İSMAİL DİNDAR
Cara yekem dema min dengê Şivan Perwer ji teyba ku bi pîlan dixebitî de bihîst, ez nûciwanekî çardehsalî bûm. Şemdînê ji gundê cîran (Girêmara) ê ku jiber qama wî ya kinik xelkê jê re digot “Şemdînkê Qutik” di ber strana Şivan de gotibû:
“Bi namûs, min Şivan di Aznawirê re, di nav mayinan re derbasî “Binxetê” kir. Qama Şemdîn ji tivinga li milê wî ne dirêjtir be jî, mirovekî kezebpola bû. De îca gotina wî rast an derew bû, ev yek li ser bextê wî dimîne. Xalê Şemdîn ne sax e lê birêz Perwer dikare vê angaştê sererast bike.
Salek tê de neçû, desthilatdarîya leşkerî di dozdehê meha nehan a sala hezar û neh sed û heştêyî de, dest danî ser rêveberîya Tirkiyeyê. Ajokarê tirimbêlê yê ji gundê Tilhesenê ku ew gund jî cîranê me bû, li ber tava nava rojê ya germa Nisêbînê ji dest û piyan girêdabûn heta ku roj çûbû ava. Gundîyan digot; “Di tirimbêla wî de banta Şivan girtine loma ew dane êşkencê.”
Hozanê Dildarê Zimanê Qedexekirî
Şivan Perwer stranbêjek, hunermendek a rast hozanek bû. Sedema sosretên nedîtî ku hozanê navborî di nav mayinên re, ji beşek ji welatê xwe derbasî beşeke dî dikir û kesên li stranên wî guhdarî dikirin êşkence dikşandin, di rastî û sedema wê xeta bi mayinan hatiye xêzkirin de veşartî bû, mixabin. Perwer, ne li welatekî ji rêzê, ne hozanekî asayî û ne jî hunermendekî li gorî adetê bû; ew hozanê dildarê zimanê qedexekirî, ew rewşenbîrê gelekî bindest bû.
Çand û ziman bi hev pêk tên, bi hev geş dibin, çand teşe jiyana gelekî bi her alîyî ve derdixe holê ku weke gelek beşên huner û wêjeyê, hevîrê gişkan “ziman” e. Bi awayeke sirûştî, Şivan jî hunera xwe bi wî zimanî, bi zimanê xwe yê qedexekirî dihilbirand. Ew zimanê ku bi her cure tade û zilma desthilatdarên hov di bin êrîşên pişavtinê li ber xwe dida.
Bi awayê nivîskî, bi yek carê tunebû kurdî; nivîsandina bi vî zimanî sedema girtin û kuştinê bû. Li gelek qadên desthilatdariyê axavtin jî qedexe bû û Şivan Perwer barkêşê barê giran, tembûra wî di milê wî de, di rex qaçaxçiyên Serxet û Binxetê, di nav mayinên di axa welatê wî de çikandî, pişta xwe dida felekê, berê xwe dida asoyên nediyar.
Gunehê wî pir bûn, wî bi zimanê gelê xwe derd û kulên dilê welatê xwe qêrîyabû, çanda salan bi huner û dengê xwe xemilandibû, loma jî tawanbar bû û loma jî neyar li dû bû û loma jî du rê hebûn li pêşîya wî. Ya dê di deriyê hesinî re têketa pişt dîwarên zindanan an jî dê rahişta tembûra xwe li milê xwe kira û di nav mayinên li ber xeta ku welatê wî kiriye çar perçe de hatine çandin, biherikîya binya xetê û ji wir jî perê xwe li bayê sivik xista û li qiraxên welatê Ewropa danîya. Perwer wisa kir û bêyî dilê xwe be jî çû û hesreta welatekî di seranserê temenekî de, di dilê xwe yî koçber û mişextî de çand.
Di nav rûpelên temenê di xeribîyê de diherikî, yek bi yek evîn, hesret, hêvî û dahatûya welatê xwe li dû hev rêz kirin. Ji ber vê kirûya Şivan, tu carî em nikarin tenê wî weke stranbêjekî binirxînin, ew di heman demê de, mamosteyê vî zimanî ye jî. Bi ya min bi qasî stranbêjî û hunermendîya wî, Şivan Perwer rêberekî têkoşîna doza gel û welatê xwe ye jî. Ji ber ku ew bi stran û gotinên xwe rista dîrokzanekî, rista şanogerekî jî lîstiye û guhdarên xwe derbarê zîzîya doza welêt de şiyar kiriye. Erê, Şivan Perwer, ne tenê bi dengê xwe yî yekta û zîz û bi hunera xwe yî afirîner dilê guhdaran hênik kiriye, wî di hiş û dilan de tovên hişmendiyê, hestên welatperweriyê jî çandiye û bûye cotkarê huner û afirîneriyê, bûye paleyê welatperweriyê.
Bi Taybetiyên Otantîk Ber Bi Asoyên Gerdûnî…
Muzik, muzikjenî, deng û newa xwezayî ne û her weha gerdûnî ne jî. Perwer bi deng û hunera xwe xêzeke taybet rakêşeya di binzemîna gerdûnê de û bi rengên kesk û sor zera kurdî xemilandiye. Bi taybetiyên otantîk ber bi asoyên gerdûnî ve firiye û ev kirû û rastî ye ku dema behsa muzîka kurdî dibe, Şivan; dema navê Şivan derbas dibe, muzîka kurdî tê bîra mirovan.
Helbet bi alîkarî û hevkarîya hozanê kurd Cegerxwîn, bi wî deng û awazê taybet qêrîyaye û gotiye:
– Kî ne em!?
Bi vê awazê bi tembûra xwe dîwarên dîroka derewîn hilweşandiye di qada mêtingeriyê de.
Bi lawjeyê “Kirîvê” tehm û xweşiya evînê di nav nakokiyên civakê de li ser sifreya huner û şoreşgeriyê raxistiye.
Bi strana “Êzdîn Şêr”, tu li dîrok û nexweşiya mêtingerî û qedera gelekî bindest kiriye.
Bi “Lê lê Narîn” wateya “evînê” bi deng û gotinê yek bi yek rave kiriye.
Û bi “Canê”, bi “Hoy Narê” govend gerandiye, govenda şahiya dilan, govenda pêlên şoreşan.
Bi reng û dengê xwe, li qada jiyanê pêsîra xwe vekiriye û qêriyaye:
– Ez kurd im, ez hozan im hozan!..