DR. ESKERÊ BOYIK

Bi dewranan, koçberî, rev-beza dinyayê tê bêjî para Ȇzdiya ketiye. Ji bo karibin ji êrîş-ferman-komkujî û zulma şah, xelîf, sultanan, hukumdarên Rojhilata Navîn, neheqiya padîșa, axa, beg û oldarên fanatîk xwe û baweriya pêșiyên xwe biparêzin, çend salan carkê, mecbûrî cî-warên xwe, milk û malên xwe, pîrozayî û goristanên xwe hîștine, lêdayî, șêlandî, talankirî ji cîkî revîne cîkî din. Li wir, ji nû va bi dijwariyan, careke din bi kar, ked û xûdana xwe ji xwe ra hêlûn danîne, șên, șên kirine, milk û mal, gund ava kirine û dîsa fermana dêwê reș li pey wan bûye…
Ciqas jî ji xezeba olperestên neheq reviyane, lê hêviyên vegerê tim di dilê wan da hebûye, bi hisret li pey xwe nihêrîne û bîriya warê pișt xweva hîștî kirine.
Lê rêyên vegerê li dest wan ne diketin.
Ez li Ermenistanê, li welatê Rûsiyayê da mezin bûme. Pêșiyên me di salên 1820 girtî heta 1920î, ji pey rêyên revê û cîguhestina bi dehan cî-waran, komkujî û fermanên xezeb ra, bi cûrekî xwe gîhandibûn perê welatê Rûs, Ermenistan û Gurcistana îroyîn… Di Rûsyayê da avabûna dewleta Sovêtê bi xweșî û nexweșiyê xwe va di dîroka Êzdîtiyê da bû demeke dîrokî ya zêrîn.
Dema Sovêtê, kesî nikaribû bi cudaxwazî li Ȇzdiyan binhêriya, ji bo Êzdîtiyê êrîșên komkujiyê, qelandinê banya ser wan, berovajî cara ewlin evdên Ȇzdî li derge-dîwanên wî welêtî da xwe wek evdên wî welatî û xweyî maf dîtin. Nivșê me hûr bûn. Li ber me her derge vekirî bûn. Em jî wek hemû gelên Sovêtê karibûn biketana nav her kar-barên wê dewletê, wusan jî bi karê pêșvaçûyina çand, ziman, zanyarî û dîroka gelê xwe va mijûl bûna.
Li ser axa xelkê, nîvkoçer, nexwendî, di qewlên eşîretî û feodaliyê da, Ȇzdî bi carekê va bi hemû gelên Sovêtê ra tevayî li ber dezgehê veçêkirin û jiyana sosyalîzmê sekinîn.
Gund û şên ava bûn, di wan da dibistan vebûn, kadirên netewî hatin hazirkirin, civak bû xwedî rojname, radyo, beşa dezgehê nivîskaran, Kurdzaniyê, tiyatroya dewletê, komên hunermendiyê… Bi tîraja hezaran pirtûkên wêjeyî, zargotinî, zanyarî, siyasî, werger û pirtûkên dersan hatin weşandin. Sê elfabe hatin guhestin. Kurdên Sovêtê elfabe li ser girafîka Latînî ya ewlîn damezirandin, pirtûka Kurmancî ya pêşin, bi wan tîpan cara ewlîn li Yêrêvanê hate weşandin, romana Kurdî ya ewlîn dîsa para me Kurdên Sovêtê ket. Bi heqî hewce nîne bê xwemukurhatin ku li ciyê vala, di welatê Sovêtê da civakeke rewşenbîrî pêşda hat, bi nivîskar, zimanzan, zanyar, hunermend, rojnamevan, dersdar, pêşekzanên warên cûr bi cûr, sîyasetmedar… Şexsiyetine wusan di her warên çand, huner, zanyarî û derecên civakê da pêş da hatin ku ne tenê li nav Kurdên Sovêtê, lê di nava temamiya Kurdan û cihanê da eyan in.
