Ji bîra hevpar: Newroz ne tenê mîrateyeke rabirdûyê, rêbereke pêşerojê ye

Yildiz Çakar

Dema ro deriyê xwe digire, şev stêrkên di bêrika xwe de diweşîne li atlaseke belek. Diçirûse hilber, ji çandiniya abadînî. Mezin dibe tarî. Tune dike hemû xalan. Vedike deriyê xewn û xeyalan. Dimîne cesed li zeman, digerîne ruhan. Wiha ye şev, hevalbendê rojê ye, dema vedigerîne dorê. Dema dor tê ser Rojê, biçûk dibe tarî, xuyayî dike hemû xalên ku tê de windayî ne. Tê girtin deriyê xewn û xeyalan, vedigere ruh li cesedên zemanan. Dirêj dike destên xwe tîrêj, di bêrika xwe de diweşîne ronahiyeke xweş. Şîn dike hilber, ji çandiniya abadînî û mezin dibe Ronî.

Wiha ne roj û şev. Yek heyî dike yek jî tune. Ne dijî hev in. Berevajî temamker in. Wekî rojan, mehan, demsalan. Çiqas kêm dibe ewqas jî zêde dibe. Çerxeke rewnaqdar e. Pirsên wê pir in, bersivên wê kêm in. Ji bo vê yekê bi hezaran sal e mirovahî çavdêriya xwezayê kiriye/dike. Ew xwezaya ku him tune dike û him jî‚ ‚ji nû ve diafrîne‘. Loma jî mirovahiyê di nava vê çerxa rewnaqdar de çerxeke din a bi rêk û pêk ava kiriye. 5 hezar sal berê wate li zemên kiriye. Pîvanên xwe li gor xwezayê danîne. Li gor çandiniyê nav çêkirine. Ligel vê yekê ol, rîtuel û cejn jî. Li Mezopotamyayê Newroz, li Hindistanê Hol, li Japonyayê Ekînoksa Biharê mînakên wekî hev in. Di hemûyan de pîrozbahî ji bo ‚ji nû ve zindîbûna xwezayê‘ ye.

‘Her dem ji nû ve destpêkirin gengaz e’ wiha dibêje ev çerxa tekûz. Ji ber ku nûbûna xwezayê, ji nû ve destpêkirin e û ev yek zagona bingehîn a gerdûnê ye. Ev guhertin û nûbûn ne tenê cîhana fîzîkî, her wiha jiyana mirovan jî bi kûrahî bandor dike. Ji bo vê yekê fêmkirina pêvajoya nûbûnê beşeke vê çerxê ye û lihevkirina wê û ji bo pêşketina wê hewcedarî bi hin rêberan heye. Rêberên ku ji çavdêriyan, ji komxebatan, ji ezmûnan, ji aqil û hestên hevpar dagirtî ne..

Demsal diguherin, giya mezin dibe û diçilmise, ajal tên dinyayê û dimirin. Ev çerx hevsengiya ekosîsteman diparêze û berdewamiya jiyanê misoger dike. Wekî ku di felsefa Spinoza de hatiye diyarkirin, ev pêvajo pêwîst û diyarkirî ye; di cewherê xwezayê de heye. Loma jî nûbûn ji bo mirovan ne tenê pêwîstiyeke fîzîkî ye, di heman demê de pêwîstiyeke hişmendî û ruhî ye.

Nûbûn tê wateya vegerîna li esasê xwe, ji nû ve keşfkirina xwe û pêkanîna potansiyela xwe ye. Ev bi têgeha conatus a Spinoza re jî hevaheng e; di cewherê her hebûnê de hewldana parastina hebûna xwe û pêşxistina wê heye.

Pêvajoya nûbûna xwezayê ji bo jiyana mirovan modelek û rêberek e. Fêmkirina vê pêvajoyê ji aliyê mirovan ve û lihevkirina wê, hem ji bo pêşketina takekesî hem jî ji bo jiyaneke di ahengê de bi xwezayê re bingehîn e. Nûbûn ne tenê vebijêrkek e, lê wekî beşek ji xwezayê pêwîstiyeke hebûnî ya mirovan e. Jiyandina vê pêvajoyê bi zanebûn, derfetê dide mirovan ku xwe pêk bînin û têkiliyeke xurtir bi xwezayê re çêbikin.

Newroz, Lixweveger e!


Germ dibe dinya, germ dibe nefes. Şiyar dibe ax û paxila xwe vedike – ji hemû stariyên nayên hejmartin re. Av digire kulîlkên şaxan, rengorengo cil li xwe dike erd. Dihele berfa serê niçikan. Diherike di rehên axê de wekî can, can lê zêde dike li golan, robaran. Vedigerin teyr û tilûr. Vedigere şînî li ezman. Deriyê malan tên xemilandin, ji beybûnan, batînokan, binefşan. Nerm dibe hewa, geş dibe tîrêj ji hemû zemanan. Wiha tê roja nû – bi kelecan. Newroz e!

