Hevpeyvîn: ÎSMAÎL DÎNDAR

LiteraKurd, meha borî di Sûra Amedê de, di cihekî dîrokî de, mala xwe vekir. LiteraKurd bi beşdariya hin nivîskar û rewşenbîran ava bûye û dixwaze mazûnvantiya wêje, çand û hunera kurdî bike.
Me li ser LiteraKurdê, xebatên wê û armancên wê de bi Rêveberê Hunerî yê LiteraKurdê û Endamê Lijneya Weşanê ya Kovara Kurdeçîrokê Zafer Kanîsark re axivî.
-Literakurd çawa pêk hat, ev raman, ev pêdivî çawa derket holê?
Li gelek welatên cîhanê ev rêxistin heye û nivîskar ji bo danasîn û bipêşxistina ziman û wêjeya xwe di nav tevger û çalakiyan de ne. Mixabin, jiber rewşa kurdan a neteweyî û siyasî ku di gelek kirûyên neteweyî de virnî ne, ji gelek tiştan jî bêpar in. Dezgeh û saziyên asayî yên ku li her welatî hene û xebatên xwe yên rojane dikin, ji ber rewşa siyasî, ev derfet bi dest kurdan ango bi dest rewşenbîr û nivîskarên kurd neket.
Bi geşedanên salên dawî yên di ziman û wêjeya kurdî de û derfeta sazkirina sazîyeke bi vî rengî em xistin nav hewldanekê û çend heb nivîskar, li Amedê me Literakurd ava kir.
-Di avakirinê de ji hêla derfetan ve kes bû alîkar ji we re?

Helbet avakirin û birêvebirina saziyeke bi vî rengî, bi hêza çend kesan an bi hêza kesan pêk nayê. Ligel hewldana kesên avakar, hin sazî û hin kes ji hêla aborî ve ji me re bûn destek. Kes û saziyên xemxwurê ziman û wêjeya kurdî, dest dan me û me karî em vê saziyê li dar xin.
-Mebesta we çi ye, hûn dixwazin di kîjan qadan de û bi çi rengî xebatan bikin?
Mebest û êşa me ziman û wêjeya kurdî ye. Wêje bi ziman pêk tê, wêje jî ziman bi pêş de dibe, xweş û estetîze dike. Ligel vê wêje “bîr”a neteweyê ava dike. Di avakirina vê bîrê de, sererastkirina dîrokê, avakirina rastiyê û her weha avakirina dahatûyê jî heye. Weke ku wêjekarekî jî gotiye, ‘Wêje, bi taybet roman, rojnivîska gelekî ye; çîroka rabirdû, îro û dahatûyê ye’, loma ji bo hebûn û geşbûna nirxên neteweyekî rist û peywîra wêjeyê heta tu bêjî bes, zehf e.
Helbet di qada ziman û wêjeyê de, cureyên xebatê pir in. Hin bi hin em hêvî dikin, bi alîkariya hezkerên ziman û wêjeya kurdî, peyderpey xebatên xwe li dar xin. Weke atolyeyên ziman û wêjeyê, weke hevpeyvîn û semîneran, helbest xwendin, xebatên koma xwendinê, wergerên berhemên zimanên dî li kurdî û her weha beravajiyê vê, lêkolînên folklorî, pêşbirkên wêjeyî, têkilîdanîna bi kes û saziyên wêjeyî yên beşên dî yên Kurdistanê û her weha yên navneteweyî…
-Di vekirina saziyê de, me dît beşdariyeke mezin hebû. Gelek nivîskar, ji bajarên curbecur û nûnerên gelek saziyan beşdar bûn. Hûn vê yeke çawa dinirxînin?
Bi rastî ev yek hêvîya me mezintir kir û hêzek da me ku em bêhtir li ser kar û xebatên xwe bifikirin. Jixwe kî çi bike, bi hêza beşdar û hezkeran e. Bêyî tevlêbûn û keddayina xwîner û xemxurên ziman û wêjeyê tu kes, tu sazî nikare bi ser keve. Em li benda alîkarî û beşdariya hezker û xemxurê ziman û wêjeya kurdî ne. Ligel vê em li benda rexne û pêşniyaran in, çi kes çi sazî, em girîngî didin rexne û pêşniyaran. Jixwe bi vî rengî rêxistin li ser piyan dimînin, bi pêş de diçin û bi ser dikevin.
Ji bo we di rûpelên Kovara Dilopê de cih da me û derfet da ku em xwe bi xwendekaran re bidin nasîn, em jî spasiyên xwe pêşkêşî we dikin. Xebatên we her serkeftî û kurdziman be.
