O Mîo Babbîno Caro

ÎBRAHÎM GÊNÇ

Gulan e, bihareke rengîn xwe li seranserê welat dide der, çiya û deşt û zozan tev dixemilin.  Xweza xwe ji zivistaneke dijwar rizgar dike, ji jiyaneke hêvîdar re derî vedike. Lê dîsa jî mirov carcaran xwe li dengekî digire û diçe, carcaran jî xwe li awirekê digire û wenda dibe. Dema ku bavê min ji bo xwe li bêdawîtiye bigire ji nav me bar kir, te digot qey hemû deng ji dinyayê çûn, tu awirek nema ku tu xwe lê bigirî. Hesta mezin û tekane ya bi min girt û qet ez bernedam tenê “tirs” bû. Lewra êdî ne biharek mabû ku tu jê hêviyan kom bikî, ne jî di gerdûna bêdawî de kesê ku tu xwe bispêrî wî. Şairê gewre Cemal Sureya ji ber mirina bavê xwe dibêje “ez kor bûm”, lê divê ez bibêjim ku “ez bi tenê tirsiyam.”

Her tişt di 12ê Gulana 2021an de bi têlefoneke bê wext dest pê kir. Roj bilind nebûbû, lewra beriya berbanga sibehê bû. Bêguman her Kurd ji têlefona ku di berbanga sibehê de lê dikeve, ditirse. Ez jî ditirsim, dixwazim ku deng ji telefonê qet neyê. Lewra dengê tê tu car bi xêr nabe. Carcaran binçavkirin e, carinan serdagirtina malan e, yan jî xebera koça dawî ya kesekî ye. Lê divê tu wê telefonê vekî da ku tu xwe bigihînî hawara hezkiriyên xwe yên ku li benda te ne. Dengê di telefonê de tenê digot “çû”. Bi rastî şûna peyva “mirin”ê, bikaranîna “çûyîn”ê bi min pir watedar tê. Lewra dema ku dibêjin “mir”, di wir de tu biryara mirov çênabe. Lê eger yek “çû”, di wir de biryara mirov heye, rabûn û hereketkirin heye. Lewra nirxdarên me tu car “namirin”, tenê “dinyaya xwe diguherînin.”

Mîrateya wî ya di binê balgih de

Lêbelê ji bo miletê Kurd rakirina cinazeyan ne tiştekî hêsan e, her mirovê ku xwedî malbat û eşîr e, dixwaze merasîma cenazeyê wî jî rast û baş be. Bavê min jî beriya mirina xwe gelek caran behsa merasîma xwe dikir û dixwest ku bila hezkiriyên wî werin, li dora wî kom bibin. Dîsa li gor wî diviyabû ku îzzet û îkrama di şîna wî de baş bûya. Divê ez tiştekî îtiraf bikim, dema ku min ew guhdarî dikir, şêniyên Misira antîk dihatin bîra min. Li Misira antîk, piştî mirina yekî tu dibêjî qeyê seferberî dest pê dike; pêvajoya mûmyakirin û veşartina cinaze bi awayekî bêqusûr tê meşandin. Çaxa bavê min dinyaya xwe guhert, tevdîrên Coronavîrusê hatibûn stendin. Rêwitî qedexe bû, rê nedidan ku mirov li derve werin cem hevdu. Lê dîsa jî her tişt li gorî dilê wî bibû, bi sedan kes li dora wî kom bûn; jê re dia kirin, heqê xwe lê helal kirin.

Li pey miriyan, hin tişt dimînin. Hin mirî li pey xwe sol û cilên xwe dihêlin, ji hin kesan mal û milk dimîne, ji hin kesan tenêtî û bêkesî dimîne. Tiştên ku ji bavê min man, di nav xwe de bîranînên kûr dihevînin. Wî qet xwe muhtacî tu kesî nekir, heqê tu kesî nedixwar, lê ji bo standina heqê xwe dikaribû her tişt bikira. Belkî ev jî mîrateke girîng e. Lê mîrateya wi ya mezin di bin balgihê wî de veşartîbû. Dema ku me balgihê wî rakir, ji binî pirtûka Mem û Zin a Ehmedê Xanî derket. Bêguman wî ji mesnewiya Xanî pir hez dikir. Digot “Yawrûm, eşqa Mem û Zînê kitabî ye.” Tê bîra min, em li gund zarok bûn. Rewşa ceyranê ne baş e, têlevîzyona me nîn e, şev li me dirêj in. Bavê min ez û xwişka min didan her aliyekî xwe û bi saetan çîroka Mem û Zînê vedigot. Bi taybetî li ser fesadiya Bekoyê Ewan disekinî. Lewra li gor wî, di nava malbat û miletekî de Beko tunebin, pirsgirêk jî çênabin.

