dilop – hejmar/sayı:3

Bazı ‘son’lar güzeldir!

Devlet politikaları bir toplum ve gelecek kurgusunu hayata geçirmenin araçlarıdır aslında. Siyasal iktidar, kendi niteliğine göre giriştiği ‘toplum
mühendisliği’ için politikalar saptar ve devletin yasal-fiili gücünü seferber eder. Sermaye birikim güdüsünün de asla eksik olmadığı bu ‘mühendisliğin’, özellikle ‘bölge’de sistematik hale gelmiş, oldukça ‘özgün’ biçimiyle karşı karşıyayız. Yüz yıllık bir sorunun çözümünü “güvenlik” politikalarında arama ısrarı, hiç ‘değişmeyen’in hep ‘değişen hayat’ karşısındaki çaresizliğidir bu özgünlüğü
temellendiren.

Sorunu çözemiyorsunuz, o sorunu yaşayan toplumu kendi meşrebinize göre dönüştürmeye çalışıyorsunuz, bunu yapmak için tarihsel mekânları da vurup binlerce yılın kültürel mirasına kıyıyorsunuz! Şark Islahat Planı’ndan Zorunlu İskân Kanunu’na, köy boşaltmalarından ‘güvenlikli bölge’ uygulamalarına, Hasankeyf’ten Sur’a… işleye gelen bu ‘ekonomi-politik’, dosya sayfalarımızda okuyacağınız tahammül ötesi sonuçlara yol açmakta. Tarihsel dokuyu, kültürel mirası sıfırlayıp ‘betona’, ‘baraja’ sığınmak, geleceğinizi de betondan yapıların ya da barajların ömrü kadar kısaltmaktır oysa.

Yüzyıllar öncesinde Moğolların
vurduğu, Artukluların onardığı Hasankeyf’i bu kez sularda boğmak; onca medeniyetin iz bıraktığı Sur’u düzleyip arsalaştırmak, betonla (ille de) Osmanlı
kostümü biçip giydirmeye çalışmak, sadece tarihinden değil, insanın geleceğinden de çalmaktır.

Temmuz-Ağustos sayısını, tarihimizden ve geleceğimizden çalan bu arsızlığa, kapağa taşıdığımız emekçinin nasırlı elinin imlediği gibi, ‘tamam, dur!’ deme olasılığının giderek güçlendiği koşullarda hazırladık. Öncesinde ‘ölüler diyarı’na hapsedilmiş Tammuz’un, Yerleşik Sümer’de hayatın akışı için kurtulup geri önmesi nasıl bir zorunluluk idiyse; tarihsel-kültürel değerlerimizin, mekânlarımızın yok edilmesiyle bir tür ‘ölüler diyarı’na mahkûm edilmemizin de bir sonu vardır elbet!

Yeni bir başlangıç için bazı ‘son’lar kaçınılmazdır ve de çok güzeldir!

Hin ‘dawî’ xweş in!

A rast, polîtîkayên dewletê navgîn in bo honaka jîn û civakekê bête pê. Desthilatiya siyasî, gorî wesfên xwe bo ‘muhendisiya civakê’ polîtîkayan tespît
dike û hêza qanûnî û kiryarî ya dewletê seferber dike. Vê ‘muhendisiya’ ku ajoya
daneheviya sermayeyê jî jê kêm nabe, nemaze li ‘herêmê’ xwedan awayeke ‘resen’ e. Pirsgirêkeke ne nû ye jî; sed sal in heye û bo çareserkirina wê israra di polîtîkayên “ewlehiyê” de, neçariya ‘ya neguhêrbar’ li hemberî ‘jîna guhêrbar’… Ev e ya ku vê reseniyê xurt dike.

Hûn nikarin pirsgirêkekê çareser bikin, hûn hewl didin ku ‘zemîna’ xwedî wê pirsgirêkê yanê civakê li gorî xuyê xwe veguherînin, bo ku hûn vê pêk bînin
hûn mekanên tarîxî jî hildiweşînin û pêhn li mîrateya wê ya çandî dikin! Ji Plana Islehatê ya Şerqê ta bi Qanûna Îskanê ya Mecbûrî, ji valakirin û şewitandina gundan ta bi ‘herêmên ewle’, ji Heskîfê ta bi Sûrê… Gava we dosyeya me xwend hûn ê bibînin ku evê ‘aborî û polîtîkayê’ dibe sedema encamên ku meriv nikare tehemûl bike. Lê tunekirina vehûna tarîxî û mîrateya çandî û xwespartina bextê
beton û bendavan tê wê maneyê ku hûn dahatûya xwe jî bi qasî emrê avahiyên
beton an bendavan kin dikin.

Hûn vê carê, Heskîfa ku sedan sal berê ji aliyê moxolan ve hat xerakirin û ji aliyê artûkiyan ve hat restorekirin, dixin avê û dixeniqînin; hûn Sûra ku bi dehan şaristaniyan şopa xwe lê hiştiye dikin erse, bi betonê(îlla) kostumê osmaniyan
lê dikin. Hûn bi vê yekê ne tenê ji tarîxa insanan, ji dahatûya wan jî didizin.

Şert û merc xurt bûne ku em çerxa vê dizîtiyê, ya ku ji tarîxa me û ji dahatûya me didize, ters bigerînin. Me hejmara xwe ya tîrmeh û tebaxê jî di van şert û mercan de hazir kir. Berê mecbûriyetek bû ku Tammûzê li ‘welatê miriyan’ hepskirî, li cem Someriyên cîwarbûyî bo herka jînê, xwe xilas bike û vegere; îro em jî bi şer, bi tunekirina nirx û mekanên xwe yên tarîxî û çandî li ‘welateke miriyan’ hepskirî ne. Vegera Tammûz çawa mecburiyetek be dawiya vê rewşa me jî helbet heye!

Bo destpêkeke nû hin ‘dawî’ çarenîn in û gelek xweş in!