Rêwîtiya rewşen
Ji demeke rewşen ku xêr û bereketa barana buharê digihîne tava havînê silavên
germ li we… Leonard Cohen di straneke xwe de gotibû “Derza her tiştî heye û bi vî awayî hundir ronî dibe”. Wisa ye; heçî meriv di nav tariyeke zilmat de be jî, ronahî illeh derzekê dibîne ku tê re bikeve hundir. Ya rastî tişta ku geşedana dîrokî ya bi hezar salan a erdnîgariya navbeyna Mezopotamya û Romayê diafirîne jî vê rêwîtiya rewşen a mirovahiyê ye.
Mesela Hefaystosê ‘xwedayê kedkaran’ ê ku di tarîtiya koledar a serdema antîk de bi sind û çakûçê xwe hesin dikuta… Rênîş bû bo kedkarên ku kêm dihatin dîtin; hewl dida nîşan bide bê ka ew kedkar bi hesinên ku dikutin, madenên ku edikolin, bi agir û ronahiya nava xwe dikarin çi bikin. Doliche jî wisa ye… Ji aliye Romayê ve hate dagirkirin, lê paşê bû navenda baweriya ku artêşa Romayê di bin destê xwe xist. Her çiqas tarîtî heyatê li me bike ziqûm jî, ji roniyê re illeh makek peyde dibe.
Aqûbeta tarîtiya hegemonyaya bîrdozîçandî-polîtîk a ku ji îslamperestiya ‘neteweperwer’ û ‘dewletdar’ û tirkîtiya îslamî pêk dihê ku ji destpêka sedsalê vir ve xeyrîmisliman ji xwe re kir hedef û her ku çû hedefa xwe mezintir kir jî ne cuda ye.
Zirxên zengarî dê hê bêhtir biderizin, dê ronahî bêhtir têkeve hundir, insan dê bêhtir çîk bide.
Pira Deştan a ku bi dînamîtan hatî xirabkirin dê ji nû ve rabe ser xwe; Mihemed Ûzûn dê her bi kurdî binivîse; Nîzamettîn Ariçê mişextî yê ku dibêje “Wezîfeya min e ku ez êşa welatê xwe bînim ziman” dê bi muzîka şadiyeke rewşen li cem me be.
Em hêvîdar in ku bi dilê we be…
Işıklı bir geleceğe…
Baharın yağmurlu bereketini yazın güneşiyle buluşturan ışıklı bir zamanın içinden, merhaba… “Her şeyde bir çatlak vardır ve ışık böylece girer içeri” diyor bir şarkısında, Leonard Cohen. Öyledir; zifiri karanlıkla da kuşatılsa insan, ışık bu, sızacağı çatlağı buluyor mutlaka! Mezopotamya’dan Roma’ya uzayan coğrafyanın binlerce yılı bulan tarihsel serüveni de, yapan-yaratan insanın bu ışıklı yolculuğunun öyküsüdür aslında.
Antik Çağ’ın köleci karanlığında peşkiri, örsü ve çekiciyle demir döven emekçilerin tanrısı’ Hefaystos mesela… Horlanmış emekçilere; dövdükleri demirle, işledikleri madenle, içlerindeki ateş ve ışıkla neler yapabileceklerini göstermeye çalışıyordu.
Roma’nın teslim aldığı Doliche’nin yine Roma ordusunu ele geçiren inanışın merkezi olması da öyle… Hayatı ne kadar felç etse de karanlık, ışığın düşüp büyüdüğü bir rahim mutlaka vardır.
Yüzyılın başından itibaren gayrimüslimlerle başlayıp hedef büyüterek bugüne varan, ‘Milliyetçi-‘devletlu’ İslamcılık ile İslami Türkçülük’ bileşimi ideolojik-kültürel-politik hegemonyanın beslendiği karanlığın akıbeti de farklı değildir.
Paslanmış zırhlar daha bir çatlayacak, ışık daha çok sızacak, insan daha da
ışıyacaktır.
Deştan Köprüsü dinamitlerle yıkıldığı yerden yeniden doğrulacak; Mehmed Uzun Kürtçe yazmaya devam edecek; “Ülkemin acılarını dile getirmektir görevim» diyen sürgün Nizamettin Ariç, bol ışıklı bir mutluluğun müziğiyle aramızda olacaktır. İyi okumalar…