YİLDIZ ÇAKAR

Roj hiltê, roj diçe ava. Ajal li gorî adetên xwe, mirov jî li gorî hewce û rêzikên xwe tevdigerin û rojekê bi awayekî asayî an jî awarte dijîn. Carinan bi kêfxweşî û dilşadiyeke sedemên wê kêmtir, carinan jî bi êş û zehmetiyên sedemên wê gelek zêdetir, ev çerx digere.
Guman nîn e ku “dem“ têgeheke razber e. Ji ber em hemû dizanin demên dilşad pir zû derbas dibin, lê demên êşbar bêdawî xuya dikin. Çawa roj hiltê û diçe ava, rojên me jî ewqas dişibin hev -ku em neçar man nav bidin van “dem”an – ku me nikaribû wan ji hev veqetînin.
Yekşem, duşem, sêşem, çarşem…
Di emrekî de ewqas roj hebûn me bi hejmaran nav li wan kirin, pişt re me dev ji jimartina rojan berda, me hewl da bo em demeke dirêjtir bibînin û me ew jî bi nêrîna li tenê tiştê ku li dora me dizivire, li gor “heyvê” pîva/hesab kir. Paşê dema me li hewa, ax û avê nêrî, me dît ku wekî hilatin û avaçûna rojê, demeke dirêjtir a dubare heye. Ew tişta me jê re digot demsal, ew bû. Li hin deran 2 û li hin deran 4 bû. Paşê me roj, meh û demsalên xwe jimartin û me dît ku xelekeke ji 4 demsalan pêk tê heye. Roj hilat, roj çû ava, cotkar û masîgiran demsalên xwe hesab kirin, çandin, dirûtin û nêçîr kirin. Dayikan bi hêvî roj û meh jimartin, dema zarokên xwe mezin dikirin. Nizanim kê çi hejmart… Lê wiha dom kir, domdariya sirûştê..
Me bi vî awayî “dem” li gorî xwe dabeş kir! Û carinan me roja rojbûnên hezkiriyên xwe, carinan rojên rojbûnên malbatên xwe pîroz kir. Her sal bi şahiyekê me ji saleke nûh re dil û deriyê xwe vekir. Me gotina li ser kir, me çîrok jê re gotin. Me kilam bi ta kirin, me stran bi tac… Me jê re nav dîtin, pênase kirin, şîrove bi xal…
Mirovên ji dayik dibe, dimeşe, radibe ser lingan, piştî têr dibeze (bi encama pêvajoya biyolojîk hildiweşe), qels dibe û dimire. Pêyvajoyek di nava zemanan de digere û dixwaze valahiya di navbera ‘xwe ‚ û ‚hebûnê‘ de dagre -bi wateyan. Loma jî di her qadê de lêgerîna mirov weke çerxa demê digere -li wê ‘tişta’ ku karibe valahiyê dagre.
Helbet wekî laşê mirov, mejiyê mirov jî pêş ve û paş ve diçe. Girêdayî rewşa biyolojîk û civakî, dema em dibêjin 20 salî – 30-40-60 jî, nêrîna me heman e, lê ramanên me û têgihîştinên me dest bi guherînê dikin. Di salên 20’î de em wisa difikirin ku jiyana em bê tirs dikevinê dê ji bo me hemiyan her wekî xwe bimîne. Di salên 40’î de em dest bi pirsyarkirina çîrokên xwe dikin û difikirin ka çi hêjayî têkoşînê ye û çi ne bi qîmet e. Lê belê dîrokek heye ku em hemû hinekî pê dizanin, em dizanin di vê dîrokê de cih ji bo çi û çend kesan heye û çi tê bibîranîn. Goristanên bi qasî bajaran mezin tapûyên bê mifte belav dikin. Eger kurteya rewşê ev be, mixabin ji bo mirovan sal û jiyana dirêj ne ewqas bi wate ye. Loma jî “jiyaneke bi wate” dagirtina valahiya di navbera ‘xwe’ û ‘hebûnê’ de demek/Zemanek e. Demeke ji hijmartinan, ji salvegeran wêde..
Jê wêde -di hemû salnameyan de, em ji hezkiriyên xwe re li şûna xêrxwaziyê, jiyaneke bi rûmet, qencî û bedewiyê bixwazin. Her çiqas rojek ji rojên me çûbe ava jî û salek ji salên me ji dara jiyanê ketibe jî -hêvî her ew puxteya dil e û di şevreşan de çirûsk.
Bi vê çirûskê; ji sala nûh vekirina hemû deriyên girtî û stêrkên şevan dewsa xwe bide ronahiya Roj’ê -di vê taritiya serdema zordaran de. Gihaştina destên ji hev bûne, bi qewlê evîndaran, bila hemû rê ji dilan biçe dilan -bi gul û nergizan. Sala nû pîroz be!