana Kurdî Erebê Şemo (Ereb Şamîlov) di sala 1897an da li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayika xwe bûye. Wê demê ew herem di bin desthilatdariya Împêratoriya Rûsan da bû. Sûsiz gundê Kurdên Êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn, oldarên Êzdiyan. Kesîb bûn. Wek hinek malbatên dîndaran yên din ne xweyî milk û mal bûn. “Şemo Kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesiniyan, – gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse,- … diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza Kurdan, di gundên Melekanan, Azerbaycanan, Huruman û Ermeniyan da rêncberî dikir. Salekî şivan bû, sala din gavan û bi teherekî ebûra zarokên xwe dikir.
Ereb lawê Şemo yê sisiyan bû, zarokeke aqilî çavvekirî, jêhatî. Di zarotiya xwe da Erebê biçûk dijwariyên jiyanê dîtin, di malên zengînan da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe.
Di emrê wî da bûyereke nebîrkirî bû, dema ew di dibistana Melekanan ya Alêksandrovkiyê ya zimanê Rûsî da bû berdestî. “Gerekê min heyat paqij kira ji kaxazan, tozê, lê zivistanê, ji berfê, otaxên dersxanan gêzî kira, toza li ser texte û penceran hilda, av baniya têkira boçkan, bona vexwarina şagirtan, sibê û êvarê simawira wê bikelanda, biçûma nava gund û dukanê, çi jê ra lazim bûya, bistanda, carna biçûma bajêr temiyê wê biqedînim, lê wextê berf diket, gerekê her sibe zû sobê li dersxanê û otaxê wê dada”.
Bi saya milûkî, çavvekirî, xebathiziya Erebê biçûk dersdar hiz ji wî dike. Keça dersdara mektebê; Marûsiya biçûk “ELFABA” zimanê Rûsî dîyarî Ereb dike û bi alîkariya wê, Ereb, dema xwe ya vala, xwe bi xwe hînî xwendina zimanê Rûsî dibe. Wextê mamosta rem wê yekê dibîne, Ereb bê heq hildide xwendexanê.
Wusan ew dibe şagirtê wê dibistana du dersxane, ya bi zimanê Rûsî. Di demeke kin da dibe xwendevanekî herî pêş. Ji pey qedandina xwendinê ra Ereb dîsa xulamtiya malên dewletiyan, yên Tirk, Ermenî, Rûs, Hurum dike. Xulamtiya wan salan, wî bêtir di nava dijwariyên jiyanê da qal dike. Ew li ber çavê xwe halê gelê bindest û evdên kesîb-kûsîb dibîne. Xelqê Kurd aliyê axa, beg û dîndarên desthiladar da jî tên zêrandin, pelçiqandin. Ew malên zengîn cem kîjana wî xulamtî dikir, payê pirê Kurmancî nizanibûn. Erebê zîrek mecbûr dibû zimanê wan fêrbe, ku karibe bi wan ra bi zimanê wan biaxive.
Wusan bû, ku hê 14-15 salî jî tune bû, êdî bi serbestî tev zimanê dê wusa jî bi Rûsî, Ermenî, Tirkî, Hurumî diaxivî, rind haj erf-edet, rabûn-rûniştandin û xeysetê wanî netewî hebû.
Ji bo wî karî jî di afirandinên nivîskar da ewqas kûr û rast, bi rêalîstî deb, rabûn- rûniştandin û xeysetê wanî netewî bi bedewetî hatiye nîgarkirin.
Zanebûna zimanan roleke mezin di emrê wî da lîst.
Şerê Rûs û Tirkan dest pê dibe. Taxbûrên leşkerên Rûsan li kêleka gundê wan çadirê xwe lê dixin. Pê dihesin, ku di wî gundî da xulamekî Kurd heye yê rind zimanê Kurdî, Tirkî, Rûsî, Ermenî dizane. Wê demê merivên wusan pir kêm bûn. Dest xwe da gazî wî dikin û di ordiya leşlerên Rûs da kivş dikin çawa tercimeçî (werger).
