EDEBÎYATA KURD A LI SERÊ RÊ Û DIRBAN

CÎHAN ROJ

Cara pêşî ye ku bo sernavê nivîsekê pir bêqerar dimînim; ew qas sernav hatin hişê min û her sernavek dikarî nivîsê temsîl bike; “Manîfesto”, “Çemê Şîlo”, “Ava Di Golan de Mayî,” “Edebîyata li serê rê û dirban”,”Meydan Nivîs e”, “Qewl, manîfesto, rê û dirb”; “Avgeniyên di golan de”, “Edebîyata kurd a ku moriya xewê ketiye guhên wê”… Ew rewş, bi tena serê xwe, me dibe wê rewşê ku arîşe, dubare, xitimîn, lawazî, kêmanî an jî nebûna lêgerîn, sekan û fikrên edebî li halek çawa ye û tercumeya wî halî, pêşniyar û fikrên bo wî halî êdî wekî penzeherê ye çimkî her sernava ku hat hiş, di heman demê de dikare bibe mijarên gengêşiyên cuda. Ez li vir dîsa metafora “moriya xewê” bi bîr dixim!

Em bi bîr bixin ji edebîyat kurd qest edebîyata bakur e.

Rewşa heyî û meyla qewl û gotinên manîfestoyî

Lê difikirim ku di vê serdema hişê çêkirî û globalîzmê de, edebiyata Kurd li ber qonaxeke nû ye. Ev nivîs, li ser bingeha gotûbêjeke samîmî û notên xebatê, yên ku ji nifşê nû re hatine amadekirin, tê sazkirin.

Em ê ji rewşa heyî dest pê bikin, sebebên pêwîstiya qewl/îfadeyên bi meyla manîfestoyê rave bikin, durişmeyên poetîk û lîrîk rêz bikin, ruhê nûbûnê bi bîr bixin û di dawiyê de, xalên bingehîn yên qewlan bi îdîa û pêşnîyarên nû pêşkêş bikin. Armanc ew e ku ev nivîs, bi awayek gelemperî, hin hûrguliyan bide ber ronahiyê.

Edebîyata kurd bi hin hurgulî û gavan, bi taybetiyên xwe hêdî hêdî bo edebîyata dunyayê jî bibe egera mereqê. Ger kesek ji edebiyata Fransî, Rûsî an jî Amerîkî vê bixwîne, karibe bibîne ku edebiyata me bi rengê xwe, bi şax û dengên xwe li wareke azad miqate ye ku tê de nifşê nû dikare mîrateya Gilgamêş, bi Homeros re, têkildar bike, hay ji mîrateyên edebîyata dunyayê hebe, li ser wê hesasîyetê, li mîrateyên edebî ên di Kurdî de, bi awayek zindî miqate be. Bi lîrîzma çiyayan bihone, li pey şikil û awayên nû ên ruh be! Ji bo geşedanên qada dîjîtal û texeyûlên derbarê hişê çêkirî ên qada edebî de amade be, bo edebîyata kurd, rastiyên vê serdemê ên wekî romana hîbrîd, berhemdariya hîbrîd,atmosfer û ruhîyeta hîbrîd li ber çav bigire. Folklor, nostaljiyên dîroka edebîyatê û dîroka şexsîyeta xwe pîroz neke, bibe qelema serdema xwe û li gorî serdemê, ji mîrateyan dest pê bike, bi nirxandin û safîkirinê, ji mîrateyan jî sûd bigire lê her cûre fikir û seknên kevn red bike!

Konfora rewşa heyî û xitîmîn

Edebiyata Kurd a bakur, îro di çerxeke xitimîn û dubarebûnê de ye, ku tê de “kastên kevneperest” û “bazirganiya edebî” serdest in. Ji ber bêdewletbûnê û înkara dîrokî, mîrateya dewlemend ji dengbêjiyê heya klasîkên wekî Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî… di bin bandora gotinên durişmeyên klîşeyî de maye. Gelek kes navê hostayan bo “bazara xwe” bikartînin; qasî du quruşan ji Ehmedê Xanî fêhm nakin, lê wî dikin melzeme bo pêşxistina îdîayên xwe yên şexsî. Ev hal, wekî “textê desthilatdariyê” ye, ku naxwaze konfora xwe winda bike, lewma jî li pey lîstikên riziyayî ye. Manipûlasyona bi navê neteweyê û îdeolojiyên dîtir, dibe sebebê paşguhkirina rexneyê…

Di vê rewşê de, nifşê nû (Z) bi wê atmosfera manîpûleyî tê astengkirin. Nifşê nû ji ber gellek sebeban, ji pirsên esas ên edebî dûr dikevin, ew rêyek li ber xwe dibînin, ew jî qebûlên ji alîgiriya kor in û ji lêkolînê bêpar dimînin. Helbet ji hev cuda bin jî, pêvajo û qewimînin bi wî awayî,di edebiyata cîhanê de jî hatiye jîyîn, mînak; di edebiyata Latîn Amerîkî de “realîzma efsûnî” ya Gabriel García Márquez ji dubarebûnê rizgar bû lê îro gelek nivîskarên wê qadê, di çerxa bazirganî de dimînin.

