FEWZÎ BÎLGE

Rojava weke lawê biçûk ê di çîrokan de ku tu kes jê tu tiştî hêvî nake lê yê hûtê heft serî dikuje, qîza milûkê welatê periyan ji mirinê difilitîne an zehayê ku serê tekane kaniya bajêr girtiye û xelk terkî mirinê kirine dikuje cardin ew, ê biçûk e.
Ji loma yê ku her kesî şaşwaz, piştre jî dilşad û welatê periyan rizgar dike cardin ew e. Û helbet hemû periyên wî welatî jê hes dikin, pişt didinê û mîna perestgehekê li dorê kom kom dicivin cardin ew ê biçûk e.
Û ji wê rojê pêv tu kes nabêje; welat welatê periyan e , miletê perî tê de wenda ye. Û periyên welatê periyan êdî ne nola berê bê per û bask in.Ew bifirê ketine û wiha xuya ye wê heya ber perê ezmên bifirin. Û ew dixwazin hemû periyên li welatên dûr belav bûne jî fêrî firînê bikin. Ew li hêviya kevokek were xwe li ser serê wan deyne an li hêvîya yanesîban ranewestin.
Rojava rola birayê biçûk lîst, dilîze, belkî firînê fêrî hemû qewmê xwe yên li welatê dûr jî bike û bi saya serê wan ew jî fêrî firînê bibin û kî çi zane belkî hemû bi hevdû re bibêjin; çîroka me li giyaran rahme li dê û bavên periyên Rojava.