Tevî ordiya Rûs ew du salan (1914-1916) dijî Tirkan şer dike. Di wan herd salan da ew bi gelek evdên Rûs ên xwendî, yên xweyê bîr-bawerî û fikrên şoreşger ra dibe nas, hevaltiyê bi wan ra dike, kitêban dixwîne, goveka zanebûn û fikirandina wî fire dibe.
Hê bîst salî jî tune bûye, ew zilamê xweyî şuret, çawa gel dibêje, êdî digîhîje giliyan, tê derdixe, ku ew nerastî-dijwariyên jiyanê, kul-derdên bêhesab di evdên bindest ra ji ku tên. Di sala 1916an da Erebê Şemo diçe Sarîqamîşê û li ser çêkirina riya hesin wek pale dikeve ser kar. Wê derê ew bi komûnîstên Bolşêvîk ra dibe nas, tevî karê wanî xewle dibe, sipartinên wan yên gelekî bi qeziya û dizî va bi serketin diqedîne.
Bîr û baweriyên Bolşêvîkan nêzîkî ruhê wî bûn. Ew mîtîngên karker û leşkeran da bi xeberdan pêşda tê, wan dide serwextkirin, ku azadiya wan tenê qewlê dêmokratiyê, komûnîstiyê da dikare bê mîyaserkirin. Gerekê hukmê axa, beg û milkedaran bêne hedimandin. Mirovên xebatçî gerekê bibe xweyê bextê xwe, welatê xwe, keda xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Gundî gerekê bibin xweyî milk, xweyî ax. Ji bo wan xebatên wî jî, wî digrin davêjine girtîgehê.
Ew pir di hebsê da namîne. Çînovnîkên dewletê, dema karê wî lêkolîn dikin, pê dihesin, ku Ereb Kurdekî Êzdî ye. Bi fikra wan Kurd giva ewqas jî siyasiyê fem nakin û nikarin bibine komûnîst, Bolşêvîk. Ereb berdidin.
Ji pey girtîgehê ra demeke kin li gundê xwe; Sûsizê dimîne, paşê bi dizî derbazî Rûsyayê dibe, diçe bajarê Stavrapolê. Wê demê li Rûsyayê Şorişa Oktiyabirê pêk hatibû. Hukum ketibû destê Bolşêvîkan. Ereb dikeve nava Ordiya Sor ya nû avakirî, kîjanê ra digoton Givardiya Sor. Di sala 1918an da ew êdî endamê Partiya Komûnîstê Rûsiyayê (Bolşêvîka) bû.
Xortê şoreşgerî serwext texmîn dike, ku bêy xwendina bingehîn nikare kêrî gel û partiyayê bê, xwestin, bîr û baweriyên xwe bîne sêrî. Di sala 1920î da diçe bajarê Moskivayê û di Zanîngeha Lazaryan ya Rojhilatzaniyê da dor çar salan, heta sala 1924an dixwîne.
Di sala 1924an da vedigere Ermenistanê. Wê demê di Ermenistanê da jî êdî qeydê Sovêtê ser ketibû. Ew di Komîtêya Navendî ya Partiya Komûnîst a (Bolşêvîka) Ermenîstanê da dikeve xebatê.
Hukumeta Ermenîstanê ya nû, hema di salên xwe yên ewlîn da mecalên anegor saz kir ji bo pêşvaçûyîna wê para gelê Kurd, yên li Ermenistanê dijîtin. Ku wan ji halê şûndamayîna kûltûriyê û aboriyê derxe, ji her aliyan va alîkariya wan kir. Salên pey, yên komkujiyê û koçberiyê bûn. Rewșa aborî pir xirab bû. Gel di halê koçeriyê û nîvkoçeriyê da bû. Mirovên Kurd yên xwendî pir kêm bûn. Erf-edetên kevn ên ziyandar bi qewlê nû ra nedimeşiyan, li ser riya pêşketinê dibûn asteng û ziyana mezin didan civakê.
