BÊRÎVAN MATYAR

Li Bakurê welêt, derfet û rêyên nû hêdî hêdî peyda dibin ji bo xebatên folklora kurdî. Ez bi xwe jî ji sala 2017an vir ve berhevkarîya folklorê dikim. Lê berîya niha bi qasî şêşt heftê salan, li Rewanê, li Sovyetê xebatên berhevkarîya folklora kurdî hatîye kirin. Loma ji min ra meraq bû ku rojekê, ez biçim Rewanê, li nava cimaeta kurdên Sovyetê bigerim. Bi taybetî jî min dixwest serkêşên berhevkarîya folklora kurdî nas bikim. Bêguman malbata Celîlan yek ji wan serkêşan e. Loma min dixwest malbata Celîlan nas bikim, li tecribe û bîranînên wan guhdarî bikim, xebatên ku kirine ji nêz ve bibînim. Herweha radyoya Rewanê û rojnameya Rya Tezeyê jî bibînim.
Vê îlonê jî bi awayekî min seh kir ku Weqfa Hrant Dinkî bi fonekê piştgirîya sefera Ermenistan-Tirkîyeyê dike. Min jî demildest ji bo xwe û xwişka xwe, Şehrîbanê (ew jî berhevkar e, xwarinên gelêrî berhev dike) serî li fonê da. Serîlêdana me qebûl bû. Em bi hev ra ji Amedê bi rê ketin, çûn Stenbolê ji wir jî lêkoler û nivîskar Nîhad Gultekîn beşdarî me bû. Berê me li Rewanê bû. Bi balefira Pegasusê, ji Stenbolê heta Rewanê, rêya me, bi qasî du saetan ajot.
Mala Mirazê Cemalî
Dema em gihaştin balefira Rewanê, li gumrikê me serî li vîzeyê da. Me karê vîzeyê xilas kir. Em ji wir jî çûn mala Mirazê Cemalî, saet çarê sibehê êdî. Lê ew li mala xwe li benda me bû. Mirazê Cemal, edîtorê rojnamaya Rya Tezeyê…
Wî em bi dilekî germ û rûkenî pêşwazî kirin li ber avahîyeke 16 tewî. Şev bû, sar bû. Lê rûkenîya apê Mirazî dilê mirovî germ dikir. Em bi asansorekê, ji zikê avahîya kevn hildikişîyan jorê. Li qata 15an bû daîreya wî. Em ketin hundirê mala wî, maleke dîrokî, hem ji wî ra bûye wargeh, hem jî ji rojnameya Rya Tezeyê ra… Çay û tiştên li ber çayê amade bûn li ser maseyê. Her yek ji me çayek vexwar. Apê Mirazî ji bo me cihê razanê çêkiribû. Wî ewqas pesnê odeya razanê dida, digot, “cihê Cangîr axa ye ha! Yanî ez ewqas qedrê we digirim…” Helbet em zaf kêfxweş bûn. Û em jî pirî betilîbûn, hema em di xew da çûn.
Dema em ji xewê şîyar bûn me saet li xwe kiribû yazdehê sibehê. Me rojbixêr li hev kir û em li ser maseya vekirî civîyan. Me plansazîya xwe çêkir ku em ê biçin ku derê û kê bibînin. Apê Mirazî hinek arşîva rojnameya Rya Tezeyê nîşanê me da, behsa xebatên xwe kir. Wî behsa pêvajoya amadekirina rojnameyê jî kir ku çawa nivîsan dinirxînin û redakte dikin û çawa rojnameyê dişînin çapê… Ez hejmet mam ji motîvasyon û handana wî ra…
Piştre li gel wî, em siwarî wesayîta nav bajêr bûn, ev jî derfet da me ku em nava bajêr bibînin; pirekî mezin du alîyên bajêr digihandin hev. Rengê hewayê zer, zer dikir, lê zereke girtî. Ew jî dikir ku mirov xwe di nav bajarekî melankolîk û xemgîm da hîs bike..
