SHELER EMRAH

Eşeden billa,aşê nezanan Xwedê digerîne.
Min awirên xwe berdabû destê wî; destê wî yê rastê li ser fermana trimbêlê. Her carê ku ferman badida, ez hîn bêtir bi tişteke seyr li ser destê wî dihesiyam: girêyeke gilover, eynî mîna hêkeke du zerik, di navbera dûza her du tiliyên beranî û nîşangirê. Pirtir ji vîya ku seyr û ecêb be û qitqitankê mirov dianî û bi curekê naşirîn bû. Edî ew ne dest bû; bi vê girêyê ew pirtir veguherîbû mistekê. Her çiqas ez lê fikirîm û min lê nihêrî, min tiştek jê dernexist. Ne girêyek masûlkeyan bû; ev wekî celebekî nexweşiya bêderman a ji zikmakî hatibû der.
Ez li ser kursiya paşî li wî dinihêrîm. Ew jî bi hêrsa xwe ya bêdeng li pêşiyê dinihêrî. Hema wisa ku wî diajot û ez lê dinihêrîm, ji nişkêva ez veciniqîm bi dengê sîgnala wî ya li pişt çirayê sor ê kolanê. Destê xwe danîbû ser sîgnalê û tûte-tûta wî bû û ranedikir ku ranedikir. Bi vî karê wî re, morela min têkçû û min bala xwe da ser û çavên wî: mêrekî kin û qut û xirr, bi rêdîneke dirêj û hilû û çavên zeq, eynî mîna yê beqan, ku berdewam ji cihê xwe li ser kursiya xwe dilivî û qet tabatî nedihat wî. Wer xûya bû ew her nikare bisekine û divê pêşiya wî û rêya li ber wî tim vekirî be.
Erê, ne Heynder şofêrekî nenas bû û ne jî ez rêwiyeke nişkêveyî. Ew ajokarê dayîreyê bû û herî kêm di heftiyê de du caran wî ez dibirim ser kar û vedigerandim malê. Berêvara Çarşemiyê bû û roja dawiya heftiyê û trafîka kolan û serêşiya wê mirov kulzikî dikirin û westiyana rêwiyan duqatî dikir. Erê, billeh, ew hîn lê-lê bûn û destpêka seferê û diviyabû ez jibo erkdariyekê û beşdarbûna di civînekê de herim bakurê welêt ku herî kêm têra 4-5 sietan rê li ber min hebû. Lê bi vê trafîkê û bi vê bêkeyfîya Heynder û zîto mîtokirina çavên wî rengê hindê dida em berberê sibehê bigihin vir.
Wî baboleyek ji daşborda trimbêlê derxist û got: “Kerem kin, babola filafilê ye. Keçika min çêkiriye û ji min re daniye di rê de bixwem. De, kerem ke, tu jî yekî bixwe.”
“Nesipas,te hin oşî can be. Ez têr im, tu kerem ke bixwe, bira.”
Wî got:”Nok in, Xwedê ji te razî be ku me çi şek û beran ji te re serjê nekiriye. Pariyekê lê bixwe.”
Wî dîsa axîneke kûr kişand û got:”Keçika min gelekî bêşans bû. Helbet xetayê diya wê bû: rakir keça belengaz nejdil da mêr. Û niha, piştî pênc salan, bi keçikeka xwe ya du salî re vegeryaye malbabê û dibêje ‘Taze naçim malmêrê’ û dixweze li mareyiya xwe xweş bibe û wê bibexşe mêrê xwe û xwe bide berdanê.”
Min got:”Diya wê çima ev kara kir û bi darê zorê ew da mêr? Gelo te çima pêşî lê negirt?”
Heynderî navçavna xwe kire girê û got:”Uskura min bişkê, mi jî aqilê xwe da destê jinikê û min got bêguman ew dilsojê keça xwe ye û qenciya wê dixweze. Helbet bû jî, lê me nedizanî mêrik herçi edayê dinyayê be, lê derdikeve. Bila serê te neyêşînim, xanim. Xwedê jibo me jî hinde hez kir.”
Min got:”Birêz Heynder, Xwedê çima? Xwedê derika li ser çi evdekî xwe girênade? Hêviya xwe ji Xwedê nebirîne.”
Wî jî got:”Tevekel Xwedê, xanim.”
Piştî deh deqe, hinekî bêhna min çik bû. Min jê re got: “Birêz Heynder, ka hinekî pencereya xwe veke, bila bêhna te fire bibe.”
Hîn peyvê min di hewa de bûn û gotina devê min tevav nebibû.Wî got: “Es qurbana Xwedê bibim, ka hewa, xanim? Ez çawa bêhna xwe fire kim, axir tu ji vîya re dibêjî hewaç? Hela, ez cehnemê! Pîre diya min asma wê heye; ji malê nikare derkeve. Sed Quran xenîmî min bibin, salê ez bêtirî 100 milyon dikim xerca nexweşxaneya wê. Her çi be, dayîk e êdî; mirov dile nade xemsarîyêl bike.”
Min hema bêyî xwe got:”Tu heq î, Xwedê xêra te mezin binivîse û meselê bîne ser xêrê.”
