Şi’ra Berken Bereh

SELAMÎ ESEN

FOTO: MİRAD BAYRAM

Berken Bereh; anku li zindanan berxwedêrê enternasyonel, li bajaran mamosteyê mişextî, li gundan mêvanê hogir û hejaran, li çîyayan qertel, li sûk û bazaran Mamoyê Diltenik… Şairê ku bûye şahidê her awa zilm û zorîyê… Digel evqas zilm û zorîyan 50 salan her şev wek mişkê şi’rê qunc û qunc li raz û hêmaya evîn û azadîyê digere, çeman qevz dike, çîyayan dikudîne, xwe davêje bextê bageran, per û baskên wî diwerin, bazê îlhamê ji hal dixe… Xweyê xwe û derdekî giran e. Di dawîyê da pê dihese ku her diçe bêtir dişibe welatê xwe. Lewma bi xwe bawer û serbilind e, delodîn û diltenik e, wek baz û pilingan pîyase dike…

Berken Bereh 50 sal in bi kurdî şi’ran dinivîse. Yazdeh (11) dîwan li kitêbxaneya kurdî zêde kirine. Ji xeynî haikuyan tevahîya şi’rên xwe bi wezna serbest nivîsîne. Navê tenûra wî şi’r, pejingên wî welat, hevîrtirşê wî işq û hevîrê wî jî kurmancîya xas e. Bereh, bi pejingên welatê xwe tenûra xwe ya şi’rê xweş dişarîne, bi işq û lîrîzma xwe hevîrê xwe xurt distire. Em xwîner di nanpêjiya wî da carina nanên serbest û nûjen û carina jî kilorên “haiku”yan tam dikin.

Mirov dikare rastîya xwe ya tehl û acizîya xwe ya kronîk bi şi’rên wî yên aramîbexş der bike. Di hemû şi’ran da? Helbet na! Carina aramîya me ya beytûşe, bi şi’rên wî yên wek eyneya acizker berhewa dibe û dilê me hêrs dike. Çinku rastîya tehl her tim bi şi’reka aramîbexş nikare bê lîrîzekirin. Acizî û hêrs jî hestên mirovî ne. Anku dema hêrs dibe wek çîyayekî serqot e, dema bi aram be wek kevokeka henûn kubar e.

Pira Gund û Bajaran

Di hin şi’rên kurdî da welatekî aram û azad hebûye wextekê. Şair jî her xerîbîya wî welatî dikin. Hacî Qadirê Koyî, Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn… Koyî dibêje: “Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn / Sultanî mulk û mîllet, sahîbî ceyş û îrfan.” Celadet dibêje “Ka Azîzan, şêx û seyda û axa / Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava.” Cegerxwîn dibêje: “Ka mîrekên li Baban, ka paşayê Rewandiz / Ka Cizîr û kanî mîr, ka Bedir-Xan li kû ye?” Di şi’ra Berken Bereh da welatê ku wextekî qesra xweşîyê bû êdî bûye welatekî bindest. Hatîye parçekirin, sînor lê hatine danîn. Di dîwanên şairê me yê gewre da wek mekan devera ecêb bajar in. Şi’ra wî bi xweşîya gund koçî bajarê xopan kirîye. Berken Bereh, pira navbera gund û bajaran e; zimanê wî stûn, hêmayên wî hesin û peyvên wî jî rêya wê pira qayîm in.

Nefreta Ji Bajaran

Bi qasî min xwendî û lê kolayî ti şairî bi qasî Berken Bereh ji bajaran nefret nekirîye. Di bitûnê heyata wî û şi’rên cenabê wî da herûher bajarvanîyeka sext li dar e. Eger di şi’ra wî da xwedubarekirin hebe ev yek muheqeq dê li ser nefreta bajêr be. Bajar di şi’ra wî da mirovan bê zar û ziman dike, wek savareka rijî, xewneka kêmxwê ne, gurên boz serberjêr lê diherikin.Li bajaran bêhna nanê tenûrê nayê ji kolanan, keda destan û xwêhdana dilan ji kîloyekî sêv erzantir in, ba genî ne, qajeqaja tirimbêlan e. Û bajarî ava coyan dixitîmînin. Nefreta wî ya ji bajaran ne ji dijberîya şaristanîyê diqewime, na! Ew zarokekî bajarî bû, bajarê wî bû warê şer, mêtinger hatin û tixûb lê danîn; ew ji bo mêtingeran li dadgehan sûcdar bû, firarê dewletê bû, hem Mem bû hem jî Beko û Mîr bû. Li bajaran rastî bindestîya xwe tê, diqehire, ji xeynî şi’rê çi ‘ilacekê ji vê bindestîyê nake. Lewma dibêje: “ji min re behsa şi’rekê bikin / bindestîya min / neyîne bîra min.”

Di şi’ra kurdî da Fêrîkê Ûsiv nimûneyeka balkêş e ku ji bo kamilbûna ziman û şi’ra xwe vedigere gundê xwe û ev veger, vegereka kulturî û folklorî ye. Di şi’rên Berken Bereh da jî hin caran meyla vegera gund xwe dide der. Bajar bûne qişle û êdî orînîya nevîyên moxolan lê olan dide, dixwaze xwe ji bajaran xilas bike berê xwe bide gundan. Lê gund jî hatine şewitandin. Çi be jî terka welatê xwe nake, li ber xwe dide û dinûse.