Dewlemendiya kevneşopiyan, hest û aqilê hevpar, mîrateya rabirdûyê ye Newroz. Him dîrokê vedibêje him pêşengiyê dike.

Loma jî Newroz ne tenê mîrateyeke rabirdûyê ye, ligel vê yekê rêbereke pêşerojê ye. Ev cejna ku di bîra kolektîf/hevpar a mirovahiyê de cih girtiye her sal vê yekê tîne bîra me û ji me re dibêje, “ger şev hebe roj jî heye, ger zivistan hebe bihar jî”. Taybet di vegotina kevneşopiyê de, Newroz hatina biharê wekî şiyarbûna xwezayê û azadiyê sembolîze dike. Lê belê Newroz ji vê vegotinê wêdetir, wateyên kûr di xwe de dihewîne. Loma jî Newroz ne tenê cejn e, di heman demê de di bin hişê hevpar ê mirovahiyê de rîtuela ‘ji nû ve destpêkirin’ e.

Ev rîtuelên ‚ji nû ve destpêkirinê‘ her serdem wateyên cuda li xwe zêde kiribe jî ji gewherên xwe her heman in. Ax, av, agir û hewa navenda vê çerxê ne. Ji kûrahiya mîtolojiyê bigire heta digihîje çerxa kozmîk û Zerdeştiyê.

Di mîtolojiya Sumeran de çîroka xwedawenda evîn û bereketê Înanna û xwedayê şivan Dûmizî yek ji dawera ‚ji nû ve destpêkirinê‘ ye. Ev dawer bi çûyina Înanna ya binerdê û vegera wê – çerxa jiyan û mirinê dinimîne. Çûn û hatina bin erdê ya Dûmizî jî çerxa demsalan e. Her wiha çîroka Abzû û Tîamat zindîbûna xwezayê – taybet jî ava çem û kaniyan ên ku ji avzemikan der dibin tên nimînandin. Taybet jî ev çerx, bi ava şîrîn xwedîkirina axê, dawera ‚ji nû ve destpêkirina jiyanê‘ ye. Xwedayê bayê Enlîl û xwedawenda tov/toximê Nînlîl dawera mezinbûn û residîna hilber/zadan e.

Ev çîrok bandora bayê ya li ser çandiniyê, bi ber girtina wê wateya bereketê dide biharê. Ev bawerî yek ji vê çanda kevneşopiyê ye. Ji van vegotinên mîtolojîk gelên Mezopotamyayê biharê ne tenê wekî demsal, pîroziya xuliqandina jiyana ji nû ve – dîtine, pîroz kirine. Di van pîrozbahiyan de agir û reqs/dîlan sembolên girîng in û di navenda vê çerxê de cih digirin. Di Zerdeştiyê de agir hêmaneke pîroz tê qebûlkirin. Him bo paqijiyê him bo hêza afrîneriyê. Ev agirê ku bo hatina biharê tê pêxistin ne tenê qewitandina ruhên xerab, her wiha pîrozkirina zayinê ye, zayîna xwe ji xwe. Loma jî agir ne tenê ji aliyê fîzîkî – ku çavkaniya germbûnê ye, di heman demê de alava nûbûn û ronîbûna ruhî ye. Carinan di kûrahiya axê de dibe deng, dike pistepist, carinan di wê kûrahiyê de rê vedibe dibe veger, ji dîroka Dûmizî şivanek bilûrekê datîne ber ahenga jiyanê û bilind dibe geşbûna agir. Dengek ji kûrahiya dil, ‚bihar tenê ne ya xwezayê, ya mirovahiyê ye jî‘.

Du aliyên hevdu temamker in ro û şev, jiyan û mirin, bihar û zivistan. Ev çerxa ebedî bingeha hebûnê ye û bi rîtma gerdûnê re hevaheng e. Her çiqas me hişyar bike û bibêje şev bê roj, jiyan bê mirin, bihar bê zivistanê nabe jî, dike bîra me ku hebûna me jî demkî ye. Di gerîdoka zeman de yektabûna her kêliyê diyarî me dike ev çerx. Û ji me re dibêje ku jiyan û mirin, şev û roj, zivistan û bihar, neçarbûna guherînê û demkîbûna her tiştî hîn dike. Di heman demê de, ev çerx çavkaniya hêvî û nûbûnê ye. Wekî roja ku piştî her şevê tê, wekî bihara ku piştî her zivistanê tê, ew destpêkên nû yên ku piştî zehmetiyan tên, bila bi ‘lixwevegerîn’ û ‘ji nû ve destpêkirinê’ were li newroza me.

Bi hêvî, bawerî û daxwaza welatek azad û serbixwe, bila „yê dil were mil“,

Newroz pîroz be!