Di wî warî da ewladên gelê Ermenî pir alîkarî dan dostên xwe yên Kurd, ji wan gelekan zimanê Kurdî dizanibûn û bi hizkirin diçûne gundên Kurdan, ku di nav wan da nexwendîtiyê bidine hildan, ji Kurdan ra kadroyên miletiyê hazir dikirin. Di dibistanên gundên Kurdan yên nû vekirî da çawa dersdar dixebitîn.
Erebê Şemo kete nava kûrma wê xebatê. Ewî di nav gelê xwe da karê rewşenbîriyê, kûltûriyê, perwerdeyê, ronakbîriyê dikir, pirsgirêkên wan digîhand hukumetê, dijî edetên bêkêr û peymayên hukumdariya berê yên fêodal şer dikir. Di derheqa jiyana Kurdan da, di rojname û kovarên komarê da dinivîsî.

Di sala 1924an, 5ê heyva Hezîranê da li zozanê Elegezê hemcivîna Kurdên nepartîvan hate derbazkirin. Di civînê da axaftina hîmlî ya Înstrûktorê Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîst a Ermenistanê, Erebê Şemo bû. Navê têma axaftina wî „V. Î. Lênîn û Netewên Biçûk„ bû.
Di sala 1927an da karê hazirkirina ELFABÊ bi serketin hate bidawîanîn. Xudanê wê bûn mamosta Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo. (Îsahak Marogûlov ji gundê Vêrîn Divînê bû, ji Komara Ermenistanê. Bi eslê xwe Mexîn (Aşûrî) bû.)
Xwendina bi zimanê Rûsî, helaqetiyên wî tevî rewşenbîrên eyan û rêvebirên hukumetê, mecal didan, ku ew pirsgirêkên gelê xwe bigîhîne ciyên bilind. Bi însiyatîva wî di sala 1928an da komek xortên Kurd ji Gurcistanê û Ermenistanê şandine Lênîngiradê bo xwendinê. Ji pey kutakirina xwendinê ra bawer bikî teva jî karên berbiçav kirin ji bo gelê xwe. Ji wan Qanatê Kurdo di paşwextiyê da bû zanyarekî Kurdzaniyê yê bi nav û deng, Semend Siyabendov di şerê dijî Almaniya Hîtlêriyê da bi mêranî şer kir û navê Mêrxasê Welatê Sovêtê stend.
Erebê Şemo xebata berbiçav kir ji bo sazbûna rojnama Kurdî ya “RÎYA TEZE”. Di sala 1930î da li bajarê Yêrêvanê dest bi weşana rojnamê bû. Ew rêvebirekî berpirsiyariya rojnamê yê here aktîv bû. Wê salê dîsa li Yêrêvanê xwendinxana dersdarhazirkirinê ya Kurdî vebû. Berpirsiyarê xwendinxanê yê ewlin ew bû.
Lê dirêj wê wezîfê nake. Zûtirekê wî dişînine bajarê Lênîngiradê bo xwendinê. Ew aspîrantûra Înstîtûta Dîroka Kûltûrayê da qebûl dibe. Wî çaxî ew wusa jî di Înstîtûta Felsefe, Edebiyat û Dîrokê da dersên zimanê Kurdî dide.
Di dawiya salên sîyî da li welatê Sovêtê dest bi dijwariyên rêprêsiya (dîktatoriya) Stalînîzmê dibin. Bi milyonan evdên wî welatî yên bê sûc, am-tam dibin qurbanên wan dijwariyan.
Kurdên Sovêtê jî ziyana mezin dîtin. Di sala 1937an da Erebê Şemo li Pêtrogiradê (Lênîngirade) girtin û nefiyî (sirgûnî) Sîbîrê kirin.
Dema jiyana xwe ya here aktîv û gulvedayî, dema afirandariya gur da ew kete devê sur, serma û dijwariyên sirgûniya zulm. Di bin giraniya sîyasiya neheq, warekî xezebî mîna Sîbîrê da, ku qewlê hewayê û jiyanê wusan in, ku degme evd, ew jî evdên welatên germ, karin lê îdare bikin, para wî ket. Mecalên jiyanê, yên here sade jî dewletê bo evdên nefîkirî ra hazir nekiribû. Yanê qewl wusa bûn, kî mir û kî ma. Êdî di derheqa nivîsar û afirandariyê da gilî nikaribû hebûya, dima ber xwe bide, ji sermê, birçîbûn û zordariyên siyasî xwe xweyî bike, jiyana xwe biparêze.
