HERBERT GEORGE WELLS
Werger: BÜLENT GEDİK

Wextekî merivekî hûrik hebû. Dayika wî destek cilê xweşik ê rengekesk û zerîn ji wî re dirûtibû. Cil ewqas xweş û bi hostetî hatibû vedirûn ku ez nizanim rave bikim. Da ku li stûyê xwe gîre bide, wî qerewatekî rengtirinc û bi pirtûk hebû. Bişkokên wî yên nipînû weke stêrkan dibiriqîn. Ji ber cilûbergen wî, şanazî û keyfxweşiya wî re payan tunebû. Wexta ku cara ewil wî kincê xwe li xwe kir, li ber neynika dirêj sekinî, ewqas heyirî ma, ewqas hez jê girt ku nikarîbû çavê xwe ji neynikê hilîne, ji wir dûr bikeve.
Wî xwest her bi her derê ve bi cilê xwe biçe û kincê xwe li her cure mirovî nîşan bide. Wî hemû cihên ku berê çûbû, hemû dîmen û xuyangên ku berê bihistibû anîn ber çavê xwe. Hewl da xwe ku bisêwirîne ka heke niha, cilê wî yê birqok li ser, biçûya van deran, di nav van dîmenan de cih bigirta, gelo wî yê xwe çawa hîs bikira. Wî dil kir bêyî ku bisekine derkeve dirve, cilê wî di ber de, di bin tava germ de biçe nav giyayên dirêj ên mergê. Bes ji bo ku cilûbergên xwe li xwe bike. Lê belê, dayika wî ji wi re got “Na”. Diviya wî pir baş lê mêze bikira. Ji ber ku ne pêkan bû di demeke nêzîk de ew cilekî din ê ewqas baş bi dest bixe. Divê ew lê baş binêre, lê miqate be û bi tenê di çalakiyên giring û kêmpeyde de wî li xwe bike. Dayikê got ku ew kincê wî yê zavatiyê ye. Bi tirsa ku dê rewnaqiya bişkokên teze biçilmise, bişkok girtin, kaxizê pelur li wan pêçandin. Ji cawên din rûber kir û li ser devzendik, enîşk û cihên din ên hesas da, şûl kir. Kûre wê qet hez ji wan rûberan nekir û li ber xwe da. Lê çi ji destê wî dihat ku? Dawiya dawî hişyarî û israrên dayika wî bandor li wî kir. Ew qayil bû, cil û bergên xweşik ji xwe kir, ji cihên qathirinê bi ser û ber nûrand û hilanî. Wisa dihêsa ku heçho dev ji kincê xwe berdabû. Lê belê, ew bê sekn û rawestan li vî cilî û van çalakiyên kêmpeyda difikîrî. Dê rojek bihata wî yê bêyî ku paxav bi tukesî bike, bi kêfxweşî û bi serûber wî kincê bêhempa li xwe bikira. Dê li ser wî ,ew rûbarên zêde û li ser bişkokên wî, ew kaxizên pelur nebûna.
Şevekê, weke her car dîsa cilê wî hatibû xewna wî. Wî di xewna xwe de kaxizê pelur ji bişkokekê vekir û dît ku bişkok piçek çilmisîye, rewnaqiya wê piçikek çûye, ji ber vê yekê canê wî di xewna xwe de pir aciz bû. Li hemberî îhtîmala her diçe zêdetir çilmisîbûna bişkoka reben a zenûn wî ew mist da û biriqand. Gava ku şîyar bû, di cihê xwe de raza û li rewnaqiya çilmisî hizirî. Heke dema wê çalakiya kêmpeyda were (çi çaxê dibe bila bibe) û nabe lê, bişkokeke cil ji tezetiya çilvilok a ewil piçikek be jî winda bike, gelo wî yê çi hîs bikira. Ev raman bi rojan ve di serê wî de ma û ew aciz kir. Dema ku dayika wî careke din destur da wî ku cilê xwe bi xwe de bike, dilê wî xwest ku heman parçeyê biçûk ê kaxizê pelur veke û bibîne ka gelo bişkok bi rastî jî weke berê dibiriqîn yan na. Wî yê hema mabû xwe teslîmî vê dilxwaziyê bikira.
Dilê wî bi vê dilxwaziya har tijî, wî bi awayê kû li xwewergirtî da ser rêya dêrê. Lewra, wekî hûn jî texmin bikin dayîka wî piştî ku gelek caran bi awayekî micid hişyarî da, carcaran, wekî mînak di rojên Yekşemê de gava ew diçû derê û dihat, destur dida wî ku kinc li xwe bike. Ew jî dema ku talûkeyên wekî toz, baran an jî tiştekî dîn ê zirardar tune be, bi şertê ku bişkokên wî girtî, rûberên caw li ser be û heke tav hêzdar dixuye, li hemberî tava rojê di destê wî de sîwanek hebe. Piştî ku çalakî qediya wî cil ji serî heta binî firçe dikir, wekî ku dayika wî hîn kiribû bi baldarî qat dikir û dîsa hildianî.
