HEVPEYVÎN: HÜSEYİN ÖZDEMİR
Bîraxane yekem fîlma metrajdirêj a Bilal Korkut e ku piştî çar kurtefîlman kêşaye. Fîlma ku lêgerînek li pey şopa Arjen Arî ye, Fîlm li Qosera Mêrdînê li salona bîrayê ya 15 metrekare hatiye kişandin; bi çîroka xwe û bi awayê ku derd û kulên xwe tîne ziman, behsa welatê xwe, pirsgirêka kurd, sirgûn û gelek tiştên din dike. Fîlm niha veguheriye pirtûkê û Weşanên Sor dê pirtûkê biweşîne.
Kurtefîlmên Korkut (Ez Tusubasa Me-2016, Li Pey Nanê Xwe-2017, Çi Bikim – 2020) jî hûn dikarin li ser înternetê temaşe bikin.
Me pirsên li ser têgihiştina wî ya fîlm û hunerê ji Bilal Korkut kirin.
-Ez dixwazim ji serî dest pê bikim. Ji bo sînemayê bi xwe tu çûyî Stenbolê, lê te xwendina xwe nebir serî, çima?
Bêri ez biçim sînemayê bixwînim, min fîlmê xwe yê yekem ê bi navê ‘’ Ez Tusubasa Me’’ dirist kiribû. Pişti 2 salên çûnûhatina Zankoya Mimar Sinanê, navbera min û çend mamosteyên min baş çêbûbû û ji min re gotin ‘’ Hêvîya me ji şagirtên lisansê ev e ku bizanibin çêkirina matematîka filmekî û jixwe te du fîlmê baş çêkirine. Min fîlmê xwe yê duyem : “Li Pey Nanê Xwe” jî qedandibû), serî li lisansa bilind bide.’’ Min wê rojê got, bi xatirê te Stenbol. Piştre min li Zankoya Mêrdînê Artukluyê dest bi lîsansa bilind kir lê min ev jî neqedand. Nizanim belkî çêkirina fîlman, ji xwendinê zêdetir kêf dida min. Min jî hewl da ku ez fîlman çêbikim.
-Seat xweş, min ji her du kurtêfîlmên te jî gelek hez kiribû lê ez îroj zêdetir dixwazim derbarê “Bîraxanê” de pirsan bikim. Bîraxane, di yek mekanî de derbas dibe, cara yekem ez fîlmekî wisa di sînemaya Kurdî de dibînim. Ez fikir meraq dikim, ji kû derê derket lê ji wê zêdetir jî we çawa ceger kir?
Ez ji dawîya pirsê dest pê bikim. Bêhêvîtî, mirov biceger dike. Ji ber ku em fîlmê xwe ne ji bo sektora sînemayê çêdikin û ya rastî hêj ew îmkanên me nînin ku em ji fîlmê xwe fêdeyekê bibînin em serbest in û tirsa me ji tu tiştî tune ye. Meseleya fikrî jî ne durî vê meselê ye. Min dixwest hinekî behsa “di cihekî de asêmayîn bûnê” bikim. Cihek heye bi navê xwe ‘’Bîraxane’’ ez mahkumî xwe kirime lê ez ji wî cihî jî gelekî hez jî dikim. Min xwest kirasekî vegotinê li vî cihî bikim.
-Kirasekî gelek sipehî ye: Poetik drama. Bikaranîna helbêstên Arjen Arî jî zor serkeftî ye. Te çi qas wext da nivîsandina senaryoyê?
Min berîya 8 salan çîrokek nivîsandibû derbarê “Bîraxanê” de. Piştî min sînema nas kir û têgihiştim ku ez jî dikarim fîlman çêbikim, ez li çîroka xwe dîsa vegerîyam û min serê xwe hinekî pê êşand. Bê helbestên Arjen Arî nedibû. Hem ji Arjen hem jî ji helbesta wî gelekî hez dikim. Bi ya min serkeftina “Bîraxane” ji vê hezkirinê tê.
-Pêşî çîrok, piştre senaryo û film, niha jî kitêba senaryoyê derket. Di dorê de çi heye.
Kî dizane, bi rastî jî ji bo min cihê şanazîyê ye. Gelek kesan piştî li fîlm temaşe kirin, gotin, zêde nêzî şanoyê bû û pirs dikirin: ‘’Çima ne Şano bû?’’ ji berku gelek bersivê min hebûn ji vêp irsê re, min nezanî ezê ji ku dest pê bikim ku bibersivînim. Ez zêdetir bêdeng dimam. Piştre çend hevalên min ên şanoger, gotin em dixwazin bikin şano. Min jî bi kêfxweşî got, ser çavan. Belkî rojekê em “Bîraxane” li ser dikê jî temaşe bikin. Lê tişta komîk ew e ku weke gelek tiştên me pêvajoya me li gor ya dinyayê naçe. Rojnamegerekî bi rusî nivîsandibû, digot, dema min li fîlmê “Biraxane” temaşe kir şanoya ‘’ What Men Talk About ‘’ ( Mêrên Me ji Çi Diaxivin ) hate bîra min. Min piştre meyzand ku Şanoyeke rusan ya navdar e. Pêşî kitêb e, piştre bûye şano, piştre jî fîlmê wê kişandine. Ya me beravajîya vê çêbû.
-Em çima nikarin fîlmê kurdî li ser platformên sînemayê temaşe bikin?
Ez jî nizanim çima. Em ji Xelil Brahim Baran bibirsin, wê bibeje : ‘’Ji ber ku dewleta me tune ye. ‘’ û bi ya min ev bersiv têra xwe rast e jî. Lê em derhênerên kurd senaryoyên xwe bi xwe dinivîsênin, em çêker in jî gelek caran û gelek hevalên me di fîlmên xwe de dilîzin jî. Ma ne bes e. Belavkirin û firotina fîlman karekî din e û zehmet e, ji kerema xwe bila hinekên din bikin û pirsa te kir bibersivînin.
-Tu mafdar î. Ez dixwazim pirsa lîstikvanên te jî bikim. Hemû jî gelekî baş bûn. Te ew kadroya muazzam çawa peyde kir?
Ez ji aliyê lîstikvanan ve gelekî bişens bûm. Ji ber ku diyalog zêdebûn û tevger kêm bûn, film lîstikvaniyeke dijvar dixwest. Bi saya serê dost û hevalan di demeke nêz de me kadro ava kir û me wextekî gelekî xweş bi hev re derbas kir. Karakterê David ( Nicholas Chiristopher ) ji bo fîlm sê mehan çû kursa kurdî û berîya em fîlmî bikşênin,mehek hat Mêrdînê û li gel min xebitî. Hisên Hesen û Rowal Navgundî ji Başur hatin, Hilmî Demirel ji Stenbolê, Selam Salar Cakay ji Wanê, Kemal Ulusoy û Yavuz Akkuzu ji Amadê. Sidar Ozmen jî li Mêrdinê di hemû fîlmên min de heye jixwe û keda wî her car zêde ye. Mala wan ava.