Sîbîr ji bo mîlyonan evdên wek Ereb ra bû goristan…
Ereb di zarotî û xortaniya xwe da pir dijwariyên wusa dîtibû, kal bûbû. Ber xwe da.
Ji pey bîst salên zehmet yên dûr û dirêj ra, (ji pey mirina Stalîn) di sala 1956an da, wî, wa gotî “efû“ dikin, dibêjinê: „Tu sûcê wî tune, neheqî lê hatiye kirin“.
Ji wir vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jiyana wî ya sîyasî, civakî û afirandariyê dibe. Çi, ku salê sirgûniyê wunda kiribû, şev-roj dixebitî ku wê valayê tije bike.
Mala wî di nava bajarê Yêrêvanê, cîyê herî rind, li kûça ser navê ronakbîrê Ermeniyan, Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmet û bîranîna nivîskarê mezin kevirekî mermerî guloverî bedew lê xistine û li ser bi zimanê Rûsî hatiye nivîsîn: “Di vê malê da, ji sala 1963an heta 1978an, nivîskarê Kurd û xebatçiyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jiyaye. “
***
Di salên qeydê Sovêtê yên ewlin da, li Ermenistanê, ji bo Kurdên wê deverê jî mecalên pêşdaçûyinê hatin sazkirin. Civaka Kurd şûndamayî û nexwendî bû. Di halê fêodaliyê da jiyana koçeriyê û nîvkoçeriyê derbas dikirin. Dewletê her tişt dikir, ku netewên wek Kurdan yên kêmjimar ji halê şûndamayînê derxe. Ji wan ra hîmê çandeke netewî dayne. Kadroyên xwendî, zane bawer bikî tune bûn. Wezîfên pir cawdar û giran diketin ser milê yên wek Erebê Şemo.
Wan salan jî dest bi emrê wî yê afirandariyê dibe.
Di sala 1929an da ew tev Îsahak Marogûlov elfaba “Xwe xwe hînkirina zimanê Kurdî ” diweşîne. Ev kitêba Kurdî ya ewlîn e, ku bi herfên Latînî çap bûye.
Di sala 1930î da pirtûkên wî yên bi navên “Emirê Lênîn“, “Terîqa Rêvolûsiya Oktiyabirê“, “ Kolxoz û Kara Wê Gundiya Ra” tên weşandin.

Wê demê ew di rojnamên Rûsî û Ermenî da bi gotarên berfire pêşda tê, siyasiya dewleta nû diparêze, xelkê nexwendî, şûndamayî dide bawerkirin, serwextkirin ku dewleta nû ya xebatçî û belengazan, pale û gundiyan e; dixwaze çavê gel veke, ku ew zulmkar û kedxwarên xwe, yên rastî, nas bikin, menîya hejarî û feqîriya xwe bihesin û bisekinin alîyê welatê Sovêtê, deshilatdariya nû. Dijî erf-edetên kevne seva pêşdaçûyîna gel zîyankar şer dike, afirandinên bedewetiyê dinivîse.
Di sala 1936an da nivîsara wî ya bi navê „Li ser pêwendîyên fêodalî di nav Kurdan da” tê weşandin. Seva têatroyên gundên Kurdan şanoya nivîskarê Ermenî Alêksandir Araratyan ya bi navê “Koçekê Derewîn “ werdigerîne bo zimanê Kurdî û diweşîne. (1930)
Di sala 1935an da romana wî ya bi navê „ŞIVANÊ KURMANC“, salekê pey ra jî „KURDÊ ELEGEZÊ“ tên weşendin.