Deftera wî ya Sor a 64 salî

Êvara 27ê Çileya 2021an telefona min lê da. Dengê wî baş nedihat, dixwest ku ez xwe bigihînim wî. Sibe bû ez ji Enqereyê bi rê ketim çûm Rihayê, ya rastî navçeya wê ya Berecûkê. Sê şev û çar rojan ez di odeya wî de mam. Min kitêba xwe, wî ya xwe dixwend. Carcaran kitêbên min ji dest min digirt çend rûpel jê dixwendin. Lê kêfa wî herî zêde ji kitêbên Dîroka Îslamê û Hayatus-Sahabê re dihat. Xwendin sebra wî bû, vegotin dermanê wî bû. Ji ber vê dest bi meseleyên berê dikir, heta sibê vedigot. Hez dikir ku bi saetan behsa bîranînên xwe yên eskeriyê, çîroka mêrxasiyê ya bavê xwe û dîroka eşîra xwe bike. Ji ber ku min jî dizanibû dermanê wî çi ye, min heta berbanga sibê serpêhatiya jiyana wî û dîroka bav û kalên wî guhdarî kir. Piştre min jê pirsî, “Bavê min ka tu çawa yî? Ez êdî vegerim ser karê xwe an bimînim?” Bavê min ê ku bi vegotina serpêhatiya xwe sihet dîtibû, bi dengekî nerm gote min “Ez rehet im kurê min, tu here karê xwe binêre.”

Rojekê ku hê şîna wî didomiya, biraziyeke min behsa deftereke sor kir. Min gotê demildest bîne ka ez lê binêrim. Ev deftera sor, deftera wî ya eskeriyê bû. Dema ku min lê mêze kir, bi nivîseke gelek xweş nîşe girtine. Di defterê de wek serokê dewlet û hikumetê orgeneral Cemal Gursel nivîsiye. Ji vir jî xuya dibe ku bavê min di salên darbeya 27ê Gulana 1960î de li eskeriyê bûye. Ji xeynî nîşeyên ser perwerdehiya eskerî, dîsa roja xwe ya zewacê (6.5.1963) jî li çend cihan qeyd kiriye. Dema ku zarokên wî bûne, ew jî yek bi yek nivîsiye. Ji ber vê di malbata me de rojbûna hemû xwişk û birayên min di nasnameyê de wekî “1ê Çile” nehatine tomarkirin. Her wiha deftera sor, pêşketina mirovahiyê jî nîşanî me dide. Wexta ku têlefonên malê derketin, diviyabû ku gelek numareyên telefonê bihatana nivîsandin. Di deftera sor de dewra têlefonên malê jî xuya dibe. Lewra bi sedan numare di salên 90î de li defterê hatine zêdekirin.

“Bavêje paş Bilikê Gavir”

Bi ya bavê min, axetî ji hêza pereyan an çekan nedihat. Tê bîra min ku bi dehan salan berê ji min re wiha gotibû, “Kurê min, kî bizanibe sifrê deyne û rake axe jî ew e.” Jixwe kêfa wî ji mêvanan re gelek dihat. Lewra wek peyakî mêrxas û comerd bavê wî Ewdo rol modelekî bêhempa bû. Lewma hez dikir ku behsa bavê xwe bike, nesîhetên wî veguhesîne nifşên nû. Li Berecûkê wek “macir” dihat naskirin, lê agahiyên wî yên der barê dîroka eşîra wî de zêde bûn. Bi gotina wî, ew Bilikî ye. Qasî min jê fêm kiriye, Bilikan di nava konfederansiyona Cibran de cih digirin. Seîdê Nado ku mêrxasiya wî di nava gelê Kurd de navdar e, yek ji serokên vê eşîrê ye.

Werin çîroka wî bi peyvên wî bixwînin; “Serokê eşîra me Seîdê Nadoyê Nofel e. Ê wan Seîdê Cindiyê Dirbo ye. Pêşiyê xwe esas ji Şengalê çûne. Zemanê Nofel de çûne. Sê bira jê peyda bûne. Te go erê? Yek ê me ye, Nadoyê Nofel e. Yek Welo ye, yek jî Cemal e. Jê sê ate peyda bûne. Esas berê malên me Niftikê (bi Kopa Mûşê girêdaye) de bî. Xwişkeke xwe pir çeleng hebî, pismêm tehm nedayî. Wê jî nadikirî zar. Tim birê re gotiye, birê gotiye sebir bike. Gotiye ‘birayo tehmê min nadê darime çolê’ û birê lêxistî 6 meriyê xwe kuştine û mala xwe bar kiriye û çûye ketiye Anêrê (bi Vartoya Mûşê girêdaye). A hîder Anêrê nîvi zept kiriye. Nîvi ê me ye, nîvi ê mala Cindiyê Dirbo ye.” Di gotina wî de jî tê fêmkirin ku pêşiya wan ji Şengalê hatine û li gelek bajaran belav bûne. Lê ne diyar e ku Bilikan kengî ji Êzidîtiyê vegeriyana ser dînê Îslamê. Bavê min digot, eşîreke şervan bûye û alikariya kesên bê çare jî kirine. Heta ku li ser vê helwestê kilam jî strane û wiha hatiye gotin; “Me bavêje paş Bilikê gavir, mala Nofel Begê.”

