Hevpeyvîn: İNANÇ YILDIZ

Navçeya Elkî (Beytüşşebapê) ya Şirnexê, herêmeke xwedî mîraseke dewlemend a çandî ye. Hîn jî mimkun e ku mirov li vir dezgeha desta bibîne. Honandina berrikan bi taybetî di nava jinan de belav buye. Ev çanda kevneşopî jêhatîbûnek e ku pir caran ji dayikê derbasî keça xwe dibe. Jin bi karîn û afirîneriya xwe berrikên rengîn û bi reng diçêrînin. Berrika ji bo ku qatên xaniyan bipêçin, bi dîwaran ve bên daliqandin an jî ji bo karên cuda bên bikaranîn tên çêkirin.
Nimûneyên ku têne encamkirin bi gelemperî hêmanên xwezayî û çandî yên herêmê nîşan dide. Bi vî awayî, her berrik xwedî karakter û çîrokeke bêhempa ye. Herî kêm 100-200 mînakên berrikan hene. Hin ji van jî Şamari, Kesmeker, Gûlaper, Gûlsarya Luleper, Şimk û Buk, Gûlhazar in. Di heman demê de xebatên honandina berrikan dibe serzêde aboriya herêmê û alîkariya jinan a civakî û aborî dike.

Lêbelê, bi şêwaza jiyana nûjen û zêdebûna hilberîna bazirganî re, honandina berrikan kevneşopî bi hin zexmtir maye. Her wiha ji bo parastin û berdewamîya mîrasa çandî jî proje û bernameyên curbecur tên meşandin. Di vê çarçoveyê de li Navenda Perwerdeya Gel atolyeya honandina berrikan hat vekirin.
Rêvebira atolyeyê Leyla Îmamoglû, bersiv da pirsên me yên li ser honandina li bajêr.
Tu dikarî hinekî behsa honandinê bikî?
Em çêrandina xwe ji hiriya pez çêdikin. Her berrik ku em çêdikin, bi girêyên girêtî, bi temamî karê destan e. Deziyên ku em bi kar tînin hilberîna me bi xwe ye û em wan bi boyaxa kokê reng dikin. Mînak, eger li febrîqeyeke bi makîneyekê bihata çêkirin, wê ewqasî bi qîmete nebûya. Ji ber ku em deziyê di destê xwe de, bi tilîyên xwe honandin dikin. Em dezîyan bi metodên xwezayî amade dikin û bi boyaxkirina kokê boyax dikin. Ji ber vê yekê, hem nirxa madî hem jî manewî ya berrike gelekî zêde ye.

Hûn di vî karî de ji kengî da dixebitin?
Ev 25 sal in ez li Navenda Perwerdeya Gel dixebitim. Li vir atolyeyeke me ya honandinê heye û bi hevalên xwe re em tê de dixebitin honandina berrika dikin. Her sal di meha Tîrmehê de mîhrîcaneke berxbir me heye. Di vê mîhrîcanê de em hirîye heywanan digirin, paqij dikin û boyaxa reng didin. Îşleme boyaxkirinê temamî bi boyaxa koka xwezayî tê kirin. Ev pêvajo nêzî 3-4 mehan didome. Piştî ku hirî dezî tê guhartin, pêvajoya honandin dest pê dike. Yanî pêvajoyeke dirêj û zehmet e, lê belê ku em di encamê de berrikên ku me bi dest xistine bi raste gelekî biqiymet in.
Kevneşopiya honandinê çawa bi pêş ket, hûn ji kê hîn bûn?
Honandin bi sedsalan e didome. Ev kar em ji dayikên xwe hîn bûn. Em vê çandê ji nifşan derbasî nifşan dikin. Berê ev berrika bi tenê weke betaniyê dihatin bikaranîn, yanî gelekî fonksiyonel bûn. Lê niha em wê bêhtir weke xeml bi kar tînin. Em berrika xwe li erdê radixin, li dîwaran daliqînin, datînin ser qenepeyan. Her wiha em berhemên cuda yên wekî çente, êlek, pêjgehan, xemla erebeyan û hwd çêdikin. Ango bikaranîna honandina berrika roj bi roj berfireh dibe.
Pêvajo çawa pêşve diçe, dezgehe we çawa dixebite?
Em li dezgehê honandina berrikan dixebitin. Pêşî, em gava ku em jê re dibêjin avêtin tevnê dikin, ango em dezîyan bi cih dikin. Dû re em desenê amade dikin û her rêzek bi şê ra tengkirine û dirûn bi dirûne honandinê çê dikin. Honandina dezî çi qas ziravtir bibe, dê berrik jî qalîteya wê bilindtir be. Bi gotineke din, dezî çi qas ziravtir dibe, ew qas karkerî zexmtir dibe, lê berrika ku di encamê de çêdibe hîn pir berxwedêr û bi kalîtetir e. Em di nav mehekê de berrika metre çargoşe temam dikin, ji ber ku qalibên pir kedkar in û dezî zirav e, ji ber vê yekê em hêdî hêdî pêşde diçin. Lê ev hêdîbûn bi rastî kalîteyê tîne. Hemû berrikên me xwedî navekî taybet in. Dibe ku 100-200 çeşît nimûneyên me hene.

