355,3 Km: Navbera Amedê û Gundê Bêjihê[1]

Bêrîvan Matyar

Jîyan ji rêyan û rêwîtîyan pêk tê, kêlîyên li ser rêyan, ji çavderîyan, ji bajaran ber bi gundan.  Jîyan ji guhdahkirina çîrokan pêk tê, bi taybetî jî ji çîrokên jinan. Bi rastî, gelek kêlî û bûyerên mirovî wekî tevneka rengîn bi hev ve girêdayî ne. Hinek tişt çiqas bê eleqe xuya bikin jî, ew di tevna jîyana mirovî da bi hev ve girêdayî ne. Ev nivîs jî çavderî û kêlîyên çûyina Şirnexê û Gundê Bêjihê dihewîne. Lê berîya sefera gundê Bêjihê, berê min bi çend bajarên din jî ket û îro kir ku ez berê xwe bidim vî gundî.

Vîyana, Çewlîg, Rewan

Di sala 2020î da, dema min lîsansa xwe ya bilind dixwend, ez çûm Vîyanayê, serdana Prof. Celîlê Celîlî. Min ji wî ra behsa meraqa Rewanê, malbata wî û Prof. Cemîla Celîlê kir. Wî hê bêhtir behsa wan û bîranînên xwe yên Rewanê kir. Min difikirî piştî ku vegerim welêt, ez ê demildest biçim Rewanê lê ji ber Pandemîyê, ew ne pêkan bû.

Piştî qedandina lîsansa bilind, di 2021ê da çûm Çewlîgê bi nîyeta ku fêrî zazakî bibim. Roja ku ez çûm Çewlîgê, di otubusê da, min xwendekareka Kurdolojîyê nas kir, navê wê Bihar bû. Ew ji Şirnexê bû. Me pirsa hev kir, ji Amedê heta Çewlîgê, em axivîn û me behsa karên xwe kir. Ji ber ku min berhevkarîya folklorê dikir, bala min pir li ser herêma Şirnexê jî bû. Min dixwest ez biçim vê herêmê jî. Biharê jî bi dilnizmî û dilpakîyê qet texsîr nekir. Wê behsa gundê xwe, Bêjihê, malbata xwe kir, dotmamên xwe, stranbêj Fehîme û Xiyalê kir. Piştre me hejmarên telefona xwe da hev. Herweha ji wê rojê heta îro me li ser Instagramê jî hev dişopand. Wekî berhevkareka çavbirçî, herçiqas ez kelecan bibûm jî lê derfeta çûyina gundê Bêjihê, ji bo demeka dirêj min bi dest nexist.

Piştî çar salan, sefera dilê min pêk dihat êdî. Di sala 2024an da axir, min rêya xwe bi Rewanê xist. Ez bûm mêvana Prof. Dr. Cemila Celîl, qasî du rojan, min çavderî kir û li bîranînên wê guhdarî kir. Dikarim bibêjim ku min kêm kes nas kirine, di civakê da cih û sekna wan bilind in lê ew têra xwe dilnizm û nazik in. Prof. Dr. Cemîla Celîl yek ji wan kesan e. Civata wê bi çêj û bi tehm bû. Paşê wê ji min rîca kir da ku ez ji bo wê çend stranên Şirnexîyan qeyd bikim. Helbet min jî soz dayê. [2]

Ez çawa ji Rewanê vegerîyam, min dixwest berê xwe bidim Şirnexê. Ji bo wê ketim hewildanekê, di vê navberê da Biharê ji ser Instagramê ji min ra nivîsê ji ber sefera min ya Rewanê. Helbet ji bo stranên gelêrî yên Şirnexê jî ew hat bîra min. Bi qasî sê sal berê me jixwe behsa vê yekê kiribû. Ji bo min hem bû motivasyon hem jî henceteka xurt ku biçim stranbêj Fehîme û Xiyalê jî ji nêz ve nas bikim û stranên wan qeyd bikim û soza xwe bi cih bînim. Berîya biçim berhevkarîyê, li ser sehayê divîya min agahî û pêzanîn bi dest bixista. Piştgirîya herî mezin Baharê da min. Wê jî her tişt eyar kiribû jixwe. Çiqas ev her çar bajar bê eleqe xuya bikin jî, têkilîya nava wan ez bûm. A rast ew bi min ve girêdayîbûn.