Rewan bajarekî mezin bû. Li navenda wê, avahîyên dîrokî gelek bûn. Hem alîyên pir kevn hebûn, hem jî alîyên nû hebûn. Hem bajarekî xizan xuya dikir hem jî dewlemend. Ji alîyê mîmarîya xwe ve hem ewropî hem jî asyayî bû, ji alîyê çandî ve jî hem rojhilatî hem jî sovyetî bû.

Hêlîna Deng û Awazên Kurdî: Radyoya Rewanê
Navnîşana me ya ewil, radyoya Rewanê bû. Em çûn ber derîyê avahîya Radyoya Rewanê. Me çend foto kişandin, pê ra jî Apê Mirazî ji me ra behsa radyoyê dikir. Piştre Tîtalê Kerem hat ku dîrektorê Rya Tezeyê ye û niha jî beşa kurdî ya radyoya Rewanê bi rê ve dibe. Li ser pêya em li ber avahîya radyoyê piçekî axivîn, û me çend fotoyên din jî kişandin. Ji ber ku destûra têketina radyoyê tune be, me nekarî bikevin hêlîna deng û awazên kurdî. Helbet li ber ketim lêbelê dîtina vî cihê dîrokî jî behna mirovî fireh dikir. Yek ji kilamên arşîva radyoya Rewanê ku gelek kêfa min jê ra tê, kilama Şeroyê Biro û Şebabê Egîdî, ‘Gede Dîno’, hat bîra min;
“Ha şilor e şilor e gede dîno gel vê şovê yo,
Biskê tolbavê kuro dîno belgê darê yo
Bigrin ramûsin gede dîno delala dê yo
…”

Dîrokeke Temendirêj: Rojnameya Rya Tezeyê
Em siwarê wesayîta Tîtalê Keremî bûn. Em çûn rojnameya Rya Tezeyê. Rojname li avahîyeke bilind û gelek kevn bû. Lê avahî pihêt xuya dikir, a rast li Rewanê, avahîyên ku me dît gelek kevn, bilind bûn lê pir pihêt jî xuya dikirin. Ya Rya Tezeyê jî weha bû û ew xwedî du asansoran bû. Lê mixabin, yek jê xerabe bû ya din jî destgiran bû, hêdî hêdî dixebitî. Asansor hat û em lê bûn. Derketin jorê, qata 12ê. Em ketin daîreya Rya Tezeyê, odeyek mezin di zik da jî maseyeke mezin. Lê belê odeya ku em lê rûniştibûn, nûkirî bû.
Li ser maseyê bi dehan rojname. Li vir jî me li gel Tîtalê Keremî civatek gerand, pirsên xwe jê kirin. Malavahîyê li wî dikin ku wî jî bi sebir hemû pirsên me bersivand. Cihê serbilindîyê ye; li hemberî ewqas zor û zehmetîyan, Rya Tezeyê her berdewam kirîye, qet ne likumîye û li paş xwe jî mêze nekirîye, loma xwedî dîrokeke temendirêj e. Ji bo min dîtina rojnameya Rya Tezeyê bû moral û motîvasyoneke nû. Divê mirov di kar û xebatên kurdî da her wext israr bike û çi dibe bila bibe qet dev jê bernede. Serketin bi îstîkrarî û berxwedanê ve girêdayîye. Rya Teze vê yekê bi bîra min xist.