Ew șexsiyet payê pirê sêwiyên kumkujiyan bûn. Wana jî cî û warên lê hatibûn dinê li pișt xwe hîștibûn, reviya bûn, dê-bavê wan hatibûn qetilkirin, di sêwîxanan da mezin bûbûn… Bi hisret wî aliyê sînor dinihêrîn, gund, mala bavê xwe, zarotiya xwe bibîr tanîn, dikirin axîn…
Navê hinekan: Bavê romana Kudî Erebê Șemo, Kurdzan-zimanzanê mezin Qanatê Kurdo, ronakbirê di cihanê da eyan Heciyê Cindî, zanyar-nivîskar Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Ahmedê Mîrazî, Mêrxasê Welatê Sovêtê Semend Siyabendov, nivîskar Ûsivê Beko, Qaçaxê Mirad… Nav gelek in…
Lê hisreta gelên sade, kal û pîrên ku komkujî bi çavên xwe dîtibûn?
Min axîn û kesera wan bi çavê xwe dît. Hisreta wan bû, hema carekê herin warê kal-bavan… Hinekan digotin: Bira carke din min ava kaniya gundê me vexwera, mirin emrê Xwedê ye… Ew hisret bi wan ra çû bin axa xerîbiyê…
Van salên dawiyê hinek rewșenbîrên welatparêz yên Bakûr, li cî û war, gundên Ȇzdiyan yên dema komkujiyê wêrankirî digerin, eger kanîkê, kevirekî yan tiștekî li ser navê Ȇzdiyan dibînin, bernamên mezin çê dikin, çirokê rengîn dinivîsin, ku demekê li wan deran Ȇzdî jiyane…
Niha jî kamp… Di dewrana 21 da, kampên bi konên nêylon, birînên êșe komkujiya xezeb, jiyana bi dijwariyan dagirtî bûn qedera Ȇzdiyên Șengalê… Dêwê reșî neheq, di vê dewra ronahiyê û zanistiyê da dîsa serî hilda. 3ê meha Tebaxa 2014an qetla vê dewranê ya herî xezeb li Șengalê Êzdiyan da kir. Temamiya cihan bû ședê wê hovîtî, weșîtî, neheqî û bêbextiya bê wîjdan. Cihanê dît ku ew zulma Musulmaniyê bi dewrana aniye serê Ȇzdiyan (Ezdayan) di nava pîvanên tu olên xwedênasiyê da cî nabe. Bêbextiya dijî Xwedê û xwedênasiyê ye. Șengal ciyê bê sebeb wêran û talan kirin, nav, namûs navê mirovatiyê herimandin… Ȇzdî di welatê kal-bavê xwe da bê cî û war man, bûne penaber.
Pêșinyara min
Eva 11 sal in, sedan, hezaran Ȇzdiyên Șengalê jiyana xwe li ser erdê welatê xwe, kampên penaberiyê, di bin konên nêylon da derbas dikin. Niha jî hê eyan nîne gelo kengê Ȇzdî bi giștî vegerin Șengala xwe.
Hinek naxwazin vegerin.
Di kampan da çiqas jîyan dijwar e, dîsa bûye perçek ji emrê Ȇzdiyan. Ji wan ra bûye bîranîn. Zarok hatine dinê, keç-xortan hevdu hiz kirine, dewat, șayî, çavronî çê bûne, ji dojeya DAȊȘa hizkiriyên wan vegeriyane, kêfxweșî ketine konan, cînartî, xêrxwazî, mirovatî, hizkirin di navbera malbatan da çê bûne. Ji wir ezîzên xwe rê kirine xwerîbiya cihanê: Welatên Ewropayê, Amêrîkayê, Avistiralyayê…
Pêsinyara min ew e, ku pey terikandina kampan ra, ew ax neyê jibîrkirin, bibin heykelê bîranînê û bimîne ne tenê di bîra Ȇzdiyan, lê di bîra Kurd-Kurdistanê û cihanê da… Ser axa her kampekê gundekî Ȇzdiyan bê avakirin. Ew gund bibin heykele dawiya van komkujiyên neheq…
Min dixwest dengê min biçûya hukumata dewleta Ȋraqê, Herêma Kurdistanê, Parêzgerê Navça Dihokê, serokatî û rêvabirên Ȇzdiyan, evdên xêrxwaz….