Bo biharê, Newrozê û rastiyê…
Ligel ‘dilop’a ewil a biharê silavên germ li we. Çawa ku tevî axa xwe, ava xwe, çiya û zozanên xwe, tevî teyr û tûrên xwe bihar bi wê dînamîzma xwe ya bêhempa dikeve nav liv û tevgerê, Newroz jî qonaxeke bedew a raperînê ye bo ‘îspata’ rastiyeke dîrokî ku bi înkareke kronîk hatiye dorpêçkirin. Her çiqas siyaset ruh û hilma înkarê nû bikin jî, bihar û Newroz ligel hev di têkoşîna xwe ya li hemberî înkarê de, di nav hevkêşeya merc û vînê ya siyasetê de timî xwedî diyalektîkeke hînbûn û hînkirinê ya resen in.
Egîdê Cimo li ser vê axê ev çend nifş in ruhê guhdaran dide paqijkirin. Bêyî wî, ev
Newroza ewil e. Wê hilma efsûndar 87 sal bang kir û sekinî lê hêj bi sedan salan ew ê bangî me bike bo rastiya me.
Wekî edebiyata ermenan ku piştî 24ê Nîsana1915an di wê tofanê de em bêyî wê
hiştin… Ew edebiyata giranbiha bi daneheva xwe ya bêhempa ne bi tenê ya ermenan û wêjevanên ermen e, ya hemû gelan e. Piştî 104 salan hêj jî bang dikin da ku em “rastiyê biparêzin”.
Em hêvî dikin ku vê hejmarê bi dilê we be.
Bahara, Newroza, gerçeğe…
Baharın ilk dilop’uyla merhaba. Toprağı, suyu, dağı, ovası, börtü böceğiyle bütün bir doğa nasıl ki o muhteşem dinamizmiyle harekete geçiyorsa baharda, Newroz da kronik bir inkârın kuşatmasındaki tarihsel realitenin ‘ispat’ için ayağa kalktığı bir güzel duraktır. İnkâr ile mücadelesinde, bahar ve Newroz elele, ‘ispat’ın ruhunu, nefesini tazelese de her daim, siyasetin (dosya sayfalarımıza yansıdığı gibi) nesnel koşullar ve irade denklemi içinde özgün bir öğrenme ve öğretme diyalektiği vardır.
Bu toprakların nefesiyle, kuşaklar boyu dinleyenlerinin ruhunu arındırmış büyük
üstad Egîdê Cimo’suz ilk Newroz bu. 87 yıl çığırıp susan ama daha yüzyıllarca bizi
kendi gerçeğimize çağırmaya devam edecek büyülü nefese selam olsun…
Tıpkı; 24 Nisan 1915’te başlayan o tufanda yoksun bırakıldığımız ve muazzam
birikimiyle sadece Ermenilerin değil bütün halkların paha biçilmez hazinesi
durumundaki Ermeni edebiyatı ve edebiyatçıların, 104 yıl geçse de “gerçeği
savunun” çağrısı yapmaya devam ettikleri gibi…
İyi okumalar…