Dr. Eskerê Boyîk
Ji hunermendê hizkirî Şivan Perwer ra…
Li kolanê welatên Ewropa
Min bilbilek dît,
Rûniştibû, dinaliya,
Kilama welatê min distira…
Dengê wî dilê min vejand,
derdê min nû kirin,
Xem û xiyal li hev xistin,
birînê min kûr kirin,
Kul û janê sedsala vebûn,
Hisret û hesîn şiyar bûn
Ez maf û melûl kirim…
Min got: “Hey bilbilê welatwêran
Dengê te xuşîna kanî û çemê çîya ne,
Gurrîna ewra, birûska esmîn, sonda şehîdan, temya pêşiyan e,
Axîn e, bang e, nalîn e, gazî û tolhildan e,
Ji birînê birîndarê welatê min ra
Him şewat e, him kewîn e, melhem û derman e,
Bistirê bira, bistirê
Dengê te KURDISTAN e!
Çi te li van dera –
Cîyê te welat e, welatê minî dêran e…“
Bilbil got: “Hey şayîrê gerokî, sondxwarî,
Hey sofiyê bêpișt û bêdîn,
Dewrêşê li ser rê–dirbê vê dewra derewîn.
Te ne cî ye, ne nav e, ne war e, ne star e,
Sitûyê te aliyê di welêt da xwar e,
Dilê te li serê van riya, hewar, gazî û zare–zar e…
Tu li her dera mêvan î, lê cîyê te tune,
Eva çendik–çend sedsal e te ji welêtê te dûrxistine,
Malava, evîna welêt, ew çiqas zor e, kûr û şîrin e,
Ku çiqas jî te dipelçiqînin, dişon, dihelînin, dibişkivînin,
Dîsa ew agir di nav te da namire, dimîne…“
Min got: “Pismam, ew hisreta welêt e, xwîna kal–bavan e,
Antêxê veşartî, kela dewra ne.
Xwîna paqij namire, qelp nabe, naşihite, nabe av
Çiqas diçe zor û gurr dibe, axret û îman e,
Evîna welêt henek nîn e, sureke pîroz e, giran e…
Te ez dîn û har kirim malava, bistirê!
Kul û derdên sedsala nû bûne, agir gur bûne,
Ez ê dilê vê dewra neheq da biteqim, bistirê!
Xerîbî êş e, derd e, hisret e, birîna bê derman e…”
Bilbil got: “Derdê me giran e pismam,
Derman veger e
Vegera welêt e,
KURDISTAN E!
Lê KURDISTAN?
Hey wax, KURDISTAN hêsîr e, hebs e, zindan e !
Welatê teyrê sîmir, şêr û pilingan,
Seyranga rûvyên fêlbaz, bûm û kundan e…
Agirê te îro min jî girtiye, derdê te derdê min e,
Zimanê welêt bi birîne,
Cîyê min û te di welêt da tune !”
Min got: “Ez sondxwariyê sonda rojê û agir bûm,
Ala me ya rengîn, ruhê heqîyê û rastîyê,
Ziman û zarê meyî şekir bûm…
Bûme şehîdê zulma fermanan, alên xezebên şîn,
Û şûrê dîn û xwîn û kîn,
Ruh û ziman û kok û heyîtîya me dibirîn…
Ku ew her hebin û em tune bin…
Sêra wan zor bû, gelê me kor bû…
Revîyam ku xilas bikim ruhê pêşiyê me…
Tu çima revîyayî?
Hey bilbilê şahê bilbilan,
Hey dengbêjê birîna dilê Kurd û Kurdistan ?”
Bilbil neliya: “Welat dişewite bira, qetla giran e,
Welat bûye cîyê ceş û weşa,
Kes nizane kê xayîn û kê xwedan e,
Kê xêrxwaz û kê dûşman e…
Ez jî revîm, xerîb bûm,
Bêmal û bêwar bûm, hatim, gîhîştim te,
Xwedê xirab bike dîroka nezanîyê,
Kar û barê kal û bavên me,
Ketin pey biratîya xelqê, axret û îmana derew,
Ji xwe ra tişt nekirin, li welat nebûn xweyî,
Bûn koçerê ji koça mayî.
Hev heram kirin, li hev bûn neyar,
Li hev bûn xezev, dîndijmin, dûşman,
Li cem xelqê buhuştê geriyan
Doje bû para wan…
Îro jî ew bira, li me bûne peranya guran…
Welat dişewite, buhuşt bûye doje…
Zimanê me dibirin,
Şên neman, ziyaret-mizgeft hilşandin
Goristan xirav kirin, heykel wêran kirin,
Bêbajar û bêgund kirin…
Çar alî neyar û çar alî kîn e,
Dixwazin ji me qijikeke kor jî
Li dinê nemîne…
Serok û rêvebirê me li hev nakin,
Dengê rastîyê nayê bihîstin,
Bextê me teslîmê neyaran dikin,
Dijmin na, ew dixwazin dengê min kerr bikin,
Bi destê Kurd, doza Kurd çalkin,
Binerdkin…
Nizanim kê, kê ye,
Kê dêmarî ye û kê jî dê ye…
Naxwazin rastîyê bêjim,
Naxwazin rastîyê bistirêm…
Hey wax bavo!
Hey wax bavo!
Dilê min agir, şewat û kel e…”
Min got: “Bistirê bira, çavê welêt li te ye,
Kes nikare dengê te kerr bike
dengê te dengê gel e,
Li ber dengê te seqem–cemeda hezar sala jî dihele.
Bistirê!
Gel te hiz dike,
Bistirê, çavê gel veke, gel rake, hişyarke,
Li hespê xwenaskirinê suwarke,
Ku Kurd xwe, dost û dijmina naske,
Dema xwe nas kir
Wê min jî, te jî, welêt jî, WAN jî
Ji dijminan û ji WAN xilas bike!
(Ji berevoka ‘Ez kılameke melûl ım‘ – Weşanên DENG-Amed, 2009)