Navên berrikên we yên taybet çi ne?
Belê, her berrika me nav û çîrokeke wê heye. Wek mînak berrikên me yên bi navên curbecur wek “Şamarî”, “Kesmeher”, “Gulaper” û “Gulsarya” hene. Bi taybetî berrika me ya herî zexmtir jî ya bi desen e “Kesmeher” e. Honandina vê nimûneyê pir zexmtir e. Berrika me ya girîng a din jî çeşîte “Gulsarya” ye. Navê vê çeşîtê ji ber ku pêşî ji aliyê jineke ji Beytûşşebabê(Elkî) hatiye çêkirin, ji navê vê jinê hatiye çêkirin. Ji ber ku navê jinikê Sarya bû, navê berrikê jî kirin “Gulsarya”. Her wiha motîfên cuda yên wekî “Lüleper” û “Şimk û Buk” hene. Mînak, çeşîte “Şimik û Buk” ji fîgurê pêlava bi pêlav hatiye îlhamkirin. Berrika me bi navê Gulhezar heye. Zêdeyî sed motîvên wê hene û loma jî navê wê Gulhezar e. Bi gotineke din, li pişt her berrika me çîrok û girêdanek çandî heye.
Di dema kirina vî karî de tu zehmetiyan dikişîn?
Honandina berrikan karekî zexmtir e lê ew qas bi kêf e. Mînak em di mehekê de berrikek metre çargoşe diçînin. Berrika ji dirêjahiya navînî dirêjtir dikare di 2-3 mehan de were qedandin. Ji ber ku ev bi tevahî bi destan tê kirin, wext digire. Di heman demê de makîneyek ji bo vî karî tune, ji ber vê yekê her tişt bi keda destan tê kirin. Em bi tiliyên xwe yek bi yek didirûn, dipêçin û her têlan ji hev cuda, dezî jor û jêr, derbaz dikin ser dezgeha. Ji ber vê yekê pir zehmet e. Lê zehmetiya me ya herî mezin ew e ku em tam bedêla karê ku em dikin nagirin. Berê ev berrik gelek bi qîmet bûn. Ji ber ku berê feqîrî hebû, mezinên me jî wek betaniyek bi kar dianîn. Lê niha ji ber ku rewşa aborî hatiye guhertin, daxwaza berrika jî kêm bûye. Bi rastî em ji bo keda xwe madî ya tam nagirin, lê ji bo me ya herî girîng ew e ku ev çand bvijî. Her çiqas zehmet be jî, em bi kêf dikin.
Firotin çawa diçin?
Mixabin di firotina berrikên me de zêde tevgerdarî tune ye. Berê bazirgan dihatin berrikên me dikirîn, lê ev bazirgan êdî nayên. Ji ber vê yekê di firotanê de pirsgirêkek cidî heye.