dilop – hejmar/sayı:4

Sal: 1 • Hejmar: 4 • Îlon-Cotmeh 2018

Çözülenin ardından…

dilop’un 4’üncü sayısı, ‘toplumsal-siyasal denklem’ açısından iki önemli unsuru imleyen iki özel tarihi içeren bir zaman dilimine denk geliyor: 1 Eylül Barış Günü vesilesiyle, bir kez daha ‘izne tabi’ dillendirilecek ya da maalesef dillendirilemeyecek, ‘barış’ ihtiyacı…

29 Ekim’deki 95’inci yıldönümünde; ‘yüksek doz’ kutlama ve hamasete karşın, düçar olduğu ‘dertler’ ve çözemediği sorunların baskısıyla kendisi, üstelik daha geriye doğru, ‘çözülmeye’ yüz tutmuş Cumhuriyet gerçeği…

‘Çözülme ve çöküş’ nasıl bu ölçüde güncelleşti? Kuruluştan çözülüşe, bu yolculuğun, kökü çok öncesine dayanan ve hep korunmuş temelleri var.

‘Kuruluş’, ne ölçüde bir ‘kopuş’tu? Yine, bugünkü ‘çözülme’ ne ölçüde bir ‘kopuş’ olacak? Yanıtlar, hangi zaviyeden baktığımıza bağlı elbette. İktidar sahipleri açısından farklı; örneğin, ‘barış’a ihtiyaç duyduğu için ‘suçlu’ sayılanlar bakımından farklı… Ama ‘barış’ demeyi kriminalize ediyorsa bir cumhuriyet, direksiyonunda kim olursa olsun; devralıp koruduğu açmazlarla kendi çözülüşüne koşuyordur ve çok çok evveliyatıyla bile bağlanmış demektir. 29 Ekim 1923’ü 24 Nisan 1915’e bağlayan da; Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sine büyük önem atfeden tarihçi ve folklorcülerin, onun Karagöz’ün Bizans sarayıyla ilişkisine yani Yunan köklerine işaret ettiği anlatımına itibar etmeyişi de bu ‘kopuş-süreklilik’ diyalektiğindendir işte!

Çözülene ağıt yakarken, onun onulmaz hastalık ve açmazlarını es geçmek, aynı ‘ideolojik’ illiyetten muzdarip olmaktır aslında.

Herkesin ‘illiyeti’ kendisine ama! Van’daki kazıda bulunan ve muhtemelen bir inşaat yapımı sırasında henüz ıslak kerpice basılarak bırakılmış ayak izi örneğin… Yüzyıllar öncesinden toprağa gömülmüş o ‘sıradan’ Urartu çocuğunun küçücük ayak izi, bugün insanlık tarihi açısından hiç de küçük sayılmayacak ipuçlarına götürüyorsa, bu ‘sır’ iyi anlaşılmalıdır. Kapak fotoğrafındaki ‘memleket’ çocuğunun, kopkoyu bir gölgenin içinde yüzünün bir kısmına vurmuş ışığın detaylandırdığı, kaygılı bakışı, çözülenin ve eskiye yürüyenin bakiyesidir. Urartulu çocuğun ayak izi, binlerce yıl
sonra nasıl yeraltından çıkıp yaşama dahil olmuşsa, karanlık gölgelerin ablukası dağılınca da bugünün kaygılı bakışları ışıltılı bir başka dünyaya iz sürecektir, ellerimiz ve ayaklarımızla birlikte…
İyi okumalar…

Piştî jevketinê…

Hejmara 4. a Dilopê, rastî du tarîxên taybet tên ku ev herdu ji aliyê hevkêşeya civakî-siyasî ya welat ve îşaret bi du hêmanan dikin: Hewcedariya ‘aştiyê’… Bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cihanê(1ê Îlonê) dê careke din ‘bi destûrê’ bê ser ziman an jî mixabin dê nekare bê ser ziman. Rastiya komarê… Di salvegera 29ê Cotmehê de dê pîrozbahiyên pirolekirî bêne lidarxistin û gotinên qelew bên kirin. Lê ligel vana bi giraniya ‘derdên’ xwe yên azirî û pirsgirêkên xwe yên neçar, her ku diçe bi paş ve diçe, dike ku ‘ji hev bikeve’.

Jevketin û hilweşîn bi çi awayî ewqasî rojaneyî bûn? Di kîjan pêvajoyan re derbas
bûn? Ji damezrandinê ta bi jevketinê, ew bingeh timî hatiye parastin.

‘Damezrandin’, di kîjan radeyê de ‘qutbûn’ek bû? ‘Jevketin’a îroyîn wê çiqasî
veguhêze ber bi qutbûnekê ve? Bersiva vê yekê wekî mînak li gorî xwediyên desthilatdariyê cuda ye, li gorî ‘aştîxwazên’ cezakirî cuda ye. Lê heke peyva ‘aştiyê’ krîmînalîze bike komarek; tê wê maneyê ku ew her kî be li ser wê dîreksîyonê, tevî teşqeleyên xwe yên kevnare, ber bi jevketina xwe ve dibeze û heta ji mêj ve ye berê xwe bi wê de kiriye. Ewa ku 29ê Cotmeha 1923yan bi 24ê Nîsana 1915an ve girê dide jî ev e; ji ber vê yekê ew dîroknas û folklornasên ku qala giringiya Seyahatnemeya Ewliya Çelebî dikin, naxwazin bibînin ku Çelebî qala têkiliya Karagoz û Seraya Bîzansê dike yanê îşaret bi eslê wî yê Yewnan dike! Ha, evê pûtepênedanê jî ji ber diyalektîka ‘qutbûn û domdariyê’ ye!

Îro hinek bêyî ku nexweşî û tengiyên wê bibînin, rûdinin û bo komara ku dike ji hev
bikeve, dilobînin. Ev tê wê maneyê ku êşa wan ji ber heman nexweşiya ‘îdeolojîk’ e.

Lê sebeba her kesî li gorî xulqê xwe ye… Wekî mînak li Wanê piştî kolanê şopa lingekî hate dîtin ku bi ihtimal di dema lêkirina xaniyekî de pêhn li kerpîçê kirine û wê şopê li wir hiştine. Heke şopa piçûçik a lingê wî zarokê Ûrartûyî piştî sedan salan, îro ji bo tarîxa mirovahiyê rê li ber delîlên girîng vebike, divê raz û sira vêya baş bête fêmkirin.
Di wêneyê bergê de zarokeke vî welatî heye, di nav sîbereke tiptarî de şewqê daye qismeke rûyê wî, bi vî awayî nêrînên wî yên xembar derketine holê û ev nêrîn bermayiya jevketin û paşveçûnê ye. Çawa şopa lingê zarokê Ûrartûyî piştî hezaran salan tevli vê jiyanê bûbe, gava dorpêça sîberên tarî belav bibe, dê nêrînên xembar ên îroyîn berê xwe bidin dinyayeke zeraqdar, tevî dest û lingan…
Fermo, bixwînin…