Rexne û nirxandina romana “Kaş” a Îsmaîl Dîndar

FAİK ÖCAL

Di wêjeya kurdî de, di nava şer de, romanên wekî malbatî hatine nivîsandin tune ne yan jî kêm in. ‘Kaş’a rêzdar Îsmaîl Dîndar ji van romanan e ku em trajediya Cindîyê Mala Cibrî bi sê nivşan dibînin û dijîn. Nifşa yekem Temoyê Cindî û hevsera wî Mencolê ye, nifşa duyem Şerro (Şervan) û Xewle (Arjîn) e, ya sêyem jî kurê wan Mazlûm e.

Dem û Mekanên ‘Kaş’ê çi ne?

Li gorî romanê “Şerro Zozanî di roja hijdehê adarê, sala hezar û neh sed û nod û yekê de, hatiye binçavkirin.” Roman heta sih û sê salîya Mazlûmê kurê Şerroyî didome. Li gorî wê dema romanê, destpêka sala 1990an û heta salên 2020an e. Di romanê de bi dewr û dewrana xwe ve sê nifş û sê mekan hene. Mekana nifşa yekem Warto ye(Deşta Mûşê), ya duyem Çîyayê Şerfeddîn e, ya dawîn jî Amed û çend bajarên din in.

Kîjan Karakter Hene?

Temo û Mencol bavê û dayika Şerroyî (Şervan) in. Şerro mamosteyê dîrokê ye. Xewle (Arjîn) ji gundê Şerroyî ye û ew jî mamosteya matematîkê ye. Ew hevserê hev in. Mazlûm zarokê wan e. Xezal û Rêber, xweh û birayê Xewleyê ne. Sêvdîn û Sîlwa li Makûyê mêr û jinê ku ji Mazlûm re bav û dêtî kirine ne. Çîya, Dorşîn, Mordem, Serhad, Sozdar hevrêyên Şervan û Arjîn in. Karakterên din: Parêzer Sertaç, parêzer Memyan,Tamer Astsubay, Xecê û Sîyabend.

Mijara Kaşê Çi ye?

Kaş ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de romannûs behsa jiyana gund a malbata Temoyê Cindî, jiyana Şerro û Xewle ya li bajara Wanê dike. Êşkenceyê bi Şerro dikin, Şerro li dû xwe hevsera xwe û zarokê xwe yî biçûk dihêle û diçe çîyê. Piştre Xewlaya hevsera Şerroyî bi Mazlûmê xwe yî sê salî ve diçe çîyê.

Di beşa duyem de romannûs ewil behsa jiyana şervanên çîyê dike ku Şerro û Xewle jî di nava van de ne, piştre jî Şerro tê girtin û wî dikin girtîgeha Amedê. Di dawîya romanê de Xezal û Rêberê xweh û birayên Xewleyê tevlî romanê dibin û diçin ji Makûyê Mazlûmê xwarzê tînin û wî dibin li bal bavê wî. Roman heta sih û sê salîya Mazlûmî didome. Mazlûm bi bavê xwe ve diçe bajarên mîna Bolu, Îzmîr, Gebze ûTekirdağe.

Romannûs Kîjan Teknîk Bikar anîne?

Kaş di alîyê teknîkê de serkeftî ye. Romannûs bi hostatî cî daye flaşbek, name, diyalogan. Di tevahiya romanê de aşê Apê Gênco û heft xortên diçin çîyê wekî leitmotivê derdikevin pêrgî me.

Serkeftîna romannûs girêdayî vebêjeran e. Di beşa yekem de Temo çar caran, Mencol sê caran, Şerro neh caran, Xewle şeş caran vebêjerî kiriye. Di beşa duyem de jî Temo çar caran Mencol sê caran, Şerro (Şervan) heşt caran, Xewle (Arjîn) pênc caran, Xezal yanzdeh caran, Rêber deh caran, Mordem sê caran, Sozdar du caran karakterên wekî Çîya, Serhad, Dorşîn, Sêvdîn, Sîlwa, Tamer, Sertaç, Xecê, Sîyabend, Mazlûm jî carekê vebêjerî kirine.

Kaş Çawa Hatiye Honandin û Çawa Diherîke?

