
‘Ne mutlu’ diyebilmek için
Türkiye, 2015’in ikinci yarısından itibaren farklı bir dönemin içine girdi. Genel itibarıyla ‘rejim değişikliği’ diye isimlendirilen sürecin hızlandırılmış adımlarına tanık olduk. Kürt sorununda ‘diyalog ve barış’ yolunun kapanması, söz konusu sürecin hem başlangıç noktası hem ‘motivasyon’ kaynağı ve hem de ‘laik-seküler’ toplumsal kesimlere dönük meşruiyet aracı olarak istismar edildi. ‘Rejim değişikliği’nin yol açtığı ‘laik-seküler’ irtifa kaybı, Kürt realitesinin demokratik-kültürel kazanımlarına dönük taarruzun toz bulutu altında görünmez kılınmaya çalışıldı. Yerel yönetimler, kültür sanat kurumları, dayanışma birimleri… Kürtten kopartılan her parça, ‘rejim değişikliği’nden muzdarip diğer ‘mahallelere’ takılmış anestejik serum işlevi gördü. Tekçi milliyetçilik hep taze tutuldu.
İlkokullarda her sabah okutulan ‘Andımız’ın yeniden gündem olması da bu iklimde oldu. Yemin etme ehliyetleri olmayan küçük çocukları, ‘Türk olduğum için mutluyum’ diye her gün yemin ettirmek… ‘Rejim’ kaygısının üzerine eklenmiş bu zorlu ekonomik kriz günlerinde daha da mutsuz ‘büyük ulus’ mensubuna ‘mutluluk hapı’ içirmektir biraz da. Yoksa ‘Ant’ okunur okunmaz, zorunlu olur olmaz; şovenizm ‘ant’la girmedi ki eğitim ya da toplumsal hayatımıza, çok daha köklü temelleri var. ‘Ne mutlu ki Türk’üm’ çizgisi, ‘Andımız’ın ötesinde bir asimilasyon gerçeğidir.
Mutlu olunacak ne bir tarih ne bir güncellik vardır oysa?
Dersim’li Haydar Kang’ın daha 1949’larda verdiği dilekçelerde bahsettiği “masum ve günahsız ruhların” hayaleti dolaşırken daha memleketin üzerinde…
1915’in kırım ikliminde, “üç beş gavuru” kurtarmak için çırpınırken katledilen Lice
Kaymakamı Hüseyin Nesimi’nin ‘devlet-millet’ nezdinde hakkı verilmemişken daha…
90’ların tufanında Şırnak’tan koparılıp Çukurova’ya fırlatılan çadır mahkûmlarından Gulê’nin “evde uyumak nasıl bir şeydir?” sorusu, öyle ortada dururken…
17 Ekim’de yaşamını yitiren fotoğraf ustası Ara Güler’in kapağa taşıdığımız fotoğrafındaki bakır işçisinin, neo-liberal kalpazanlığın kurbanı olarak, terk etmek zorunda kaldığı Maden ilçesinin bugünkü virane hali, memleketin haliyken aslında…
‘Ne mutlu ki insanız’ diyebilme hakkını kazanmak için eşitlik ve özgürlük umudumuz hiç tükenmesin.
İyi okumalar…
Meriv karibe bibêje ‘çi serbilind im’
Tirkiye, ji nîveka duyem a 2015an pê ve derbasî qonaxeke din bû. Ev pêvajo bi giştî weke ‘guherîna rejîmê’ hate binavkirin. Em bûn şahidên lezûbeziya wê. Bidawîbûna prosesa ‘diyalog û aştiyê’ ya kêşeya kurd, him weke destpêka pêvajoya navborî, him çavkaniya ‘motîvasyonê’ ya vê pêvajoyê û him jî weke navgîna meşrûiyetê ya li ser hêlên civakî yên ‘laîk-sekuler’ hate îstîsmarkirin. Bêhêzbûna dorhêlên ‘laîksekuler’ a ku ji ber ‘guherîna rejîmê’ pêk hat, bi toz û tirebêlka êrîşa li ser destketiyên demokratîk-çandî yên realiteya kurd hate veşartin. Rêveberiyên xwecihî, saziyên çandî û hunerî, yekeyên hevgirtinê… Her perçeya ku ji kurdan hate quraftin, bû weke serûma anestezîk bo ‘taxên’ ku ji
‘guherîna rejîmê’ aciz in. Netewperweriya yekperest timî teze hate hiştin.
Jinûve nîqaşkirina ‘Sonda Me’(Andimiz) -ya ku her sibeh li dibistanan dihate
xwendin- jî di vê çarçoveyê de ye. Zarokên biçûk ên ku nizanin sondxwarin çi ye, her sibeh bi darê zorê sond dixwin û dibêjin ‘Serbilind im ji ber ku ez tirk im’… Di van rojên krîza aborî ya giran de, ku xema ‘rejîmê’ lê hatiye zêdekirin, ev tişt tê wê maneyê ku bi mensûbên ‘neteweya mezin’ ‘heba bewtewariyê’ tête vexwarin. Nexwe “Sond” tê xwarin an nayê xwarin, dibe mecbûrî yan nabe; şovenî bi “sond”ê dest pê nekir di warê perwerdeyê de, meseleyeke hê kevintir e. Distûra ‘Ez çi serbilind im ku tirk im’, rastiyeke bişavtinê ye ku ji ‘Sonda Me’ wêdetir e. Lê belê ne tarîxek heye, ne jî îroyek heye ku meriv pê bextewar bibe.
Xeyaletên “ruhên mehsûm û bêguneh” ên ku Heyder Kang ê Dêrsimî hêj di daxwaznameyên xwe yên sala 1949an de cî dayiyê, hîn jî li ser vî welatî digere…
Di rojên qirkirinê yên sala 1915an de, qeymeqamê Licê yê bi nav Huseyîn Nesîmî
bo xilaskirina “çend filehan” hewl daye û ji ber vê hatiye kuştin û li cem ‘dewlet û
miletê’ hêj heqê xwe nestendiye…
Pirsa “Xewa li mal tişteke çawa ye?” ya Gulêya yek ji mehkûmên konan ên ku
di firtoneya salên 1990î de ji axa Şirnexê hatiye quraftin û ber bi Çûkûrovayê hatiye dehfdan hêj jî li naverastê bê bersiv e…
Me fotoya Ara Guler –ku di 17ê Cotmehê de wefat kir- xiste bergê kovarê. Di wê fotoyê de navçeya Medenê ya ku ji neçarî ji hêla karkerên paxirê ve – ku weke
qurbanên qelpezaniya neolîberal in- hatiye terkkirin, bi halê xwe yî wêran li naverastê ye û ya rast ev halê welat bixwe ye…
Ji bo bidestxistina mafê bilêvkirina ‘Çi serbilind im ku ez insan im’, hêviya me ya
wekheviyê û azadiyê bila qet kêm nebe.
Fermo, bixwînin…