“Xela ye, milet guştî hev dixwê”

Bavê min gelek bîraninên balkêş ên bavê xwe vedigot; şerê li hemberî Rûsan, koçberiya Ermenan, şerê Cîhanê yê Yekemîn… Dema ku hêzên Ûris nêzik dibin, nava xaniyê xwe dikolin û çiqas arvan û genim heye têdixin kortê û xênî ser de dişehitînin û diçin Rihayê. Dema ku Ûris vedikişin, ew jî berê xwe didin Anêra Vartoyê. Tên ser xaniyê xwe yê şehitandî. Dema ku kortê vedidin, dinêrin ku arvan û genimê wan qet xirab nebûye. Berdewamiya vê meseleyê bavê min wiha vedigot: “Xela ye, milet guştî hev dixwê. Erê, go ez hundir de me, qapiyên me dudi ne. Go ez ortê her du qapiyan de me, xwe dipê me. Gundekî nêzikî me Erebon. Go hatin, go min dît dibên ‘em vî di xew de bigrin bigrin’, go ‘dibên ‘em negrin wê me bikuje’. Go ez rast bûm, min tifanga xwe hazir kir. Go min dît yekî destê xwe dirêj kir, çoçikê paş qêpî xist. Go wî xist, lê min ser wî de çerpand, dîng dîng min çerpand. Tu nabî yekî sekinîbî, vir rî sûret ket guh muh tev çekiribû. Go min çend qurşînî xwe avêtin, çend gundî jî hatin. Xwîn rijîye.” Lewra di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 1êmîn de, xwarin kêm bû, xizanî zêde bû.

Heta ku di van rojan de ji bo çend lep arvan an nanekî êrîş dibirin ser malan. Malbata kalikê min rastî van xetereyan tên. Piştî êrişa ser malê, apê bavê min Xoce dibêje em hinek genim biçînin. Lê kalikê min ji ber xetereya êrişan dibêje bila tu kes me nehise, me nebîne. Birayê xwe, dibêje “Na, em du-sê teneke genim biçînin.” Ka çi tê serê wan em ji bavê min guhdar bikin: “Birayê mey mezin darê cot, go sêviyê me heye, kurê xwişkê me sêvî. Go darê cem, birayê mey çûk Ewdal cem e. Ew Ereban tên, wan çar tegerê zêd û ga ma tev dibin. Du qurşîna wî jî dixin birîndar dikin. Roya 31an mir.” Dema ku apê bavê min ê mezin tê kuştin, bavê wî jî ji bo hildana tola birayê xwe çendekan dikuje, lê mecbûr dimînin berê xwe dîsa didin Berecûka Rihayê. Ji vê buyerê şûnde qet venagerin ser erdê xwe yê li Anêrê. Lê hesreta welat tu car naqede û bîranîn bi salan tên vegotin.

Bavê min ê delal, oxir be

Belê, navê bavê min Hişman bû. Her çiqas navekî rasterast Kurdî û watedar be jî ji bo nifşên nû bi hêsanî nayê fêmkirin. Ji peyva “Hiş” tê, bi qertafan dibe nav. Mirovên ku bi awayekî hişmendî tevdigerin, pênase dike. Bêguman ew jî li gorî navê xwe 82 salan li ser rûyê erdê ma. Wî ji zarokatiya min heta mezinbûna min, bi çîroka Mem û Zînê bi rastî rewşa miletê Kurd jî vedigot. Lewra her gotineke wî, bi daxwaza avakirina yekîtiya malbatî xelas dibû. Îro jî em dikarin bibêjin ku yekîtiya neteweyî ya miletê Kurd, bi yekîtiya malbatî ya welatparêz ve girêdayî ye. Ji ber vê, min li ser gora wî jê re beytên Ehmedê Xanî xwendin.

Piştre stranek hat xwe bi min da hezkirin. Bi zimanê Îtalî bû, min jê tiştek fêm nedikir, lê xwe bi ruh û dilê min girt û heta îro jî bernedaye. Navê vê stranê, “O mîo Babbîno Caro (Bavê min ê delal)” e ku sed sal berê ji aliyê Gîacomo Puccînî ve ji bo operayê wek arya hatiye amadekirin. Min ew stran cara ewil ji dengê keça Hollandî Amîra guhdar kiribû. Di operaya Pûccînî de zarokan ji bavê xwe alîkarî dixwestin. Va ye niha jî salên me çend dibin bila bibin, em hê jî li benda alîkariya bav û diya xwe ne.