BERKEN BEREH

Va dîsa ji te re dinivîsim,di vê şeva rengê xwe ji behra çavên te wergirtiye.Pênûsa henûn û şareza yê ji xwedayan hostatir,bi hibra dilê min gul û beybûnên hevrîşim nexş dike li kêleka navê te,yê wek stêrkan bi bişirîn diçirûse li ser pelê taybet û bêhnxweş.
Bi hemû şaneyên xwe te dijîm;
rêz bir êz,tîp bi tîp…
Tu û ez.
li bajarên cuda
du dildar,
du qumriyên ji hev dur,
lê bi heman hêviyê perdeya xwe vedikin ji tîrêja spêdê re.
Di oqyanûsa bêderfetî û xizaniyê de soberiya “işq”eke çîkspî dikin.
Her çi qasî wek hezkirina av û agir,
wek şev û rojê li hev negunce jî,
guh medê delala min.
Ez
mîna axa parsa baranê dike te dihêlmijim her şefeq.
Li benda te me wek pelê diçilmise û ya di hingura êvarê de li tavê digere.
Ez baş zanim dê tu carî destên te nepelînin çingala deriyê min ê herişî.
Bihêle bila ev dinyaya bêbext bibe deyndarê me.
Bila li têlên sincirî hilawsitî bimîne hesreta me ya berz,
Bila di caxên bendîxanan de birize bişirîna me ya kesk,
Bila lêvên me negihin hev.ma “hez kirin”ne ev e?ku di tenyatiyê de jî…her ku ewrên baranê tên serdana bajarê min,ez li te digerim di her dilopeke wê de
Wexta çavên min girêdayî,di wê mexzena bêhna mirinê jê dihat de dimeşiyam jî tu bû yî hêza di bedena min de,li wan meydanên xewn û xiyalên min li ba dibûn jî her tu bû yî li sergovendê.Her bi agirê te dişawitî,wextê bi meraq tiliyên min tiştine dipeland,hêrsa min wek gula nû bişkivî min haş dikir.Her ku min li ewrên raserî xwe dinihêrt rastî demsalên çavên te dihatim.Axx! min ji wê hêviya di kûrahiya çavên te de diçirûsî hez kir!Ji ba yê wek dayîkekê keziyên te dihonand hez kir,ji wan robarên li ber piyên te diherikîn,ji toz û berên hildipekîn hez kir…Bi vî awayî gihiştim wê perestgeha miqeddes ku li wir insan nedîtî aşiq dibe,destlênegerandî hîs dike…
Awirên te wek çîrûska ewil a spêdê xwînşirîn û henûn e.Banga jiyaneke nebînayî ye her keziyek te yê li ba dibe di vê payîza emr de.Wexta dibişirî,rêwingî digihên malê,kûlîlk vedibin li pencereyên xizanan,semaxa stêrkane li asoya karwaniyan,hemû ewrên mişt ji baranê berê xwe didin çolistana. Di zindana hesret û kedera vê “işq”a dişibe mircana di nehêniyên tarî ya oqyanûsa bal û pal de,min her ji te hez kir.Wek “işq”a di kewara dilê te yê hevrîşim de mezin dibe,bi aramî û bi bişirîn deriyê xwe vedikim ji heyatê re.Bi coş û peroşa xewn û xiyalên di bîra çavên te de rabûne pêdarê,destên xwe dirêjî rewrewkên gewr û berz dikim…
Û hemû firîşteyên giyanê xwe ber te bi rê dikim,
da bibêjin dînê
wî bêriya te kirye…