Safîkirin

Li alî din baweriya min ew e, edebiyata kurd, bi rehên xwe yên heya bi hezaran sal beriya zayînê (destanên aryen, baweriyên Zerdeştî, têkiliyên bi Gilgamêş re, têkiliyên Kurdî û zimanên qedîm…), dikare bi reh û û têkiliyên xwe ên kûr, mîrate û şaxên balkêş ên ziman û edebîyatên Mezopotamyayê, bikşîne danehev û warê edebîyata dunyayê.

Ev xetek e ku wê ji parastinê mexsed, “safîkirin” , nûkirin û vejîneke zindîtir be.

Ev îfadeyên bi meylên manîfestoyî welew qewlên edebîyata kurd, tenê ne ew bang in, ji çarçoveyeke tesîrên rojane ye, lê bersivek li van sebeban e; kêmbûna rexneyê û lêpirsînê. Nebûna baweriyek a tê hêvîkirin ku bi lêgerînên esasî be.

Manîpûleyên derve(ên înkar û manîpûleyî ên derheq ziman, kultur û edebîyata kurd de) û ên navxweyî(ji bo berjewendiyên teng û carna kirêt, dezenformasyon, tarîkirina rastiyên edebî û rêlibergirtina nûbûnê…) ên ku pê qada edebî neyê dîtin, neyê rexnekirin û redkirin her di karwaniyê de ne, wê bi halê dubareyî bin. Exlebe îzolekirina edebîyata kurd a li hundur divê were dîtin çimkî di halek îzolekirî de, wê pirs û nirxandin ji “derve” ve neyên û ew ê jî bibe sebeb rewş û sekna ji halê niha razî, li textên xwe bimînin! Bend hatiye avakirin lê av her di golê de dimîne û peyderpey wê ew av genîtir be!

Bi durişme, qalib û xîtabên hestiyarî ên bi mexsed, bi rabêjên li Rojhilata Navîn şikilgirtî, bi konetî edebîyat wekî text û ciyek wisa tê lansekirin ku gelek ciwan, kesên ji nifşê nû, bêmoral dimînin, bawerî û taqetê bi xwe re nabînin ku redkar bin.

Ji hestiyarî, ji metirsiyan, ji atmosfera ku kesin serkeftina berheman bi temenê nivîskarîyê ve girê didin (ku manîpûle û nêzikahiyek vîkîvala a ne rast e) ji propagandayên medyayê… Nifşê nû ji pirsan dûr dimîne û ev dibe sedema dubarebûnan, xitimînan û xirab bûna morala kesên nû dest pê dikin. Divê em rexneyê texsîr nekin, şûrê nûbûnê li nifşê kevn û atmosfera şîlo, xitimî bikşînin, li gorî dema xwe edebiyatê ava bikin .

Gotinên fîşalî û reşkirinê tevnek riziyayî ava dikin. Divê em bi lêpirsîn bin, alî parastinê ve bi ûsil û qeyde bin lê ji bazirganiyên bi qîreqîr ên qadê rizgar bin.

Derfetên vî zemanî û hêviyên edebîyateke sekuler

 Edebiyat bo pêşkeftina ruhî esas e, ku dikare manîpûlasyonên navxweyî û ên kolonyal rexne bike. Li reh û rîşalên ziman û edebîyata xwe miqate be li hêlekê bin cilê bide ber bayê li alî din kêmaniyan qebûl bike û avantaj û îmkanên xwe safî bike, bi mîrateyên edebîyata dunyayê re, bi bikaranîna medyaya dîjîtal, xwe bigîhîne gelek çavkaniyan û xwe wekî kirdeyê qadê bibîne, bêyî virdeûwêde bibe û bîne, kedê bide, bixebite, ji edebîyatê bawer bike, pê re di nav têkiliyek wekhev û azad de be, ne ku edebîyatê bikarbîne!

Rehên Kurdî ne zelal in, lê em dikarin wan bi têkiliyên bi edebiyata Mezopotamyayê re “safî” bikin. Gilgamêş, ku bandor li edebiyata dunyayê kiriye, divê bêtir bandorê li Kurdî bike, çimkî çandên me ên kevnare nêz bûne, di nav têkiliyan de bûne, ev dikare bo edebiyata Rojhilata Navîn bibe modela “têkiliyên edebîyateke sekuler û azad, heger bendewarî û hêviyên derheq guherînê de, di edebîyatê de neyên gengêşîn, tenê alî nostaljî û parastinek hestiyar a bi durişme û fetîşîzma klasîkan, dubare be û tatmînek durişmeyî di edebîyatê de berdewam be, wê aliyê kulturî ê wêjeyî, hunerî kêm bimîne, bilikume.