Romana „Șivanê Kurmanc“ ya ku bi alfabeya Latînî hatiye çapkirin, di nav edebiyata Kurdî da ya ewlîn e. Pey ra nivîskara Rûs Î. Orstrogoskaya roman wergerandiye zimanê Rûsî. Rojhilatzanê eyan, Kurdzan Bazil Nîkîtîn jî ji Rûsî ev pirtûk wergerandiye Fransî. Ronakbirê Kurd Nuredîn Zaza jî ev roman ji Fransî wergerandiye Kurmancî. Yanî Şivanê Kurd weke „wergera wergera wergerê“ hatiye çapkirin û li nav Kurdan belav bûye. Nûredîn Zaza dema pirtûk wergerandîye Kurmancî navê orgînal guhestîye kiriye Şivanê Kurd.
Bi weşandina van afirandinan, îlahî ya “Şivanê Kurd“, Erebê Şemo wek nivîskarekî Kurd yê bi şuret hat naskirin, nav-dengê wî çawa li nava welatê Sovêtê wusan jî di nava rewşenbîrên Kurd yên wê demê da bela dibe.
Cîyê gotinê ye, ku salên siyî dema rewşenbîrên Kurd li bajarê Bêyrûtê berevoka afirandinên nivîskarên Kurdên Sovêtê diweşînin, herd afirandinên nivîskar yên jorgotî jî cîyê xwe di wir da digrin. Berevok jî bi navê romana „ŞIVANÊ KURD“ tê binavkirin.
Ev romana biçûk bi gelek zimanan; Rûsî, Ermenî, Gurckî, Azerbaycanî, Fransî, Almanî, Tirkî, Erebî û gelek zimanên din hatiye wergerandin û weşandin.
Nivîskar êdî rind haj edebiyata Rûsan û Ermeniyan hebû. Jiyan, deb, rabûn-rûniştandin, ziman, pirsgirêk û xeysetên çawa gelê xwe wusan jî yên gelên wê heremê zanibû. Hemin ji nav gelê xwe derketibû. Di nav bîr û baweriyên şoreşgeriyê da pijiya bû… Ev hemû bûbûn hîm ku nivîskar afirandinên berfire binivîse û jiyana gelê xwe (usa jî gelên cînar) bi zaravê Kurmancî yê xweş, bi rêalîstî raxe li ber çavên xwendevanan.
Romanoka “Şivanê Kurd“ çîroka jiyana nivîskar e, çîroka zarotî û xortanîya wî ye. Di nav nerastî û dijwariyên emir da, di nav kar û bar, neheqî û zordestiyên milkedar, axa û began da zarokê Kurd yê malbata belengaz, mezin dibe, kal dibe, digîhîje famdarîya sosîyalîstiyê, dikeve nava refên şoreşvanan, şer dike ji bo azadiya evdên bindest yên zêrandî. Di romanê da bi nîgarkirina dîdem, bûyer û xeysetên şexsiyetan, nivîskar bi şarezatî û hûrgilî jiyana xulam û karkerên li cem kedxwaran tîne li ber çavan. Ew ne ku tenê derheqa jiyana Kurdan, lê usan jî derheqa gelên wê herêmê yên din da gilî dike. Dide kivşê ku zordarî evdê her netewî jî dibe. Zalimên her gelan weke hev in, hejar jî weke hev in.
Romanoka wî ya wan salan ya din; “Kurdên Elegezê“ peyhatiya romana jorgotî ye. Ew jî çîroka jiyana wî ye ji pey damezirandina qeydê Sovêtê ra.
Herd afirandin jî bi Kurmanciya delal, xweş û dewlemend hatine nivîsar. Zarav ya Serhedê ye, bi cûrê şirovekirina gelêrî hatiye pêkanîn, usan çawa çîrokbêjên Kurd çîrokan dibêjin.
Ji rûyê sirgûna Sîbîrê navbereke mezin dikeve nava jiyana wî ya afirandariyê. Wê sirgûniya Erebê Şemo, bi rastî jî di nav pêşdaçûyina edebiyata Kurdên Sovêtê da valayîk çê kir, xasma di warê nivîsara vekirî da. Ji romana “Şivanê Kurd“ tê zanîn, ku wê demê li meydana edebiyata Kurdî da nivîskarekî xwe yê qelema adan û bi şuret sekinî bûye.