Û wî hemû sînordariyên ku dayika wî li ser lixwekirina cil danîbû rîayet kir, her dem li gorî wan tevgeriya. Ta ku şeveke ecêb di nav nivînê de şîyar bibe û hîvrona ku li derveyî paceya wî şewq dida bibîne. Li wî wisa hat ku ne hîvron hîvroneke ji rêzê bû, ne jî şev şeveka ji rêzê. Ew demekê di serê xwe de ev fikra ecêb, ji serî heta binî tevizandî di cihê xwe de raza. Eynî mîna tiştên ku di bin sîberan de bi tîndarî pistepist dikin, raman ket pey ramaneke din. Dûre ji nişka ve ew di nav nivînê xwe da rast bû û rûnişt. Pir hişyar bû, dilê wî pir bi lez lêdixe û laşê wî seranpê dilerizî. Biryara xwe dabû. Niha wî dizaniya, wî yê kincê xwe bi awayê ku divê bibûya li xwe bikira. Qet şik û gumana wî ji vê yekê tunebû. Ew ditirsiya, pir ditirsiya lê dilşad bû, dilşad.
Ji nivînan derket, kêliyekê li ber pencireyê li ser piya ma. Li bexçeyê ku tava heyvê bûbû lehî û lê qelibî nêrî. Ji ber tiştê ku wî dil dikir bike dilerizî. Dinya bi sîrasîra sîsirkên qicûcik, qajîna nizm a zindî yê biçûk û bi miremiran re tijî bû. Ji ber ku ew jî şiyarkirina mala ku dixeviya ditirsî, ji textikên ku dikir çireçir hêdîka derbas bû, çû cem qibaloka mezin a cilan. Kincê wî yê xweşik qatkirî di nav vê dolaba rengtarî de bû. Wî ew bi nazikî perçe bi perçe jê derxist û bi dilxwezîyeke mezin ji kaxizên pelur û rûbarên caw rizgar kir. Va ye ew li wir bû , xweş û nekêm. Eynî mîna cara pêşîn dayika wî ew da wî -ango ji bo wî berê demeke direj- û çavê wî pê ket, xuya dibû. Tu bişkok ne çilmisîbû. Tu desenê kincê wî yê delal beqem nebûbû. Dema ku bi bêdengî û lezgîn cil li xwe dikir ewqas dilşad bû ku wî dikaribû bigiriya piştre bi tevgerên nerm, hêdî hêdî bi paş ve vegeriya, çû cem pencerê û deqeyekê lê sekinî. Li derve, li bexçe nêrî. Li ber pacê ew noqî tava heyvê bûbû, bişkokên wî weke stêrkan diçirûsîn. Dûre, bêyî ku zêde xuşexuş bike di ser şêmûga derî re derbas bû û dakete nav bexçe. Li ber mala dayika xwe sekinî. Xanî spî û hema hema bi qasî roj aşîkar xuya dibû. Hemû paceyên wê kor bûn, lê paceya odeya wî wekî çavekî ku dixewe girtî bû. Sîya daran wek dantêlên reş bi bêdengî diketin ser dîwaran.
Baxçê di bin hîvronê de ji rojê pir cuda dixuya. Tava heyvê di nav çeperên gêzî de qetl û qitûl dida xwe, mîna tevnepîrikên nîqaşî xwe ji gulîyekî biharê dirêjî guliyê din dikir. Hemû kulîlk, an sipî yê fîq an jî reşê sorikî bûn. Hewa bi çîrîniyên sîsirkên biçûk û stranên bilbilên di navbera şaxa daran de veşartî dihejikî.