Zankoya Folklora Kurdî: Mala Casimê Celîlî
Piştî serdana Rya Tezeyê, dîsa bi asansora jihevketî, em daketin jêr. Axirê ez gelek birçî bibûm. Lê ji ber ku me hê pere bi pereyên wan veneguhertibû, û me nedizanî em dê li ku derê xwarinê bixwin loma me derfet nedît ku em tu tiştî bixwin, û jixwe eceleya me jî hebû. Çimkî em dê biçûna zankoya folklora kurdî, mala rewşenbîr Casimê Celîlî. Qîza wî rewşenbîr û etnomuzîkolog Cemîla Celîl li benda me bû…
Em siwarî texsîyeke tîcarî bûn. Şofêrî em birin ber mala Casimê Celîlî. Heta gihaştin wê derê, ez hem zaf birçî bûm hem jî li min zaf sar bû. Meta Cemîleyê em li ber derîyê malê pêşwazî kirin. Me hev hembez kir. Em çawa ketin hindur, ez germ bûm. Dilê wan hindur germ dikir. Ji kenê li ser rûyê meta Cemîleyê. Bûka wê hahanka mase amade kir, ji fêkîyan bigire, şekirên navkaxezan, ji çîkolatayê bigere, pasta û kekan, ji qehweyê bigire çay, û ji findeq û fisteqan bigire heta û heta… Hem dilgermîyan wan hem jî xwarin û vexwarinên ser maseyê kir ku ez xwe baş û têr hîs bikim. Me xwe da nasîn, bi taybetî, me kovarên ku bi xwe ra bir da wê. Behsa xwe û xebatên xwe kir. Piştre me hêdî hêdî bi bêhna fireh li wê guhdar kir. Çiqas hêja bû.

Dema min li tevgerên meta Cemîleyê mêze dikir, mirov dizanî ku ew di malbateka zane û rewşenbîr da mezin bûne. Xeberdana wê gelek bi tesîr bû loma rihê min jî xweyî dibû.
Mala wan sade bû. Lê belê gelek dîrokî bû. Li odeya em lê rûniştîbûn, fotoyê Apê Casimî, dêya wan, Xanima Rizgo, û çend fotoyên din jî hebûn. Herweha maseyeke xebatê, maseyeke xwarinê, dolabeke bicam ya firaqan û dolabeke bicam ya pirtûkan hebû. Wê wisa xweşik behsa xebatên xwe, yên bavê xwe û yên birayên xwe dikir, dilê mirovî dibijîya xebatên wan. Dikarim bibêjim ku hê jî çavê meta Cemîleyê li xebatê bû. Wê dixwest aniha jî berhevkarîyê bike. Dilê wê dixwest were herêma Botanê, stran û kilamên kar û dawetan berhev bike. Dil dixwaze, lê êdî taqet tune. Bi qewlê wê ve, “ez êdî ne cahil[1] im, ew zaf çetin e.” Her gotina wê ji bo min wek dersekê bû. Min soza berhevkirina çend stran û kilamên herêma Botanê dayê. Nava çavên wê biriqîn. Zargotin û folklora kurdî dermanê malbata Celîlan e. Dikarim bibêjim ku tişta ku wan motîve dike û wan li ser xwe dihêle, zargotin e. Zargotina kurdî ji bo wan derman e…

Meta Cemîleyê behsa xwe bîranên xwe dikir. Dema ku ew li radyoyê xebitîye, dema ku wê li gundên kurdan berhevkarî kirîye, dema ku wê pirtûk neşir kirine… Bêguman, bi kêfxweşî û bi hezkirineka zêde xebatên xwe meşandîye. Xebatên xwe nîşanê me da. Ew hê jî dixebite. Ji kovar û rojnameyan ra nivîsan lê dike. Û carna jî diçe gundan û berhevkarîyê dike. Ew 84 salî ye. Hewesa wê, hêzkirina wê, xîret û handana wê ya li hemberî ziman û çanda kurdî hêja ye û ji min ra jî dibe best û îlham. Baş e ku min ew ji nêz ve nas kir. Bi qewlê wê ve, “zaf razî me”.
Piştî hevnasîn û civateke kûr, me xatir ji meta Cemîleyê xwest û em ji mala Apê Casimî derketin. Xweşmal bû, cihwar bû, star bû; hem ji bo gelek rewşenbîr, nivîskar, stranbêj, kilambêj, hem jî ji bo kesên wekî me meraqdar û folklorhezan. Mala wan zankoya folklora kurdî ye, ew pireka di navbera rabirdû û dahatûyê da ye.
