RÊBERÊ REWŞENBİRÎ Û XEBATKARÊ ZİMANÎ: MEHMED EMÎN BOZARSLAN

HAŞİM YETİM

Di dîroka modern a gelê Kurd de, hin kesayet hene ku bi tenê serê xwe wekî saziyekê an jî wekî dibistanekê kar kirine. Ew di asîmana fireh de, di nav hemû tarî u tunebûne de, weke sterka Zûhre rebertî û pêşengtiye ji gelê xwe re dikin. Yek ji van stûnên herî girîng ên wêje, raman û hûnera Kurdî, Mehmed Emîn Bozarslan e. Mehmed Emîn Bozarslan di 15ê îlona 1934an de li bajare Amedê li navçeya Licê ji dayîk bû û di 9ê sibata 2026an de li welate Swêdê li bajare Uppsalayê çû ser dilovaniya xwe. Ew ne tenê nivîskarek bu, lê di heman demê de zanayekî ji aliye ilme olî de pispor bû, fikr û ramanên netewî bûbû armanca wî ya herî giring. Wi dixwest ku, ew zimanê ku bi sedan salin ji aliye zordar û xêrnexwazan de bi ber bişaftinê de diçû, bi hemû klasîkên wî zimani, li ber ev sosretê derkeve.

Ji Medreseyê Ber Bi Nasnameya Şoreşgeriyê

Bozarslan hîmên zanista ilme xwe ji medreseyên Kurdistanê yen kevnar  girtibû. Piştî ku xwendina xwe ya olî/dînî temam kir, li Meletiyê ( ku wexteke li wir bi piranî bi kurdî dihat peyivîn) û herêmên din yen Kurdistanê û Anatolyayê melatî û muftîtî kir. Lê belê, muftîtiya wî ne wekî ya fermanberên asayî yên dewletê/rejimê bû. Ew her tim li cem feqîr, belengaz, bindest, bêkes û pepûkan cîh girt. Ji ber vê helwesta wî ya mafperest, welatparêz û xêrxaz, gelê herêmê jê re digot “Muftiyê Komunîst” an “Xoceyê Anarşîk”. Di wê demê de, di nav gel de, nasnavê “komunîst” ji bo kesên ku serê xwe li ber zilmê û zordariyê neditewandin û parastina mafên gelê xwe dikirin, dihat bikaranîn.

Alfabeya Yekemîn, Gava Girîng!

Bê şik û guman, gava herî girîng a jiyana  Mehmet Emîn Bozarslan, xebat û keda  wî ya li ser zimanê Kurdî ye. Di sala 1968an de, dema ku zimanê Kurdî li Komara Tirkiyeyê bi temamî hatibû qedexekirin û bi kurdî axaftin jî dihat ceza kirin, wî li Stembolê “Alfabe”ya Kurdî bi tîpên Latînî çap kir. Ev pirtûk, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemîn alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî bû.( di 1928an de Li Komarên Sowyetan  du rewşenbîrên bi nave Şamîlov- Maragûlov alfabeya kurdî ya latînî çap kiribûn)

Dîsa, di heman salê de, wî şahberhema Ehmedê Xanî ya herî navdar “Mem û Zîn” ji Kurdiya klasîk wergerand ser  zimanê Tirkî û bi orîjînala wê re çap kir. Ev her du xebatan erdhêjiyeke mezin û bi bandor di siyaseta Tirkiyeyê de çêkir. Dozgerên û peywirdarên dewletê ev pirtûk wekî “dînamîtên binê dewletê”,  “perçekirina welat”, “binpêkirina yekitiya netewî” bi nav kirin û Bozarslan avêtin girtigehê. Lê biryara dadgehê ya herî ecêb û sosret ew bû ku; piştî efûya sala 1974an  (we demê bandora muhtiraya ku leşkeran di 1971an de dabûn hinekî derbas bûbû) Bozarslan serbest ma, lê pirtûka wî ya “Alfabe”yê qedexe ma. Ev di dîroka cîhanê de cara pêşîn bû ku alfabeyek dihate girtin, darizandin û mehkûm kirin. Alfabe, ji aliye sîstema komara Tirkiyê xetereyek mezin bû ku, ew sîstema 50 60 salin ku tunekirina zimanên beyi Tirkî, ji xwe re kiribû armanc û doz. Mehmet Emîn Bozarslan bi ev alfabeya xwe durişma “tek dîl” (yek ziman) serobino kiribû. Mehmet Emin Bozarslan ew kurdên ku 60 sale di xewa bedawî de bûn bi ev alfabeyê hişyar dikir û rayedar û desthilatdarên komara Tirkiye vediciniqand.