Dinya tarî nebû, bi tenê siyên germ û razdar lê hebûn. Xetên hemû pet û pîr hevokan bî gewherên şanjanî yê xwisiyê hatibûn xêzkirin û pê re xuya dibûn. Îşev ji hem şevên ku wî dizanibûn germtir bû. Niha gerdûn bi saya mucîzeyekê, hê firehtir û nêztir bûbû. Digel ku heyva mezin a bi renge diranfîl kirmişî hikm li dinyayê dikir, sêla esmanî bi stêrkan re tijî bû
Merivê hûrik ne kir qîrînî ne jî stran gotin, ji ber dilşadiya xwe ya bêdawî. Demekê, wekî ku ji devgerê ketiye çik sekinî. Dûre wî bi qajîneke sivik û ecêb çepilên xwe têr vekir û baz da. Heçko wî yê hemû balûpaliya germ û kûrewî ya cîhanê di carekê de hembêz bikira. Wî neda şer riyên rêkûpêk ên ku bexçe bi şiklê çarçikan dibirin, lê xwe da nav mişaran, nav giyayên şil, dirêj û bêhnxweş; kete nav ripinên kulîlkên talikê yên spiyê nîqaşî, şevbêhn, nîkotîn û lewenteyan, nav deviyên başûrî. Û dûre, ji erda fireh a kulîlka muhebetê ku li çokê bû derbas bû. Hate cem çîtê bexçeyê mezin û rasterast ket nava wî. Lewma jî strîyên dirikê bi awayekî kûr ew xêzik kir û hin benikên kincê wî yê xweşik veçirandin. Hinek gihayên çilêzîn, tovên bi qalikê strîdar û devî xwe li wî pêçan, bi wî ve zeliqîn. Lê qet ne xema wî bû. Lewra wî dizanibû ku ev hemû encameke siruştî ya wergirtina cilûbergên xwe bû ku wî pir dil kiribû bi xwe de bike. Wî got: “Oxweş, baş e ku min cilê xwe li xwe kir, baş e ku min ew wergirt.”
Ji çeperî wêdetir hate cem lîça werdekan. Yan jî cihê ku qet nabe bi roj wek lîça werdekan xizmet dikir. Lê, bi şev dadigerî, dibû kasikek hîvrona zîvîn a mezin û strana beqan jê difûrî. Tava heyvê xwe li ser avê dixist, dişikî, nîgarên ecêb lê çêdikir û kasika hîvronê dixemiland. Mêrikê hûrik baz da, xwe di navbera qamişên reş û zirav re berda nav avê. Ava lîçê berê heta çokê bû, dûre hat navtengê û piştre jî hat milan. Gava ku ew diket nav gola biçûk av reş dikir. Lê, bi destên xwe av pêlpêlî dikir. Pelikên biçûk çêdikir. Gava av pêlpêlî dibû, pêlik li ser avê dihejikîn û diteyisîn. Şewqa levherbilî ya darikên peravê diket ser van pêlikan û stêrk li ser şewqa wan diçirûsîn. Ew demekê meşiya, dûre avjenî kir û derbasî wî alî bû. Wextê ku derdiket derve li gorî wî bi pişta xwe ve ne nîska avê lê wek gumlatên direj, şilopila û zeligok bi tevahî zîv dikişand. Li wêdetirî qeraxê giyayên nehatine dirûn, bûn nêriyê tov û ripînên dara biyê hebûn. Ew rasterast kete nava wan. Dûre bi awayekî ji xwe dilxweş helkehelk derket riya sereke. Wî got: “Ez pir û pir kêfxweş im ku min cilekî evqas li vê çalakiyê guncan hebû.”
Riya sereke di bin heyvê de spî û rewnaq xuya dikir. Weke tîreke ji kevan pelû rasterast dirêjî sêla esmanî ya şipşîn dibû. Di navbera wîçewîça bilbilan de, di ber de cilê wî ku dayika wî bi destên xwe yên dilovan û nawest ji bo wî dirûtibû, da ser rê. Geh baz dida, geh çindik dida xwe geh bi dilxweşîyeke mezin dimeşiya. Rê bi tebeqeyeke kûr a tozê re girtî bû. Lê belê ew toz ji bo wî tenê sipîtayîke nerm bû. Gava ew dimeşiya mirmirkeke zenûn a mezin hat û li derdora xuyanga wî ya şil, hejhejok û lezlezok perwaz da xwe. Pêşî wî paxav pê nekir, lê dûre dest bi hejandina dest û çepilên xwe kir. Gava ku mirmirk li derdora serê wî diçerixî, wî heçko çeşîdek dans dikir. Dûre ew gîrî: Mirmirka delal! Mirmirka xweşik! Û şeva wurdeşedar! Şeva Wurdeşedar a cîhanê! Ma ne tu jî difikirî ku cilê min xweş e, mirmirka delal? Ma ne ew jî bi qasî per û baskên te, bi qasî ser û sînçên erd û esmanî xweşik e?
Û mirmirk nêztir û hey nêztir firî; ta ku baskên wê yên mexmûr hema bi levên wî bin…
Sibehtir, wan ew di zemîna kana keviran de mirî dîtin. Stûyê wî şikestî bû. Cil û bergên wî yên xweşik piçek bixwîn, qirêj û bi nîskên avî lekedar bûn. Lê belê, rûyê wî ewqas şad xuya dikir ku heke we ew bidîta hûn ê têbigihişta ku ew, bêyî ku bizanibe ev zîva pêlpêl ya hênik ji ber nîskên avî yên lîçê bû, pir û pir bextewar miribû.
*Min ev çîroka kurt ji pirtûka Herbert George Wells a bi navê The Door in the Wall and other stories, weşanxaneya Karbon Kitaplar, İstanbul, 2020 wergerand.