BERKEN BEREH

Rojek,
ji ber xeman, kulan
hînê helbestnivîsandinê bûn tiliyê min.
Niha
Ji bo evînê ji bo tuneyiyê
û çavên dayika xwe î belek dinivîsim.
Dibînim,
zarûk bêpar in
-di salan zarûkan de li dinê-
ji xwendin
leystik
û wekheviyê
Dinêrim,
li berbajarka, li kolana
mîna çivîka dayika xwe hindakirî
diçin û tên meriv
dikevin çayxana
çayxanê bê hilberî
Lê divê
mîna gulekî êvelî
ger bibuhire jîna me
bi şev bi roj
em evînek bihonin
evînek nû û mestir…
Lew
niha stran me dibejin
stran li çiya.
*Ev helbest cara ewil di sala 1980yî da, di hejmara diduyan a kovara Tîrêjê da weşiyaye û tevî helbesta “Ji ba me rê diçe xweşitiyê” helbestên pêşîn ên Berken Bereh in ku hatine weşandin.