Jiyana li Xerîbiyê û Xebatên M.Emîn Bozarslan

Ji ber zext û zoren giran û zindankirinê/nefîkirinê, Bozarslan di sala 1979an de derket derveyî welêt û li bajarê Uppsala yê Swêdê bi cih bû. Her çend ji ax û welatê xwe dûr ketibe jî, dil, pênûs û hişên wî her tim, her gav li ser Kurdistana reben bû. Li Swêdê, wî xebatên xwe yên li ser etîmolojî(peyvnasî), rastnivîsî û ferhenga Kurdî geştir kir. Wî bi dehan pirtûkên wekî Şeyhlîk ve Ağalık (Axatî û Şêxtî), Doğû’nun Sorunları ( Pirsgireken Rojhilat) û gelek çîrok û wergerên din li pirtûkxaneya Kurdî ya îroyin, zêde kirin.

Pêmayiya (Mirateya) Mehmed Emîn Bozarslan

Mehmed Emîn Bozarslan, bavê dîroknasê navdar Hamît Bozarslan bû û bi kesayetiya xwe ya serbixwe dihat nasîn. Ew ne endamê tu rêxistinan bû, lê her rêxistinekê û her Kurdekî welatparêz xwe di nav xebatên wî de didît. Ew wekî “rêxistineke tena serê xwe” dixebitî. Bi hemû rexistinan re kar dikir, ji wan hez dikir le dema ku xebatên ji bo gelê xwe dikir tu cûdatî nedikir navbera xwe û kurdan.

Îro dema em behsa parastina zimanê Kurdî û rûmeta ronakbiriyê dikin, navê Mehmed Emîn Bozarslan li serê lîsteyê ye. Ew mînaka herî zelal a wê yekê ye ku meriv dikare di bin zextên herî giran de jî, bi pênûsa xwe dîrokê biguherîne.

Analîza ‘Mem û Zîn’ a ku bi Destê Bozarslan hat latînizekirin

Girîngiya xebata Bozarslan a li ser Mem û Zîn ne tenê wergereke ji zimanekî bo zimanekî din e; ew di heman demê de vejandin û geş kirina nasnameyeke qedexekirî bû. Bozarslan bi ev wergerê sîstema ku li hember wêjeya kurdi bi tûndî u bişaftinê hatibû damezrandin, di bin de leqand. Sîstemê digot belkî meseleya kurdî û kurd, weke netewên mîna laz, çerkez,pomak û yên din, hatibû bîrkirin û tunekirin. Le bi ev wergerê dît ku kurd û kurdî de ji nûve, li ser koka xwe şîn bibin.

 Wergereke Şoreşger (1968)

Bozarslan di sala 1968an de wexta ku ev berhem amade kir, du mebestên wî yên sereke hebûn:

-Parastina Orîjînaliya berhemê: Wî kurdiya Ehmedê Xanî ya resen li aliyekî û wergera wê ya tirkî (bi pexşan/nesîr) li aliyê din danî. Bi vê yekê re, wî nîşanî dewletê û xwendevanên tirk da ku Kurd xwedî wêjeyeke klasîk û giranbuha ne. Di wêjeya kurdi de tesîren wêjeyen din ên mina wêjaya erebî, wêjeya farisî ku hebin jî ev wejêya bi sere xwe wêjeyek resen û qedîm e.