FOTO: UMUT YEĞİN

Tema

Wek T. S. Eliot gotî, şair ne ew kes e ku li ser xêzeka ferzkirî bimeşe û ji rê dernekeve. Belkî jî dema ji rê derkeve û tiştekî nû lê bike şair e. Ji hêla tematîkê ve dîwanên Berken Bereh zêde ne guherbar in. Her evîn û evîndar e; dema zebanîyên nas û strîyên zirbav esl û feslê xwe difiroşin, ew xwe dispêrê işqê; dema serdest û mêtinger jê ra dibêjin kiro, hovo, ekrad jî xwe dispêre işqê. Ev işq carina işqa Bêrîvan, Gulê û Xeca Şemsê ye lê bêtir caran işqa welatê çar birayan e. Xweyê qelemeka sînorşikên e, şûrê hunera xwe datîne wek Xanîyê hosteyê xwe.

Ziman û Şêwaz

Berken Bereh di hevpeyvîneka xwe da dibêje ku di lêkirina hemû şi’rên xwe da berî her tiştî qedr û qîmet daye jidilbûn û vegotina xwe ya takekesî û sade. Ji ber ku li gelek bajarên welêt maye (Şirnex, Sêrt, Semsûr, Dîyarbekir, Batman) zimanê şi’ra wî xwe dispêrê hemû devokên kurdî, zora otoasîmîlasyonê dibe. Qelema wî bi zimanekî sade, xweş û lihevhatî dinûse de’wa wî ya heqîqetê. Şi’rên wî di halekî aramîbexş da bi xwîneran ra di nav danûstandinê da ne. Şi’rên xwe bi zimanekî sade lê kirine, anku ne mimkun e şêwazkarîyeka seqet jê bizê. Lê belê zimanê sade jî berê me dide hêmayên xurt. Berken Bereh, anku şairê bi van hêmayên xurt şi’ra xwe lê dike: “Xweşmêrê dîrokê em bûn”, “welatek rabirdûya xwe dide ber gezan”, “tîrêjek dimije şîrê axa ji mirinê filîtî”, “ez nevîyê xemê me / dîya min ax e / bavê min ba”, “ey barana bo roja reş / ji xew rake vî şetî / yê wext lê asê mayî”, “ji qewmê tîrêjan im / her êvar têm kuştin / her spêde ji nû ve diwelidim…”

FOTO: UMUT YEĞİN

Şairê Hoste û Suxte

Berken Bereh, hez kirîye ku her berê xwe bide tişta nû an jî ya li dûr û duryanan adapteyî zimanê xwe bike, wek haikuyan. Bereh, ew şair e ku haya wî ji şi’r û edebîyata cîhanê heye lewma her di nav lêgerînekê da ye. Lê digel şairîya xwe xwînerekî mukemel e ku şairên Nifşê Rewşenê û şairên piştî2010an jî xweş dixwîne. Borges digot ku xwînerên baş ji nivîskarên baş kêmtir in. Bereh, xwînerê Mela, Feqî û Xanî ye, xwînerê Goran, Cegerxwîn û Fêrîk e, xwînerê Kawa Nemir, Selîm Temo û Rênas Jîyan e, xwînerê Yehya Omerî û Rêzan Diljen e. Hosteyekî diltenik, suxteyekî jixwebawer e. Hişê wî ji klîşeyan, ji hemaset û mexdûrîyeta kevnesal diçe. Li pey tişta nehatî gotin e, lewma şi’ra wî ter û taze ye her.

Şi’ra Berken Bereh têhna xwe bi kanîya hemaset û fortan daneyîne. Nabe mamosteyekî adetperest û fikra xwe li ser kesî nake ferz. Polîtîka û poetîkayê têkilhev nake. Carinan polîtîkaya xwe jî eşkere dike. Bo nimûne şi’ra “Kilama Nifşekî Jibîrbûyî”. Herwiha berê xwe nade mexdûrîyeta kevnesal û klîşe ku kesî xêr jê nedîtîye.

Kêmasîyek

Şertên konjonkturel bûne sedem ku poetîkaya Berken Bereh (digel hevalên xwe yên Qonaxa Tîrêjê) bi derengî li edebîyata kurdî deng vede. Dîwana wî ya ewil “Êş” di sala 2001ê da hat weşandin. Anku Berken Bereh di sala 1974an da dest bi nivîsîna şi’rên kurdî dike lê dîwana wî ya ewil piştî 27 salên di ser destpêka nivîsîna wî ra çap dibe. Ev jî dibe sedem ku tradîsyona şi’ra kurdî bikule û xwînerên edebîyata kurdî (ku wê demê bêtir li dîasporayê û li welêt jî di zindan û quncikên xef da bûn) bi derengî bi hibra qelema wî dihesin. Dîwanên wî ji weşanxaneyên curbicur derketin. Mala Weşanên Avestayê ava ku vê dawîyê hemû dîwanên wî bi navê “Botanname”yê di yek kitêbê da çap kir ku bû kitêba 900. a weşanxaneyê jî. Lêbelê edîsyoneka baştir jê ra divîya, dibe ku weşanxaneyê leza xwe kiribe. Ez bawer im dê di çapa nû da edîsyoneka xurttir jê ra bê kirin.