Şirnex

Meha çileya pêşîn ya 2024an bû. Berîya her tiştî min xwe amade kir, amûrên teknîkî yên wekî kamera, denggir rakir û siwarê otobusê bûm. Bi meraq bûm, heyecana min zêde bû. Ez ê cara ewil biçûma gundên çîyayî yên Şirnexê. Helbet ji sala 2011ê vir ve bû, min meraqa Qilebanê û Roboskîyê dikir. Lê qet derfeta çûyina van deran çênebibû. Piştî çend saetan gihaştim Şirnexê, şevekê, li navenda Şirnexê li mala hevala xwe mam. Dotira rojê jî berê min, li gundê Bêjihê bû. Li navenda Şirnexê, qasî du sed metre nêzî nexweşxaneya Şirnexê, marketek hebû. Dema ez ketim marketê, min dît ku kesên ji bajarên Anatolya Navîn wekî Çankirê, Qeyserî û bajarên din hatine û bi tirkîya zelal a Anatolyayê diaxivîn. Zilamên li marketê bêhtir zerikî û borikî bûn û xuya bûn leşker û tîmên taybet yên dewletê bûn û hevjînên wan jî piranî sergirtî bûn.

Eynika erebeya Gundê Bejihê. 2024. Foto: Bêrîvan Matyar

Îcar erebeya gundî li ber vê marketê bû. Şofêr ji min ra gotibû, saet di 2:00ê piştî nîvroyê da, li ber erebeyê hazir be, em ê bi rê bikevin. Ez di wextê xwe da hatim. Lê bi qasî du saetan, em li benda rêwîyan man. Her rêwî tedarekên xwe dikir; danûstendina nan, fêkî, sebze û hwd. Vegera ji nexweşxanê, dermanxanê û hwd. Rêwîyên ku karê xwe xilas dikirin ber bi erebeyê ve dihatin. Xem û kêfa vegera malê bi hev ra xwe dida der di rûyê wan da. Ev jî gotina, Jîyan ji Vegera Malê Pêk Tê’ ya Patch Adamsî anî bîra min. Ez li pêşîya erebeyê rûniştim û erebe jî tije bû, em bi rê ketin. Di jîyana rojane da, em gelek caran xwe ji bîr dikin. Wext ji me ra teng xuya dike û li ber lez û beza jîyanê dikevin. Lê dema vegera rêya malê da, em tên bîra xwe. Difikirin û dihizirin. Di vegera malê da wext fireh xuya dikir. Tevahîya rêwîyan ketin kûrahîyê, li ser xwe difikirîn û bêdengîyek bi erebeyê girt. Di vê rêwîtîya vegera malê da, ji bilî min, her kes mêvanê mala xwe bû. 

Rêya Bêjihê

Rêya Bêjihê dûr bû. Em ji navenda Şirnexê derketin. Rê, çîya, deşt, mal, xanî, asfalt, hewş, dîwar, derî û pencereyên malan. Meraqa gundekî ku min qet nedîtîye dikir, meraqa însanên ku qet nas nakim dikir, meraqa şîva ku belkî min qet nexwaribe dikir. Li gel vê meraqê, heyecana min jî zêde dibû. Her diçû raqim û bilindîya gund û warên ku tê ra derbas dibûm jî zêde dibû.  Her tişt di nava ahangê da bû. Rîtma bêdengîya nava erebeyê, dengê derve, dengê dilê min, dengê xwezayê, dengê bayê kendal û çîyayan û çemê Ziravikê xweşharmonî bûn.

Ez ê îşev li mala kê bibûma mêvan, maleka çawa bû, sar bû germ bû? Em kêlî bi kêlî derbas dibûn û em ji erdê bilind dibûn. Van çîyayên asê, gund û mezrayên di nava newal û gelîyan da xweşdîmen bûn. Hewildana jîyanê li vir şên xuya dikir. Helbet zor û zehmetî hebûn lê bêhtir şênbûn xuya dikir. Kurdistan bû, miazzam bû.