Bi avantaj û dezavanatajên xwe, rewşa mîrateyan

Kultur û mîrateyên kulturî gerek ji alî dewletên herê mê ve neyên manîpûlekirin, înkar nebe mijar, her nirxa edebî kulturî gerek li ser rastiyên xwe ên tarîxî werin pêşwazîkirin lê di heman demê de, hemî nirxên edebî ên herêmê û dunyayê, wekî mîrateyên mirovahiyê werin dîtin, lê were zêde kirin! Li hemberî manîpûleyên desthilatiyan, ên derheq edebîyatê de sekn û îtirazên xurt lazim in.

Kurd, ji vê hêlê ve, bi şens in ku ji çand û zimanên” Aryan”in. Baweriyên cuda ên balkêş, di rewşa îro de hebûna çendî zaravayan, folklorek zengîn, edebîyateke devkî a balkêş, dengbêjî û mûzîkek têra xwe dikare alî ahengiyê ve, deng û şêwazê ve rêyên nû li edebîyatê vebike. Baweriyên cuda, berhemdariyek zengîn…

Helbet dezavantaj hene; dewleta Persiyan, di Newroza 1935an de, navê “Persîa” guheriye kirine “Îran”, mexseda sereke ewbûye wekî netewedewlet hemî mîrateyên kulturî, edebî wekî malên xwe bidin nasîn, bikin xizmeta neteweya xwe ji lewre ji “part”iyan bigirin heya “Pehlewî” çand û kulturên hevpar îro ro, ji panîpûleyê ne wekî ên “aryaniyan” wekî ên Persiyan têne îfadekirin ku bijartina navê” iran” heya radeyekê ji wê hêlê ve gihaştiye armanca xwe ku îro ro, ji ber ku her berhemên çandên aryayî, exlebe, wekî çand, berhemên dewleta îranê ketine nav nivîsevanî û daneyên qada nivîsê ji lewre wexta ji hişê çêkirî pirs têne kirin, ji be rrastiya daneyên nviîskî, ew he ranalîz, şîrove û agahiyê li ser navê dewleat îranê pêşkêş dike ne wekî a Aryayiyan!

Baba Tahirê Hemedanî, bi tevî, qada lêkolerî û delîlên gelek xurt jî hê jî li dunyayaê wekî şayîrek dewleta Îranê tê dîtin!

Afirînerî û taybetiyên edebîyatan carna bi safîkirina edebîyata wekî edebîyata me ye; bi safîkirinê re, ger alî hêmanên edebî ve, rê û seknên nû werin kifşkirin an jî afirandin, wê edebîyata me karibe xîtabê edebîyata dunyayê bike û wekî Edebîyata Emerîkaya Latînî nav bide.

 Li alî din derfetên mezin hene bo lêkolînê. Ger em li cîhanek xam, bi zimanê xam mabin, emê sadebûn, safîbûn û bi lîrîzma çîyayî, bi hêza awayê biwêjan, bi şêwaza dengbêjiyê, bi sewta mûzîkê, bi derfetên mîrateya edebîyata dunyayê, bi şax, hurgulî, reng û dengê edebîyata xwe bi rê kevin, em ê karibin bi seknek “zarokaniya duyem”, bi azadiyek edebîyata zaroakne a azad, deng li wêjeyê bikin, rê bidin ber xwe!

Li serê rê û dirban…

Em ê di edebîyatê de,wekî “zarokaniya duyem” bijîn, bi xeyal û samîmîyetê, bi lîrîzma wekî çiyayan bi heybet, bi sir û têkiliya ruh û aqil a biaheng.

Nifşek nû, bi cesaret, bi lêgerîna cidî a Gilgamêş bîne bîra me lazim e.

Edebiyata Kurd dikare rêyên cuda ên xweserî erdnîgarî, dîrokî, huner û kulturî bi awayek hemdem bide ber xwe, beriya her tiştî “şêwazê” bo xwe bike egerek muhîm. Bi teknîk û şêwazên ji referansên dengbêj Evdalê Zeynikê heya El Cezerî, ji şêwaza jinên hunermend ên Hewramî de afirîner bûne bi şikil bike.

“Zimanê mê û lîrîzma çiyayî” wekî modela nû ya feminîzma zimên û edebîyata bi hevahengiya ruh û aqil a azad hêja ye were gengêşîn.

Bo ku qewlên edebî bi ruhê dengbêjan bijî, em qewlên poetîk û lîrîk ava dikin û dibêjin: “Meydan nivîs e, werin meydanê.”!

