dilop – hejmar/sayı:1

Selim Yıldız, 73’üncü Ferman’ın Êzidi çocukları – Şengal, Ağustos 2014

Despêk…

Șeveke çîk sayî, dema ku çavên xwe li asîmanan digerînî û şewq û roniya stêrkek dibîni, di rastiyê de, xwuyana wê ya bi salan berî niha dibînî. Leza rêwîtiya onahiyê, ku têgihiştina wê pir bi zehmet e, çirûskên stêrkekê bi milyaran îlometre ji me dûr, bi salan şûn de tîne ber çavên te. Ew stêrka ku te bawer dikir ew şev te dît, dibe ku ji mêj ve xuricî ye. Lê belê, bi ronahî û şewqa xwe ya geş, ku bê şik em lê şahidî dikin, jîndar û zindî xuya dike her weha…


Ev cilweya gerdûna fizîkî ya mucizewî, wek nima, di ‘kêlî’yên jiyana mirovan û
civakan da jî derbasdar e. Têkilî û bûyerên mirovan û civakan, ku ji mêj ve ye di rûpêlên dîrokî de cihê xwe girtine, bi saya ronahiyên wan yên xapînok û mirî, zindi xuya dikin caran. Hebûnên ku bê mirin dixwuyên, hin taybetiyên ku tu bawer dikî ebedî ne, êş û azarên ku bi baweriya te bê dawî ne; di rastiyê de, tewqeke jar û lawaz a pirîskên tozî ne, ku li ser sandoqeke kevnar li benda
wê nefesê ne ku bi pifeke dawiya wan bîne. Liv û tevger, zinarên bi heybet bi sebreke bê hempa diherîne û dike qûm; çiyan bi erdê re dike yek; deryayên bê sînor hişk dike… Û her gav jiyaneke nû, hebûneke nû û ji ya berê qewî û qehîmtir pêk tîne.

Lê belê, ji bo ku vê bibînî, divê li ‘ronahiyên mirî’ mêze bikî. Zanyariya jiyanî, di ebûna mirî de ye hin caran.
Welat, bi dehsalan e, cihê ku hewl bide bikaribe birînên xwe yên kêm girtî bipêçe,
riyeke din bigere da ku ji birînên kêm û xwîn jê dikişin bi şîşan dax bike û bi paçên
kirêt û bi mîkrop bipêçe, di destê wan kesan de ma ye, ku tenê pêşeroja xwe digerin. Zinarên aşitî, dadmendî û azadiyê, ku bi zor û zehmeteke bê hempa ihiştibûn serê çiyayek, ber bi jêr hol dibin û mirovan, bajaran û hêviyan dişkînin û diruxînin. Wek çerxeke be dawî ye, ku tê de mirin û jiyan bê eman cihên xwe vediguhurînin û bi hêza xwe, dilên jar diwestîne, bîn li kesên tirsok diçikîne. Lê belê ronahiya stêrkeke çirûsî û mirî ye zilm û sitem hin caran… Miriyek, ku bikaribî zanyariya jiyanî jê werbigrî…

Da ku bikaribin di riya pîroz ya dîrok
û mirovahiyê de, bi nêrîneke hêvîdar, berxwedêr û livdar, bi dilên hêzdar û bi çar
gurçik wek dilop cihê xwe bigrin, demsaleke biharê de ber bi rê dikevin em. Armanc û daxwaz ev e; dengê xwe tev li bi hezaran dilopên mirovahiyê yên di okyanusên be binî de ne, bikin. Dilop bi dilop em dê bi hêztir bibin û riya xwe bi xwe vekin. Riya me, riya we vekirî be!

Başlarken…

Berrak bir gecede gökyüzüne bakıp bir yıldızın ışığını gördüğümüzde, onun yıllar
öncesine ait bir görüntüsünü izliyoruzdur aslında. Işığın insan havsalasını zorlayan hızdaki yolculuğu, milyarlarca kilometre uzaktaki bir yıldızdan yansıyan ışınları, bizim gözümüze yıllar sonra ulaştırır. O gece gördüğümüzü düşündüğümüz yıldız belki de çoktan sönmüştür. Oysa, parlak ışığıyla tanık olduğumuz gibi, yaşıyor görünmektedir de halen…


Fizik evrenin bu etkileyici cilvesi, imgesel olarak, insan ve toplum yaşantısının ‘an’ları için de geçerlidir. İnsanların ve toplumların, tarihsel olarak çoktan sonu gelmiş ilişki ve olayları, kendi ölü ışıklarının yanıltıcılığıyla canlı görünür bazen. Ölümsüz görünen varlıklar, ebedi sanılan alışkanlıklar, bitmez sanılan çileler; eski bir sandığın üstünde, kendisini uçuşturacak nefesi bekleyen toz zerrecikleri gibi kırılgan, zayıf bir katmandan ibarettir aslında. Devinim, yalçın kayaları olağanüstü bir sabırla kuma dönüştürür; dağları un ufak eder; engin denizleri kurutur… Ve her defasında yeni bir yaşamı, yeni ve öncekinden daha dayanıklı
bir varoluşu kurar.


Ama bunu görmek için bile ‘ölü ışıklara’ bakmak gerekir. Yaşamın bilgisi bizzat ölünün kendisindedir kimi zaman. Ülke onyıllardır, iltihaplı yaralarını saramadan, kanın ve irinin aktığı yere kızgın demirler ve mikroplu pis bezler basmaktan başka bir yol aramadan, sadece kendi geleceğini arayanların elinde. Bir dağın tepesine büyük zorluklarla taşınan barış, adalet, özgürlük kayaları; insanları,
kentleri ve umutları yıkarak yamaçlara yuvarlanıyor. Yaşamın ve ölümün amansızca yer değiştirdiği bitimsiz bir döngü gibi bu. Zayıf kalpleri yoruyor, göğüs kafesi dar olanları nefessiz bırakıyor. Oysa ölü bir yıldızın ışıklarıdır kimi zaman zulüm…
İçinden yaşamın bilgisini çekip alabileceğimiz bir ölü… Tarihe ve insanlığa, güçlü kalpler ve körük gibi ciğerlerle, umut, direnç ve devinimle bakmanın kutlu yürüyüşüne bir damla olarak eklenmek üzere yola çıkıyoruz bir bahar mevsiminde. Sesimizi, engin okyanuslarda, insanlığın binlerce damlasıyla birleştirmektir gayemiz. Damla damla birikerek, açacağız yolumuzu.

Yolumuz, yolunuz açık olsun!