Rêya Şenobayê. 2024. Foto: Bêrîvan Matyar

Rê bi rê erebeyên leşkerîyê jî derdiketin pêşîya me. Mirov xwe ne rehet hîs dikir. Wekî ku ji nişke ve derkevin pêşîya me û me bidin sekinandin û tifingan di me da sar bikin. Tirs û xofa wan zêde bû li ser mirovî.

Te digot qey mirov ji dinyayê derdikeve, min xwe ji malê pir dûr hîs dikir. Lê min dizanî ku ev der welat e. Herçend warekî dûr, bi çîya û sînorên asê dorpêçkirî be jî, dewlet jî ewqas nêz bû. Li ser rêya Şirnexê heta Colemêrgê seranserê rê bi avahîyên ‘ewlehî’ yên dewletê bi rêz bûn. Destên dewletê zaf dirêj bûn. Destên pergela kapîtalîzmê ne kêmî yên dewletê bûn. Her cure tir û qamyonan heta vê derê wekî rovîyê qetandî dabûn pey hev. Marketên biçûk yên Ekomini, SEÇ,  BİM, ŞOK û A-101 heta vê derê bi rêz bibûn.

Van herêmên xwedî çand û kevneşopîyên qedîm, rêûresm û merasîmên dewlemend, warên çavkanîyên resen û cihereng… Bûyera Roboskîyê, şîna giran ya sî û çar kesan ku bandorê li tevahî Kurdistanê kiribû. Herweha piştî bûyerê, li vê herêmê, li gund û cihên gundewar bi qasî deh salan merasîmên dawetan pêk nehatine. Warên ku li dinyayê bi merasîmên şahî û dawetan tên nasîn, bi qasî çend sal in dirêj bûne cihên şîngerandinê. Piştî bûyerê, bêdengîyek li ser hemû cihwaran kiribû û hê jî bandora wê dewam dikir. Min li ser vê yekê difikirî û dinya jî pê ra tarî dibû. Hewa jî hişq û sar bû. Em nêzî gundê Roboskîyê bûn, nişke ve saw ket dilê min. Piştî gundê Roboskîyê axir em gihaştin gundê Bêjihê. Tarî bû her der, reşahî li çarmedorê gundan û çîyayên dora gundan danîbû. Sar bû. Min bawer nedikir ez ewqas rê hatime û hilkişîyame van çîyayan û gundên asê. Min dizanî ku ev der xweşkurdistan e, warê kurdan e, lê wekî xewnên şeva bûn.

Bêjih[3]

Mala Xiyal û Cewherî, mala mêvanhezan. Ew jî li benda min bûn, qîza malê Zîlanê, birayê xwe û bavê xwe (Cewher) li jêra malê ez pêşwazî kirim. Me merheba da hevdu û em derketin hafê, lê zaf sar bû. Stranbêja hêja, Xiyalê bi dilekî germ di nava ewyanê da ez pêşwazî kirim Em derbasî odeyê bûn ku gumeguma sobeya êgir bû. Meraq û heyecana min zêde dibû, lê birçî jî bûm. Heta min xwe germ kir Mamê Cewherî piçekî behsa gundî, nifûsa gundî, pêvajoya piştî bûyera Roboskîyê û gelek tiştên din kir. Piştî ku ez piçekî germ bûm, derbasî mitbexê, ba stranbêj Xiyalê bûm, wê şîv hazir kiribû, lê me bi hev ra li erdê rast kir. Çi dibe bira bibe, divê berhevkar li gel xwedî malê, li gel kesa çavkanî îş û kar bike. Ev di germahîyekê di navbera berhevkar û kesa çavkanîyê da çêbike û dilsozîya berhevakarî jî nîşan bide, sedî sed wekî mêvan tevnegere ku samîmîyeta çavkanîyan zeft bike.

Ji alîyê çepê ve stranbêj Fehîme Bayram, Şahîn Enç, Helîme Enç, stranbêj Xiyal Uren. 2024. Foto: Bêrîvan Matyar.