-Meşhûrkirina Ehmedê Xanî: Bozarslan bi vê kitebê Ehmedê Xanî wekî “pêşengê û reberê neteweyî” û “feylesofê û hişmendê kurd” da naskirin, ku heta wi zemanî di qada akademîk a Tirkiyeyê de ev yek wekî “tabû” (qedexe) dihat dîtin û tu kesî newêribu behsa ev yeke bikira. Rayedaran zanibu ku tunekirina wêjeyê tunekirina kesayetiya netewî bu.

 Dîbaceya Dîrokî

Bozarslan di pêşgotina kitebê de, Mem û Zîn tenê wekî çîrokeke evînîyê ye sivik ne didît. Wî îşaret dikir ku Xanî di sedsala 17an de daxwaza yekîtiya Kurdan kiriye. Bozarslan ev ramana  Xanî bi modernîte û mafên neteweyî yên serdemê ve girêda.Wi digot ku Xani weke ku belengazi û paşdemayina kurdan ya îro di sedsala 17an de dîtibu û xwestibû ku kurda hişyar bike, netewa wan bi wan naskirin bide û kurdan rake ser pîyan ku ew ji weke netewen din xwedî mafên mirovahiyê ne. Millet bûn bi yekitiyê û fikr û ramana nasyonalîzebûnê cedibe.

 Reaksîyona Sîstemê û Doza Dadgehê

Pêyî  weşandina kitebê, dozgerên tirk îdîa kirin ku ev pirtuk “dînamîtek e di binê bingeha komarê de”. Li gorî dozgeran, behskirina “Kurd” û “Kurdistan”ê di kitebekê de, sûcekî mezin ê û fesadiyeke hetere ye. Bozarslan di parastina xwe ya dadgehê de digot: “Ev eser klasîkek e, wekî Şekspîr an jî fîrdewsî ye; qedexekirina wê, qedexekirina kulturê ye.”


Pirtûka Şêxitî û Axatî: Sosyolojîya Şoreşger

Pirtûka Bozarslan a li ser Şêxtî û Axatiyê ku di sala 1964an de ji aliyê perspektîfa Îslamiyetê ve hatibû weşandin, ji bo fêmkirina têkiliyên hilbêrînê yên li herêmê gelek giring e. Mijara bingehîn a ku di pirtûkê de tê destgirtin ew e ku saziya şêxtiyê ne tenê otorîteyeke baweriyê ye; ew amûreke milkdarî û kedxwarîyê ye ku bi pergala axatiyê re ketiyê nav hev. Li gorî Bozarslan, şêx ne rêberê manewî ye; ew xwediyê milkekî feodal e ku dest datîne ser keda gundiyan û bi axê re bi hevparî dixebite.

Bozarslan di vê berhema xwe de vedibêje ku dîn ji aliyê çînên xwedîmilk ve çawa wekî amûreke zexta îdeolojîk tê bikaranîn. Ew bi eşkereyî tîne ziman ku xizaniya gundiyên Kurd ne qeder e; sedema vê xizaniyê milkdariya axê û ew paşverûtiya dînî ye ku vê milkdariyê pîroz dike. Ji ber vê pirtûkê ji wezîfeya muftîtiyê hat dûrxistin; ev yek jî nîşan dide ku xebata wî teşhîreke çînî bû û çoyekî wisa bû ku wî xistibû nav çerxa sîstemê.

Çi tesadûf e ku hincetên dûrxistina Bozarslan a ji wezîfeyê wekî ‘Kurdperwerî û Çepgirî’ bi hev re hatine pêşkêşkirin.”

Mîrateya Wî ya li Swêdê

Piştî ku çû Swêdê (1979), Bozarslan dest bi weşanxaneya Deng kir. Wî li wir bi dehan pirtûkên zarokan, ferheng û xebatên li ser rastnivîsîna (standardîzasyon) Kurmancî,roman û bîranin weşandin. Wî ji bo gelê xwe mirata tekoşîn û şoreşgeriya çandî ya ku, nişfên nû dê bejna xwe li ber bitewînin, hîşt.