Em vegerîyan mala Apê Mirazî. Ew şev jî em li ba wî man. Wî ji me ra behsa bîranînên xwe dikir. Civata li gel wî zaf bi tehm bû. Ji me ra behsa çanda xwe û ola xwe, Êzîdîtîyê, dikir. Ez ji wî zaf razî bûm. Destên me ji civatî nedibû, lê belê em westîyabûn û divîya em pal bidin. Dîsa sibeh li me bû, me hema ser pîyan xurînê kir, piştre em derketin derva li benda texsîya hevalê apê Mirazî bûn.
Em li siwarî texsîya wî bûn, em çûn ber wesayîta ku diçe Axbaranê. Nîyeta me çûyina gundê Sîpanê bi navê xwe yê kevn, Pampa Kurdan bû ku girêdayî bajarokê Axbaranê ye. Me heqê rê 600 AMD[2] da, serê merivê. Li Rewanê, tiştekî cuda heye ku mirov dema li erebeyê siwar bê heqê rê nade, lê belê dema mirov pêya be, heqê rê dide, ji bo min ev tişt cuda û balkêş bû.
Gundê Aştarakê û Warê Gûzan: Mala Hinara Tajdînê
Berîya em biçin Pampa Kurda, em 25 km dûrî Axbaranê, li ser rê, li gundê Artaşavanê peya bûn. Ev gund jî girêdayî bajarokê Aştarakê ye. Gundekî ermenîyan e û nêzî 700 nefer in, lê belê pazdeh malbatên kurd jî tê da dijîn. Malbata helbestvan û rewşenbîr Hinara Tajdînê jî li vî gundî ye. Li Artaşavanê, Hinarê Tajdîn û qîza wê, Seyrana Celad, em pêşwazî kirin. Saet yazdehê rojê bû. Hem dema taştê hem jî dema firavînê bû. Mazûvanîyek bêqisûr, li nava eywanê, maseyeke mezin û hemû tiamên dinyayê li serê bû. Ji her cure vexwarin û xwarin, tebaxa fêkîyan jî di orta masayê da weka kulîlkan disekinî. Me pirsî li gundî, darên gûzan zaf in.[3] Hinara Tajdîn jî xwedî heftê darên gûza bû.

Em rasterast li dora maseyê civîyan ku wekî ew tabloyek hunerî bû. Her kes li ser kursîyekê rûnişt. Me dest bi xwarinê kir û civata me jî pê ra dest pê kir. Me xwe da nasîn, û piştre me pirs ji helbestvan Hinara Tajdîn û qîza wê Seyrana Celadê kir. Dê û dot her du jî helbestvan in. Li cimaeta kurdên Rêwanê, di nava liv û tevgerê da ne. Wan em neşikandin û ji me ra çend helbest xwendin. Seyrana Celadê helbesta xwe ya bi navê “Te hişyar kir” ê xwend. Hinara Tajdînê em destvala bi rê nekirin, wê ji bo me bi qasî du kîlo kakilên gûzên Aştarakê jî kir çanteyê me. Tewerê wê wesayîtek eyar kir da ku me bibe Axbaranê jî. Hinara Tajdînê zaf çavfireh bû. Şanaz im, min du helbestvanên jin nas kirin ku dê û dot in. Malavahîyê jî li wan dikim. Me xatir ji Hinara Tajdîn û Seyrana Celadê xwest û em ji gundê Artaşanê derketin.