Û wî bê rawestan li ser qirêjbûna hewayê axivî heta em ji Tehranê derketin,û min bêyî xwe guhê xwe dida wî. Min di dilê xwe de got: “Heh, min çi gûyek xwar! Xwezî her min tiştek negota û wî devê xwe venekira.”
Ku Tehran li me ava bû, em bi trafîka Tehran-Kerecê re rû bi rû man. Diyar bû mêrik pir zêde xwê daye; bêhna sêyê sikitî li trimbêlê dihat. Dilê wî dikuta û hilke-hilka wî bû. Tabatî nedihatê. Car dengê radyoyê bilind dikir, û car newî dikir, an bi yekcarî dengê wê digirt. Ji cihê xwe dilivî û mistek li daşborda trimbêlê dixist; bi tiliyên xwe yên qurt û qelew li fermanê dixist û paşê neynûkê xwe dicûtin; layna xwe diguherand û bê sedem ji nişkê ve tormiz digirt an piyê xwe didan ser gazê û gaz didayê.
Ez mabûm di navbera nahl û bizmarê. Min nedizanî divê çi bikim: gelo bala xwe nedim ser wî? An xwe biparêzim? An hişê min ser wî be? Lê wî ez ji bîr kiribûm: xwe nêzîkî trimbêla pêşiyê dikir û piştre hewîl dida ji rêya sereke derkeve û bajo û ji rêya xakî here. Min jê fehm nedikir; tenê dizanî ne li ser hişê xwe ye. Dest bi dijûna dikir û bin lêva xwe dev digot: “Hey, mit… û seyê kurê…” Û piştre bi hêrs mat dibû û digot: “Leinet li te be, hey leînê kore!” Û ji pencere tif dikire derve. Nexêr, Heynder nedisekinî û çavê xwe li şofêrên din zîto mîto dikir û gef li wan dixwar.
Trafîka Tehran-Kerecê em anîbûn zinharê. Çavên Heynder ên mîna beqan ji qulikên xwe derketibûn û destê wî hîn bêtir direcifî, wekî ku ew girê niha hemû demarên wî dişidand.
Ji nişkê ve, wî ferman bi tundî bada milê rastê û ji rêya sereke derket û ket korerêyekê ku ber bi çolê ve diçû.
“Birêz Heynder,tu diçî kû??”
Wî bersiv neda û tenê lingê xwe bi tundî danî ser gazê.Çirayên kevin û tarî, siyên dirêj û tirsnak li ser asfalta şikestî diavêtin.
Tirs bi bêdengî li tevahiya xwîna min meşiya.Ne ji ber reftara wî wekî dînan, ji ber bêdengiya ku niha trimbêl dagirtibû. Êdî nifir nedikir. Êdî bi radyoyê nedilîst. Heta ew girêkîya kirêt û lenetkirî jî nedilivî. Dixûya hesta wî di nav yek xala tirsnak de kom bûye. Rûyê wî di neynikê de spî û bêhestî bû. Lêvên wî dilivîn, lê deng jê dernediket, mîna ku ew bi kesekî di nav serê xwe de diaxivî.
Rê bi temamî qediya û em ketin rêyeke xakî ku ber bi girikên derdora bajêr ve diçû. Dawiya dawiyê, wî otomobîl rawestand. Di bêdengiyeke bi xof de, min dengê kûçik û heywanan ji dûr ve dibihîst. Wî hîn jî destê xwe ji ser fermanê ranekiribû. Ew li pêş, li tariya li pişt pencerê dinihêrî. Dû re, hêdî-hêdî, destê xwe yê rastê ji ser fermanê rakir.
Wî hêdî û bi dengekî nizim dest bi axaftinê kir, lê ne bi min re:
“Bibore…gorna ezîzên xwe, bi Xwedê. Min te nedît. Sond dixwim ku min te nedît. Ew tunel tarî bû… Ronahîya erebeya te tunebû…”
Destê wî dest bi lerizînê kir.Girêya di bin çermê destê wî de jî dilerizî.
“Birêz Heynder!Tu çima nasekinî?”
“Ger ez rawestim,ew ê bigihîje min. Ew ji tariyê serê xwe hildide û derdikeve û destê xwe dixe ser milê min. Tenê dema ku ez diçim, tenê dema ku çirayên kolanan û otomobîlan hebin, ew nayê. Lê ev yek…” ew got û çavên wî li ser girêya destê wî asê man.
Bêdengiyek kûr otomobîl dagirt. Hemû tirsa min cihê xwe da bêhêvîtîyek kûr. Ew dîn nebû. Ew mehkûm bû; mehkûmê ku diviya her-û-her li rêyên bêdawî biajo, bi girêya ku wekî rêwiyekê qet peya nedibû.
Wî li tariyê nihêrî û dûv re otomobîla xwe ajot, lê vê carê hêdî-hêdî û bi baldarî, mîna kesekî ku ji xewa kûr şiyar dibe. Dema ku em vegeriyan rêya sereke, reng vegeriyabû rûyê wî yê pût. Ew êdî hêrs nebû. Ew teslîm bû.
Ku em gihêştin bakur, ew sekinî û ez peya bûm. Wî bi kurtî li min nihêrî û got: “Bila haya te ji te hebe… Ev rê…” û gotina xwe nivîşkan hişt. Piştre, wî pencere vekir û erebeya xwe ajot û çû.
