dilop – hejmar/sayı:6

Kapak fotoğrafı: Özcan Yaman

Ji bo ‘nû’yê…

Em bi hejmara ewil a sala nû li pêşberî we ne… Adet e êdî; gava saleke nû tê insan ji bo hev dibêjin “Bila sala nû bi dilê te be”. Lê demên wisan giran di ser me re diborin ku bi van niyazan dilê meriv qet xweş nabe. Hela ku di van salên dawîn de barê xem û kulên me li ser me girantir bûne… Ji ber ku navê wê ‘sala nû’ ye, wê ‘ji ber
xwe ve’, ji me re çi ‘nûbûn’ wehd bike ku?!

Heke meriv bisekine û lê temaşe bike, meriv ti tişt neke û bi gotinên wekî “na yaw,
her çi be jî wê wiha neçe” xwe aş bike û roja xwe temam bike meriv wê hêj gelek li hêviya wê ‘nûbûn’ê bisekine. Em xwe nedin quncikekî û li hêviya ‘Nû’yê nesekinin!

Ha me hay jê hebe, ha tunebe, em çiqas bisekinin, tiştê ku bo me rewa bê dîtin wê
avriya salên borî be. Bi tenê rawestin û temaşekirin, ‘trawma’ ye. Ev trawma wê ji ber xwe ve têk neçe, divê em zanibin. An her kes dê ‘nû’ya xwe bixwe biafirîne
yan jî dê di nava ‘kevn’ên xwe de pûç bibe! Divê em li ‘Nûbûn’ê bigerin, a ‘Nû’
biafirînin!

Tarik Ziya Ekîncî wê di 18ê Sibatê de 93 salên xwe li dû xwe bihêle. Emrê wî giha sedsalekê. Bi emrê xwe yê bêhempa û her û her ciwan, ne ji bo ‘saleke nû’ lê ji bo
çawaniya lêgerîn û afirandina jiyaneke nû Tarik Ziya Ekîncî mînakeke yekta ye.
Silav li we!

Yeni için…

2019’un ilk sayısıyla ‘merhaba’ diyoruz… “Mutlu geçsin” dileklerinin kimseyi pek de mutlu etmeye yetmediği bir zamandan geçiyorken… Son yılların üst üste yığarak biriktirdiği sorunlar yumağı giderek büyüyorken… ‘Yeni yıl’ denilenin ‘kendiliğinden’ vaat edeceği nasıl bir ‘yenilik’ olabilir ki?!
Olup biteni izlemek, hiçbir şey yapmadan “böyle gitmez nasılsa” türünden teskin edici “ilaçlarla” günü geçiştirmek, o beklenen ‘yeni’nin hiç gelmeyeceğini gösterir
sadece. Bir köşede izleyerek ‘Yeni’yi beklemeyelim!
Bekledikçe, farkında olalım ya da olmayalım, bize dayatılan ‘eski’nin eklentisi
oluyoruz.
Sadece izlemek ve beklemek, bir ‘travma’ halidir. Duçar olduğumuz bu travmayla
başetmek kendiliğinden olmaz, bilelim.
Herkes kendi ‘yeni’sini kendisi yaratacak ya da kendi ‘eski’sinde çürüyecektir!
‘Yeni’yi arayalım, ‘Yeni’yi kuralım!
Şubat’ın 18’inde 93 yaşını devirecek olan Tarık Ziya Ekinci, bir asıra yaklaşan
muhteşem ve de hep genç ömrüyle, ‘yeni bir yılın’ olmasa da yeni bir hayatın nasıl
aranacağına ve nasıl kurulacağına dair eşsiz bir örnektir.
Selam olsun!