Gundê Sîpanê yan jî Pampa Kurda
Apê Ezîz, birazîyê Fêrîkê Ûsivî li Axbaranê li benda me bû. Dema em gihaştin wê derê, em nêzî Apê Ezîz bûn, li ber dikanfiroşek mezin peya bûn. Apê Ezîzî em pêşwazî kirin, piştre em li erebeya wî siwar bûn, û em dîsa bi rê ketin. Berê me li Pampa Kurda bû. Tevî gundê Pampa Kurda, aniha navê gund Sîpan e, deh gundên kurdan li herêma çîyayê Elegezê ne. Rya Teze (berê navê wî Qundaxsaz e), Elegez, Grubxaz, Serge, Çobangermez…
Ez nizanim çima gotine Pampa Kurda, lê çiqas navek xweşik e, Pampa Kurda. Wekî navê xwe yê xweşik, gund jî xweşik bû. A rastî, navê niha jî xweşik e, Sîpan. Dema em ketin gund, em rasterast çûn ber mala Apê Ezîzî. Ezîz kurê Şikoyê Ûsivî ye. Şikoyê Ûsivî jî birayê Fêrîkê Ûsivî ye.
Mala mezin xwedî hewşeka mezin bû, li ber derê hewşê em ji wesayîtê peya bûn. Em ketin hindurê hewşê. Di hewşê da, xanîyek du tawî. Apê Ezîzî da pêşîya me, li tawa jêrîn li derîyê malê xist. Îngaya delal derî vekir û xêrhatina me kir. Înga bûka malê û delala malê bû.

Goristana Gund û Malmuzeya Fêrîkê Ûsivî
Li hindur sobeyek êgir, li ser sobayê qûşxane û çaydanek çingo, her du jî bi kulîlkên sor û pembe bûn. Apê Ezîzî got “Înga keça mi qofî hazir bike” Îngayê hahanka maseyê danî eywanê û fêkî, kek û pasta, şekir û çîkolatayên navkaxezan, findeq û gûz danî ser maseyê. Mêvanperwerîya Îngayê jî dilê me germ kir.
Piştî qehwe û hinek xurek, em çûn goristana gundî. Li vê goristanê gelek navdarên kurdên Rawanê hene, helbestkar, nivîskar, rewşenbîr yên wekî Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv… Lê me ewilî meqbereya Zînê zîyaret kir. Zîn hevjîna Ezîzî bû û di temenekî ciwan da çûye ser dilovanîya xwe. Me hemû meqbereyan zîyaret kir.
Em ji goristanê hatin malmuzeya Fêrîkê Ûsivî. Cimaeta vê derê di salên 1930î da dest bi xebatên kurdî kirine. Handan û xebatên wan îro ji me ra wekî mîrasên giranbiha ne… Yek ji wan rewşenbîr û helbestvanê mezin Fêrikê Ûsiv e, ew hosteyê helbesta kurdî ye ku wî bênavber helbest afirandine. Mala wî, gundî wî, çîyayên wî li ber dilê wî pir ezîz bûye. Em di helbestên wî da gelek caran dibînin. Wî pirî caran jî li ser rêzeçîyayên Qermedax, Dibûr, Xama helbestên xwe nivîsîne. Herweha hesreta welatekî serbixwe jî kişandîye:
“Bira xwezî kurdistana min şên bûya
Miletê min aza, xwendî û zen bûya
Derge, diwan bi ziman û zarê min bûya
Bira hingê aya şevê li min çar bûya
Qerpalekî reş li stûyû min da xar bûya
Bira gizikê dergevanê destê min bûya
Soqaqê El-Cezîrê posta min bûya”
Mirov dibîne ku hesrata welatek serbixwe wekî her kurdekî di dilê wî da jî maye. Qîza wî, Zerê piştî mirina bavê xwe mal dike muze. Mala Fêrîkê Ûsiv, êdî dibe malmuze û dibe qonax û zîyaretgehek Rewanê. Di malmuzeyê da, fotoyên malbatî, fotoyên zarokên Fêrîkê Ûsiv û Ferîda Hecî Cewarîyê, Zerê û Zorê jî hene. Dema mirov li malmuzeyê digere, xwe li dema wan zen dike. Ew hesteka zaf hêja ye.

