Metazor

FEWZÎ BÎLGE

Ew darek e, a rast ne darek, wêneyê darekê ye. Ew ne metafora Descartes a ku çarsed sal berê gotibû; “Hemû felsefe mîna darekê ye jî.” Belkî çarsed salî be lê dareke zeytûnê ya Efrînê ye ku zebanîyan ew dizîye. Ji loma hêrs bûye paşê xwe daye hemû zemanan û gulîyên xwe ber bi ezman ve vekirine. Peyvên bi hezaran salan ji xwe mezintir ji xwe diqetîne, êş û razên hemû evîndarên di binê sî û sîwana wê de bi dizî hevdû ramûsane di Sindoqa Pandorayê de veşartine.

Çîrokeke, weke her kes û tiştî çîroka wê jî heye û ew bi hemû zamanan re jîyaye û ew ji tu janê jîyanê nehatîye bexşandin û  çav li şevçirakan digere ku ronî bike şûna wê ya li şûnwaran maye.

Berî li ezmên e, ezmanekî cemidî, sar ji lacîwerd veguhezîye reşê qetranî. Hîvek bê hêvî hemû şewqa xwe veşartîye, li ber lêdana dengê dilê xwedê lê diferice.

Dibe ku çavên xwedê  tune bin lê çavên wê li dû mane. Siya wê, rengên wê, bêhna wê û hemû heskirîyên wê li dû mane.

Ew dizane mirov her tiştî zû ji bîr bikin, jîyan zû biguhere, zû biherike jî, darek zeytûnê tim li ciyê xwe dimîne.