Piştî şîvê, hêdî hêdî dîwana stranbêjan hat avakirin. Stranbêj Fehîme û hevjînê xwe, apê wan Mamê Şahîn û hevjîna xwe Helîme û çend şênîyên gundî hatin hafê ji bo dîwanê. Haya stranbêjan hebû, ew dizanibûn: Ez kî me? Çima li ba wan im? Ez ê çi qedy bikim?

Wan dest bi dîwanê kir, ew serbilind bûn ku stranên mezinên xwe heta niha di bîra xwe da xweyî kirine. Bi taybetî apê stranbêjan, Şahîn Enç bi van stranbêjan serbilind bû û digot ev stranên dîya min in, birazîyên min li ba dîya min hînî van stranan bûne. Min jî bi cîdîyeteka mezin hewil da ew şev li wan baş guhdarî bikim û her gotina wan û stranên wan qeyd bikim. Dawîya dawî min nêzî bîst û heft stranên gelêrî yên dawetan qeyd kir. Çîrokên wan yên taybet jî qeyd kirin. Herçiqas wan stranên şahî û dawetan gotibin jî, ji deng û awazên wan êş û elem, der û kulên bêwelatîyê, hêzkirina zozan û warên wan dida der.

Ji milê çepê, Adil Bayram, stranbêj Fehîme Bayram, Şahîn Enç, Helîme Enç, stranbêj Xîyal Uren, Cewher Uren, Zîlan Uren. Gundê Bêjihê. 2024. Foto: Bêrîvan Matyar

Min nîyet kiribû da ku ez du-sê roj li gund bimînim û bi wan ra wext derbas bikim. Lê ji Amedê, telefonî min kirin, divîya ez demildest vegerîyama malê. Erebeya gund saet di şeşê sibehê da, bi rê diket û wekî din jî erebe tunebûn û vegera navenda Şirnexê zaf zehmet bû. Loma divîya ez bi erebeya ku hatime gund bi wê jî vegerîyama navendê. Ji ber vê yekê, min gundê Bejihê bi tenê bi şev dît. Bi çavên rojê ew nedît. Xemgîm bûm, ez ewqas rê çûbûm, loma min dixwest ez zêdetir bimînim û gelek tiştan qeyd bikim. Ez têr nebibûm. Berhevkarên folklorê zû bi zû têr nabin jixwe. Lê min sozê xwe bi cih anî.  Herweha bîst û heft stran qeyd kirin û ji hindabûnê xilas kir. Loma dilê min rehet bû.


[1] Ji bo vê sefer û nivîsê ez spasîyên xwe yên taybet li Bihar Ençê dikim. Ew nebûya dê ev sefer pêk nehata. Ji dê û bavê wê ra jî spas dikim. Helbet ji dil spasîyên xwe li Zîlan Uren, dêya wê stranbêj Xiyal Uren û Bavê wê Cehwer Urenî ra jî dikim ku derîyê mala xwe vekirin. Çiqas spasîyên xwe ji Stranbêj Fehîme Bayramê ra bikim jî hindik e, wê derîyê bîra xwe û dilê xwe ji me ra vekir. Mala van ava gişan ava be.


[2] Ji bo agahîyên berfireh ya sefera Rewanê kerem bikin: https://www.kovaradilop.net/2025/02/08/rewitiyek-dersinor-ber-bi-rewane-ve/


[3] Bêjih, Bêcih, Bêjû, Bêjûh li gor devoka deverê vegotina navê gundî diguhere. Maneya wê jî bê-cih-bûn e. Bi tirkî jî Gülyazı ye. Di gundî da nêzî 700-1000 mal hene. Nifûsa gundî jî derdora 6000-7000î da ye. Li gor demsalê diguhere. Gundekî çîyayî ye û li derdora gundî, gundên bi navên Mijin, Qaşira, Gundê Mele, Kodin, Şuet, Hedrîş, Bilih, Ziravik, Arûşe, Roboskî, Newuh, Mergih hene (Çavkanî: Zîlan Uren, Cewher Uren).