Qîza wî, Zerê, piştî mirina bavê xwe mal dike muze. Mala Fêrîkê Ûsivî dibe qonax û zîyaretgehek Rewanê. Di malmuzeyê da, fotoyên malbatî, fotoyên zarokên Fêrîkê Ûsiv û Ferîda Hecî Cewarîyê, Zerê û Zorê jî hene. Dema mirov li malmuzeyê digere, xwe li dema wan zen dike. Ew hesteka zaf hêja ye. Herwekî din, ez xwe gelek bişans jî dibînim ku ez îro li vê malmuzeyê me, ev yek jî ji bo min dê bibe bîranîneke dîrokî…
Me bi têra dilê xwe li malmuzeyê wext derbas kir, û axirê em vegerîyan mala Apê Ezîzî. Em çawa ketin hindur, Înga wekî guleyê baz da mitbexê û lez bi lez xwarin amade kir. Înga yeka çapik bû, destsivik bû… Wê dîsa maseyek vekir, li serê ka çi tune bû…
Em li ser şîvê rûniştin, me hêdî hêdî li gel civatek kûr bi qasî du seatan şîva xwe xwar. Piştî şîvê, pismamê Apê Ezîzî, Sevdîn jî hat civata me, cîranê hev bûn. Hem civata wî xweş bû hem jî yekî zaf qerfî bû, ez difikirim ku eger derfet hebûya dê bibûya şanogerek kurd yê navdar û serketî, hem xwedî zimanekî henûn û hem jî karekterek balkêş.
Sibehê, me çavên xwe li vê mala qedirbilind vekir. Dema ku em şîyar bûn taştê jî hazir kiribû. Li eywanê soba jî dadayî bû. Me li mitbexê taştê xwar, ji bo taştê jî hem kartol hem jî mirîşk hatibû biraştin. Min bi qasî sihanek mirîşkê biraştî xwar li gel penîrê ku Înga çêkiribû. Dîsa bi qasî saetek, me li ser taştê li gel Apê Ezîzî civat gerand.

Êdî dema vegerê hatibû, Lê destên me ji wan nedibû, hem ji ber wan û dilê wan yê pak hem jî ji ber vê mazûvanîya bêhempa. Me hêdî hêdî xatir ji wan xwest. Lê divîya em vegerîyana navenda Rewanê. Em bi rê ketin, çavên me bi çîyayê Elegezê ket, bêhna min fireh dibû. Ev çîya ji kurdan ra bûne sî û stargeh.

Dema em gihaştin Axbaranê, em siwarê erebeya Rewanê bûn. Em ketin rê, payîza dereng bû, jixwe welatekî zerîn bû, tewerê dar û ber, pel jî zer dikirin û piranîya pelan weşîyabûn. Rengzerê Rewanê. Êvarê dîsa em vegerîyan mala Apê Mirazê Cemalî, me heta derengîyê şevê li vir jî civat gerand. Wî ji me ra helbestên xwe xwend, kêfa min zaf ji helbestên wî ra hatin. Bêhtir ew li ser Kurdistanê, li ser koçberîyê û bêwelatîyê bûn. Piranîya wan pastoral bûn; bêhna gundan, bêhna zozan û çîyayên kurdan dihat ji helbestên wî. Bi taybetî jî min ji helbesta wî ya “Zozan”ê zaf hez kir. Wî bi meqamê stranê ji me ra got:
“Warên jorîn konê me ne
Avên kanîya lemelem e
Kerî sûrî têne cem me
Zozan zozan xweş î zozan
Çîyayê Gilîdax: Sînorê Du Welatan