Bang li nifşê nû ye ku bi ronahiya pirsan, qada tarî derxin ber ronahiyê. Rexne şûrekî ronahiyê ye, nifşê kevn bi şûrên xwe rexne bikin!

Ne text û textikên desthilatiyan, ne pêkutî û bendên nifşê kevn ên manîpûleyî, ji afirîneriyê û edebîyatê dûr, ne zincîrên paşatiyê, edebîyateke bi şertûşûrtên edebî, edebîyateke bi kifş, dîtin û afirîneriyên nû. Edebiyata me ne girtîgeh e, bexçeyê gulên bêxwedî ye. Her demê pirsan arasteyê manipûlasyonan bikin, heqê gotina rast li ber çavan biparêzin, guh li tu têkiliyên paşverû ên wekî hemwelatiyê, ên sîyasî, ên dostanî û derdortiya teng nekin, edebîyat û krîterên edebîyatê derxin pêş. Gotinên riziyayî bi ava lêpirsînê bişon, da ku rûyê rast derkeve holê.

Ji dengbêjiya şevên dirêj heya Gilgamêşê bêhizûr… rehên xwe bi ronahiya stêran safî bikin!

Mîrateya kûr wekî çemê ji çiyayan, bi lêgerîna bêrawestan, ji kûrahiya têkilî û berhemdariya Aryayiyan bigire heya bajar û mekanên ji bo edebîyata me pir balkêş in bînin bîr û hişê xwe, çavkaniyên zimên û kulturî der bikin. Ji wan mîrateyan, di edebîyatê de qala hêviya afirînerî û jiyanên nû bike; bi şêwaz û zimanê xwe yê bi derfet zimanê edebîyata xwe ava bike. Zimanê mê yê lîrîzma çiyayan, bila nav bide lûtkeyên edebîyata me. Heqê gotina nivîskî bi hubra aqil û ruh, dil bidin!

Gotin ne tenê peyv e, lê xwîna hubra hezkirin, evîn û azadiyê ye ku di rûpelan de biherike.

Di serdema hişê çêkirî û medya dîjîtal de, derfetên muhîm hene. Bîr ne tenê kevir e, lê bîra bi ronahiya nûjen dagirtî ye. Kurdî wekî bayê çiyayan li edebîyatê belav bibe!

Edebiyata Kurd ne tenê çîrok e, lê bayê azad e ku bi lîrîzma çiyayan û jiyana destnanan li hemû dilan dixe. Heqê her tiştî bi heq teslîm bikin; bixwe beled bêjin Ferhad û Şîrîn destaneke Aryayiyan e ew qasî berhemeke miletê Faris be ew qas jî berhemeke edebîyata kurd e! Herwiha Avesta, Rustemê Zal û berhemên dîtir…

Bi baweriya dilê bi şewq dest pê bikin, manîfestoya xwe wekî stranekê bibêjin. Bi gotin bin, wekî takekesek bi tenê jî bi manîfesto, bi meş û bi kilam û stran bin…Her kes bibe dengbêjê manîfestoya xwe, da ku dengê nû li hemû aliyan belav bibe.

Zarokaniya duyem bijîn; xeyalên xwe wekî çivîkên azad li edebîyatê bifirîn!

Dilê “mezinahiyê” vegerînin zarokatiyê, da ku xeyal bêsinor bifirin. Bîreke hatî daweşandin, bi şevên stêrkan hilçandî ava bikin!”

Zimanê mê lê ne “mêtiyek” mexdûrane û hustû li ber jiyanê xar, mêtiyek di gotinê de karibe tesîr û mehna herî bi bandor derxe pêş.

Safî bike, safiyane lê bike. Qelema te av be, bila di golan de nemîne , bi golan şad nebe, biherike mîna Dîcle û Firatê, welat bi welat…

Ev bang li dijî xitimînê ye, li dijî dubarebûnê ye, li dijî zincîrên nedîtî ye ku qelemên me girêdidin. Em ê ji nû ve bibin zarokên xwezayê û xeyalê, bi çavên bêhizûr li Gilgamêş, li Avestayê, li dengbêjên jin û mêrên şevên dirêj binêrin. Em ê lîrîzma çiyayan bi zimanê mê yê bi çîroka xwe balkêş e, ji nû ve di peyvê de bikin dengê li bexçeyên edebî, heqê gotina nivîskî bidin, wekî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî dane, lê bi şêwazên nû, bi texeyulên teknîkî ên ku El Cezerî bo me kiriye îlham û referans…

Kurdî bikin zimanê xeyalên bêsinor, kesên li cîhanê belavbûyî bila ew jî wekî bayê Zagrosê yê bêrawestan bin.

Zarokaniya duyem ya edebiyatê, vegera li jiyaneke saf a vê dewr û zemanî… Bila qelem serbest bin, bêy metirsî, bêyî hesab, bêyî hînbûn û klîşeyan.