Di Kaşê de karakter û mijar bi hev ve hatine girêdan û kelijandin. Kaş romaneke malbatî ye, malbata Temoyê Cindî. Romannûsî malbat bi cî û warê xwe jî, bi kes û karakterên xwe ve ava kiriye û honandiye. Di her gavê de em bi meraq serpêhatiyên malbata Temoyê Cindî dişopînin. Sê serkarakter hene: Şerro, Xewle û Mazlûmê kurê van. Romannûs bi girêkên balkêş serkarakterên digihîne hevdu. Mîsal ewil Şerro diçe çîyê, piştre Xewle û bi zarokê xwe yî sê salî ve diçe çîyê. Li çîyê Şerro dizane ku Xewle jî hatiye çîyê. Di êrîşekê de Xewle tê kuştin û Şerro bi vê yekê dizane. Serhadê hevalê Şerro cihê Mazlûmî ji Şerro re dibêje. Xezal û Rêber diçin gundê Kerkujê yê girêdayî Makûyê û Mazlûm tînin bal bavê wî.

Cudahiya Kaşê Çi ye?

Bi rastî kurdiya romannûsî dewlemend û rengîn e. Wî ziman bi hostatî bikar anîye. Zimanê her karakterî heye. Atmosfera her mekanê heye. Em ewil di atmosfera Deşta Mûşê de dijîn, bi karakterên ve diçin gund û zozanan, tên bajarên mîna Warto û Wanê. Piştre em bi şervanan ve diçin Çîyayê Şerfeddînê û dadikevin deşt û newalan. Di dawiyê de em dikevin atmosfera bajarê Amedê, dikevin zindanan û rêyan.

Peyama Kaşê Çi ye?

Şerro ewil wekî “Şerro Zozanî” derdikeve pêrgî me. Piştre ew diçe çîyê û navê xwe dike “Şervan.” Piştre tê girtin û dikeve girtîgehê û wekî Şerro “Yüksekdağ” derdikeve pêrgî me. Bi wî awayî, bi guherînên navên wî, romannûs peyameke kesayetî dide me. Kî ye ew? Yan jî kî ne em?

Ew mamosteyekî kurd e, li bajarekî kurdan. Bi zimanê desthilatdarên ku zimanê wî qedexe kiribûn, fêrî zarokên kurdan dikir. Hemû tawanbarîya wî (me)ev bû. Wî/me bi gunehên xwe zikê xwe têr dikir. Lê li hember vê zilmê bersiva wî tund û vekirî ye. Her kesî li dû xwe dihêle  û diçe çîyê.

Pirs ev e: Te/me çi kir? Kê kîjan/çi berdêl da? Romannûs dixwaze em van pirsan ji xwe bikin û bibersivînin.

Kaş Çawa Hatiye Estetîzekirin?

Romannûs ewil gund û zozan bi kirin û xwarinên xwe estetîze dike, piştre dagirker van dişewitînin û ‘dûmanekî reş û tarî’ li ser gund û zozanan dikeve. Ji dûmanê reş û tarî êş û azarên karakterên me dadiwerîve. Êş û azara mirovbûn û kurdbûnê em bi her awayî dibînin. Lewre romannûsî him trajedîya malbatekê, him jî rewşa kurdan raveyî me kiriye. Romannûsî êş û azarên mirovbûn û kurdbûnê bi hev re estetîze kiriye. Em him êş û azara mirovan dijîn, him jî ya kurdan.

Deng û awaza Kaşê heye?

Peyvên Kaşê ev in: Evîn, hezkirin, welatparêzî, dilsozî, dê û bavîtî, azadî, fedakarî, têkoşîn, nasname û hêvî. Romannûsî senfoniya Kaşê di nava çîya, zozan, deşt û bajaran de ava kiriye. Her peyv bi wate û peyama xwe wisa tevlî senfoniya Kaşê dibe: Evîn çîroka Şerro û Xewleyê ye, hezkirin xewna zozan û çîyayan e, welatparêzî hesreta Sêvdîn û Sîlwayê ye, dilsozî hevaltiya Arjîn û Sozdarê ye, dê û bavîtî êşa Temo û Mencolê ye, azadî çûyînên bêvegerin in, fedakarî mayinên bêdawî ne, têkoşîn mirinên bêşop in, nasname windabûnên şevîn in, hêvî rêwitiyên bêserûber in.

Kaş Me Bi Ku ve Dikêşîne?

Kaş me ber bi reh û kokên me dike. Romannûs bi şêwekariya xwe Kaş afirandiye û berê me ber bi azadiyê dike. Ew dibêje: Hêvî azadî ye, azadî hêvî ye. Divê em kurd kok û rehên xwe bizanin û tim û tim ber bi wê kok û rehên xwe ve bikêşînin. Dîndar rûyê me ber bi azadiya li wir, azadiya bêdawî, azadiya rasteqîn dike. Rêzdar Îsmaîl Dîndar bi malbatî rê û rêbazekê nû li ber me vekiriye.