Sibeha roja dawî li mala Apê Mirazê Cemalî, em bi dengê bilûra wî şîyar bûn. Wisa xweşik li bilûra xwe dixist, dengê bilûrê em dibirin demeska kevnare. Ez rasterast ber bi dengê bilûrê ve çûm, û min ji wî rîca kir ku dîsa û dîsa li bilûrê bide. Du kilaman ji bo min jî lê da; “Gulnîşan” û “Ozmên”. Hinek gotinên kilama Ozmên weha bûn;
“…
Bîna yarê lê lê tê xortane,
Şivka Ozmên şîvşîlan e
Mi’ girêdabû heft têlane
Her têlekî lo lo heft renga ne…”
Piştre me berê xwe da şaneşîna wî ku li hemberî çîyayê Gilîdax/Girîdaxê[4] bû. Wî dûrbîna destê xwe nîşanê me da û got, “ez her roj li çîyayê gilîdaxê mêze dikim” û çavên wî şil bûn. Jixwe çîya gelekî bi heybet bû. Min baştir fam kir ku apê Miraz bi hesreta welatê xwe her roj çavên xwe li hemberî çîyayê Gilîdaxê vedike. Hesreta welatekî serbixwe di dilê apê Mirazê Cemalî da ye jî…
Veger û gotina dawî
Em bi qasî sê-çar rojan li van deran bûn mêvan, hem li gor çavdêrîya min hem jî li gor sihbet û axaftinên me, dikarim bibêjim ku her çiqas Ermenistan ji bo kurdan bûbe cih û stargeh, û kurd li vê stargehê azad bin, rehet bin û karibin bi zimanê xwe biaxivin jî. Dîsa jî bivênevê bêrîya welatê xwe yê eslî dikin, hesreta welêt di dilê wan da ye. Dizanin ku li pişta çîyayên Gilîdaxê welatek heye û ev welat yê wan e. Welatê dê û bavê wan e…
Herweha piranîya kurdên Ermenistanê, Êzîdî ne. Tesîra orf û adetên bawerîya wan li ser wan heye. Lê kesên ku me ew nas kirin, ji bo wan berîya her tiştî neteweyî ya herî giring e. Ewilî kurdbûn, piştre bawerî û dîn… Apê Mirazê Cemalî, “Erê em Êzîdî ne, lê em kurd in, em gi kurd in, zarokên malekê ne”.
[1]Li gor devoka kumancîya kurdênRewanê, peyva “cahil”ê ji bo peyva “ciwan”ê tê bikaranîn. Herweha ji bo “extîyar” yan jî “pîr/kal”ê jî peyva “mezin”ê tê bikaranîn. Wekî mînak, “ew êdî mezin e” bi gotineka din “ew êdî extîyar e.”.
[2] AMD: Armenian dram, pereyê ermenîyan.
[3] Piştre li gor ku min lê vê yekê kola, ez gihaştim van pêzanînan: Ji sala 2012ê vir ve li Aştarakê festîvala gûzan tê lidarxistin. Ji bo nimûneyê binêrin: https://www.agos.com.tr/tr/yazi/19506/bir-festivalden-fazlasi
[4] Ji çîyayê Agirî ra hem Gilîdax hem jî Girîdax tê gotin.
[*]Ji ber piştgirîya seferê dan, ez spasîyên xwe yên taybet li Weqfa Hrant Dînkê dikim. Bêguman, keda Nîhad Gultekînî jî hêja ye, wî kir ku sefera me ya Rewanê têr û tijî derbas bibe. Bi saya wî, me dîasporaya kurdên Rewanê ji nêz ve û baştir nas kir. Herweha ji bo mazûvanîya Mirazê Cemalî, Cemîla Celîlê, Înga û Ezîzê Şiko, Hinara Tajdîn û Seyrana Celadê, spasîyên xwe yên taybet li wan jî dikim. Ji xwişka xwe Şehrîbanê ra jî minetdar im, wekî her car ew berpirsîyarî teknîkê û alîkarîya her awayî bi cih anî. Û dîsa rêwîtiya bi wê ra miazam bû. Loma spasîya xwe li wê jî dikim.