Bawer bikî ku deh sal şûnda ew ji wan dijwariyên nefiyê yên zulm xilaz dibe û dîsa vedigere jiyana afirandariyê. 22–23 sal ji pey “Şivanê Kurd” ra, di sala 1958an da li Yêrêvanê romana wî ya bi navê “Berbang“, salek şûnda “Jiyana Bextewar“ tên weşandin. Pașê romanên „Kela Dimdim“, „Hopo“ û afrandinên wî yên din tên…
***
Erebê Şemo xêncî roman û nivîsarên din, wusa jî seva zarokan çîrok nivîsîne, bi miqale, gotaran, bîranînan di rojname û kovarên komarên Ermenistanê û Rûsyayê da pêşda hatiye. Bi sênariyoya wî fîlmekî dokûmêntal bi navê “KURDÊN ERMENISTANÊ” hatiye kişandin.
Çiqas jî fîlm pesin û piropaganda jiyana Sovêtê ye, dîsa ew ji wan degme dokûmêntan e, ji kîderê ewlad dikarin gelek rewşenbirên Kurd yên wê demê bi zindî bibînin.
Emekê Erebê Şemo pir e di warê pêşxistina kûltûra Kurdên Sovêtê da. Ew evdekî xweyê zanebûnên kûr û kûltûra bilind bû, pêşewîtekî gelê xwe bû. Bi zaroka ra zarok bû, mezina ra mezin. Tim di civat û êvariyên nivîskar û xwendevanên Kurdên Ermenîstanê da hazir bû, bi şêwrên qenc alîkarî dida afirandarên gênc.
Derê wî timê li ber teva vekirî bû. Ji gundan, bajaran Kurdên karker, gundî, xwendevan dihatin cem. Alî teva dikir.
Çawa li Ermenîstanê wusan jî temamiya welatê Sovêtê qedrekî mezin didane wî. Navê Xebatçîyê Kûlturayî yê Emekdar ê Ermenistana Sovêtê dabûnê. Wê demê navê weha didane rewşenbîrên Ermenistanê yên here bi nav û deng, xweyê emekê mezin. Ji bo kar û berhemên giranbiha ew ji alîyê dewleta Sovêtê va hêjayî du ordênên welêtî herî bilind; “Dostanîya Gelan” û “Ala Sor” bûye.
Ji pey mirina wî ra hukumeta Komara Ermenistanê xelata lîtêratûrî ya li ser navê wî kivş kirin. Ew xelat didane wan nivîskaran yên berhemên Kurdî yên giranbiha afirandibûn û weşandibûn… Xelata pêşin nivîskar Wezîrê Eşo sitend…
***
Havîna sala 1978an bû.
Di serayeke bajarê Yêrêvanê ya mezin û dora wê xelk kimkimî bûn. Bawer bikî temamiya serkarên Ermenistanê hatibûn wir. Nivîskarên Ermenistanê tev û Serokatiya Yekîtîya Nivîskarên Komarê li wir bûn. Ji gund û bajarên Ermenistanê, Gurcistanê, Azerbaycanê Kurd hatibûn. Ji dest xelkê, hewariyan ciyê vala tune bû. Cara ewlîn ewqas xelkê Kurd li cîkî top dibûn. Li jora salonê tabûta wî di nav kulîlkan da pêçayî bû. Teyê bigota nivîskar di tabûtê da razaye. Jinên Kurdan bi kincên netewî li rex cinyêz rûniştibûn, şîn dikirin, dinivandin.
Wê rojê jî, di pantîona Goristana Yêrêvanê ya Sovêtaşênê, kîderê mirovên komarê yên bi nav û deng defin dikirin, me EREBÊ ŞEMO tesmîlî axê kir.
Nivîskarê Kurd ê mezin wusa hate dinê û çû.
Jêrenot: Berfireya vê nivîsê di derhêqa Erebê Șemo da bixwînin; pirtûka Eskerê Boyîk „ÇANDA KURDÊN SOVÊTÊ“, Ȋstanbul, 2019.